13 september 2017

Derew û bêbextî bêexlaqî ye

Gava meriv bixwaze bêbextiyê li hinekan bike bêguman rehet e, meriv kane hezar derewan li hev bîne.
Lê bêbextî, derew ji kesê muxatab bêtir xwediyê xwe pîs û bêqîmet dike.
Bêbextî tiştekî pir pîs e, yê ji xwe fedî bike dibê tu carî tenezulî bêbextiyê neke...
Mixalifê meriv be jî , heta dijmin be jî dibê meriv buhtanan lê neke.
Çimkî bêbextî, buhtan ne rast e, dibê meriv bêbextiyê, buhtanan li kesî neke, tiştekî wiha neke wasiteya şerê siyasî û îdeolojîk.
Bêbextî, buhtan xwediyê xwe bêqîmet dike...
-Berî tu heriyê(çamûrê) bavêjî ji yekî din da hinekî bifikire û qet ji bîr neke; siftê(berê, destpêkê)destê te ewê qilêrî bibe.
Leo Tolstoy
-Heriyê navêje, kane hedefa şaş bike û tu yê bi destê xwe yê qilêrî bimîne.
Joseph Parker
Bi kurtî li kê dibe bira bibe bêbextî, buhtan bêexlaqî ye.

XXX

Mesûd Barzanî li Kerkûkê gotiye:
”Kesên heta nuha êrîşê me kirin çi bi dest xistin?
Yên difikrin êrîşê me bikin dibê nefikirin emê rûnin û li wan temaşe bikin.”
Û li ser biryara Parlamentoya Îraqê jî gotiye:
”Îrada miletê kurd bi Parlamentoya Iraqê naşikê, em dixwazin bi xweşî û bi biratî bigihîjin mafên xwe.
Lê yên dixwazin îradeya miletê kurd biceribînin, bila kerem bikin, va ye meydan…”
Hêvî dikim berpirsiyarên Îraqê ji tarîxa xwe ders girtibin û careke din zorê neceribînin û daxwaza miletê kurd ya veqetandinê bi riyeke aştiyane qebûl bikin.
Şer ne ji bo me tenê, ji bo êrîşkaran jî malwêranî ye.

XXX

Ji bo Tirkiye li hemberî kurdan dest bi şerekî mezin û berfireh bike medyaya tirk bi rengekî bênabên propagandeya şer dike, hemû rojname û sîte halanan di hukûmetê hil didin, şerxwaziyê, irqçîtiya li hemberî kurdan dikin, neyartiya kurdan pîj dikin.
Di esasê xwe da li gorî qanûnên navntewî pîjkirina şer sûc e. Lê ji ber ku li Tirkiyê dijminatiya kurdan serbest e, lema jî her kes kane ji kurdn ra her tiştî bibêje, her buhanê û her heqaretê li kurdan bike.
Ji bo Tirkiye êrîşî kurdên başûr û rojava bike, medyaya tirk derewên nemayî li hev radigire, bêbextîyên nemayî li kurdan dike. Çimkî dixwazin kurd nebin xwedî dewlet…
Tercumeya manşêtê:
Plana Kurdistanê ya sinsî.
Dixwazin 200 hezar yahûdî ji Îsraîl bînin li Kurdistana Başûr û Rojava bi cî bikin ş bi vî rengî xwe xurt bikin.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE