03 september 2017

Fringî ne bacan e



Rênas Jiyan bi romaneke nuh derketiye hemberî xwendevanên xwe.
Navê romanê ”Bacanên Pelçiqî”ye.
”Bacan” di maneya fringî, şamikê, tomatê da bi kar aniye. Qapaxa romanê 4 fringî ne.
Heger rismê fringiyan li ser qapaxê tunebûya piraniya kurdan ”bacanên pelçiqî” ewê wek bacan, balîcan (aubergine, patlican) fêm bikirana.
Kurd çend navan li fringiyê dikin; ”fringî, şamik û bacanê sor.”
Li gorî ferhengeke elektronîk hin kurd ji fringiyê ra dibêjin ”stenbolî.”
Diyar e fringî pir dereng çûye ba wan û lema jî wek sebzeyekî pir luks dîtine û lema jî jê ra gotine ”stenbolî”
Çimkî kurdan demekê ji kesên pir nazik û kibar, pir nişmî ra digotin ”erê bavo camêr bûye ”stenbolî…”
Em zanin her fêkî û sebze di eynî wextê da li her dera Kurdistanê çênebûne û tunebûne.
Hin sebze û fêkî li gorî hin herêman pir dereng çûne hin herêmên Kurdistanê yên din.
Swêregî, dumiliyên Swêregê ji fringiyê ra dibêjin şamik.
Soran dibêjin ”temate” ya jî tiştekî nêzî wê.
Kurdên ji fringiyê ra dibêjin ”bacanê sor”, ji bacanê ra jî dibêjin ”bacanê reş.”
Yanî rengê ”sor” li fringiyê û rengê ”reş” jî li bacanê zêde kirine.
Lê em zann ne fringî hemû sor in û ne jî bacan hemû reş in. Fringiyên zer, hişin û reş jî hene. Her wisa bacanê sor û spî jî hene.
Yanî ne bacan tenê reş in p ne jî fringî tenê sor in.
Lê kurdên din tenê nav li wan kirine, reng lê zêde nekirine. Gotine bacan/balîcan û fringî. Ya rast jî ev e. Û ji bo hin cinsên din jî meriv kane hin navên din li wan bike. Ewrûpiya wer kirine. Çend navên din li fringiyên din din kirine.
Kurdên dibêjin fringî û şamik, ji bacanê ra tenê dibêjin bacan.
Min li çend zimanan nêrî di tu zimenekî din da kes ji fringiyê(tomat, tematê)ra nabêje ”bacanê sor” ya jî navekî were wê maneyê lê nake.
Di îngilizî, fransî, almanî, îspanyolî, îtalî da dibêjin ”tomat, tomatoes, domates, tomaten, pomodori” û navên nêzî wê lê dikin.
Û ji bacanê ra jî dibêjin ”aubergine.”
Kurdên ji fringiyê ra dibêjin ”bacanê sor” çima wiha dibêjin, ev nav ji çima û ji bo çi lê kirine ez nizanim.
Ya din li kîjan herêm ji fringiyê ra dibêje ”bacanê sor” û ev herêm çiqasî mezin e ez wê jî baş nizanim.
Lê em zanin fringî tenê ne sor in, fringiyên hişin, zer û hin rengên din jî hene.
Yanî hemû cinsên fringiyan ne sor in.
Bi dîtina min ”bacanê sor” navekî ne rast e.
Lê meriv nikane devokekê, sînonîmekê li herêmekê yasax bike. Bes meriv kane di berhemên edebî da tercîh bike ya neke.
Li gorî baweriya min berhemên folklorîk ne tê da, dibê meriv di berhemên edebî da ”bacanê sor” bi kar neyene, ji dêlî wê va ya ”fringî” yê ya jî şamikê bi kar bîne.
Fringî ne bacan e û hemû fringî û bacan jî ne tenê sor û reş in.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE