09 juli 2017

Li ser peyva ”geşt” û ”geştiyar”


Piştî nivîsa min ya berî vê ya li ser gotina "geştyar" û hin dîtinên dost û hevalan yên li ser vê gotnê, ez di ferhengan da li koka gotina ”geşt”ê û "geştyariyê"  ya etîmolojîk geriyam.
Min xwest bizanibim ”geşt” û geştiyar” bi kîjan zimanî ye û tê çi maneyê.
Gelo bi rastî tê maneya "turîst" ya na?
Di lûgata ansîklopedîk ya Osmanî-Tirkî ya Ferît Develioglu da dibêje gotina ”geşt” farisî ye û maneya ”geşt”ê jî wiha tarîf dike:
”Geşt”, gerr, seyrkirin, temaşekirin.
”Geşt û guzar, gerr û kêfkirin.
”Geşte”, gerrok, kesê geriyaya û dîtiye.
Bergeşte, serûbin bûyî.
”Sergeşte”, sergêjbûyî, serxweş.
Ev numûneyên jor jî nîşan didin ”geşt” û ”geştiyar” ne bi kurdî ye, farisî ye.
Çimkî bêyî ”geşta” di maneya parsê da tu gotineke din, nav û sifetekî, fîilekê koka wê  ”geşt” be tuneye.
Geşkirin heye, lê ew jî maneyeke din e, tê maneya şênkirinê, gurrkirinê…
Lê belê ev nayê wê maneyê heger ”geştyar” farisî be emê bi kar neynin.
Bêguman ez tiştekî wiha nabêjim, helbet em kanin bi kar bînin. Turîst jî ne bi kurmancî ye.
Ez ne li dijî gotinên biyanî(xerîb) û li dû gotinê xurrî kurdî me.
Tiştê min dixwest bizanibim gelo gotina ”geştiyar” di maneya turîst da rast e ya na?
Diyar bû di farisî da ”geştiyar” tê maneya turîst.
Ji bo min mesele zelal bû.
Êdî kî dibêje turîst û kî dibêje ”geştyar” bi kêfa xwe ye.
Lê wek min got, li gorî lûgata Ferît Develîoglu ”geşt” û ”geştyar” bi farisî ye…
Dîsa li gorî ferhenga Tirkî-Farisî ya ”Elhan Kîtabevî”, faris bi xwe ”geştiyar” di maneya turîst da bikar naynin, ji dêlî ”geştyar” dibêjin ”turîst, seyah” û ”cîhangerd”.
Ev agahiy ferhengê çiqasî rast e ez nizanim, hevalên bi farisî zanin, kurdên Kurdistana rojhilata baştir zanin faris ji turîstan ra dibêjin ”turîst ya jî ”geştyar…”


XXX
Medyaya başûr û kurdên başûr gotina ”geştiyar” di dewsa turîst, seyah da bi kar tînin.
Koka vê gotinê çi ye? "geşt” çawa dibe turîzim, turîst çawa dibe ”geştiyar ez nizanim.
Dunya alem dibêje tursît, çima emê navekî îcad bikin?
Ya din li Wêranşarê maneya ”geştê” pars e, parskirin e. Gava qereçî li malan digeriyan, ji kebaniya malê ra digotin ka ”geşta” min, yanî tiştekî, xwarinekê bide min.
Lê ”geşta” li Wêranarê pars e, li Kurdistana başûr bûye turîst û turîzim.
Alimek, zimanzanek xêra xwe vê yekê îzah bike ewê baş be. ”geşta” li ba me tê maneya parsê, li başûrê Kurdistanê çawa bûye turîst û turîzim?

Inga kommentarer: