19 juni 2017

Min jî digot belkî ezî hînî xort im…


Min tu carî li xwe dananîye kalîtiyê, sal malan, filan û bîvanî qebûl bikim û wek kalekî klasîk bikim kuxtekuxt û ayyy û wayyy  û dilê xanimê, zarok û hevalan bi xwe bişewtînim…
Min tu carî xwe ji xurtê herî pêlewan kêmtir û kaltir nedîtiye û nabînim jî…
Min tim gotiye ez bavê Azad im, ez teslmî kalîtiyê nabim, ezê heta mirinê, heta roja herim gorrê xort bimînim, xort bijîm û wek xortan bixebitim…
Lê îşev min dît ev îş bi texmînê û bi fortan nabe…
Psîkolojîk ez kalîtiyê qebûl nekim jî beden fortan qebûl nake, rast gotgo ye, piştî nuxtakê dibêje hêdî bajo efendî…
Ez zêde dirêj nekim, ev çend şev in ez bêxew dimînim, pir dereneg radikevim û zû radbim…
Îro ji kar hatim,  piştî min şîv xwar, saet di 19.00 da min kanala 4a ya swêdî vekir û ji bo li xeberên swêdî temaşe kir…
Piştî çend deqîqeyan serê min wek yê mirîşkan ket ber min, min çiqasî li ber xwe da, xwest şiyar bimînim û di 19.30î da li xeberên Rapportê jî guhdarî bikim lê nebû, xewê zora min bir, ez teslîm girtim…
Min ji xanimê ra got ji min hetwqas û bi xatirê te…
Dengê xwe nekir, di bin çavan ra li min nêrî, fena ku bibêje na lo, tu teslîm nabî…
Min ji mecbûrî baz da nava nivînan û nuh bi xwe hesiyam. Tam 3 saetan raketim û min gelek xewnên tewşo mewşo jî dîtin…
Lê di vê nabênê da pê hesiyam ez ne Zinarê berê me, ev îş bi fortan nabe, dibê meriv hinekî realîst be…
Kalekî 67 salî nikane hukmê xortekî 27 salî bike, dil hebe jî taqet tuneye…
Welhasilî kelam carnan, lê ne her tim,  xew zora kalan jî dibe.
Wek îşev zora min bir…
Lê bi Xwedê ez teslîm nabim, ezê tim xwe xort bibînim, wek xortan bijîm û jiyana xwe li gorî wê tanzîm bikim…



XXX
Çermsorekî emerîkî gotiye:
”Ji bo ku em kanibin li vê dinyayê bijîn dibê em zimnê merivê spî fêr bibin. Lê belê ji bo ku em ji ruyê dinyayê wenda nebin û heta û hata bimînin, dibê em zimanê xwe fêr bibin.”
Camêr çiqasî rast û xweş gotiye.
Lê tiştê kalê, fîlozofê çermsor jê ditirsiya hat serê gelê wî, bi rastî ji ruyê dinyayê wenda bûn.
Çimkî zimanê xwe fêrî zarokên xwe nekirin.
Heger em kurd kanibin zarokên xwe, nifşên nuh radibin bi zimanê xwe mezin bikin, wek milet emê ji mirin û wendabûnê xelas bibin.
Û heger em viya nekin, weleh wek latîniyan emê jî bihelin û kurdî jî wek zimanê latînî ewê bibe zimanekî mirî…
Ez henekan nakim, ez qala taliya me, qala qedere li pêş me ye dikim…
Di nava van 70-80 salên dawî da herî kêm 6-7 milyon kurd heliyan bûn tirk û ev proses îro hîn bi leztir dom dike…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE