01 juni 2017

Tirk me diqewitînin lê em ji wan qut nabin

Tirkan nehîştine weşanxaneya Avesta beşdarî fûara Stenbol-Kadikoyê(rojên kitêbên Kadikoyê)bibe.
200 weşanxaneyên tirk beşdar bûne, lê nehîştina weşanxaneyeke kurd ya herî mezin beşdar bibe.
Wz bi xwe matmayî nema û aciz jî nebûm.
Tirk di heqê kurdan da çi difikirin wiya dibêjin û dikin. Qet durûtiyê nakin.
Bi dîtina min baş dikin, kurdan neyarên xwe dibînin û lema jî naxwazin tu kurdî, yên ”ne terorîst” û ”ne hevalên terorîstan” jî li ba xwe û di nava xwe da bibînin.
Hin kurd li hemberî tiştên wiha kanin matmayî bimînin û bibêjin ”em kurdên li dijî terorîstan in, lema jî dibê miamela dijmin bi me ra nekin, me û yên din wek hev nebînin”, filan û bîvan…
Hûn çi navî li vê biryara tirkan dikin lêkin, bi dîtina min tirk baş dikin. Mêrikan vekirî dibêjin em, we dijminê xwe dibînin û lema jî neyên nava me.
Yanî durûtiyê nakin, pir vekirî dibêjin.
Heger em ji xwe hez dikin û li ber xwe dikevin dibê em jî neçin nav wan, em vê dijminatiya wan qebûl bikin.
Yanî tirk êdî dibêjin ya tu ji min î ya jî dijminê min î.
Orta vî îşî tuneye.
Êdî siyaseta ”ne şîş bişewite ne kebab”, îdarekirna herdu aliyan pere nake.
Ya tu kurd î û li dijî vê dewlet û sîstema faşîst û antî kurd î ya jî tu hevalê wê wî.
Dibê kurd bi xwe tiştên wiha çê kin û tenê ban weşanxaneyên kurdî bikin, fuara weşanxaneyên kurdî û ban tirkan nekin.
Dibê êdî em û tirk ji hev dûr kevin,...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE