08 augusti 2017

Kurdên êzdî her tim bedelekî ji kurdên musilman û elewî mezintir dane

Seydo Turgut di komentareke xwe da gotiye, ”heger em rastiyê bibêjin êzdiyên Kurdistana Tirkiyê jî xwe ne kurd, wek gelekî cihê dibînin. Di salên dawî da hinekî nêz bûbin jî rastî ev e. Li başûr bi salan ji tevgera rizgariya netewî dûr man. Îro yên ji Barzanî ra xeberan didin rojekê jî ji dewleta Îraqê ra tiştekî nabêjin êzdî ne. Lê êzdî kurd in. Heger ne kurd bin jî gelê Kuristanê ne. Zengîniya Kurdistanê ne. Wek siyasî dibê werin qezenckirin.”

Ev tespîta Seydo Turgut ji bo kurdên êzdî ne ji bo êzdiyên Kurdistana Îraqê û ne jî ji boyên Kurdistana başûr ne rast e.
Li Tirkiyê bi qasî kurdên sûnî û elewî hevalê dewletê ne û xwe kurd nabînin, êzdî hewqasî ne hevalên dewletê ne û bi qasî kurdên musilman û elewî kurdayetiya xwe înkar nakin.
Hema hema hemû êzdiyên Wêranşarê li Ewrûpa di nava tevgera kurd da ne û ji bo kurd û Kurdistanê dixebitin.
Li Îraqê jî kurdên musilman, eşîr û axayên kurdên misilman ji êzdiyan gelkî zêdetir hevalên dewletê bûn û bi salan li hemberî şoreşê ji dewletê ra cahşîtî kirin.
Ne rast e, li Îraqê hemû êzdî ne li dijî şoreşê bûn, bi sedan, bi hezaran êzdî di nava şoreşê da bûn.
Vê yekê piştî têkçûna şoreşê jî dom kir, îcar ketin nava YNKê û partiyên din yên kurd.
Yanî tu carî êzdîyan bi tevayî kurdayetiya xwe înkar nekiriye û bi tevayî nebûn neyarên şoreşê û şerê kurdan yê azadiyê.
Di her safha tarîxê da bi qasî kurdên musilman û elewî kurdên êzdî jî ji bo kurd û Kurdistanê xebitîne û xwîna xwe herikandine û tim jî bedelên ji kurdên musilman elewî bêtir û mezintir dane.
Tarîxa kurdan şahidê vê ratiyê ye.
Li Kafkasan bi xêra xebat û berhemên kurdên êzdî edebiyat, folklor û tarîxa kurd û Kurdistanê bûye xwediyê gelek berhemên nemir. Bi qasî êzdiyên Kafkasan ji kurd û Kurdistanê ra, ji ziman û edebiyata kurdî ra xizmet kirine kurdên musilman û elewî nekirine.
Û dibê meriv ji bîr neke him li Kurdistana bakur û him jî li ya başûr kurdên misilman bi xwe gelek zulm û tadde li êzdiyan kirine. Ev yek jî bibê nebê tesîreke negatîf li hin kurdên êzdî kiriye.
Lê belê ev gurûbeke pir hindik e.
Him li Kurdistana bakur û him jî li ya başûr û rojava piraniyeke mezin ya êzdiyan him xwe kurd dibînin û him jî ji bo kurd û Kurdistanê ji kurdên musilman û elewî bêtir fedekariyê dikin û micadelê didin.
Li Kurdistana başûr serê salan e Şengal di bin destê rejîma Beas da ye û li ser êzdiyan siyaseteke irqçî û faşîst tê meşandin. Lê belê êzdî dîsa jî nebûn ereb.
Li Kurdistana bakur kurdên bi rehetî, bêyî zulm û teroreke wek ya êzdiyan bijîn bûn tirk û îro ji tirkan bêtir li dijî kurdan in, ji êzdiyên dibêjin em ne kurd in pir û pirtir in.
Li hin bajarên Kurdistana bakur ji tirs û terora kurdên faşîst û hevalên dewletê kurd nikanîbûn bi rêwîtî ji wan bajaran derbas bibin. Û ez bawer dikim li wan bajaran rewş îro jî kêm zêde were ye.
Lema jî dibê meriv di rexneyên xwe da ne toptancî be û hemû êzdiyan nede ber xwe.

Inga kommentarer: