03 juli 2017

Em hindik in ew pir in lê dîsa jî emê qezenc bikin

Serlîhildanên kurdan yên li hemberî dewleta sefawî, Osmanî, ereb, faris û tirkan pir kevn e.
Lê heger em ji serîhildana Evdirehman Paşayê Baban(1806-1808) bigrin ev 209 sal in, na heger em ji serîhildana Şêx Ubeydulahê Nehrî(1880) bigrin tam ev 137 sal in li hemberî ereb, tirk û farisan û dewletên wan yên zebelih û xwînxar kurdan ji bo azadî û serxwebûna xwe şerekî bênabên dane û hîn jî didin.
Esas meriv kane xebat û micadela kurdan ya ji bo serxwebûnê û dewleteke kurd hîn jî paş da bibe, ji sedsala 17a, ji Emedê Xanî (1650-1707)yê mezin bide destpêkirin.
Çimkî bavê nasyonalîzma kurdî Ehmedê Xanî ye, tu kurdî bi qasî wî ji bo avakirina dewleteke kurd li kurdan nekiriye gazî û hawar.
Hîn di sedsala 17a da Emedê Xanî  ji bo avakirina dewleteke kurd li kurdan dike qîrîn û hawar, dibîêje yekîtiya xwe çêkin û ji bindestiyê xelas bibin û hûn jî wek tirk û ereb û ecem bibin xwedî dewlet.
Xanîyê nemir dibêje:

"Ez mame di hikmeta Xwedê de.
Kurmanc di dewleta dinê de.
Aya bi çi wechî mane mehrûm.
Bilcumle ji bo çi bûne mehkûm
 Ger dê hebûya me itîfaqek
Vêk re bikira me inqiyadek
Rûm û Ereb û Ecem temamî
Hemiyan ji me re dikir xulamî
Tekmîl dikir me dîn û dewlet
Tehsîl dikir me ilm û hikmet
 Gerdê hebûya me padîşahek
Layiq bidiya xudê kulahek
Hasil bibûya ji bo wî tacek
Elbet dibû ji me rewacek
Xemxwarî dikir li me yetîman
Tînane derê ji destê leîman
Xalib nedibû li ser me ev Rom
Nedibûne xirabeyê destê bûm
 Ger dê hebûya me serfirazek
Sahib keremek suxen newazek
Naqdê me dibû bi sike meskûk
Nedima wiha bê rawac û meşkûk
Neqdê me mebêje kêmbiha ye
Bê sikkeyê şahê şehrewa ye
Ger dê bibûya bi zerb-i menqûş
Nedima wiha bêrewac û mexşûş"
///Ehmedê Xanî

Ne mumkûn e ev fikr yê Ehmedê Xanî tenê be, miheheq wê demê di nava kurdan da fikir û tevgereke azadîxwaz, dewletxwaz hebûye û Ehmedê Xanî jî bûye berdev û tercumanê wê tevgerê.



Di vî şerê azadî û serxwebûnê da heta nuha miletê kurd bedelekî pir mezin û giran daye.
Di vê riyê serxwebûnê da bi milyonan kurdî canê xwe feda kirine.
Kurdistan ji alî ereb, faris û tirkan ve bi sedan carî hatiye wêrankirin, bi milyona kurd ji welatê xwe koçber bûne û di netîceyê da bûne faris, ereb û tirk.
Di vê tarîxa dûr û ditrêj da hêzên biyanî û dagirker li welatê kurdan zulm û hovîtiyeke nedîtî li kurdan kirine û hîn jî dikin.
Ez bawer nakim li dunyayê miletekî din bi qasî kurdan mucadeleyeke hewqasî dirêj û bedelekî hewqasî mezin û giran dabe.
Lê vê liberxwedana 200 salan û vî bedelê mezin hîn jî netîceyeke nedeya û hîn jî kurd li tu beşekî Kuristanê nebûne xwedî dewleteke serbixwe.
Hîn tu beşekî Kurdistanê nehatiye rizgarkirin.
Dibê meriv nekeve erdê, bindest nebe, heger carê bindest bibe, xelasiya ji bindestiyê pir û pir zor e.
Û her ku dihere zortir jî dibe…
Sebebê vê zahmetiyê ji şertê welatê me ye.
Û xurtî û piraniya neyarên me ne.
Welatê me di nava çar dewlet û sê miletên pir zalim da hatiye perçekirin.
Em hindik in, ew pir in.
Û di her warî da jÎ ji me xurttir in.
Lê dîsa jî emê qezenc  bikin
Tiştê me li hemberî van çar dewletên zalim û zebelih li ser niga dihêle tenê baweriya me ya bi azadiyê û serxwebûnê ye, qebûlnekirina me ya bindestiyê û koletiyê ye, înada me liberxwedanê ye.
Em teslîmiyetê û bindestiyê qebûl nakin…
Lema bedêla wê giran be jî, şer dirêj bajo jî,A zû dereng zafer ya me ye, emê miheqeq bibin xwedî dewlet û Kurdistana azad bibînin…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE