31 augusti 2017

Helal be ji te ra !


Şairekî xort hin şiîrên xwe yên tewşo mewşo ji Vîctor Hugo ra xwendiye û dû ra jî jê pirsî ye:
-Ustad, şiîrên min çawa ne, ket serê te ya na?
Vîctor Hûgo gotiye:
-Diyar e te xwestiye tiştekî bêwezn, bêkafiye û bêmane binivîse û tu baş bi ser ketiye. Helal be ji te ra.
XXX


Macron: bûyina serokekî dinyayê tiştekî hewqasî ne mezin e, ez mecbûr im ji 10 rojan carê bi Erdogan ra bipeyim.
Serokê Fransayê Macron di hevpeyvîna xwe ya bi kovara Le Poînt ra gotiye, ”wek hûn zanin di esasê xwe da derketina saha navnetewî tiştekî hewqasî ne bi helahop e.”
Muhabir xwestiye Macron bi numûneyekê vê peyva xwe zelal bike. Li ser vê, Mcron wek numûne gotiye:
”Yê ji her deh rojan carê dibê bi Erdogan ra bipeyive ez im.”
Yanî ji ber ku ew seokê Fransayê ye ji mecbûrî ew bi yekî wek Erdogan ra jî dipeyive.
Maneya xwe ew axaftina bi Recep Tayyip Erdogan ra ji bo xwe wek îşkencê, ezabekî qebrê dibîne…
Erdogan hîn bersîv nedaye Macron û negotiye ”lawo tu kî yî ?”
Lê wezîrê ekonomiyê Nîhat Zeybekçî bersîva daye van gotinên Macron. Zeybekçî gotiye:
”Rojekê were gava te xatiratên xwe nivîsî, tu yê bi xurûr bibêjî ez bi Recep Tayyip Erdogan ra peyivîm. Û ji bîr neke axaftina Recep Tayyip Erdgon bi te ra lutfeke…”
Rebeno ya Macron jî wek xwe pepûk û ruhkole texmîn dike ya jî ji ber şelafiya xwe wiha dibêje….

Xwedê kir ev "kafir" hene !



Bawer bikin ez çiqasî spasdarê Facebookê bim jî hindik e, ne xêra van ”kafiran” bûya nuha ne faca min hebû û ne jî twitter.
Mêrikan herdu palatform û torên medyayê û hinên din jî miftî belaş kirine xizmeta însanan.
Bi van îcadên xwe dinya xistine qutîkek biçûk xistine mala me. Lê dû ra bi wê jî nehatine serî îcar dinya xistine lîstokekke biçûk û dane destê me.
Û bi saya van îcad û aletan em dinyayê nas dikin û ji her bûyera li her qoziya dinayê agahdar dibin.
Lê musilman dîsa jî şêkirî van ”kafiran” nakin û neyartiya wan dikin, herî kêm rojê 5 caran nifiran li wan dikin.
Ez bi xwe ne merivekî nankor im, tim vê çêyîya ”kafiran” teqdîr dikim. Û spasiyên xwe dubare dikim.
A Facebooka van ”kafiran” îro îstatîstîkek 30 rojan ji min ra şandiye, gotiye Zinar, di 30 rojên dawî da 453 kesan nivîsên te ecibandine, ji van 175 kes hevalên te ne. Û 59 kesan jî nivîsên te komentar kirine.
Xêra Xwedê, bêyî ez ji wan tiştekî wiha bixwazim camêran rabûne ev agahdarî dane min.
Ji bo ez bizanibim di nava mehekê da çend kesan nivîsên min ecibandine û çend kesan şirove kirine.
Xwedê kir li vê dinyayê ev însan û miletên ”kafir” hene, heger ne ew bûna nuha wasiteyên me yên dan û stendinê û çûn û hatinê hîn jî deve, ker û hesp bûn…

XXX
Xwezî ev dinya ji alî jinan tenê ve bihata îdarekirin û hemû mêr(zilam)jî di bin emrê jinanan da bûna.
Soz didim we wê demê dinya ewê ji nuha hezar qatî xweştir û aramtir bûya...
Jin(pîrek) piranî merivên sakîn, tebitî, jîr û gelkî siyasî ne. Bi her jinê ra ji xwe ber kultureke dîplomasiyê heye.
Jin her wisa li gorî mêran (zilaman) merivên dilbirahm, bi merhemet, bêzirar û ne şerûd in.
Xwezî meriv kanîbûya siyaset, îdarekirina welatan li mêran yasax bikira û bida destê jinan û hemû mêrên cîhanê jî bidana bin emrê wan. Meriv ev alternatîf jî demekê biceribanda.
Ez dibêjim dinya ji alî jinan ve were îdarekirin ewê ji dinya îro ji alî mêran ve tê îdarekirin sed qatî baştir bûya.
Bi kêmanî ewê li dinyayê hewqas herb tunebûya û însanan ewê hewqasî hev û du nekuşktana.
Heger dinya ji alî jinan ve bihata îdarekirin û siyast li mêran yasax bûya, Daîş, El Qaîde û hemû hêz û partiyên terorîstên îslamî ewê tunebûna.
Heger dinya ji alî jinan ve bihata îdarekirin û siyast li mêran yasax bûya El Baxdadî, Devlet Bahçelî, Erdogan, Elî Xemeynî û Rûhanî ewê ne siyasetmedar û serok bûna...



30 augusti 2017

Exlaq hêjayiyeke herî mezin e

Ji avê pirsîne, gotine:
-Heger em te wenda bikin emê te çawa bibînin?
Avê gotiye:
-Heger hûn şirînekê bibihîzin ez li wir im.
Ji êgir pirsîne, gotine:
-Emê te çawa bibînin?
Êgir gotiye:
-Heger hûn bibînin ji derekê dûxan bilind dibe, bizanibin ez li wir im.
Dor hatiye ser exlaq. Eynî pir ji exlaq jî kirine. Exlaq gotiye:
-Heger hûn min wenda bikin, tu carî hûn nikanin min bibînin…

Meriv ji tecrûbeyên xwe jî fêr dibe ev “bersîva exlaq” sedîsed rast e, yê carê bêexlaq bibe heta mirinê bêexlaq dimîne.
Yê carê pîs bibe, bibe hevalê neyar, piranî heta mirinê di nava wê qirêj û gemara xwe da dimîne.
Bingehê her tiştî exlaq e, merivê bêexlaq kane her rezîliyê, her bêbextiyê û her namerdiyê bike.
Hemû ajan û hevalbendên dijminên me ji ber ku merivên bêexlaq in bûne ajan, cahş û dost û hevalên dijmin. Ji ber ku bêexlaq in şerefa xwe bi çend qurişên pîs difroşin dijmin….

XXX


Her kar ji bêkariyê, ji tembeliyê sed qatî baştir e.
Hesinê nexebite zengarî dibe, merivê nexebete tembel û bêkêr dibe.
Tembelî nexweşiyeke, kurmekî pir pîs e, Xwedê museletî kesî neke.
Û bi taybetî jî museletî kurdên welatparêz û ronakbîr neke. Ji me kurdan ra îro kesên xebatkar lazim in...
Ji bo jiyaneke baş jî, ji bo azadiyê jî xebat lazim e.
Destê xebitî li ser zikê têr e.

Îro jî wiha derbas bû



Ji ber xanim bi roj ne li mal e, diçe kar, ez meş û piyasa xwe ya rojê bi tenê dikim.
Gera, meşa bi tenê ne xweş be jî meriv fêr dibe.
Te dît dibêjin ji mecbûrê meriv goştê dîkan jî dikxwe.
Yê min jî ev mesele ye.
Ez her roj bi qasî saet û nîvekê li dora ”Albysjon”ê Gola Albyê piyase dikim.
Wek her roj îro jî derketim meşa xwe ya her tim…
Riya nabêna Alby û Fittja li dora nîv saetê ye û xweş e, him dar û ber e, sî ye, honik e û him jî peravê golê ye, meriv av û av dimeşe…
Problema wê tenê carnan psîkîlêt meriv nerehet dikin. Gerek meriv li xwe miqate be.
Ne her roj be jî, gelekên caran ez di wê riyê ra diherim û têm… Bi taybetî xanima min ji vê riyê pir hez dike.
Rojên tahtîlan em li ser wê riyê piyase dikin, diçin û tên û ji qal û bela dipeyivin.
Ez jê ra qala planên xwe yên dûrî aqilan dikim. Bi piranî nakeve serê wê, lê naxwze têkeve gewriyamin, dengê xwe nake…
Jin biaqil in, gelkî siyasî ne.
Di dawiya rê da gomeyekî me yê hêniyê heye, nêzî pirê ye. Em ji weir derabs nabin.
Min ew ji xwe ra kiriye hênî. Em heta wir diçin û paş da vedigerin malika xwe û li hewşa xwe qahwa xwe vedixwin…
Di zaroktiyê da gava me bi çirrê û çavgirtonkê dilîst me ji xwe ra kevirek ya jî dîwarek wek hêniyê nîşan dikir.
Min û xanimê jî eynî tişt kiriye.
Lê ji ber çirrê û çavgirtonk ne lîstika keçikan ya lawikan bû lema hênî jî pêşniyara min bû, min got xanim ev hêniya me ye…
Îro ji bo lazmiyekê min riya xwe bi sentrûma Fittjayê xist. Di çûnê da ez rastî Remzî Kerîm hatim û di vegerê da jî rastî Mistefa Uzun.
Dibistana(meketeba)riya min di ber ra derbas dibû herdu jî lê mamoste ne.
Min zanîbû Rezmî Kerîm li wê dibistanê mamoste ye, lê em cara rastî hev nehatin.
Çimkî dibistan li çepê riyê dikeve, riya meşê jê hinekî dûr e.
Tesadufên wiha xweş in, meriv pê kêfxweş dibe.
Li ser nigan me bîstekê li halê hev pirsî.
Min got weleh ez her roj ji vê jêrê derbas dibim, lê îro min got ez riya xwe bi sentrûmê xim. Baş bû min wer kir.
Dibê meriv ji hundur derkeve, aktîf be, bigere.
Heger meriv ji hundur dernekeve meriv rastî hin tesadufan jî nayê.
Welhasilî kelam meşa min ya îro bi surprîzeke xweş qediya…



29 augusti 2017

Kerkûkê ji referandûma 25ê îlonê ra got erê


Encumena wîlayeta Kerkûkê bi piraniya rayan(bi 24 rayan) biryar da di 25ê îlonê da beşdarî referandûmê bibe.
Endamên ereb û yên cepheya tirkmen civîn boykot kirin û endamên encumenê jî bêteref man.
Ev biryara encumena wîlayeta Kerkûkê biryareke tarîxî ye û ez wek kurdekî vê biryara encumena Kerkûkê pîroz dikim.
Kerkûk tarîxî, coxrafî û sosylojîk bajarekî kurdan û Kurdistanê ye. Referandûmeke bêyî Kerkûkê him malwêranî ye û him jî wek Mûsilê ebediyen wendakirina Kerkûkê ye.
Lema jî dibê Kerkûk muheqeq di 25ê îlonê da tevî referandûmê bibe û ji vê yekê tawîz neyê dayin…
Piştî eşkerebûna biryra meclîsa Kerkûkê, Tirkiye berî Îraqê li dijî biryara encumena(meclîsa) Kerkûkê derket û got ” “Ne mimkûn e biryara encumena wîlayeta Kerkûkê were qebûlkir eb û tirkmenan ev biryrar boykot kirine. Heger di biryarê da were israr kirin ew yek ewê ne di berjewendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê ya Iraqê da be….”
Serokwezîrê Îraqê Heyder Ebdî jî li dijî biryara encumena wîlateta Kerkûkê derket û got ”ev biryareke pir şaş e…”

Kurd hêdî hêdî fêm dikin gerek dewleteke wan jî hebe


Dewlet qet bi rehetî ava nabe û tu carî jî ava nabe. Jê ra ked û xebat û wext lazim e.
Yanî gerek em bizanin dewlet hema wer bi rehetî ava nabe. Û gava ev dewlet ya kurd be zor û zahmetiyên wê pirtir in.
Heta nuha piraniya kurdên bakur zarûriyeta dewletê baş fêm nekiribûn. Lema jî ji dêlî bibin xwedî dewleteke serbixwe tim dixwestin qûna dewleta tirk rast bikin.
Lê di van salên dawî da, bi xêra zulm û terora hukûmeta AKPê kurd hêdî hêdî fêm dikin alternatîfa bêdewletiyê bindestî û koletî ye.
Kîjan partî, kîjan serok û siyasetmedarê ji kurdan ra bibêje dewlet ne baş e, ji me kurdan ra dewlet ne hewce ye, efendim dewlet çavkaniya hemû belayan e, ew ne dost in, ew dixwazin kurd heta û heta bindest û koleyên tirkan bimînin.
Navê wan çi be, di vî warî da çi virê û demagojiyê bikin jî her kesê li dijî serxwebûn û dewletbûna kurdan derkeve, serxwebûnê li ber çavê kurdan reş bike ew xêrnexwazekî kurda ye, cahilekî totikvala ye ya jî fêlbazekî hevalê neyar e…



XXX
Hukûmeta AKPê 682 mamosteyên kurd bi fermanekê ji Diyarbekrê, Entabê, Wanê, Rihayê û Xarpêtê surgûnî bajarên din kirine.
Bi dehhezaran kurd ji kar derxistin, çend hebên mane jî dixwazin bi riya surgûnan bêzar bikin ji bo ew bi xwe dev ji kar berdin.
Gerk em kurd êdî baş fêm bikin ev dewlet ne ya me ye, ya tirka ye, xwediyên vê dewletê bi çavên neyar li me dinêrin û lema jî dewleta xwe ji kurdan paqij dikin.
Çare dibê em kurd jî bibin xwedî dewlet. Wekî din tu rê û tu çare tuneye….

28 augusti 2017

Dibêjin Stenbol bûye bajarekî ereban

Kurdekî gotiye Stenbol bûye welatê ereban yê 23 yan.
Min ji çendkesên din jî ev yek bihîst.
Lê ne Stenbol tenê, bi Xwedê Stockholm, Swêd û Almanya jî eynî wek Stenbolê bûne bajar û welatên ereban.
Û di salên pêş da ewê hîn pirtir bibin.
Li Kurdistana bakur jî hin bajarên wek Ruha û Dîlokê(Entab)bûne bajarên ereban.
Bi milyonan erebên zêde û birçî hene.
Van ereban êdî Ewrûpa keşif kirine, heger Ewrûpa vê siyaseta xwe neguhere û wiha dom bike, ewê salê bi milyonan erebên din jî werin Ewrûpayê.
Û ji xwe her erebeke herî kêm 9-10 zarokan çê dike. Li Ewrûpayê ji xwe karê jinên ereb zarokçêkirine.
Min berê jî nivîsîye, di salên pêş da li Ewrûpayê ewê çend welatên ereb-îslam çê bibin. Bi kêmanî federasyon. Swêd yek ji wan e.
Teşxeleyên nabêna ereban, şerê Îraqê û Sûriyê ji bo ereban bû wek loto, wek bilêta piyango lêxe.
Bi saya şerê Îraqê û Sûriyê bi milyonan ereb li Ewrûpayê belav bûn. Nuha ereb li her welatê Ewrûpa xwedî geto û koloniyên mezin in.
Meriv kana afrîqiyên musilman jî li ser wan bihesibîne.
Entegrasyona wan hema hema ne mimkûn e.
Çimkî hemû ji nuha da doza mafên xwe yên kulturî û dînê dikin.
Ji dêlî ew xwe biguherin, entegre bibin, mêrikan Ewrûpayê diguherin û wan wek xwe dikin, li her derê ji xwe ra civatên, dewletên paralel ava kirine.
Li weletê xwe çawa dijîn, çi jahrê belav dikin, li vir jî eynî tiştî dikin...
Piraniya xortên wan di riyên xerab da ne, çete û krîmînel in û vê yekê di nava xortên din da jî belav dikin.
Berê vana bi piranî çete û krîmînel bûn, lê nuha Daîşê, El Qaîdê û hêzên îslamî dest avêtine wan, îcar dibin terorîst û qatilên di destên hêzên îslamî da.
Bi taybetî jî xortên ereb yê ji Efrîqa Bakur li her welatê Ewrûpa gelşeke pir mezin in. Daîş li her derêvan erebên fasî, cezaîrê û tunusî bi kar tîne. Piraniya wan sûtalên kuça ne, bêbav in, ne kes zane ji ku ne û ne jî nav û umrê wan tê zaînin.
Herî kêm ji sedî 15ê nufûsa Fransayê erebên ji Afrîq Bakur in û piraniya wan jî yên kuça ne.
Daîşê û El Qaîdeyê dest avêtine van xortên ereb yên bêkar û bêpêşeroj û wan li her derê bi kar tînin. Heta nuha li çend welatên Ewrûa bi van ereban bi sedan xelkê swîl kuştin.
Yanî ereb, îslam di salên pêş da ewê serê Ewrûpayê pir biêşîne.



Merivê kamil ne kesê zarşîrîn e, kesê gotina xwe tîne cî û tiştê kane bike dibêje.
///Konfuçyus

27 augusti 2017

Bi qasî tarîxê û karên berê hatine kirin, îro û tiştên îro tên kirin jî muhmîm e…


Bêyî zêde dirêj bikim, dixwazim pir kin bibêjim, însan kane berê pîs be, li ser riyeke xerab be, xwedî fikir û îdeolojiyeke xerab be(helbet vana hemû îzafî ne) lê belê dû ra baş bibe…
Eksê wê jî mimkûn e.
Însan kane berê ne kurdperwer be, li dijî kurdperweran be, lê belê dû ra bibe merivekî kurdperwer.
Ya jî însan kane berê merivekî pir baş be, kurdperwer, canfîdayekî kurd û Kurdistanê be, lê belê dû ra pîs bibe, bibe merivekî pûlperest ya jî bibe hevalê dijmin.
Yanî însan kane berê baş be û dû ra xera bibe ya jî berê merivekî xerab û dû ra biguhere û bibe însanekî baş, kurdperwerekî fedekar…
Îcar ji ber ku yek berê baş bûye lê dû ra bûye pûlperestekî rezîl merivê vê yekê nebêje.
Bi baweriya min ev şaş e, pîsî û rezîliyên merivekî yên îro başî û xizmetên wî yên demekê pûç nake, ji ortê raneke.
Eynî tiştî meriv kane ji bo kesê îro welatparêze, tiştên baş dike, lê belê do gelek tiştên xerab kirine jî bibêje.
Gerek başiyên îro ser nebaşiyên do negrin û nebaşiyên do jî başiyên îro pîs û pûç nekin…
Lê hin kurd wer dikin, li gorî wan însaneke ya her tim baş e ya jî xerab e, guhertinên berbî başiyê û xerabiyê tunene.
Efendim filan kesî berê ji bo kurdan nizanim çi û çi kiriye, filan û bîvan…
Ezbenî wê keda wî înkar neke, gava ciyê wê hat bibêje, lê belê gerek ev yek nabe sebebê emê xerabî û rezîliyên wî yên îro nebêjin ya jî xweş bibînin…
Însanek kane do merivekî baş be, lê belê îro pir pîs bûbe, bûbe çamûr û pûlperesetekî bi pênc peran…

Li ber dîwarekî, navê DDKD û bîranîneke bi êş

Li Wêranşarê, li taxa Golê li ber dîwarekî, navê DDKD û bîranîneke bi êş…
Dîwarê ez li ber sekinîme li Wêranşarê li mehela Golê, dîwarê malekê ye.
Mehela(taxa)Golê mehela min bû. Zaroktî û xortaniya min, 30 salên jiyana min li wê mehelê, di nava kuçeyên wê yên bi toz û çamûr da derbas bû.
Li ser dîwarê li pişt min navê DDKD nivîsî ye.
Ew nivîs ji salên 1978-1979a da maye.
Di sala 2012a da ez diçûm mala me, ji bo ku xaniyê xwe yê zaroktiyê bibînim.
Gava ji ber dîwêr derbas bûm ev slogan bi ber çavê min ket, kesî hîn ew nav û mohra me ya tarîxekê ji ser wî dîwarî xera nekiribû.
Dîwar 32 salan li bende min mabû, ji bo ez herim vî rismî li ber bigrim.
Dîwar şahidê tarîxekê, şahidê demekê bû…
Navê DDKD di sala 1978-1979a da hevalên me li ser nivîsîne. Ew mohra me bû, diyar dikir em yanî DDKD yanî şivancî li wir hene…
Navê kê li ser dîwarên bajarekî pir bûya ew hêz li wî bajarî xurt bû. Yanî sloganên li ser sîwaran îaşreta xurtbûna hêzê nîşaşn dida.
Li ser van sloganan gelek şer, carnan jî kuştin çêdibûn.
Ji xwe sebebê mahkûmiya min û cezayê min yê muebetê jî bi şer û teşxeleyên van sloganên li ser dîwaran dest pê kir...
Ji ber şer û teşxeleyên van sloganan hin xortên me bi salan di zindana Diyarbekrê da man û îşkenceyên hovana dîtin, bûn mexdûr û şahidên wahşet û hovîtiyên dewleta tirk ya zindana Diyarbekrê.
Yê min jî 30 mahkûmî bû para min....
Piştî 32 salan ez çûm ber wî dîwarî, min ew roj û salên borî bibîr anîn û min ev risim li ber girt.
Facebookê îro ev bîranîna min bi bîr min xist,min jî xwest vê tarîxa xwe careke din bi we ra parve bikim.

26 augusti 2017

Dilê meriv dibije welatê xelkê û giriyê meriv bi halê meriv tê

Îro min û xanimê him rojeke pir xweş derbas kir û him jî dilê me bi halê me kurdan şewitî…


Îro li Stockholma xopan rojeke pir xweş hebû, wek rojeke buharê bû. Piştî xurîniyê ez û xanim ji hundur derketin û me berê xwe da herêma Djurgårdenê, taxa Stockholmê ya herî bi nav û deng, herêma bi xweza xwe herî bi îhtîşam, herêma qesir û qonaxên, park, baxçe û muzeyên Stockholmê yên herî bi nav û deng lêne.
Bêyî mubalaxe em li dora 5 saetan qulik bi qulikên li  Djurgårdenê geriyan, me li qahawa Ektorpetê mole da û dû ra em çûn muzeya Prins Eugens Waldemarsudde, muzeya huner(tablo, risim) ya herî bedew.
Li gel heqas gerr, dîsa jî me ji sedî 1-2ê Djurgardenê ya dît ya jî nedît.
Mêrikan her dera welatê xwe kirine cinet(behisşt), tu diherî kî derê, meriv dibêje ev der û ne dereke din.
Her der bi tekmîl û dûzan, paqij, hemû hawidor dar û ber, bexçe, gul çîçek. Li hemberî xweşikî, nîzam û întîzama welatê xelkê giriyê meriv bi halê meriv û gelê meriv tê.
Ez bi xwe him dibim heyranê xweşikiyên ez dibînim lê di eynî wextê da jî perîşaniya me kurdan tê bîra min û ber çavê min û îcar li dilê min bi halê me dişewite.
Îro jî wer bû, me him derên, tiştên pir xweş dîtin û him jî em xemgîn bûn.
Dilê meriv diblje welatê xelkê û giriyê meriv bi halê meriv tê...
Bi rê da me çend risim jî girtin, ez wan jî belav dikim…
Lînka risman:

Tiştê baş di van salên dawî da kurdan îslamîstên tirk jî baş nas kirin

Di van 50-60 salên dawî da kurdan bi du grûpên(birrên)tirk ra, bi hêzên çep û îslamî ra hevaltî û hevkarî kirin.
Kurdên kurdperwer û çep di nabêna salên 1960 û 1970î da nasyonalîzma çepên tirk dîtin û ji wan dûr ketin, tevger, komel û partiyên Kurdistanî ava kirin.
Şiyarbûna dîndar û îslamiyên kurd pir dereng dest pê kir, heta îktîdara AKPê jî ji îslamiyên tirk qut nebûn, di nava tevgerên îslamiyên tirk da man, bi vira ”biratiya umetê, îslamê” xapiyan û hêvî kirin îslamiyên tirk ewê mafê kurdan bidin.
Lê di 15 salên îktîdara hêzên îslamî da û bi naskirina tevgera Gulen da kurdên îslamî jî êdî ferq kirin îslamîstên tirk ji kemalîstan û ji çepên tirk sed kerasî xerabtir û durûtir in, bira dana mafê kurdan li wir bimîne, bi qasî faşîstên tirk neyrên kurd û Kurdistanê ne.
Di nava çepên tirk da, li gel hemû kêmasiyên wan bi sedan dostên kesên kurdan hene, li dijî zulma li kurdan dibe derdikevin.
Lê di nava îslamiyên tirk da yek siyasetmedar, alim û şexsiyetekî nas, yek kesê dostê kurdan tuneye.
Yek kes li dijî zulma li kurdan dibe dernakeve.
Min heta nuha nedîtiye yek îslamiyekî tirk siyaseta dewleta xwe ya antî- kurd rexne bike û piştgiriyê bide kurdan û evgera kurd ya netewî û azadîxwaz…
Yanî bi saya îktîdara AKPê kurdan dîtin îslamiyên tirk qet jî ne antî-kemalîst in, antî-kemalîstiya wan vir bû ye, ji bo xapandina kurdan bûye. Ew panturkîstên îslamî ne û neyarên kurda ne…
Kurdê vê rastiyê nembîne ya korfahm e ya jî sextekar û kalpazanekî zilamê dewleta tirk e.

XXX
Di îktîdara AKPê da derket ortê îslamîst deh qatan ji kemalîstan xerabtir, zalimtir û bêexlaqtir in. Ne qulba wan heye, ne jî exlaq.
Di 15 salên îktîdara AKPê da kurdên dîndar dîtin îslamiyên tirk ji kemalîstan bêtir neyarên kurda ne.
Kurdên dîndar yên hîn jî bi AKPê ra ne pûlperest û kesên fêlbaz û sextekar in, welatparêziya wan vir e, demagojiye. Ew merivê dewletê ne û li dû çend qurişên rezîl in.
Her kurdê bawermend û dîndarê paqij û xwedî exlaq dev ji hevalbendiya îslamiyên tirk berdide. Çimkî ew jî bi qasî kemalît û faşîstên tirk irqçî û neyarên kurda ne….

XXX
Bi qasî ez dibînim Erdogan ji tirsa ruhê xwe taliya xwe nêztir dike.
Pir ditirse, lema jî her tiştî bi xwe ve girê dide. MIT jî bi xwe girê da.
Meclîs daye aliyekî, bi serê xwe qanûnan derdixe.
Hukûmet dişibe keştiyeke bêpûsile, her gav kane li zinarekî biqelibe.
Îktîdareke wiha ne mimkûn e zêde bijî...

XXX
Kesê carê derkeve derî sînorên bêexlaqiyê hew kane dev ji bêexlaqiya xwe berde, dibe wek melhema ji tup derkeve. Melhema carê ji tup derket cardin nakeve ciyê berê.

XXX


Exlaq û fêlbazî(sextekarî), her yek di çaviyeke mêzînê da ye, yek jê derkeve yê din dimîne.
///Eflatûn
Li Tirkiyê AKPê çaviya mêzînê ya exlaq û edaletê vala kiriye, tenê fêlbazî, bêexlaqî û bêedaletî maye…

25 augusti 2017

MITên çûn hinekan birevînin bi xwe hatin revandin



Tirkên li Silêmaniyê ji alî PKKê ve hatine revandin zilamên MITê bûne û xwestine hin endamên PKKê ya birevînin ya jî bikujin.
Lê di operasyona xwe da bi ser neketine û PKKê ew revindina.
Yanî bûne nêçîrvanê bi xwe bibe nêçîr.
Bi îhtîmaleke mezin yên hatine revandin kurd in û merivên dewletê yên muhîm in. Heger ne merivên muhîm bûna Tirkiyê xwe hewqasî aciz nedikir.
Yanî derb giran e…
Sebebê xerabûna têkiliyên YNKê û Aqerê û dersînorkirina Behrûz Gelalî ev e. Tirkiye dixwaze YNK zilamên wan ji destê PKKê xelas bike…
Berdevkê Yekitî Niştimanî Kurdistan (YNK) Sedî Ehmed Pîrê, li ser dersînorkirina Nûnerê YNK'ê yê li Enqereyê Behrîz Gelalî, ji Servîsa Kurdî ya Dengê Amerîka (VOA Kurdî) re axivîye û gotiye:
” MÎTê li herêmeke di kontrola YNK'ê de li dijî PKKê operasyonek kir. Lê ev operasyona wan bi ser neket. Vê operasyonê zerar da Tirkiyeyê. Ji ber ku YNKê piştgirî neda vê operasyonê, Tirkiye YNKê sûcdar dike. Ya yekemîn, mafê Tirkiyeyê nîne li welatekî din operasyonê bike. Ya duyemîn, agahî nedane kesî. Wan bi xwe ev operasyon kiriye û têk çûne. Ji dêlî li vê têkçûna xwe mikur bên, senaryoyek çêkirine û vê binketina xwe vedişêrin. Dersînorkirina Behrûz Gelalî ji ber vê sedemê ye."
Yanî sebebê acizbûna Tirkiyê wek Pîre gotiye ev e



Antî-kemalîstiya îslamîstên tirk demagojî ye

Antî-kemalîstiya îslamîstan derew e, demagojî ye, ew jî bi qasî kemalîstan kemalîst in


Kemalîst, tirkçî, faşîst, îslamcî qet ferq nake, di mesela kurd û Kurdistanê da hemû jî kemalîst in û wek hev difikirin.
Yanî îdîa îslamî ne kemalîst in demagojiyeke bêbingeh e, dereweke milîyetçiyên tirka ye
Bi derewan wer xistine serê me kurdan, efendim îslamî ne kemalîst in…
Na, ev ne rast e, îslamî jî bi qasî faşîst û tirkçiyan kemalît in.
Û heta di warê îdeolojîk da ji wan jî pîstir û xerabtir in.
Kemalîzim îdeolojiyeke irqçî, panturkîst ya layiq e.
Lê belê qerekterê kemalîzmê yê herî muhîm tirkçîtî û înkara Kurdistanê û asîmîlekirina kurda ye.
Îslamî jî eynî tiştî diparêzin, ew jî wek kemalîstan hebûna kurdan û Kurdistanê qebûl nakin û dixwazin kurdan asîmîle bikin û bikin tirk.
Kemalîst qebûl nakin li tu beşekî Kurdistanê dewleteke kurd ya serbixwe çê bibe û miletê kurd jî wek ereb, faris û tirkan bibe xwedî dewleteke serbixwe.
Îslamî jî naxwazin li tu derê Kurdistan çê bibe û ji kemalîstan bêtir jî li dijî azadî û serxwebûna kurdan e.
De îcar çima kemalîst ewê ji îslamiya xerabtir bin?
Ku dera îslamiyan ji kemalîstan baştir û pêşdatir e?
Ku dera Erdogan ji Kiliçdaroglu baştir e?
Çi yê AKPê ji CHPê baştir, pêşdatir û demokratîktir e?
Qet tiştekî AKPê ji CHPê ne baştir û pêşdatir e.
Bi dîtina min ji bo me kurdan tu ferq û cudahî di nabêna kemalîst û îslamîstan da tuneye.
Heta bi baweriya min îslamî di warê îdeolojîk da ji kemalîstên laîq pir irqçîtir û tahlûketir in.
Çimkî îslamîstên tirk bi panturkîzmê ra fundamentalîst in jî, dixwazin civatê li gorî şerîeta îslamê îdare bikin.

Tirkiye li Silêmaniyê ketiye kemîna xwe

Nûnerê YNKê yê Tirkiyê Behrûz Gelalî li ser derxistina xwe ya ji Tirkiyê li Silêmaniyê civîneke rojnamegeriyê çê kir.
Gelalî di civînê da got sebebê derxistina wî ji Tirkiyê têkliya YNKê û HDPê ye, Tirkiye ji têkiliya nabêna HDPê û YNKê gelkî aciz e.
Wer xuya dike Tirkiye dixwaze YNK li gorî destûra Tirkiyê bi partiyên siyasî ra têkiliyê deyene ya jî daneyne.
Li alî din li gorî BasNews dinivîsîne Tirkyê biryar daye ji nuha û pê da wîzeyê nede kesên ji Silêmaniyê yanî merivê YNKê.
Sebebê vê jî çend roj berê du tirk li Dukanê wenda bûne. Tirkiye dibêje PKKê ew revenadine.
Li gorî hin îdîayan herdu kesên wenda bûne merivên MITa Tirkiyê ne û lema jî Tirkiye dixwaze YNK wan ji PKKê bigre.
Yanî hêrsa Tirkyê û dersînorkirina Behrûz Gelalî ne vala ye, mesele cidî ye...


Li ser vê meselê berdevkê YNKê Sadî Ehmed Pîre gotiye:
”Endamên MITê xwestin li herêmeke di bin kontrola YNKê da operasyonekê bikin. Lê belê bi ser neketin, endamên wan hatin revandin. YNKê bi hevkarînekirinê sûcdar dikin. Ya herî girîng mafê wan tuneye li weletekî din operasyonên wiha bikin. Û di ser da jî kes agahdar nekirin. Tirkiyê ji ber vê nûnerê me derxist der…”
Yanî meriv kane bibêje ajanên tirk çûne nêçîra hinekan, xwestine hinekan birevîne, lê ew bi xwe bûne nêçîr û hatine revandn.
Di medyaya PKKê da li ser vê meselê heta nuha min tiştek nexwend.
Bixwaze nexwaze meriv meraq dike gelo yên hatine revandin kî ne? Bi îhtîmaleke mezin kurd in. Lê kî ne û çi kurd in.
Heger ne kurd in kî ne û li Silêmaniyê çi kar dikirin?
Di rojên pêş da ewê eşkere bibe...
Lê bûyer bi serê xwe pir balkêş e...

Kurd heta nuha çima nebûne xwedî dewlet?

Di Rûdawê da li ser serîhildana Şêx Mahmûd û sebebê dewletnebûna kurdan minaqaşeyeke pir hêja hebû. Min bi meraq lê guhdarî kir.
Moderatorê programê xortekî jîr e, ji her çar beşdarên xwe pirsên pir xweş û muhîm dike. Dixwaze profesor û zanayên beşdar bersîva vê pirsê bidin:
Şêx Mahmûd çima bi ser neket, çima nikanîbû yekîtiya kurdan çêke û Kurdistaneke serxwebixwe ava bike?
Geleo kurd ji ereban paşdatir bûn lema ereb bûn xwedî dewlet û kurd jî ketin bin destê wan?
Çênebûna Kurdistanê ji ber şaşiyên Şêx Mahmûd bû ya jî sebebên din hebûn?
Heger sebebên din hebûn ew sebeb çi bûn.
Û gelek pirsên wiha ji her çar kesên beşdar kir.
Lê tiştê xweş mesele tim jî danî ser referandûmê û roja îro, dixwest paralêliyekê di nabêna dema Şêx Mahmûd û nuha da çê bike.
Di dereke axaftina xwe da got Adonîs gotiye:
Merivê rojavayî ji tarîxê ibretê digre, merivê rojhilatî tarîxê dubare dike.
Em miletên rojhilat yên din nizanim lê em kurd ji tarîxa xwe tu carî ders û ibretê nagrin.
Kurdên başûr şaşiyên serdema Şêx Mahmûd dubare dikin, hemû piştgiriyê nadin referandûma serxwebûnê.
Di warê siyasî da meriv kane qala hin kêmasiyên Şêx Mahmûd û siyaseta Îngilîz ya li dijî kurdan bike, bibêje îngilîzan xwestin ereb bibin xwedî dewletê lê belê nexwestin kurd jî dewleta xwe ava bikin.
Lê belê bi dîtina min sebebê esasî yê biserneketina Şêx Mahmûd û dewletnebûna kurdan bêtifaqîya kurdan bû.
Ji ber ku hemû kurd li dora Şêx Mahmûd kom nebûn û piştgirî nedan avabûna Kurdistanê, lema kurd nebûn xwedî dewlet.
Heger îro jî kurd bi hestekî netewî li referandûmê nenêrin û hinek li dijî referandûmê derkevin, tiştê hat serê Şêx Mahmûdê nemir îro jî eynî tişt ewê dubare bibe.
Kurd heta nuha çima nebûne xwedî dewlet?
Bi dîtina min dibê her kurd vê pirsê ji xwe bike û li bersîva wê bigere...


2017-08-24

24 augusti 2017

Dawiya zaliman husran e

Tirkiyê, tirkan zulmên pir mezin li me kurdan kirine.
Hemû dinya, erd û ezman şahidê vê zulma dewleta tirk û tirka ye.
Hukûmeta AKPê vê zulmê bi zalimeyeke ji ya hemû îktîdarên berî xwe bêtir didomîne.
Dewleta tirk, Tirkiye li ser asasekî neheq, li ser zulmê, bêedaletiyê û înkara kurdan û welatê kurdan ava bûye.
Hukûmeta AKPê vê înkarê bi çavsorî û irqçîtî û hovîtiyeke nedîtî didomîne.
Bi zulma li 20-30 milyon kurdên xwe qîma xwe nayne, nahêle kurdên Kurdistana rojava û başûr jî ji bindestiyê derkevin û bigihîjin azadiya xwe.
Tirkiye ji kurdên başûr û rojava ra jî dibêje nabe hûn ji bin hukimraniya ereban derkevin û bibin xwedî dewleteke serbixwe, ereb qebûl bikin jî em qebûl nakin, gerek li tu weletekî azad nebin û Kurdistan çê nebe.
Tirkiye dewleteke li ser bingeheke neheq, neadil, nîladperst û înkara kurdan ava bûye.
Tu dewleta li ser bingeha zulmê, neheqiyê û înkara miletekî ava bûbe ne mimkûn e jiyana xwe bidomîne.
Tu zulm ne ebedî ye.
Dawiya zaliman ne her tim be jî lê bi piranî ji ya mezlûman xerabtir û fecîtir e.
Erdogan, berpirsiyarên hukûmeta AKPê pir stûrbûne, zulmeke mezin li me dikin, dinya li humû kurdan kirine zindan.
Lê stûrê, çavsorî, neheqî, zulm ji kesî ra namîne, ewê ji Erdogan û zilam û xulamên wî ra jî nemîne.
Ew ji erd heta bi ezmîn li ser me kurdan neheq in, zulmê li me dikin, welatê me dagi kirine û heqê me nadin.
Lê belê ne mimkûn e bêedaletî û zulm heta û heta dom bike. Li tu dera dinyayê dom nekiriye, li Tirkiyê jî ewê zêde dom neke.
Qet meraq nekin, dawiya zalim û zulimkarên tirk jî wek ya hemû zaliman ewê trajîk be…

XXX


Rojanameya Yeni Şafaka tirkî ya nêzî hukûmeta AKPê di sernivîsa xwe ya bi pûntoyên mezin da ji Barzanî ra gotiye:
”Dixwaze Îraqê perçe bike! Bi agir nelîze !”
Li gorî tirkan dibê kurd bindestiya farisan, ereban û tirkan qebûl bikin û tu carî jî nexwazin azad û serbixwe bibin.
Dewletbûn, serxwebûn tenê mafê tirk, faris û ereba ye.
Gava kurd jî bixwazin wek ereb, tirk û farisan bibin xwedî dewlet bi agir dilîzin, îstîkrara herêmê xera dikin.
Kurd êdî ne guh didin van gotinên beradayî û ne jî ji gefên kesî ditirsin.
Kurd ne îro, herî kêm ev dused sal in ji bo azadî û serxwebûna xwe xwîna xwe diherikînin.
Lê hinek navê vê dikin ”lîstika bi êgir”!
Kurd bi êgir mêgir, filan û bîvan nalîzin, tenê doza mafê xwe dikin û dixwazin li welatê xwe, xwe îdare bikin.
Lê yên bi êgir kurdan tehdîd dikin, dibê baş bizanibin ew agir ewê ne kurdan tenê, ewê wan jî bişewitîne.

Tirkiyê qîlê xwe nîşanî kurdên başûr da

Tirkiyê nûnerê YNKê(Yekîtî Niştimanî Kurdisan)yê Anqerê Behrûz Gelalî dersînor kir
Li gorî malpera Arti Gerçek dinivîse Tirkiyê îro bi rengekî resmî xwestiye nûnerê YNKê Behrûz Gelalî di nava 24 saetan da Tirkiyê biterikîne.
Tê gotin Behrûz Gelalî Tirkiye terk kiriye û çûye Silêmaniyê…
Arti Gerçekê çavkaniya xebera xwe PUKMedîa nîşan daye.
Li gorî xebera Arti Gerçegê, PUKMedîayê sebebê vê biryara Tirkiyê ya baş zelal nekiriye.
Lê di xeberê da tê gotin li gorî îdîayên hin çavkaniyên herêmî problem li ser PKKê ye.
Tirkiyê li ser PKKê hin daxwaz ji YNKê kirine lê YNKê ev daxwazên Tirkiyê qebûl nekiriye û ev yek jî bûye sebebê vê hêrsa Tiriyê û dersînor kirina Behrûz Gelalî.
Tirkiyê heta nuha du cepheyan da, li Kurdistana bakur û rojava li hemberî kurdan şer dikir. Wer xuya dike dixwaze li Kurdistana başûr jî cepheyekê li hemberî kurdan veke.
Ji beyanên Erdogan û berpirsên hukûmeta AKPê meriv vê netîceyê derdixe.
Li gorî îdeolojiya panturkîzmê kemalîzmê dibê tirk li her dera dinyayê şerê kurdan bikin. Erdogan jî viya dike.



XXX
Balafirên tirk do dîsa Kurdistana başûr bombebaran kirin
Bombebarankirina Kurdistana başûr ji bo Tirkyê bûye karekî rûtîn, balafirên tirk hema hema her roj çiya, banî û gundên Kurdistana başûr bombebaran dikin.
Lê bi taybetî jî her cara berpirsiyarekî tirk serdana Kurdistanê dike, di dema bi berpirsiyarên kurd ra di civînê da ne balafirên wan gundên kurdan, zeviyên xelkê siwîl bombebaran dikin.
Viya jî helbet bi zanetî û wek heqaret û çavsoriyekê dikin.
Do jî eynî tişt kirin.
Do wezîrê karên derve yê Tirkiyê Çavuşoglu li Hewlêrê bû û bi berpirsiyarên kurdan ra civîn çê dikir.
Lê li alî din jî balafirên wî jahrî bi ser gund, çiya û banîyên Kurdistanê da dibarand.
Bombebarankirina tirkan hewqasî rûtîn bûye êdî kurd tew protesto jî nakin, gelekê caran tew nakin xeber jî.

23 augusti 2017

Ev gotina Necmedîn Kerîm ya mêrane dibê bi herfên zêrîn were nivîsîn...


Serokê wîlayeta Kerkûkê Necmedîn Kerîm, li ser biryara mahkima Îraqê ya daxistina ala Kurdistanê ji ser dahîreyên resmî gotineke pir xweş kiriye, gotiye:

”Ala Kurdistanê ewê her li hêl bibe (her bez bimîne), tenê dema rengê wê spîçolkî bû û ji bo ku yeka nuh di dewsa wê da were hildan, ewê were daxistin !”
Şertekî di cî da û teşbîheke xweş e. Gerek kurd zû teslîmî gef û zixtên Bexdayê û neyarên xwe nebin…
Hin kurdan wext û zemenekî pir ne dûr ji Necmedîn Kerîm ra, ji mêrê xwediyê vê gotina wêrek û tarîxî ra digotin "xayin û merivê Îranê û Bexdayê."
Heqaretên gelek mezintir li şexsê Necmedîn Kerîm û li YNKê dikrin, nuha hemû nayên bîra min....
Ew kes camêr bin ewê nuha derkevin û ji Necmedîn Kerîm û ji gelê kurd uzrê xwe bixwazin û bibêjin me şaşî kir.
Heger min gotineke ne xweş ji Necmedîn Kerîm ra kiribe(nayê bîra min, lê heger min kiribe)ez ji wî lêborînê jê dixwazim.
Tiştekî wiha nayê bîra min, lê ez dîsa jî wek prensîb dibêjim, ev wacibekî exlaqî ye. Gerek meriv şaşiya xwe qebûl bike.
Lema jî kesên pir êrîşî Necmedîn Kerîm dikirin dibê nuha derkevin meydanê û bi mêranî şaşiyên xwe qebûl bikin û ji Kerîm lêborînê bixwazin...

XXX
"Kûçikistan" berhemeke Mihemed Ronahî ya nuh e, Avestayê weşandiye.
Bi derketina berhemeke wiha pir kêfxweş bûm.
Navê wê muhteşem e.
Piştî nav muhteşem be, miheqeq naverok muhteşemtir e.
Mihemed Ronahî li Diyarnbekrê hîn girtiyê dewleta tirk e. Dibê meriv Mihemed ronahî ji bîr neke. Bi derxistina vê Kûçikistanê Avestayê dîsa karekî pir baş kiriye. Pîroz dikim.

Ji epiloga Kûçikistanê:
"“Kûçik ji hevalên xwe hez dikin û neyarên xwe gez dikin. Lê mirov cuda ne hez û nefreta wan têkel e.”
///Sigmund Freud
Li vî bajarî ewqas xaîn, diz, kujer, qewad, derewîn, bênamûs, bêbext û sextekar hene tu kes nikare têkel wan bibe. Hetta ji wan sextekar û dizan gelekê wan rê didin ber civakê, rêberiya civakê dikin û civak wan diparêze. Lê van kûçikana tu rojekê xisar nedan kesî, diziya kesî nekirin, derew li kesî nekirin, îxanet nekirin, çavên wan ne li namûsa tu kesî bû. Tenê ji xwe re li nanê rojê dinihêrîn û dijiyan li vî erdî. Min ew qas mirov nas kirin li vê jiyanê lê min tu kes bi qasî wan ji xwe re nêz hîs nekir. Hatin ew jî kuştin.



Tu miletekî din bi qasî kurdan ji neyarê xwe hez nake

Miletek ji qewmê meriv nefret bike û di her fersendê da vê kîn û nefreta xwe bide der û carnan jî însanên meriv lînc bike.
Dewletek hebûna meriv nas neke, zulmeke dûrî aqilan li gelê meriv bike.
Serok û berpirsiyarên vê dewleta irqçî û faşîst her roj neyartiya xwe li hemberî qewmê meriv dubare bikin, bibêjin emê tu carî nehêlin kurd ji bindestiyê derkevin û bibin xwedî dewlet, emê tu carî nehêlin Kurdistan çê bibe û gelek tiştên din bibêjin…
Her roj heqaret û çavsoriyên mezin li meriv bikin, wek turîstekî kurd meriv ji Ewrûpayê naçe welatekî wiha…
Ez hin serdan û ziyaretên malbatî, yên mecbûrî derî vê rexneyê dihêlim. Hin kes diçin malbatên xwe, xweng û birayên xwe dibînin, ev tiştekî din e. Tu gotineke min ji çûn û serdanên wiha ra tuneye.
Gazin û rexneya min ji bo kesên ji Ewrûpayê wek turîst, tenê ji bo gerr û kêfê diçin Tirkiyê ye. Gava siyasetmedarek, nivîskarekî kurd, ji kîjan beşî dibe bira bibe ji welatekî Ewrûpayê lêxe here Tirkiyê û tahtîla xwe li wir derbas bike ez dibêjim qet ne rast e.
Ez bi xwe vê yekê rast nabînim. Dibê meriv here welatekî din.
Em ji ewrûpiyan ra dibêjin neçin Tirkiyê, bi perê xwe terora li hemberî kurdan tê meşandin fînanse nekin, bi çûna xwe piştgiriyê nedin vê rejîma zalim û faşîst.
Kurdistan buhuşt be jî tirkek ji Ewrûpayê lênaxe naçe Kurdistanê û nava kurdan…
Lê bi hezaran kurd ji Ewrûpayê wek turîst bi dilxweşî diçin Tirkiyê.
Û baş zanin gava ji tirkekî ra bibêjin em kurd in, ji Kurdistanê ne, yê tirk ewê pir aciz bibe û jê ra bibêje Kurdistan tuneye, hela nîşanî min bide Kurdistan li ku ye?
Bi baweriya min wek kurdê siyasî, têgihîştî meriv naçe welatekî miletê wî ji qewmê meriv nefret bike.
Li dinyayê bi sedan welatên ji tirkiyê xweştir hene…

22 augusti 2017

Li Tirkiyê tirs kultureke civakî ye




Li Tirkiyê û li Kurdistanê ji serokkomar bigre heta bi hemwelatiyekî normal, tu kes xwe di nava ewlehiyê da, yanî di emniyetê da his nake, her kes ji ruhê xwe ditirse.
Tu kes ji sibeha xwe, ji pêşeroja xwe ne ewle ye, ne emîn e. Tirs li Tirkiyê kultureke civakî ye. Her kes bi hawakî ji her kesî ditirse.
Tirsa dewletê û hukûmetê wek kabûsekî ketiye ser dilê milet.
Wek hemû welatên Rojava, welatên azadî û demokrasî lê tuneye, welatên kultura tirsê û tirsandinê lê ser dest e, li Tirkiyê jî dewletê, îktîdara li ser hukim tirs xistiye  dilê her kesî.
Ji xwe kultura me kultura tirsê ye, meriv ji dewletê û ji yê xurt ditirse…
Li welatên Rojhilat tirs kultureke civakî ye, di kultura tirsê da însan ne azad e, ferd tuneye, têkiliya merivên wek hev tuneye.
Sîstema mezin û biçûk, xurt û zeîf, yê li jor û yê li jêr, yê serdest û yê bindest heye.
Ne resmî û bi qanûnan be li Tirkiyê jî hema hema sîstemeke, kultureke ”kastê” wek ya Hidistanê heye.
Her kes kerhen û cebren vê sîstema xurt û zeîf, jor û jêr, mezin û biçûk qebûl dike û li gorê dipeyive û li gorê hereket dike.
Lema Erdogan her tim dibêje ”lawo tu kî yî, heddê xwe bizanibe !”, filan û bîvan…
Yanî ez mezin im, ez xurt im û tu jî bindest î, di warê siysî û aborî da tu ji min qelstir î, di bin min ra yî, lema jî gerek tu li hemberî min ranebî û tim bi hurmet navê min bigrî devê xwe.
Erdogan tenê wiha nake, sîtem ev e, kultura Rojhilat ev e. Kultura tirsê ye.
Yê xurt û serdest, yê zeîf û bindest ditirsîne, tim tirsê dixe dilê wî…
Hemû xurt û serdest ji zeîf û bindestan hurmetê û serîtewandinê dipên.
Çimkî di kultura tirsê da yê xurt, yê li jor bi heq e.
Û her kes jî viya wer qebûl dike, normal dibîne.
Lê di kultura Rojava da yê xurt ne bi heq e,  yê bi heq xurt e.
Heqî û neheqî ne girêdayî xurtî û nexurtiyê ye, heger tu bi heq bî, heq li ba te be tu xurt î.
Îro li Tirkiyê, li Kurdistanê tu çiqasî bi heq be jî heger tu ne merivê îktîdarê bî tu zeîf û bêkes î û bêpişt î.
Dewlet, hukûmet her tim kane te bigre, zindan bike, dest deyne ser hemû mal  milkê te û te tî û birçî bera çolê bide.
Û kes jî nikane li hemberî xwediyên vê neheqiyê rabe û bibêje ev neheqî ye, ev zulm  e !
Gava bibêje ewê jî avûav here, tiştê anîne serê te, ewê heft qatê wî bînin serê wî.
Li Tirkiyê, di kultura tirkan da dewlet xwediyê însên e.
Li Ewrûpayê belovacî wê ye, însan xwediyê dewletê ye.
Di kultura Rojhilat da ferd zeîf e, tuneye, aîdîyet heye. Meriv mensûbê derekê ye.
Li Rojava ferd, şex xurt e, aîdîyet tuneye. Yê bi heq xurt e.
Li Tirkiyê yê xurt bi heq e, yê bi heq jî zeîf û bi hêz e.
Li Tirkiyê gava tirkek mafê kurdan biparêze û qala bi heqiya kurdan bike, di çavê dewletê û tirkan da ew xayin e.
Li Xerbê ev mafê wî ye, azadiyeke wî ya ferdî ye.
Însan rexne dikin, lê belê kes nabêje tu xayin e û dewlet jî wan bi alîkariya terorê cûcdar nake û navêje zindanê.
Lema jî li her welatê Ewrûpa bi hezaran însan piştgiriyê didin xerîb û koçberan û misilmanan.
Lê li Tirkiyê dewlet jî û milet jî kesê piştgiriyê dide kurdan ya jî du gotinên humanîst di heqê wan da gotibe bi îxanetê sûcdar dike.
Û ev yek jî dibe sebebê peydabûna kultura tirsê. Her kesji her kesî ditirse, hesaba jê dike.
Lê tirsa îro li Tirkiyê û li Kurdistanê heye tirseke pir mezin e, tu demê xwdiyên îktîdarê tirseke hewqasî mezin nexistin dilê însanan.
Gelek kes dibêjin heft xwezî bi dema cûnta Kenan Evren, wê demê jî însan nebûn şahidê zulm û teroreke hewqasî mezin…
Lê yên vê tirsê dixin dilê milet bi xwe pir ditirsin û ji tirsa dilê xwe xelkê ditirsînin.
Tirsê, zulmê, terorê tu îktîdar ebedî nekiriye û ewê umrê vê îktîdarê jî dirêj neke.

21 augusti 2017

Tirkiye û Îran bi hev ra li hemberî kurdan ketin hereketê

Van rojên dawî di warê leşkerî da di nava Tirkiyê û Îranê da trafîqeke bi întensîv heye.
Di 21ê mehê da serfermandarê Îranê Muhemed Baqirî li Tirkiyê bû. Baqirî bi serfermandarê tirk Hulusî Akar û Erdogan û berpirsiyarên hukûmetê û yên leşkerî yên din ra civiya.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro berî here Urdunê di preskonferensekê da got li ser operasyoneke mişterek ya li hemberî PKKê wan û Îranê li hev kiriye.
Di dema serdana Muhemed Baqirî da hatibû îdîakirin serfermandarê Tirkiyê Hulûsî Akar ji Baqirî ra pêşniyar kiriye Tirkiye û Îran li Qendîlê û li Şingalê li dijî PKKê operasyonên hevbeş bikin.
Ji van gotinên Erdogan meriv wer fêm dike xebera Îran û Tirkiye dikin bi hev ra êrîşî PKKê bikin ne bêbingeh bûye.
Helbet li ser êrîşa ser PKKê tenê nepeyivîne, dixwazin li dijî referandûma serxwebûnê jî siyaseteke mişterek bimeşînin. Û ji xwe Baqirî qala vê yekê kiriye.
Lê bi qasî xuya dike Tirkiyê û Îranê li ser êrîşeke mişterek ya li hemberî PKKê li hev kirine ya jî di vî warî da xebatên wan didomin.
Û li dijî referandûmê û daxwaza kurdan ya serxwebûnê jî dixwazin bi hev ra hereket bikin.
Îcar ji bo êrîşeke ser Qendîl û Şingalê ya Îran û Tirkiyê ya mişterek dibê destûra Îraqê û heta derekê ya hukûmeta Kurdistanê jî were girtin.
Çimkî ”opereasyona” Erdogan qal dike êrîşeke leşkerî ya ji reşayiyê ye. Ji bo îşaxeleke wiha Bexda û kurd ewê çi bibêjin?
Li gorî xebera Rûdawê di nava heftê da wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu jî ewê here Bexdayê û Hewlêrê.
Ev jî pir muhîm e.
Ev trafîqa di nabêna Tirkiyê, Îranê û Îraqê da îşareta êrîşekê ye.
Li alî din wezîrê parastinê yê Emerîka James Mattis jî îro çû Urdunê û ji wir jî ewê here Tirkiyê.
Ev ziyareta James Mattis jî gelkî muhîm e, miheqeq sebeb û mijara vê gerra Mattis ya Tirkiyê jî Kurdistana rojava, PYD û PKK ye.
Dostayî û trafîqa nabêna Tirkiyê û Îranê qet ne ji xêrê ra ye, Tirkiye her gav û saet amade ye ji reşayiyê êrîşekê bibe ser Qendîlê, Şingalê û Efrînê. Bi dil û can viya dixwaze. Heger Îran jî piştgiriyê bide vê êrîşa Tirkiyê, Tirkiye ji do da amede ye.
Yanî rojên pêş kanin gelek bûyerên mezin biqewimin…



Erdogan bersîvek pir xweş da Sîgmar Gabrîel: Yahu tu kî yî û tu çend salî yî?

Serokê Tirkyê Erdogan bersîv da wezîrê karên derve yê Almanya Sîgmar Gabrîel: Yaho tu kî yî û tu çend salî yî?
Li gorî xebere telewîzyona Deutsche Welle beşê tirkî, wezîrê karên derve yê Almanyayê Sigmar Gabriel li ser hin beyanên Erdogan gotiye gotiye:
”Demek dirêj me li hemberî Erdogan şêleke mantixî nîşan da. Lê wer xuyaye hin caran dibê meriv wî zêde cidî negre, zêde guh nedê…”
Erdogan bersîveke tam bi wî dikve da Gabrîel:
“Wezîrekî karên derve yê Almanyayê heye, qet heddê xwe nizane. Yaho tu kî yî ku tu bi serokê Tirkiyê ra dipeyivî? Here bi wezîrê karên derve yê Tirkiyê ra bipeyive. Heddê xwe bizanibe! Tarîxa te ya di siyasetê da çi ye, tu çend salî ye? Yê me jiyana me di siyasetê da, di vê mucadelê da derbas bû… ”
Bersîveke tam li gorî mistewa xwe daye.
Wer xuya ye ji bo yek bikanibe Erdogan rexne bike herî kê gerek serokkomar be û umrê wî/wê jî dibê bi qasî yê Erdogan be.
Yanî herî kêm gerek 63 salî be.
Salekê jî ji Erdogan biçûktir be nabe.
Çi têkiliya rexneyê û umrê yekî bi hev heye nizanim.
Lê wer xuya dike Erdogan rexneyên kesên bi umir ji xwe biçûktir qebûl nake.
Ji nuha û pê da kesê ji 63 salan biçûktir nikane Erdogan rexne bike, ji bo rexnekirinê ya dibê di umrê wî da be, ya jî çend salan jê meztir be.
Û helbet dibê herî kêm serokkomra be jî, çimkî yên din ne di mistewa wî da ne….
Bi saya Erdogan meriv baş fêm dike sînorê cehaletê tuneye. Cahil pir cesûr e, lema jî çi tê ber dev dibêje.
Çimkî cahil e, kes nikane ji cahilan gotinên biaqil û matiq bipê…
Sîgmar Gabrîel jî ev yek fîm kiriye û lema gotiye, “dibê meriv Erdogan zêde cidî negre…”



20 augusti 2017

PAKê îro li Stockholmê rojeke xweş bi me da jiyandin...




Hevalên PAKa Swêdê wek her sal, îsal jî ji bo nas, dost û hevalan bîne ba hev îro ger û seyranek çêkirin.
Ez û xanim jî helbet bi dilxweşî çûnê.
Me qahwa xwe, ava xwe û xwarina xwe xist çentê xwe û me berê xwe da parka Tantolunden.
Ji şansê me ra bi rêda baranê dayê.
Me telefonê Rojen kir, me got lawo em ketine bextê te, zû şemsiyê bigihîne me.
Mala lîwik ava ava be, şemsî di nîvî rê da gîhand me.
Lê hewê û ewran em xapandin, me şemsî bi kar neanî.
Hewa Swêd hewake pir xapînok e, pir bêîstîkrar e, meriv qet nikane baweriya xwe pê bîne.
Heta vêsê jî li gorî raporên hewê ewê hewa xweş û baran nebariya. Lê saet li dora 11.00 rewş guherî, îcar gotin ewê carnan baran be.
Li ciyê seyranê çend caran çend reşêşk barî, li ser me ewr komî ser hev bûn, xwest me bitirsîne, lê em ji bin darê ranebûn.
Axirê dû ra ewr belav bûn, rojê serê xwe ji pişt ewran derxit û bi tîrêjên xwe hewa yên bi tîn em him germ kirin û him jî kêfxweş…
Îsal gelek kes hatibûn seyranê.
Bi xêra vê organîza PAKê me gelek nas û dostan hev û du dît û me bîstekê bîna xwe fireh kir. Minasebetên wiha çênebe meriv hev û du nabîne.
Mijara me çûna Kurdistana başûr û referandûm bû. Li gorî berpirsiyarên PAKê gotin hevalên wan yên li Hewlêrê ewê bi programeke bi ser û ber alîkariya me bikin. Yanî ewê me bi tenê nehêlin.
Çi heyf min risim negirt, hin hevalên din digirtin lê heta nuha belav nekirine, qey dû ra ewê belav bikin. Gava belav kirin ezê jî belav bikim…

19 augusti 2017

Îro li ser berber bi kalîtiya xwe hesiyam

Îro ez çûm ser berber.
Gava berber ez li ser kursiyê dam rûnişkandin û berdilk da ber min, di neynikê da bêhemdî çavê min bi sûretê min ket.
Berber xortekî ciwan bû.
Min bala xwe da sûretê xwe yê di neynikê da û yê berberê bi serê min da ketibû û li dor min viz dibû.
Ez matmayî mam.
Min tu carî xwe hewqasî kal nedîtibû…
Li gorî berber min pir kal xuya dikir…
Li alî din bûbûm qopiya rahmetiyê bavê xwe..
Li mal bibê nebê rojê çend caran riya min bi ber neynikê dikeve, lê min tu carî wek îro xwe kal nedîtiye.
Nizanim ji ber min xwe bi berberê xort ra miqayese kir lema, ya jî bi rastî ez kal bûme.
Belkî jî li mal, di neynika her roj meriv lê dinêre meriv kalîtiya xwe nabîne.
Lê îro, li Fittja, li ser kursiya berber ez bi kalîtiya xwe hesiyam….
Heta çend sal berê jî piştiyek por li serê min bû, lê îro berber ji min ra got porê kin li te nayê, çimkî porê te pir hindik e. Lema jî gerek zêde kin nekim ji bo ku çermê serê te zêde xuya neke.
Li ser vê, min îcar bi dîqet bala xwe da serê xwe.
Berber bi heq bû, bi rastî jî porê min jî gelkî sivik bûye….
Yanî kalîtî, êşa piştê, qembûrî ne bes bû, weşandina por jî xwe da ser, ew jî bû zembûrê ser qembûr….
Lê ya baş dil kal nebûye, ew hîn xort e. Tenê piçekî sergiran bûye…

XXX
Her ku li başûrê Kurdistanê kurd nêzî serxwebûnê dibin dostên kurdan yên derewîn, xêrnexwazên, sextekarên heta nuha bi maskeya ”dost” di nava kurdan da bûn, masekeyên wan yek bi yek dikeve û wek neyarên eşkere ew jî Kurdistana musteqbel bi Îsraîla duduyan îtham dikin.
Ji van ”dostê” bi maske yek jî Fehîm Taştekîn e.
Navê sernivîsa xwe kiriye ”Li Kurdistanê parantêza Îsraîl.”
Fehîm Taştekîn, ji bo Kurdistan nebe Îsraîla duduyan gelek aqil daye berpirsiyarên Tirkiyê, Îranê û Îraqê.
Fena ku Îsraîl dewleteke pir xerab e!
Kuro li Rojhilata nêz û navîn û li Afrîkayê bêyî Îsraîl yek dewleta demokratîk û modern tuneye.
Li herêmê tenê Îsraîl dewleteke demokratîk û modern e. Tenê li Îsraîl demokrasî, azadî û mafê însanan heye.
Xwezî Kurdistana pêşerojê jî bi qasî Îsraîl demokratîk û modern be.
Formulärets överkant
Formulärets nederkant



PARVE BIKE