05 september 2017

Dijayetiya Barzanî gerek nebe sebebê dijayetiya serxwebûnê

Hin kes dibêjin ew ne li dijî referandûmê û serxwebûna kurdên başûr in, ew li dijî Barzanî û rejîma wî ne.
Û gelek hincet û sebebên vê dijayetiya xwe ya Mesûd Barzanî û malbata wî rêz dikin.
Li alî din hin kes jî li rojava û li bakur li dijî Salih Muslim û PYDê û PKKê derdikevin û destegê nadin micadela wan. Wek yên li dijî Barzanî, ew jî dibêjin ew ne li dijî azadbûna kurd in, ew li jî PKKê û îdeolojiya wê ya totalîter in.
Û ew jî gelek sebeb û numûneyên vê dijayetiya xwe rêz dikin. Gelek kêmasî û şaşiyên PYDê û PKKê dijmêrin.
Bêguman di argumentên herdu aliyan da jî hin nuxteyên rast û bi heq heq ne.
Lê belê ev nabe sebebê meriv ji bo şexsekî, partiyekê serxwebûna gelê xwe nexwaze û li dij derkeve.
Dixwaze bir ev serxwebûn mimkûn be ya jî ne mimkûn be, dibê meriv bixwaze û li dij dernekve.
Ji ber PDK û Barzanî pêşengiya referandûma serxwebûnê dikin nexwestina serxwebûnê pir şerm e, gerek kesên bîrewer û kurdpewer nekevin vê şaşiyê.
Sebeb çi dibe bila bibe, gerek tu kurd li hemberî vê tercîha netewî û tarîxê ji referandûmê ra nebêje na, bibêje ERÊ !
Bi baweriya min meriv him kane Barzanî, Salih Muslim û PKKê rexne bike, gelek kirinên wan, îdeolojî û siyaseta wan rast nebîne, gava hewce viya bibêje û di eynî wextê da ji referandûma serxwebûnê ra jî bibêje ERÊ !
Û piştgiriyê bide desthilatî, micadela û daxwazên PYDê jî…
Îktîdara Barzanî û Salih Muslim çiqasî xerab bin jî hezar qatî ji halê me yê nuha û ji bindestiya Malikî û Esed baştir e.
Bi dîtina min şerm e meriv ji gel ra bibêje di referandûmê da bibêjin ”Na” ! Gerek tu kurdekî welatparêz siyasetketeke wiya rast nebîne.
Redkirina îktîdara Barzanî û Salih Muslim qebûlkirina, parastina rewşe îro ye, parastina hukimraniya Malikî û Esed e.
Ez bi xwe wiha dibînim û lema jî li hemberî Malikî û Esed destegê didim Mesûd Barzanî û Salih Muslim, PKKê û PDK û PYDê û YNKê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE