11 september 2017

Hûn dev li kevir û daran kin jî Kurdistanê çê be

Rojnameya Yenî Şefaka berdevka hukûmeta AKPê di manşeta xwe ya îro da kiriye qîrîn û hawar, gotiye ”Barzanîyî durdurun”, yanî Barzanî rawestînin !
Yanî nehêlin Kurditan çê bibe !
Hema hûn dev li kevir û daran kin jî Kurdistanê çê be...
Yenî Şafak bi vê maneşeta xwe ji dewletê ra, ji hukûmetê ra dibêje ”Kurdistan çê dibe, zû rê li ber bigrin, nehêlin Kurdistan çê bibe”!
Ne Yenî Şafak tenê, hemû medyaya tirk, dewleta tirk, hukûmeta AKPê, hemû partiyên tirk, DBPa xwedêgiravî partiyeke kurd e, ew jî di nav da, hemû Tirkiye dixwaze li başûr rê li ber çêbûna Kurdistanê were girtin, Tirkiye nehêle Kurdistan çê bibe ...
Lê ew çi bikin jî Kurdistan ewê çê bibe.
Tiştê baş berî çêbûna Kurdistanê em fêr bûn kî dost e, kî dijmin e, kî xêrxwaz e, kî xêrnexwaz e.
Bi gotineke din Hespên Trûwa yên di nava kurdan da heta nuha bi hin demagojiyan kurd dixapandin ji qalikê xwe derketin û êdî ew jî wek neyarên kurdan li dijî serxwebûna kurdan derdikvin.
Helbet eşkerebûna wan tiştekî pir baş e…

Ez Zanim Kurdistanê Çê Be

Ez zanim Kurdistanê çê be
Azayî ala wê be
Etlayî tîfaqa wê be
Ez zanim Kurdistan çê be
Îro be yan sibê be
Ez zanim Kurdistanê çê be
Tavê qelema wê be
Çavê alemê lê be
Ez zanim Kurdistanê çê be
Îro be yan sibê be
Ez zanim Kurdistanê çê be
Lawê Kurd egîtê wê be
Îro be yan sibê be
Ez zanim Kurdistanê çê be
Îro be yan sibê be
Ez zanim Kurdistanê çê be
///Eskerê Boyîk



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE