05 juli 2017

Civateke dîndar ancax ji alî dîndaran ve tê xapandin

Elî Şerîatî gotiye, ”Civateke dîndar ancax li ser navê dîn, merivên dîndar kanîbûn bixapanda û wer jî bû.”
Rast e, di vî warî da numûneya herî dawî Tirkiye ye. Pozlîçikekî, çilmoyekî, kalpazanekî wek Fetulah Gulen bi milyonan însan xapand û hîn jî dixapîne…

XXX
Birîna gotinek di dil da vedike, hin caran ji korteke guleya topê vekiriye kûrtir û mezintir e.
Elî Şerîatî
Birîna xencerê dikewe birîna gotinê tu crî nakewe...

XXX
Yê dixwîne ji tiştê dixwîne tiştekî fêm nake.
Yê guhadarî dike ji tiştê lê guhdarî dike tiştekî fêm nake
Çi dimîne?
Dimîne engê hafiz xweş e?
///Elî Şerîatî

XXX
Yên derewan dikin
ji yên rast dibêjin bawer nakin...


///Konnfuçyus

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE