01 september 2017

Asîmîlasyonê gelek kurd kirine mirîşka gêj



Asîmîlasyonê him pişt li zimanê kurdî(kurmancî) şikandiye û him jî hişê gelek kesî tevlihev kiriye, gelek kurd bûne wek mirîşka gêjokî...
Di medyaya sosyal da gelekê caran ez rastî hin şaşiyên zimên yên sosiret têm, matmayî dimînin, lê tiştek ji destê min nayê.
Meriv nikane li ser her şaşiya zimên bisekine û bibêje ev şaş e…
Wê rojê yekî pirsî bû, gotibû gelo ”meriv di dewletekê da dijî, ya jî li dewletekê dijî?”
Kîjan rast e?
Min bala we dayê ne çend bajarî û xort mort tenê, gelek kesên rîsipî jî gotine ”herdu jî rast in !”
Yanî meriv kane him bibêje ”ez di dewleta tirk da dijîm” û him jî bibêje ”ez li dewleta tirk dijîm.”
Aqilê meriv disekine, kurdê zimanê diya wî kurmancî be çawa kane ji van herdu gotinên şaş, ji vê çewtiya pir beloq ra bibêje herdu jî rast in.
Helbet herdu numûne jî şaş in. Û him jî kok da.
Kurdekî zimanê diya wî kurmancî be gereke şaşiyeke wiha neke û nebêje ev herdu numûne jî rast in.
Lê gelek kesî gotibû herdu gotin jî rast in, hinekan jî gotibû ya yekê û hinekan jî gotibû ya duduyê rast e.
Meriv matmayî dimîne....
Çimkî meriv ”di dewletekê” da ya jî ”li dewletekê” najî, namîne.
Meriv li welatekî, li memleketekî dijî ya jî dimîne.
Tirk nuha ji welat û memleket ra dijên ”ulke”.
Bi tirkî jî meriv nabêje ”ben turk develetinde yaşiyorum” !
Dewlet hebûneke abstrak e.
Lê welat hebûneke fizîkî û coxrafîk e, konkret e, muşexes e.
Ne bi tirkî tenê, bi tu zimanî meriv di dewletan da najî, li dewletan namîne.
Meriv li welatan, li memleketan dijî, ya jî dimîne
Dewlet di maneya îktîdarê, îdareyê da ye, ne cî ye. Meriv li ser axekê îdareyeke siyasî ava dike. Navê vê dewlet e.
Lê welat cî ye, erd e, herêmeke coxrafîk e. Meriv ji welatekî ye û li welatekî dijî û dimre.
Meriv li ”dewletekê”, di dewletekê” da najî û namire.
Hin kurd li Almanyayê dijîn, ne di dewleta alman da.
Hin kurd li Tirkiyê dijîn, ne di dewleta tirk da.
Tirk li welatekî bi navê Tirkiyê dijîn.
Û li ser axa wî welatê bi navê Tirkiyê dewleteke wan heye.
Lê dewleta me kurdan tuneye. Em kurd li Kurdistanê dijîn, li Kurdistanê dimînin.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE