06 juni 2017

Heta em nebin xwedî dewlet em ne xwediyê tu tiştekî ne

Ahmet Onal, li ser bêdewletbûnê di nivîseke xwe da qala gotineke Theodor Herzlê (1860-1904)rêber û avakarê sîyonîzmê û bavê dewleta Îsraîl  kiriye.
Theodor Herzl, li ser bêdewletbûnê gotiye:

 “Heger dewleteke we tunebe, tu qîmeteke zengîniya we tuneye. Heger dewleteke we tunebe zengîniya we, bi rengekî pir rehet kane ji destê we here…“

Rast e, heta em bindest û bêdewlet bin tu qîmet û garantiyeke zengîniya me, mal û milkê me tuneye.
Çimkî em ne xwedî îrade ne.

Merivê bindest û kole ne xwedî îrade ye, ne xwediyê tiştekî ye.
Em kurd îro(li Tirkiyê û Îranê ) ne li ser şexsê xwe û ne jî li ser meqam, mal û milkê xwe ne xwedî biryar in.
Kesên xwedî dewlet, xwedî biryar û xwedî îrade ne.

Dewleta tirk kînga bixwaze kane dest deyne ser mal û milkê me.
Û datîne jî.
Berê kurd jî zengîn bûn, mîr û begên kurdan, malmezin û serokeşîrên kurdan xwedî qesir û qonax bûn, xwedî boşên devan, keriyên pez, naxirên dewêr, colên bizinan bûn.

Lê ji ber ku bêdewlet bûn, ew jî û hemû mal û milkên wan jî av û av çûn.

Dewleta tirk, mahcirên Qafqasan û Balkanan li cî û warên wan, li gund û bajarên wan, di qesir û qonaxên wan da bi cî kirin. Nikanîbûn mal û milkên xwe, qonax û serayên xwe biparastana çimkî bêdewlet bûn. Tirkan giş, yek bi yek ji Kurdistanê sirgûn kirin.

Theodor Herzl, merivekî gelkî jîr bû, baş fêm kiribû heta cihû(yahûdî)nebin xwedî dewleteke netewî, serbixwe tu qîmeteke zengîniya wan, tahsîl û meqamên wan tuneye, her tim kanin ji dest wan herin.

Lema jî Herzl xelasiya gelê xwe di dewletbûnê da dît û fikrê avakirina dewleteke cihuyan ya serbixwe xist serê cihuyan û got gerek hedefa her merivê cihû avakirina dewleteke serbixwe be.

Çend sal berê min bîranînên/xatirayên Theodor Herzl (Siyonizm’in ve İsrail’in kurucusu Theodor Herzl Hatiralar ve Sultan Abdulhamid) xwend.

Theodor Herzl, ji gelê xwe ra dibêje, ”ya emê dinyayê wek xwe bikin, ya jî emê bibin wek dinyayê.”

Yanî ya wan ê her kes wek xwe bikirana bêdewlet, Herzl ev yek mimkûn û realîst nedidît. Digot ne mimkûn e em hemû dewletên netewî ji ortê rakin.

Karl Marx bi eslê xwe cihû bû, bi îdeolojiya komunîzmê hewil da dewletan, dînan û sînoran rake, lê bi ser neket.

Ya jî wek Herzl digot, wek her kesî ewê jî bibûna xwedî dewleteke netewî.

Herzl, alternatîfa duduyan, yanî avakirina dewleteke cihû ya serbixwe rast û mimkûn dît û ji bo wê xebitî û ew ji xwe ra kir armanc.

Herzl, di sala 1897a di Kongreya avakirina Teşkîlata Siyonîst ya Dinyayê da got:

 ”Min îro li vir dewleta yahûdî ava kir. Lê belê nuha ez viya bi dengekî bilind bibêjim hemû dinya ewê bi min bikene. Lê di nava 5 salan da ya jî piştî 50 salî her kesê visa bizanibe.”

Û bi rastî jî wisa bû, piştî 50 salî dewleta Îsraîl ava bû û cihû jî wek miletên din bûn xwedî dewleteke serbixwe.

Cihûyan li dîasporayê her rê ceribandin, li welatên xelkê bûn her tişt, hatin meqamên herî bilind, bûn zengînên dinyayê, bûn edîb û alimên herî mezin.

Lê dîtin dîsa jî ne çare ye, heta ew bêdewlet bin garantiya tu tiştekî wan tuneye; ne ya jiyana wan û ne jî ya zengînî û mal û milkê wan heye.

Lê çi heyf hîn yekî wek Herzl bi xirs û jixwebawer ji nava me kurdan derneketiye.

Dr. Şivanek(Saît Kirmizitoprak)derket, ewê bibûya Theodor Herzlê kurdan, lê ew jî bi komployekê zû ji ortê rakin.


Dibê ji nava me kurdên bakur jî hinekên wek Theodor Herzl rabin û avakirina dewleteke kurd ya serbixwe ji xwe ra bikin hedef û ji bo vê rêxistinekê ava bikin û dîplomasiya vê bikin.

Fikir û îdeolojiya dewleteke kurd ya serbixwe, fikrê Kurdistaneke azad dibê em têxin dil û serê her kurdî, dibê ev yek bibe xem û xeyala her kurdî.

Dibê em kurd jî wek Herzl bibêjin heta em nebin xwedî Kurdistaneke serbixwe li tu derê ji me ra rehetî tuneye, li her beşê Kurdistanê emê tim werin pelçiqandin û emê tu carî nebin însanên xwedî îrade.

Heta em bindestê dewleta tirk bin, heta hebûna komele, partî û dezgehên me di destê tirkan da be, yanî heta em li welatê xwe nebin xwedî desthilat garantiya zîngîniya me jî û ya şexsê me jî tuneye.

Tirk kînga bixwazin ewê malê me ji me bistînin, rêxistinên me bigrin û siyasetmedar, serok û mebûsên me jî bavêjin zindanan.

Û ji xwe dikin jî. Siyasetmedarên, serokên bi bi sedhezaran ray girtine, parlamenter in, lê dîsa jî pere nake, di zindanên tirkan da êsîr in. 


Heger em dixwazin ji vî halî, ji vê bindestiya rezîl xelas bibin, gerek em jî wek tirk, ereb û farisan bibin xwedî dewlet.

Erê îro em nikanin bigîhên vê hedefa xwe, em nikanin neyarên xwe ji welatê xwe derxin, ev tiştekî din e.

Lê dibê em bizanibin çare ev e, xelasiya me di vê da ye, dibê ev yek tim û tim di bîra me da be û em ji bo vê armancê bixebitin.


XXX
Mewlana Celaledîn gotiye, ”dildarî wek desmêjê ye, tu jê têkeve şikê xera dibe.”

Rast e, meriv dildar bû, gerek sedîsed ji dil û can be, tu carî jê şikê neke û xumamiyê neyne ser.

Dildariya şik ketê dibe wek neynika terk lêkeve, cebara wê ne mim kûn e.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE