01 september 2017

Îro Cejna Qurbanê ye...


Lê zulma li ser me û halê gelê me têda ye kêf û şahî li me heram kiriye.
Li çarhawêlî Kurdistanê kurd di bin êrîşeke mezin da ne.
Li Sûra Diyarbekrê bi sedan kurd bêav, bêceyran, tî û birçî di hundur malên wan da êsîr hatine girtin û dewleta zalim dike xaniyên wan bi ser serê wan da hulşîne.
Gava meriv di telewîzyonan da li wan guhdarî dike kezeba meriv diperite, ji şerma meriv dikeve binê erdê.
Lema jî qet ji dilê min nayê ez tu cejnan li kesî pîroz bikim.
Ez bawer dikim piraniya kurdan jî wek min difikirin.
Hêviya min ew e li başûrê Kurdistanê kurd yekîtiya xwe çêkin û bigihîjin azadî û serxwebûna xwe.
Heta em bindest bin, wek miletên din ne azad û xwedî dewlet bin, halê me ewê tim ev halê rezîl be.
Heta ji me tê dibê em dijminatiya hev nekin, xêra hev bixwazin, terfdarî yekîtiyê bin û doza yekîtiyê tim li siyasetmedar û partiyan bikin.
Hêza me, xelasiya me di hevkarî û yekîtiya me da ye....

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE