01 september 2017

Hezkirina kurdên başûr ya tirkan û Tirkiyê hezkirineke romantîk e

Tirk çi zulm û heqaretê li kurdan bikin jî kurdên başûr dev ji heyraniya Tirkiyê bernadin, ji bo herin Tirkiyê her heqareta tirkan dadiultînin
Gava însan li ber xwe nekeve har heqaretê xweş dibîne, jê aciz nabe...
Kurd dijminatiya tirkan nakin û nikanin bikin jî.
Lê tirk dikin.
Kurdan tu zulm li tirkan nekiriye û nikanin bikin jî.
Lê tirk zulmê li kurdan dikin.
Welatê tirkan dagir nekirine.
Balafirên kurdan her roj gund û çiyayên Tirkiyê bombebaran nakin…
Lê yên tirkan gun û çiyayên kurdan bombebaran dikin.
Serok û siyasetmedarên kurd her roj heqaretên mezin li serokên tirkan nakin.
Lê tirk li yên kurdan dikin.
Lê tirk dîsa jî ji kurdan û ji welatê wan nefret dikin, naxwazin bibin cîranê kurdekî.
Naxwazin di rêwîtiyekê da li kêleka kurdekî rûnin.
Naxwazin herin ji dikana kurdekî kîloyek firingî bikirin.
Li çolê jî rakeve tirkek naçe li otêla kurdekî namîne.
Naxwaze dengê kurdî, dengê muzîka kurdî here guhê wî.
Naxwaze navê kurd û Kurdistanê bibihîze.
Kurdistana Başûr behişt be jî û tu di ser da zêran jî bidî tirkekî normal, tirkekî nîjadperest, kemalîstekî ya jî yekî îslamîst dinya jî xera bibe ew wek turîst naçe Kurdistanê û tahtîla xwe li Hewlêrê, li Silêmaniyê û li Duhokê derbas nake.
Lê bi hezaran kurdên başûr bi kêfxweşî diçin Tirkiyê û tahtîla xwe li wir derbas dikin.
Hemû jî zanin tirk ji wan û ji qewmê kurd nefret dikin.
Lê dîsa jî diçin Tirkiyê.
Li gorî vê xebera Rûdawê îsal dîsa jî bi sedhezaran kurdên Kurdistana Başûr çûne Tirkiyê û Stenbolê.
Û hemû jî zanin tirk wan însan jî nahesibînin.
Belkî li gelek deran newêrin bibêjin em kurd in.
Lê dîsa jî ji Tirkiyê û ji tirkan hez dikin û ji dêlî herin Wanê û bajarekî kurdan yê din, ya jî herin welatekî din, diçin xwe dikin qurbana tirkan.
Rastiyeke heye, dibê em qebûl bikin, bindestiya salan em pir bêşexsiyet kirine….



XXX
Dost û dijmin, xêrxwaz û xêrnexaz di rojên giran da, di rojên teng da xuya dibe.
Di arîfeya referandûma serxwebûnê da, di van rojên giran da em dibînin kî xêrxwaz û dost e û kî jî xêrnexwaz û dijmin e.
Ji Îsraîl lêkolînerekî bi navê Edy Cohen, dostekî kurdan yê dil bang li kurdan kiriye, gotiye
“Ey gelê kurd, dema serxwebûna we hatiye! Ji vê referandûma tarîxî ra bibêjin erê !.”
“Ez ji Telawîwê, ji Îsraîl bang li we dikim. Ev banga min ji gelê Silêmaniyê yê bi şeref ra ye, ji paytexta Kurdistanê ji Hewlêrê ra ye, ji Duhoka landika şehîdan ra ye, ji Helebçeya serbilind ra, ji Zaxoya berhemanîna qehremanan ra ye, ji Kerkûka dilê Kurdistanê ra û ji Şengala stemlêkirî ra ye. Divê hûn bizanin bav û bapîrên we ji bo dîtina derfeteke wiha ya dîrokî canê xwe dan….”

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE