08 juli 2017

Diyalog tim û tim ji monologê baştir e

Diyaloga herî bêberhem jî ji monologê baştir e.
Dema meriv bi hev ra nepeyive meriv nikane li hev bike.
Ji bo lihevkirinê, tifaqê, hevkariyê danûstendin û axaftin lazim e.
Bi baweriya min dibê îro hemû hêzên kurd bi hev ra bipeyivin, civîn û konferansan çêkin û dîtinên xwe ji hev ra bibêjin, li pêşniyar û rexneyên hev guhdarî bikin.
Îro hewcedariya me ne bi xeydê, berberî û dijminatiyê, bi dostîyê û hevkariya netewî heye, bi diyalogê heye…
Tifaq, yekîtî ancax bi vê riyê, bi riya diyalogê çê bibe.
Û heta partî û hêzên kurd hevkariya xwe çênekin ewê tim bibin nêçîrên dijmin. Ne yê xurt û ne jî yê zeîf nikane biserkeve.
Destê bi tenê deng jê nayê
Hêz di yekîtiyê da ye.

XXX
Dema me ya li ser ruyê erdê bi sînor e. Lema jî ez îro hîn zelaltir dibînim: Pir kar meke. Nehêle hestên te di dilê te de bimînin.
Bipeyve!
Ji bo peran şer neke.
Biwêre bibêje "na" û biwêre bibêje "erê.
Behişt/cinet kane cihekî li ser ruyê erdê be."
///Kristian Gidlund



XXX
Xwedê kesî nexe vî halî...
Xwediyê Tirkiyê û bavê miletê tirk yê nuh,
serokê bi nav û naîşan û
û heta mirinê neyarê kurdan,
birêz Recep Tayyip Erdogan, 
rûniştiye tik û tenê û hustuxwar..

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE