01 juli 2017

Êdî her kurdî fêm kiriye bêdewletî rezîlî û perîşanî ye



Heta sê sal berê jî gelek kurd bi vekirina TRT6ê û bi hin bertîlên hukûmeta AKPê baş nerm bûbûn, Tirkiye wek welatê xwe û dewleta tirk jî wek dewleta xwe didîtin, Kurdistana serbixwe, hewcedariya avakirina dewleteke kurd, filan û bîvan  ji kok da ji rojeva xwe derxistibûn.
Çimkî Erdogan çend salan ben li stuyê me sist kir û hinek kurd bi rişwet û bertîlan dewlemend kir.
Vê yekê gelek kurd tam kirin zilam û berdevkên tirkan û parêzvanên ”ortak vatan/welatê mişterek.”
Hinekan tew Kurdistana serbixwe û dewleta kurd avêtin ”sepeta toz û gemarê.”
Gelek kes bûn abûqat û berdevkên Erdogan, bi çavê partiya kurd li AKPê nêrîn.
Lê vê xewna wan dirêj najot, zulm û terora dewletê ya van sê salên dawî kurdê herî nezan û nesiyasî jî şiyar kir. Êdî her kesî baş fêm kir heta kurd nebin xwedî dewlet halê wan ewê tim ev halê rezîl û perîşan be, tirk ewê tim pê li serê me kin û me li erdê bigevizînin.
Ewê tim me bigrin, zindan bikin, bikujin, nehêlin em li welatê xwe, li bajarên xwe bi azadî bigerin û bijîn.
Zulma û terora dewletê îro li Kurisitanê jiyan ne li kurdên siyasî, kurdên dilxwazên PKKê û HDPê tenê, li her kurdî kiriye zindan, psîkolojiya her kurdî xera bûye û her kurd ji jiyana xwe bi tirs e. Dewleta tirk wek kabûsekî ketiye ser dilê kurdan û li erdê vedigevizîne, heqaret û zulemek pir mezin li kurdan dike. Tenê ji bo ku kurd in jiyan li milyonan kesî kirine jahr.
Vê zulmê ji alîkî da gelek kes çavtirsiyayî û qudûmşikestî kirine, lê gelek kes jî tam kirine kurd û Kurdistanê û kurdperwer.
Bi kurtî êdî her kurdî fêm kiriye heta em ji bindestiya tirkan xelas nebin û nebin xwedî dewlet halê me ewê tim halê koleyan be.
Lema jî kesê heta çend sal berê navê dewleta kurd û Kurdistana serbixwe nedigrti devê xwe, îro bi dengekî bilind dibêje jiyan bêdewlet nabe û gerek em kurd jî bibin xwedî dewlet…
Ev fikir û şiûr jî bi xêra zulma Erdogan li ba kurdan çê bû û her ku here ewê xurttir bibe.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE