05 juni 2017

Heşdî Şebî bi destûra Hewlêrê li Şingalê ye

Ev çend roj bûn kesên nêzî PDKê di medyaya sosyal da bi helahela û qîjeqîjeke mezin digotin Heşdî Şebî bi destûra û alîkariya PKKê û YBŞê hatiye Şingalê.
Û PKK viya li ser daxwaza Îranê dike. Hezar û yek teoriyên komployê yên din jî pêve dikirin.
Hewqasî bi cî û war dikirin ne mimkûn bû meriv jê bawer nekira.
Lê wa ye li gorî xebera malperên IPM Newsê û Sputnîkê, Heşdî Şebî ne bi destê PKKê û YBŞê, ne li ser daxwaza Îranê, di çarçeweya tifaqa nabêna Mesûd Barzanî û Heyder el Îbadî da bûye, Bexdayê û Hewlêrê di vî warî da li hev kirine.
Berdevkê wezareta hêzên pêşmerge Helgurd Hîkmet ji Sputnîkê ra gotiye ”çûna Heşdî Şebî di çarçeweya lihevkirina Bexdayê û Hewlêrê da çê bûye.”
Helgurd Hîkmet ji Sputnîkê ra gotiye:
”Çûna Heşdî Şebî ya Şingalê di netîceya hevdîtineke di nabêna serok Barzanî û serokwezîrê Îraqê Heyder el Îbadî da pêk hat. Lê belê wek hêzên pêşmerge tu tifaqeke me bi Heşdî Şebî ra çênebû.”

Bi Xwedê giş firldaq e, meriv nizane destê kê di bêrîka kê daye û kî hevalê kê ye û kî dijminê kê ye.
Derew, tazwîrat, dezînformasyon li bin guhê hev dikevin.
Heta nuha hawar hawara dost û merivên PDKê bû digotin Heşdî Şebî bi alîkariya, bi destûra PKKê û YBŞê ketiye şingalê, PKK bi destê Îranê,  Şingalê bi Heşdî Şebî dide dagirkirin.
Lê wa ye derket ortê yê destûr daye Heşdî Şebî Mesûd Barzanî ye. Ne PKKê û YBŞê, serok Barzanî bi Îbadî ra tifaq kiriye û Hşdî Şebî di çarçeweya vê tifaqa bi dizî da çûye Şingalê.
Û ev tifaqa xwe jî heta nuha eşkere nekirin, dizî girtin û ew jî ne bes e, kirin hustuyê PKKê û YBŞê.
Yanî heta nuha em xapandin.
Bi vê xeberê, bi eşkerebûna vê dezînformasyonê ez him kêfxweş bûm û him jî qeherîm.
Kêfxweş bûm, ji bo ku rastî derket ortê
Qherîm ji bo ku min jî heta nuha ji ji vê dezînformasyonê bawer kiribû.

Ako Mihemed, di nivîsa xwe ya Rûdawê da li ser dagirkirina 13 gundên kurdên êzdî ji alî Heşda Şeîbî ve û şêla hukûmeta Kurdistanê agahiyên pir girîng dane. Gava meriv van agahiyê Ako Mihemed dixwîne meriv baş fêm dike ku Heşdî Şeîbî bi destûra Hewlêrê ew der dagir kirine. 
Heger pêşmerge nehîşta Heşdî Şeibî nikanîbû wan gundan bigre. Ji xwe ew gund berî têkevin bin destê Daîşê di destê pêşmerge da bûne.
Ako Mihemed dibêje:


”Meha derbasbûyî 13  komalgeh û gundên kurdên êzidî yên navçeya Şingalê ji aliyê hêzên Heşda Şeibî ve hatine desteserkirin.
Ew komalgeh û gundên Kurdistanê beriya hatina DAIŞê di destê pêşmerge de bûn. Pirsa bê bersiv ev e, çima ji bo kontrolkirina van deveran pêşmerge neçû û Heşda Şeibî çû?
Bi taybetî jî piraniya komkujiyan li van deveran hatine kirin, herî zêde jî li gundê Koço komkujî çêbûn, ku niha di destê Heşda Şeibî de ye.”

NOT:
Xebera li ser mijarê di Sputnîkê û di IPM Newsê da heye. Ji ber ku xeber bi tirkî ne min lînkên wan neda.

XXX


Suûdî û Misrê bi emrê Trump li Qeterê xistin, bahjînî bi Tirkiyê ket. Çimkî Erdogan zane ew jî di devê topê da ye. Zû dereng ewê dor were wî jî.
Lema jî dibêjin ji vê sibehê da telefon ji ber guhê wî neketiye, heta xwe avêtiye dexlê Pûtîn jî.
Birîndar birîna xwe zane.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE