10 september 2017

Di referandûma 25ê îlonê da gotina "NA" hilbijartina koletiyê ye



Li dinyayê tiştê ne mimkûn e tuneye, tenê çêbûna, bidestixtina hin tiştan li gorî hinên din hinekî zor û zahmettir e.
Hemû mesele ev e.
Avakirina Kurdistaneke serbixwe jî karekî hinekî zahmet e.
Ev rast e, kes nikane vê rastiyê înkar bike.
Înkar bike jî şaş e.
Lê ne tiştekî ne mimkûn e, mimkûn e.
Û ev yek jî girêdayî biryara me û raya me ye…
Heger em bixwazin ji bindestî û koletiya xelkê xelas bibin û bibin însanên azad, miletekî azad gerek em di referandûma 25ê îlonê da ji bo serxwebûna Kurdistana Başûr bibêjin ERÊ !
Yên di referandûma 25ê îlonê da nebêjin ERÊ him dixwazin ew û him jî kurd kole bimînin.
Erê di referandûmê da alternatîfa NA jî heye û madem ev alternatîf heye, ev tê wê maneyê ”NA” jî mafekî însanan yê demokratîk e.
Heger kesê nikanibe bibêje “NA” çima ev alternatîf heye?
Rast e referandûmê bi hebûna alternatîfa “NA” ev maf daye însanan û gerek meriv viya qebûl bike.
Lê belê di rastiyê da ev mafekî hilbijartina koletiyê ye.
Lema jî hebûna mafê ”NA”, nayê maneya merivê nebêje ev hilbijartina koletiyê ye.
Ez dibêjim gotina vê rastiyê jî mafê me ye.
Gerek azadiya gotina vê rastiyê neyê yasaxkirin.
Ev maf bi qasî hebûna mafê “NA” bi heq e û demokratêk e.
Hin însan bi rastî jî kanin ji bindestiya tirk, ereb û farisan ji koletiya ji wan hez bikin, bixwazin kole bimînin.
Lê ev nayê wê maneyê koletî jiyaneke baş û bi rûmet e.
Hilbijartina koletiyê çi bi zor û çi jî bi rehetî be tercîheke pîs û rezîl e û ne layiqî însanan e.
Kurdê haya wî ji koletiya wî tunebe ya jî jiyana bindestiyê û koletiyê pê xweş be kane di referandûma 25ê îlonê da bibêje ”NA”, ev mafê wî/wê heye.
Bes ev maf qerekterê vê hilbijartinê naguhere, navê vî mafî xwestina koletiyê ye.
Kurdê koletiyê rewayî xwe û miletê kurd nebîne di referandûma 25ê îlonê da ji serxwebûna Kurdistanê ra nabêje ”NA”, ewê bibêje ERÊ !
Ev mafekî miletê kurd yê herî rewa, herî însanî û herî huqûqî ye…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE