07 juli 2017

Însan çima dikene?

Gelo însan ji bo çi dikene?
Sebebê vê yekê Nietzcehe wiha îzah kiriye:
"Sebebê di nava benderuhan da tenê însan dikene heye. Çimkî yê êş û janeke kûr dikşîne tenê însan e. Lema jî mecbûr ma ken îcad kir."

XXX
Ereb ji xoşabê çi fêm dike, ava wê vedixwe, mewîj û eşbabiyan dihêle…
Dibêjin şairekî têra xwe bi nav û deng rojekê ji hevalê xwe yê şair pirsî ye, gotiye:
Tu çi dibêjî ustad, gelo ez risma çêkim ya jî şiîra binivîsînim?
Hevalê wî gotiye:
”Risima çêke, risma…”
Li ser vê bersîvê, xwediyê pirsê gotiye:
”Lê belê te rismê min çêkirine nedîtine !”
Hevalê wî gotiye:
”Rast e, min tabloyên te nedîtine, lê belê min nivîsên te dîtine…”
Berê sohbetên edbîb, şair û hunermendan xweş bû, henek, nuktedanî beşekî sohbeta wan bû.
Nuha ji dêlî sohbetên bi henek, bi nukte û mîzah, çêr û heqaret heye, kes bi hev ra bi zimanekî şîrîn û bi nuktedanî sohbetê û minaqaşê nake, piştî gotina duduyan dilê hev dihêlin.
Çimkî edîb, hunermend û siyasetmedarên berê zana û bi kultur bûn, zanîbûn henek, nukte û mîzah çi ye.
Lê yên îro ji him ji vê zanînê û him jî ji vê kulturê bêpar in…
Ereb ji xoşabê çi fêm dike, ava wê vedixwe mewîj û eşbabiyan dihêle…



XXX
Fîlozofê çînî Konfuçyus, li ser nezanên xwe zana hesba dikin tiştekî xweş gotiye.
Bi yekî zana ra tu kanî minaqaşe bikî, bi yekî nezan ra tu kanî minaqaşe bikî. Lê belê manaqaşeya bi nezanekî xwe zana hesab dike ra kêmaqilî ye.
Wek merivekî xwedîyê zanînê nehatime dinê. Ji fêrkirinê hez dikim û hewil didim fêr bibim.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE