04 juni 2017

Terorîzma îslamî li Londonê dîsa hovîtiya xwe nîşan da

Terorîstên îslamî do derengê şevê li Londonê dîsa ketin xwîna xelkên siwîl, 6 siwîl û kesên bêguneh kuştin û li dora 48î kesan  jî birîndar kirin.
Saet li dora 23ê şevê sê(3) terorîst bi mînîbûsekê li ser pira London Bridge(Pira Londonê)dajon ser xelkê siwîl û pê li çend kesan dikin. Dû ra ji erebê dadikvin û îcar rastî kê tên kêr dikin. Bi vî hawî 6 kesan dikujin û 48 kesan jî birîndar dikin.
Polîs dû ra hersê terorîstên hov û ji însaniyetê bêpar dikujin.


Erdogan sê meh berê xebera vê rewşê dabû Ewrûpa.
Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di 22ê adarê da li Qesra Beştepe di civîna Komela Weşengarên Enedolê(Anadolu Yayincilar Dernegi)da ji ewrûpiyan ra pir vekirî got ji nuha û pê da hûnê nikanibin li tu dereke Ewrûpayê bi aramî(bi huzûr)gava xwe bavêjin kuçe û kolanan.
Sê meh berê, di 22ê adarê da Erdogan eynî wiha gotibû:
”Heger hûn wiha dom bikin sibe li tu dereke dinyayê yek ewrûpî, yek rojavayî jî ewê nikanibe bi aramî(bi huzûr)gava xwe bavêje kuçê.”*
Mesajeke ji viya vekirîtir nabe.
Mêrik hîn sê meh berê ji Ewrûpa ra got dema hûn bi ya min nekin, hûn li dijî min bin, hûn nikanibin li welatê xwe, li mala xwe rehet û bi aramî bijîn.
Tiştê îro terorîstên îslamî li Ewrûpayê dikin praktîzekirina van  gotinên Recep Tayyip Erdogan e.
Avzêma, bataxa terorê û terorîstan Tirkiye ye, sermaya Erebîstana Suûdî ye, Qeter e.
Yên terorîstan amade û perwerde dikin û wezîfê didin wan ev dewlet in, merivên van dewletan in.
Heta ev avzêm û batax neyên hişkkirin li Ewrûpa bûyerên wiha ewê tu carî neqedin, ewê tim rû bidin.
Bi kuştinê tu carî dawiya mêş û kelmêşan nayê, gerek avzêm, bataxa mêş û kelmêşan çê dike were zuhakirin. Ya na bûyerên wiha ewê tu carî li Ewrûpa kêm nebin.
Çimkî ewrûpiyan malik li xwe viritandine, bi sedhezaran terorîstên îslamî, bi milyonan potansiyelên terorîzmî bera Ewrûpayê dane.
Ji bo ku li Ewrûpayê ev potansiyela terorê were zuhakirin dibê hêzên, dewletên li pişt terorê werin têkbirin.
Dibê li Ewrûpayê rê li ber belavbûn û xurtbûna îslamê, li ber organîzebûna wê ya di nava xortan da were girtin.
Dibê ewrûpî vê îdeolojiya neînsanî fînanse û tolere nekin. Dibê nehêlin hêzên îslamî keç û xortên musilman bi fikir û îdeolojiya xwe ya faşîst jahrdadayî bikin û bikin terorîst.
Yên li Ewrûpayê bi fikir,  îdeolojî, aborî û însanî(bi şêx û meleyên xwe) terorîstên îslamî xwedî û perwerde dikin, fînanse dikin û dû ra ji bo armancên xwe yên qirêj bera canên xelkê didin, bi van xortên cahil û nezan qetlan didin kirin Suûdî ye, Tirkiye ye, Qeter e, şêx û meleyên li Ewrûpa di mizgeftan da serê zarok û xortan dişon.
Qatil ew in, ew bi vê îdeolojiya xwe ya faşîst xortan dikin neyarê civatên wan û neyarên ewrûpiyan û Îsewîtiyê.
Lema jî dibê şerê mezin li hemberî dewlet û hêzên, meleyên  di mezgeftan da, di komeleyên sexte da însana dikin terorîst, terorîstan perwerde dikin were dayin.
Û ew jî diyar in….

*Erdoğan, "Siz böyle davranmaya devam ederseniz, yarın dünyanın hiçbir yerinde hiçbir Avrupalı, Batılı, güvenle, huzurla sokağa adım atamaz" dedi.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE