12 september 2017

Îslamîstên tirk ji bo menfatê namûsa xwe firotin dewletê

Kovara Bîrîkimê bi Mucahît Bîlîcî ra hevpeyvîneke xweş kiriye. Di vê hevpeyvîna xwe da Mucahît Bîlîcî li ser îslamîstên tirk gelek tespîtên girîng kirine. Mesle gotiye
”Îslamîzim fikreke ji bo menfaetê namûsa xwe firotiye dewletê. Îslamîzim û mîlîyetçîtiya tirk bi hev ra dibin xerc û çîmentoya dewleta nuh.
Îslamîzim bi dilxwazî bûye tetikkêşê îktîdarê. Îslamîzim gava di bin da bû îdeolojiyeke hêrsê bû. Nuha li ser e bûye faşîzim."

Îslamîstên tirk dema muxalif bin, wek nuha ne xwediyê dewletê bûn xwe pir adil, bi ûjdan û demokrat nîşan didan.
Lê piştî hatin ser hukim û bûn xwediyê dewletê û tahma îktîdarê û serdestiyê dîtin, zalimiya wan ya kemalîstan fersah fersah li pey xwe hîşt. Êdî di warê îdeolojîk û siyasî da di nabêna wan û faşîstan da misqalek jî ferq tuneye, wan sola kemalîst û faşîstan di teqê ra avêtin, heft xwezî bi îktîdara general Kenan Evren.



XXX
Îdeolojiya, baweriya, dînê însanan têxe vî halî bira tunebe, bira têkeve binê erdê...
Ev bawerî, ev dîn û ev îdeolojiya îslamî ji medeniyetê jî û ji îndaniyetê jî bêpar e, kovî ye, ne bawerî û îdeolojiyeke însan wê bihebînin.
Meriv hewqasî jî cahil û prîmîtîv nabe....
Gerek însan vê baweriyê red bike, jiyaneke wiha zelîl qebûl neke...
Xelk û alem çûne asîmanan, dixwazin li wir bi cî bibin yên me newêrin ruyê xwe nîşanî kesî bidin.
Meriv ji qahra dibehece...
Cehalet malwêraniyeke pir xerab e, însên bêaqil û bêîrade dike, dike koleyê xurafeyên beradayî û ji însaniyetê dûr dixe,
Ewrûpî van pîrebokên îslamîst û xebîsên mêrên wan li ser xwe xwedî dikin.
Not:
Du jin ji nenûkan heta serî di nava çarçefên reş da ne, çavên wan jî xuya neke. Lê ev jî ne bes e dema rismê wan hatiye girtin ji bo neyên naskirin kaxetên di destên xwe da dane ber ruyê xwe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE