07 september 2017

Em çi dixwazin gerek em biryara xwe bidin


Em dixwazin tim wiha di bin nigên ereb, faris û tirkan da bijîn ya na?
Em dixwazin tim wiha bindest bimînin ya jî azad bibin û wek ereb, faris û tirkan bibin xwedî dewlet?
Dibê em biryara xwe bidin.
Hin kesên îtîraz dikin, dibêjin nuha ne dem e, dibê em hinekî din jî bipên, filan û bîvan ewê tim hebin.
Tu biryara sedîsed bêyî rîsk tuneye.
Ya muhîm biryar e.
Me carê biryara xwe daye; em dixwazin nuha li du beşên welatê xwe ji bindestiyê xelas bibin û bibin xwedîyê dewleteke serbixwe.
Û hetanî em negihîjin vê hedefa xwe dibê em dev ji biryara xwe bernedin.
Cin carê ji şûşê derketiye, dinya jî xera bibe kes nikane paş da têxe şûşê.
Kurdan carê gotiye em dixwazin ji bindestiya faris, ereb û tirkan xelas bibin û ji bo wê ketine rê.
Di nîvê rê da veger, poşmanî, betalkirin şaş e, heta em azad û serbixwe nebin em biryara xwe naguherin.



XXX
Ji dêlî tu hin tiştan nîvçe bizanibî, tiştekî nizanibe çêtir e.
/// Nietszche
Her kesî guh bida vê şîretê û bi qasî zanebûna xwe bipeyiviya û bi qasî wê xwe tevî îşan bikira, însan ewê ji gelek tevlihevî û teşxeleyên nezan dibin sebeb xelas bibûna.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE