01 juni 2017

Ev dinya qahpik ji me kurdan ra bûye dêmarî

Ev dinya qahp ji faris, ereb û tirkan ra bûye dê û ji me kurdan ra jî bûye dêmariyeke zalim.
Felekê carê em xerab xistin, em sêwî hîştin.
Em dikin nakin, em nikanin rabin ser xwe, ji bindestiyê xelas bibin û wek miletên din bibin xwedî dewleteke serbixwe.
Li welatê xwe azad bijîn.
Dijminên me pir in, zalim û ji hovan jî hovtir in.
Ji şansê me yê tol ra hemû jî ji însaniyet û medeniyetê bêpar in.
Di sedsala 21ê da hîn hebûna m û zimanê înkar dikin, hîn nahêlin zarokên me bi zimanê xwe bixwînin.
Hîn stranan û rengan li me yasax dikin.
Hîn weka mirîşkan serê me jê dikin.
Hîn pîrekên mej i xwe ra dikin kole û li mazatan difroşin.
Vana ne miletên vê serdemê ne.
Mejuyê wan, îdeolojî û baweriyên wan hîn yên hezar, duhezar sal berê ne.
Ji bo ku tu heqê xwe ji van wahşan bistînî dibê tu zora wan bibî.
Heqdayineke bi rehetî, bi riyeke aştîyane qet nayê bîr û bala wan.
Bi zorê ketine welatê me û ser dilê me, bi zor bûne serdest û xwedî dewlet, dibê bi zorê jî werin qewirandin, riyeke din qebûl nakin.
Ev jî ne rehet e, pir in û xurt in.
Bêbavan ne di zefta me da ne.
Û dinya jî dinyayeke pûlperest e, li berjewendiyên xwe dinêre.
Û li ba neyarên me pere jî heye.
Him ji me pirtir in, him ji me zengîntir in.
Lê em bi heq û mezlûm in.
Ew neheq û zalim in.
Xurtiya me di vir da ye.
Welhasilî kelam heta em ji vî halê zelîl xelas bibin emê hîn pir bikşînin…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE