16 juli 2017

Weleh min îro bazarek nuh kir


Ji zû da bû min radikir û dadikir, dibir û dianî, dixwest ji we ra telefoneke nuh bikirim.
Lê wer min nikanîbû biryara xwe bida ka ezê kîjan telefonê bikirim…
Telefona min 6-7 sal kevn e. Belkî hîn jî kevntir e.
Wek min min ew jî êdî ji çapta ketiye û baş naxebite.
Pir giran bûye.
Sal ne însanan tenê, telefonan jî kal dike û ji çapta dixîne…
Îro lawikê me yê biçûk Rojen û diya xwe çûn ji min ra Samsung Galaxy A3 kirîn. Berê Rojen nîşanî min da bû û min ecibandibû.
Li gorî Rojen dibêje telefoneke îdare ya kal û pîra ye.
Yanî tiştmiştên zêde tê da tuneye û zêde ne buha ye jî.
Te dît dibêjin ya muhîm dibê bûk bi dilê zavê be, telefona min jî bi dilê min e, min him ji rengê wê û him jî teknîk û hunerên wê pir hez kir.
Rengê wê zîrîn e, ez ji rengê reş, ji merivên dilreş û fikirreş qet hez nakim.
Rojen ji bo ku ji min ra li hev siwar bike û dîreksiyonê bide destê min belkî saeteke feqîro girt.
Lê ji alî modernbûnê da jî min bi xwe tu kêmasî û qusûreke wî nedît, meriv kane pê her karî bike.
Bawer bikin heger ne Rojen bûya perê min şewitî bû, minê nikanîbûya telefon têxista hereketê.
Yaho ji bo meriv kanibe telefoneke wiha bixebitîne dibê meriv alimê cîhan û kûpê aqil be, dibê meriv hezar û yek tiştî bizanibe û gelek program û appan bavêje û yên nuh lê siwar bike.
Xwedê kir ez zewicîme û bûme bavê zarokan, heger Rojen tunebûya kê ewê ev telefon ji min ra li hev siwar bikira?
Keç û xortno, temiya min li we, hûn jî bizewicin û bibin bavê zarokan, rojekê zarok ewê werin hawara we…
Ez bi xwe ji zewaca xwe jî û ji telefona xwe jî memnûn im…
Lê çend surprêzên min hîna mane, wan jî ezê di rojên pêş da bibêjim.
Nabe ez hemûyan bi carê da eşkere bikim, yek bi yek...
Di vê nabênê da ez bawer dikim hin numreyên dost û hevalan wenda bûn, ez hîn nizanim çend telefon û yên kê, dû ra ezê fêr bibim…
Ez bwer dikim hewqasî bes e….

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE