01 augusti 2017

Em geriyan, geriyan dîsa hatin malika xwe

Her rêwîtiyek destpêkek û dawî wê heye.
Rojek tê meriv ji mala xwe dikeve rê û berê xwe dide derekê û dû ra rojek tê îcar meriv berê xwe dide malika xwe…
Swêdê dibêjin ”borta bra men hemma bast.”
Kurd jî dibêjin, Şam şekir lê welat şîrîntir e.
Piştî ger û seryraneke 11 rojan ya li Îtalîya(Toscana-Florens)do êvarî em hatin Stockholma xopan, hêlîna xwe.
Me rêwîtiya xwe bi otobozê bi şîrketeke bi navê Scandorama kir.
Ev cara pêşî bû em bi otobozê û bi rêber derdiketin seyahetê.
Pêşniyara gera bi otobozê û bi rêber pêşniyara lawikê me yê mezin Azad bû.
Wî got gera bi otobozê û bi rêber li Swêd pir populer e, pir xweş e û tiştekî tam li gorî du kal û pîrîn wek me zimannezan(înhgilîzî nezan)in...
Bi rastî jî wer derket, bi xêra rêber û hevalên bi me ra, me him rehet kir û him jî bi rehetî gelek cî û warên tarîxî û harîqe dîtin.
Me Bologna, bajarê tarîxî Sîena û Monteregîonî, San Gîmîganano dît. Em çûn du gundan û me têra xwe şeraba Chîantî vexwar.
Dû ra em çûn Florens, bajarê Dante, Leonardo da Vîncî û Mîchelangelo.
Blogna, Sîena û Florens wek bajarên xewna ne, heger mimkûn be dibê meriv bibîne.
Li hemberî xweşikî û muhteşemiya dêra Santa Maria del Fiore û Pîazze della Sîgnorîa, Plazzo Vecchio û çemê Arno û gelek avahiyên din devê me ji hev çû.
Em bûn heyranê baja bajarê Garda. Me di çemê Garda(Gardasjon) da bi botê rêwîtiyeke pir xweş kir.
Me li Rovereto, Fulda û li çend bajarên din gelek tiştên xweş û bi îhtîşam dîtin.
Ji ber rêwîtiya me ewê ji Molmo destpêbikira em rojekê berê çûn Malmo û şevekê li wir man û di 22ê mehê da me berê xwe da Danîmarkayê.
Ji Danîmarka em çûn Almanyayê. Em şevekê li bajarê Kirchheim li oteleke çar sêrk ya bi navê Seeblick man.
Roja din me xwe bera nava çiyayên Alp yên bi heybet da, di ser Avusturya, Îswîçrê ra me konê xwe li otêleke nêzî Mîlano vegert.
Ev cara pîşî bû mim çiyayên Alp didît û bi otobozê di nav ra derbas dibûm.
Di ser çar welatan ra(Almanya, Awusturya, Îswîçre, Îtalîya)dîtina çiyayên Alpan kêfxweşiyeke bêtarîf bû.
Tiştê ez matmayî hîştim li ser qotê û palên wan çiyayên bilind, belkî heta bi hezar, du hezar mîtroyî însan bi cî bûbûn, gund ava kiribûn, li ser wan bilindiyên berberî asîmanan rez çandbûn.
Seranserê Alpên qismê Îtalyayê rez û darên zeytûnan bûn.
Gava otoboz di nva wan çiyan da ji tunelekê derdiket û diket tuneleke din, ji bilindayiyekê dadiket jêr û dû ra bi bilindayiyeke din da hildiperikî meriv xwe pir biçûk didît.
Çarhawêlî me çiyayên bilind bûn û avahiyên li ser pal û serên wan çiyan wek belekiyên berfê xua dikirin.
Ez û xanim matmayî diman, gelo însan çawa kanin li derên hewqasî bilind bijîn û çawa kanin herin û wein deran?
Ji Awusturyayê bigre heta bi Îtalyayê hemû Alp wek mişkan qul kiribûn.
Gava meirv ji tunelekê derket û li jêr û li bilindayiya Alpan dinêrt dinêrt, meriv dibû heyranê wê qeweta însên.
Însên, ewrûpiyan zora Alpan biribûn.
Çiyayên Alp bi asêbûna xwe, bi bilindiya xwe ya bi 4810 mîtroyî nikanîbûye ewrûpiyan ji hev qut bike.
Ewrûpiyan zora Alpan birine, Alp kirine serad û bax û bexçe…
Di wan derên asê da, li serê wan çiyan bi cî bûne, av derxisine, her der kirine rez û bexçe.
Di çûnê da em ji Almanyayî di ser Awustûrya û Îswîçreyê ra çûn Îtalyayê.
Lê di vegerê da me riya xwe bi Îswîçreyê nexist, em di ser Awusturya û Bayernê Munchen, Nurmbergê ra hatin.
Ne di çûnê da û ne jî di hatinê da ne kesî em sekinandin û ne jî em saxî kirin û ne jî li pasaport û nasnameyên me pirsîn.
Fena ku em ji bajarekî Swêd herin bajarekî din.
Ne esker, ne polîs, ne sînor, ne têl, ne dîwar û ne jî mayin hebûn. Însan, wasite ji Almanya, Awusturya, Îswîçre û Îtalyayê bi azadî diçûn û dihatin.
Gava em ji Almanya derbasî Awusturyatê bûn taxek bû, xaniyên wan ji hev nehatibû qetandin, di nava herdu welatan da sînorek, xeteke duarkirî tunebû.
Di wê bîstiê da halê me, sînorên me hat ber çavê min.Ez û xanim li hemberî vê azadiyê û demokrasiya em bûbûn şahid, matmayî man û giriyê me bi halê me hat.
Li Kurdistanê, li Tiriyê bira çûn û hatina welatan li wir bimîne, bi wê rehetiyê û azadiyê meriv nikane ji bajarekî here bajarekî din.
Ji Diyarbekrê heta Wanê û Culemêrgê leşkerên tirk herî kêm deh caran meriv disekinînin û di bin namluyan da meriv saxî dikin.
Lê di nabêna Danîmarkayê, Almanyayê, Awusturya, Îswîçre û Îtalyayê da bêyî dana gumrugê kesî ji me ra negot hûn ji ku tên û bi ku da diçin?
Navê vê azadayê demokrasî ye, gava demokrasî hebe sînor bêmane dibin. Esker, mayin, têl, dîwar namînin, însan bi serbetî diherin û tên, li welatekî dijî û li weltekî din jî dixebite.
Di rêwîtiya me da tiştekî din jî bala min kişand. Ew jî tunebûna alan bû.
Di çûn hatinê da me gelek bajarên Almanya, Awusturya, Îswîçre û Îtalyayê dîtin. Li yek derekê, bi ser yek vahiyekê da, bi paceya yek malê da jî me al nedît.
Lê li Tirkiyê li ser her buhostek erd, di her gavê da mîrikan ala xwe dixin çavê me, seranserê Kurdistanê bi alên sor kirine gola xwînê. Heta ne Kurdistan tenê, li Tirkiyê jî eynî tişt e.
Pirbûna alan nîşana nasyonalîzmke har û faşîzmê ye. Tirkiye û Kurdistan ketiye pençeyê nasyonalîzmeke pir har û êrîşkar. Ji her dera Tirkiyê û Kurdistanê, serê her gvê meriv faşîzmê dibîne û his dike, bîna meriv diçike.
Belkî min hinekî dirêj kir.
Bi kurtî gava meriv welatê xelkê, rehetî û azadiya ewrûpiyan dibîne meriv bêtir bi rebenî û perîşaniya xwe dihese û kelogirî dibe.
Di vê çûn hatiana xwe da, li hemberî xweşikiya welatên xelkê û azadiya însanan ez û xanim gelek caran xemgîn û kelogirî bûn…


Inga kommentarer: