04 juli 2017

Li gorî tarîxzanê tirk Dêra Ayasofya "heqê şûrê" wan e

Murad Bardakçi: Muzeya Ayasofyayê heqê şûrê me ye !
Mûrad Bardakçi yê yek ji tarîxzanê tirk yê bi nav û deng e.
A vî tarîxzanê tirk do di telewîzyona CNNê got gerek Muzeya Ayasofyayê di demeke herî kin da ji sinifa muzetiyê derkeve û bibe mizgeft. Çimkî “Ayasofya sembola heqê şûr” e.
Hakan Çelîkê rojnamevan û moderatorê programê li dijî vê gotina Murad Bardakçi derket û got:
“Li Tirkiyê 80 hezar mizgeft/camî hene, ma ne bes e?”
Mûrad Bardakçi bi hêrs îtîraz kir û got:
“Sembolê bi hejmarê û heban ve tevhev neke. Di îslamiyetê da tiştekî bi navê ´HEQÊ ŞÛR´ heye. Ayasofya ´heqê şûr´ e. Hûn dibêjin 80 hezar mizgeft hene. Kîjan mizgeft sembola fetha Stenbolê ye? Hela nîşanî min bide. Mizgefteke din ya fetha Stenbolê sembolîze bike tuneye, nabe Ayasofya bêyî mizgeftê ji bo tiştekî din were bikaranîn. Dibê bibe mizgeft. Bi hinekan pir zor tê, çimkî sembola fetha Stenbolê ye.”
“Heqê şûr” çi ye?
 Gava osamniyan welatek feth yanî  îşxal, dagir dikirin, piştî serketinê sultanê osmanî ew welat, ew bajar, ew herêm dida qumandarê ew bajar, ew welat feth kiribû.
Û ji bo talana mal û milkên xelkê û tecawizî namûsa erz û eyalên wan kirinê jî 3 roj molet didan eskeran.
Ji eskeran ra digotin heta 3 roja destê we ji we ra, bajar  tevî însanên xwe yê we ye, hûn çi dikin bikin.
Û eskeran jî 3 rojan him mal û milkên xelkê talan dikirin û him jî dest davêjin namûsa xelkê û wek celadan însan dikuştin.
A navê  vê talankariyê û barbariyê kiribûn “kiliç hakki” yanî heqê şûr...
Murad Bardakçi jî dibêje Ayasofya “heqê şûrê” me ye, sembola îşxala me ye. Lema jî dibê Ayasofya ne wek dêr, ne jî wek muze nemîne, gerek bibe mizgeft.
 Wek tê zanîn Ayasofya, dêreke, katedraleke Împaratoriya Romaya Rojhilat bû û hemû hukumdarên Bîzansê li Ayasofyayê tac didan serê xwe.
Ayasofya di sala 360î da ji Împarator Konstantîos( 337-361) ve wek dêr hat avakirin.
Navê Ayasofyayê bi yûnanî, “Aγία Σοφία”, bi latînî jî “Sancta Sophia” ye...
Di sala 1453a da gava osmaniyan Stenbol, bi navê wê yê eslî Konstantinopolis îşxal kirin, Fatîh Sultan Mehmet Ayasofya kir mizgeft. Û ji bo ku mozaîk û fîgurên însên xuya nekin, ser hemû fîguran da sewax kirin.
Ayasofya heta sala 1935a wek mizgeft bikar anîn.
Lê di sala 1935a da kirin muze û hata nuha jî muze ye. Lê tirk dixwazin dîsa bikin mizgeft...





Inga kommentarer: