05 juni 2017

Heger hestiyê tu bavêjî ji ber da hebe kûçikê te nas neke jî ewê ji te ra dêlê li ba ke

Bira teşbîha halê me kurdan îcar hestî û kûçik be.
Gotineke pir xweş heye, dibêjin ”heger hestiyê tu bavêjî ji ber da hebe kûçikê te nas neke jî ewê ji te ra dêlê li ba ke.”
Erê rast e, hestî kûçik, pere kevir jî nerm dike…
Jiyan vê rastiyê her roj, gav û saetê nîşanî me dide.
Ji ber ku perê me kurdan tuneye kûçên ji me ra dêlê li ba dikin û li dû me dikin kûzekûz û nûzenûz jî tunene.
Û bi serê min û we, heta em nebin xwedî dewlet, yanî heta em nebin xwediyê welatê xwe û dewlemendiyên xwe perê me jî çê nabe û her wisa "kûçikên" me jî...
Çimkî welatê me, perê me, mal û milkê me ne yê  me, yên xelkê ne.
Em jî û hemû mal û milkê me jî ne yê xwe ne.
Çimkî em bindes in, em ne xwediyê azadiya xwe û wealtê xwe ne.
Her tiştê me, em jî tevê, male xelkê ne.
Û xelk jî bi perên me ji xwe ra hevalan, dostan û ”kûçikan” peyeda dikin û dû ra jî kûçikên xwe bera canê me didin.
Û heta em nebin xwedî dewlet, em nabin xwedî pere jî.
Û heta perê me çê nebe weleh kes ne dibe dost û hevalê me yê sadiq û ne jî kûçikê me.
Perê te tunebe însan nabe dostê te, hestî tunebe kûçik ji t era dêlê li ba nake..
Heger em dixwazin wek ferd jî zengîn bibin û bibin merivên xwedî îtîbar û xwediyê mal û milkê xwe, dibê dewleteke me hebe, dibê 50 milyon kurd ne bêdewlet bin.
Bêdewletiya miletekî 50 milyonî bi rastî sosireteke bêemsal û şermeke nedîtî ye, gerrek her kurd, kurdê zingîn jî û yê feqîr jî, kurdê çep û komunîst jî, kurdê dîndar û muhafezekar jî ji ber bêdewletbûna kurdan şerm bike û her roj çend caran ji xwe bipirse:
Çima dewleteke 50 milyon kurdî tuenye?
Çima 22 dewletên ereban, dewleta farisan û ya tirkan heye, çima dewleteke 50 milyon kurdî tuneye?
Gelo em kurd ji ereban, farisan û tirkan pîstir in û miletekî ne layiqê dewletê ne?
Dibê ya em bibêjin em kurd ne layiqî dewletê, azadiyê û serxwebûnê ne, em misteheqî bindestî û koletiya tirk, ereb û farisan in ya jî em vî hale xwe yê rezîl qebûl nekin û dewleteke serbixwe bixwe bikin hedefa xwe, ji bo wê xeyalan çê kin û bixebitin

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE