04 juni 2017

Siyasetmedara Celal Talabanî dike ereb li Bexdayê nûnera kurda ye

Endama Polîtburoya YNKê Ala Talabanî di telewîzyoneke Îraqî da gotiye Celal Talabanî bi eslê xwe erebekî şîe ye.
Ala Talabanî gotiye:

”Malbata Talabanî bi eslê xwe ji bera Benî Esed e. Benî Esed jî eşîreke erebên şîe ye. Lema jî hin parlamenterên ji eşîra Benî Esed ji min ra dibêjin hûn malbata mamê me ne.”

A ev xanima bêhiş û totikvala di parlamentoya Îraqê da nûnera YNKê û miletê kurd e.
Jo bo ku yeka wek Ala Talabanî, yeka hewqaî bêşiûr di nava YNKê da bûye endama polîtburoyê bi serê xwe skandal e. Xanim erebîtiyê wek rutbeyekê, wek meznayiyekê dibîne.

Sekreteriya Celal Talabanî ev gotinên Ala Talabanî red û tekzîb kiriye û gotiye tiştê Ala Talabanî gotiye ne rast e, tenê şexsê wê girê dide. Mam Celal Zengene ye û ne ji dûr û ne jî ji nêzîk ve tu têkliya Talabanî bi eşîra Benî Esed û errebîtiyê tuneye.Talebaniyan her dem nasnameya xwe ya kurdbûnê parastine û di vêd riyê da jî berdêl dane.
Lê bi baweriya min ev têr nake, dibê YNK, Ala Talabanî him ji polîtburoyê û him jî ji parlamenteriyê bavêje.
Siysetmedareke serokekî kurdan yê wek Celal Talabanî bike ereb dibê nikanibe li ser navê kurdan siyasetê bike û bibe nûnera kurdan.



XXX


Huseyîn Turhalli gotiye, ”Hûn ji min bipirsin, 5 hezar Pêşmergeyên Rojava û ENKSê li ser hev Keçikeke Hibrîsor´ nakin.”
Tam psîkolojiya kesên kesên bindest e, xwe biçûk û yên serdest jî mezin dibîne, tirkekê bergendî 5 hezar kurdî dibîne.
Tirkên nasyonalîst û faşîst dibêjin ”tirkek bergendî cîhanê” ye.
Tu nemaye Huseyîn Turhalli jî bibêje ”çepekî tirk bergendî hemû kurda ye…”
Huseyîn Turhalli merivekî ji aqilê xwe pir razî ye û di warê kurdperweriyê da jî fortên pir mezin dide xwe.
Çarnan meriv dibêje belkî ev camêr xwe wek Rustemê Zal dibîne, ji serê salan da ye dibêje û dibêje, lê dîsa jî dawiya çîrokên qehremeniya wî nayê.
Xortekî cahil gotinek wiha bikira merivê bigota de cahil e tişt nabe.
Lê gava yekî wek Huseyîn Turhalli gotineke wiha berradayî bike, bixwaze nexwaze meriv matmayî dimîne.
Merivekî li ser hişê xwe gotineke wiha nelirê û fahş nake…
Çi bibêjim, siyasetmedarên xelkê mezin dibin biaqil dibin, ji nifşên nuh ra dibin çira û find, yên me hiş berdidin…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE