26 juni 2017

Leşkerên tirk roja eydiyê gorrên kurdan tarûmar kirin



Leşkerên tirk roja cejnê( eydiyê) nehîştin li Licê dê û bav û malbat herin ser gorrên(mezelên) zarokên xwe û fatîheyekê li ser gorên wan bixwînin û ruyê xwe di kevirê ber serê wan bidin.
Leşkerên hov û faşîst hemû gorrên goristana Şehîd Hêvîdar û Şehîd Amed bi çakûç û zompan xera kiribûn, perçeperçeyî kiribûn.
Ev karê naziyan e, nazî û faşîst gorrên cuhûyan tahrîb dikin.
Tirk bûne nazî û em jî ketine dewsa cuhûyan.
Wer xuya dike bi wêrankirina 12 bajarên kurdan û înfazkirian 4 hezar keç û xortên kurd dilê berpirsiyarên hukûmeta AKPê rehet nebûye, lema jî dest bi şikandina kevirên gorran û peykerê Ehmedê Xanî kirine.
Gerek ev hovîtiya dewleta tirk bi protestoya malbatan tenê nemîne, gereke hemû partî û dezgehên kurdan, hemû siyasetmedar û ronakbîrên kurd, hemû serokên kurdan li dijî vê barbariy tirkan bi hev ra û pir sert dengê xwe bilind bikin.
Dibê kurd serî li riyên huqûaî bidin.
Medyaya dinyayê, dezgehên navnetewî yên mafên însanî werin agahdarkirin.
Gerek kurd qiyametê rakin, protesto bikin, bibin meclîsê.
Ez zanim tiştek jê dernakeve lê dîsa jî dibê meriv bêdeng nemîne, miheq protesto bike.
Heta nuha tu îktîdarê hovîtiyeke wiha nekir, xerakirina peyker, abîde û gorristanan bi hukûmeta AKPê dest pê kir.
Ev tiştekî ne însanî û irqçîtiyeke bêemsal e, nazîzim e.

XXX
Gelo Rûdawê xebera şikandina peykerê Ehmedê Xanî da?
Ez lê rast nehatim. Lê geriyam min di Rûdawê da li ser bûyerê tu xeber nedît.
Ez Rûdawê û weşana vê bûyerê nake xebera yekem û ya herî muhîm protesto û şermezar dikim.
Rûdaw gelek caran axaftinên Bînalî Yildirim û Erdogan neqlen dide, lê xebera şikandina peykerê Ehmedê Xanî û li Licê wêrankirina du gorristanan ji alî leşkerên tirk ve nake nûçe.
Çi şermeke mezin e, dewleta tirk gelek kurd pûç kirine. Navî giran e warî wêran e…


XXX
Tirkan peykerê bavê nasyonalîzma kurdî Ehmedê Xanî li ber çavê 40-50 milyon kurdî hedimandiye, ev du roj in ji kurdan, ji ronakbîr, siyasetmedar û partiyên kurd, ji Kurdistana Federe, ji serok Mesûd Barzanî û serokwezîr Nêçîrvan Barzanî dengekî herî biçûk jî dernektiye.
Ev heqareta ne li kurdên bakur tenê ye, li hemû kurdan e.
Siyasetmedarê, ronakbîrê, serokê li hemberî vê heqareta tirkan ya irqçî û nemirovî bêdeng bimîne pir eyb dike.
Dibê kurdan heta nuha qiyamet rakiribûna. Siyasetmedarê, ronakbîrê, partiya li hemberî heqareteke hewqasî mezin deng neke, ewê kînga deng bike?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE