13 augusti 2017

Li ser diziya marş û stranên tirkî


Tirk ne miletekî kedkar, berhemdar û avakar e, miletekî talankir e, ji berê û ber da ye hebûna xwe bi diziyê û talanên mal, milk, folklor û welatê xelkê domandine û heta roja îro hatine.
Û îro ev dizî û sextekarî di her warî da ji bo wan bûye kulturek û şiklê jiyanê. Lema jî Tirkiye bi dizî û sextekariyê li dinyayê pir meşhûr e, zeyta Tirkiyê, zeytûn û hingivê bi marka Tirkyê cewahir be jî li Ewrûpa kes filisekî xwe tê nade. Lema jî ya bi sextkarî navên Îtalî lê dikin ya jî didin îtaliyan ew patanta xwe lê dixin.
Tirk, welatê wan, kultura wan, folklora wan, muzîka wan, marşên wan, tarîxa wan hemû li ser diziyê û derewan ava bûye.
Lema jî meriv kane bibêje tirk wek ereban, farisan, ermeniyan, cihûyan, asûrî-suryaniyan, yûnan û rûsan ne miletekî otantîk yanî miletekî xas e, miletekî naylon û tevlihev e.
Û her tiştên wan yê kulturî û folklorîk jî dizî ye…
Heta nuha li ser diziya marşên(sirûdên) tirkî gelek tişt hatin nivîsîn. Herî dawî jî derket ortê strana ”olurem Turkiyem/ez dimrim Tirkiyeya min)jî straneke kurmancî ye.
Bêguman ev ne tişekî xerîb e, wek min li jor jî got tirkan ev yek ji xwe ra kirine adet, ji marşa îstîklalê bigre, heta bi ya ”Ankaranin taşina bak û Dag başini Dûman Almiş”, bêyî îstîsna hemû marşên wan kopye û dizî ne, gotin guhertine û kirine tirkî.
Wiha dikin çimkî tirk tembel in, tu carî fêr nebûne tiştekî bixuliqînin, îcad bikin, carê fêrî rehetiya diziyê bûne.
Û ev dizî ji bo wan bûye kultur û adeteke millî…
Li ser vê mijarê gelek nivîs hene, yê bixwaze kane di Googlê da lê bigere û gelek nivîsan bibîne.
Ne pir muhîm be ez zû bi zû nivîs û lînkên tirkî belav nakim, lê ji bo xatirê girîngiya mijarê ez li jêr nivîsa Yildiray Ogur ya li ser vê mesela diziya marş û stranan diweşînim.
Di nivîsa xwe da Yildiriya Ogur bi delîl û îspat û çend lînkan nîşan dide marşa netewî ya tirk jî di nav da, hemû marşên tirkî û her wisa gelek kilamên tirkî ji kurdî û zimanên din, ji bestekarên din hatine dizîn.
Lê wek min got, gelek nivîsên din jî hene, meriv kane di Googlê da bibîne…


XXX
Min bîriya nivîs, henek, nukte, hêrs û xirecirên Mihemed Ronahî kiriye.
Wek Mihemed Ronahî, Emer Farûq Baran jî ji zûda ye xuya nake, diyar e ya bi tiştekî mijûl e ya jî ji teşxele û xirecira vê bêxwediya facebookê aciz bûye.
Lê bi qasî ez zanim ne girtiye…
Lê Mihemed Ronahî girtiyê roma reş e, li welatê xwe, li bajarê xwe di zindana dewleta AKPê da êsîr e.
Dost û hevalên xwedî îmkan, yên destên wan dirêj Mihemed Ronahî ji bîr nekin, wî bi tenê û bêxwedî nehêlin.
Di vî ciyê teng da li Mihemed Ronahî xwedî derkevin, lê bipirsin û her roj azadiya wî bixwezin.
Mihemed Ronahî û Emer Faruq Baran hûn tim di bîra min da ne....

Inga kommentarer: