04 juli 2017

Li gorî swêdiyan êdî dem hatiye ez wesîyetnameya xwe binivîsînim

Li gorî swêdiyan êdî wext hatiye ez haziriya xwe ya mirinê bikim û wesîyetnameya xwe binivîsim.

Buroya huqûqnasan ”sthlm justicia” ya ji xelkê ra wesîyetname, wekaletname û tiştên wiha dinivîsine îro ji min ra pêşniyazek, teklîfek şandiye, gotiyê êdî wext hatiye tu wesîyetnameya xwe binivîsînî.

Yanî êdî mirina te nêz e, bira haya te jê hebe...


Sîstema kapîtalîzimê rasyonel difikire, hemû zanîn û înformasyonên li ser jiyana min di destê wan da ne. Bala xwe didinê 67 sal êdî dema mirinê ye… 

Lema jî mêrikan destê xwe zû girtine, berî ez herim ba huqûqnasekî din, wan pêşniyareke bi tenzîlat ji min ra şandiye.

Ev dinya wisa ye, her kes karê xwe dike.

Ezê bimrim, ewê pera qezenc bikin…

Mêrikan ji bo pera qezenc bikin mirinê bi bîra min dixin, ji min ra dibêjin hindik maye tu bimre. 

Lema jî berî tu bimrî, temî û wesîyetên te çi ne, were em binivîsin.

Sîstem pir rasyonal dixebite û li gorî wê rasyonalîteyê hereket dike, qet cî nade his û hestên însên.

Mêrikan mirinê qet dramatîze nakin, dibêjin meriv tê dinê, mezin dibe û dû ra dimre.

Hewqas.

Di vir da tu tiştekî meriv mezin bike tuneye… 

Lema jî Swêdî li pey miriyan qet nagirîn, wek me nakin qîrîn û hawar û jin guliyên xwe jênakin û ruyên xwe bi nahpirûkan perç nakin.

Mirinê pir waqûr û bi sergiranî pêşwazî dikin…

Lema jî bi reqlamekê mirin bi bîra min xistine, gotine bira haya te ji te hebe, mirin nêz e, ji nuha da karê xwe bike, were em wesîyetnameya te binivîsin….

Û him jî bi tenzîlat…


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE