10 september 2017

Dijayetiya referandûma Kurdistana Başûr bi partiyeke kurd nakeve

DBP piştî civîna xwe ya do (9/9-17) ya li Diyarbekrê beyanek belav kiriye û di beyana xwe da li dijî referandûma serxwebûnê ya Kurdistana Başûr derketiye.
DBP(Partiya Herêmên Demokratîk) ne tenê li dijî referandûmê û daxwaza kurdan ya serxwebûnê derketiye, di ser da henekê xwe jî bi dewleta kurdan ya ewê ava bibe kiriye, bi zimanê tirkên kemalîst û îslamîst gotiye dixwazin “devletcîkekê” yanî  dewleteke biçûçik, bi nav dewlet, dewleteke xwedêgiravî dewlet ava bikin…
DBP di beyana xwe da bi van gotinên jêr li dijî referandûma serxwebûnê û dewleta kurd ya musteqbel derketiye:

"Em referandûma di 25ê îlonê da ewê li Kurdistana Başûr çê bibe wek hewildaneke fetisandina daxwaza kurdan ya azadiyê dibînin. Dixwazin bi çêkirina dewleteke netewî ya biçûçik(piçkole)daxwaza kurdan ya azadiy û statuyê bifetisînin."

Hûn rastiyê dixwazin beyana DBPê beyaneke pir beradayî û bêmistewa ye, wek gêrmiya gavana ye, bêyî dijayetiya referandûma Kurdistana başûr tiştek jê nayê fêmkriin.

Berpirsiyarên HDPê çend caran eşkere gotin çêkirina referandûmê û serxwebûn mafekî gelê kurd yê herî bi heq û rewa ye û ew wek HDP piştgiriyê didin referandûma Kurdistana Başûr.
Lê DBP çima ev beyan bêmistewa belav kir meriv fêm nake.
Li gorî  DBPê wext û zemanê dewletên netewî derbas bûye, lema jî dibê kurd nexwazin ji bin destên faris, ereb û tirkan derkevin û tu carî dewleteke netewî ya serbixwe nexazin.
Bi gotineke din bira kurd kole bimînin…
Heta nuha min nedîtiye û ne jî bihîstiye DBP li dijî avabûna dewleta filistîn derketibe û henekê xwe bi daxwaza filistînîyan ya dewleteke serbixwe kiribe.
Filistînî her kesê piştgiriyê nede dewleta filistîn ya serbixwe dijmin dibînin.
Û ne tenê dewleta filistîniyan, DBP bêyî kurdan ne li dijî tu dewleteke netewî ye, tenê li dijî dewleta kurd e.
Efendim kurdên başûr dixwazin dewleteke biçûk ava bikin, lema jî berpirsiyarên DBPê henekên xwe bi vê dewleta kurd ya “piçkole” kirine.
Ez bi qurban, kesî bi destê we negirtiye, hûn pir mêr û jêhatî ne hûn ji kurdan ra dewleteke mezin ava bikin.
Lê hûn him tu dewleta ava nakin û him jî li dijî yên ava dikin derdikevin.
Bi baweriya min dijayetiya referandûma Kurdistana Başûr û daxwaza kurdan ya serxwebûnê ne karê DBPê û tu kurdî ye.
Şermeke, rûreşiyeke pir mezin e kurdek, partiyek kurd wek Îranê û Tirkiyê, wek kemalîst û îslamîstên tirk li dijî referandûma serxwebûna Kurdistana başûr derkeve.
DBP bi xwe kane serxwebûnê neparêze, lê belê ne rast e li dijî kesên diparêzin rabe û bibêje ev daxwazeke xerab e û henekê xwe pê bike.
Dijayetiya referandûmê û tinazpêkirina bi daxwaza kurdan ya serxwebûnê bi kurdekî siyasî, bi partiyeke kurd nakeve.
Dewleta kurd ya herî biçûk, herî nedemokratîk, herî feodal hezar qatî ji halê me yê nuha, ji bindestiya ereb, faris û tirkan baştir e.
Gerek kurdên di nava DBPê da li dijî vê beyana wê rabin û rexne bikin….



XXX
Çavê me hemûyan ronî be, di 14ê îlonê da Parlamentoya Kurdistanê vedibe
Li gorî Rûdaw dinivîse PDKê û YNKê li ser aktîfkirina Meclîsa Kurdistanê li hev kirine. Meclîs ewê di 14ê îlonê da vebe û dest bi xebata xwe bike.
Ji bo çareserkirina gelşên nabêna hêzên kurd çalakkirina Meclîsê tiştekî zerûrî ye.
Ev tê maneya Goran û PDK jî ya li hev kirine ya jî ewê bi aktîfkirina meclîsê ra gelşên nabêna xwe çareser bikin û Goran jî ewê vegere meclîsê.
Kurd mecbûr in li hev bikin û Meclîsa Kurdistaanê têxin fealiyetê û biryara referandûmê jî di meclîsê da bidin tesdîqkirin.
Ev yek ewê him referandûmê meşrûtir û him jî di saha siyasî û navneewî da Hukûmeta Kurdistanê xurttir bike.
Ser xêrê be û çavê me hemû kurdan ronî be…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE