04 september 2017

Ji ber psîkolojiya xwekêmdîtinê tirk wek beqan xwe dinepixînin

Tirk li hemberî ewrûpîyan xwe pir biçûk dibînin, xwe wek kêzikan dibînin.
Vê kompleksa xwekêmdîtina tirkan ya li hemberî ewrûpîyan meriv di her axaftina Erdogan û siyasetmedarên tirk da bi rehetî dibîne.
Hemû birre birr, fort û zirt û quretiyên Erdogan û siyasetmedarên tirk ji ber vê komleksa xwekêmdîtina wan e.
Heta ji wan tê bira xwe wek beqan binepixînin.
Beq çiqasî xwe binepixîne jî nikane bibe ga, çimkî beq e...
Lema Erdogan jî û hemû wezîr û siyasetmedarên li dora wî jî pir baş zanin ew ne hemtayê almanan û ewrûpîyan in.
Ew jî baş zanin alman, ewrûpî wan pir cahil û paşdamayî dibînin û lema jî zû bi bi zû bersîvê nadin salwoyên wan yên cahilan û nîjadperest…
Tirk tenê li hember kurdan(peçekî jî li hemberî ereban)xwe mezin û pêşketî dibînin.
Lema jî di her fersendê da vê ”meznatiya” xwe bi quretî û bi retorîkeke irqçî naîşanî kurdan didin.
Û qismek kurdên me jî ji ber psîkolojiya bindestiyê di binê tesîra vê propaganda tirkan ya vala û irqçî da dimînin.
Li sewêd gava ez meriv ji swêdîyekî ra qala gotineke, beyaneke siyasetmedarekî tirk ya ne li rê, ya berradayî û irqçî dike, matmayî namîne, dimizece, normal dibîne. Bi hawakî sergirtî, bi zimanekî dîplomatîk dibêje tirk e, cahil e, lema jî normal e wiha bibêje….
Lê gava meriv bibêje yekî alman, norweçî, îngilîz ya jî danîmarkî eynî tişt gotiye, bawer nake, lêva xwe hil dike, fena ku bibêje siyasetmedarekî ewrûpî van gotinên berradayî nake û hewqasî cahil nabe…
Kurdên li weltê dijîn vê rastiyê nizanin, lê hemû kurdên li Ewrûpayê dijîn vê psîkolojiya tirkan ya xwekêmdîtinê û vê qenaeta ewrûpiyan ya di heqê wan da baş zanin….
Bi kurtî dibê em kurd bizanibin li Ewrûpayê miletê herî cahil, herî qebe, herî bêkultur û nezan tê dîtin tirk û ereb in.
Lema jî ewrûpî bi çavê cahilan, zarokan li wan dinêrin û miameleyeke li gorî wê bi tirk û ereban ra dikin…
Li Swêd wiha ye….



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE