04 juni 2017

Dijmin em kurd pir nezan û belangaz hîştine.


Dimin, em nezan û belangaz hîştine ji bo ku kurd tirkan di ser xwe ra û tirkî jî ji zimanê xwe bi qîmettir bibînin,
Em nezan hîştine ji bo ku tirk kanibin bi rehetî mezinahiyê û serkutiyê li me bikin.
Ji bo kanibin rehet me îdare bikin nehîştine însanên me zimanê xwe û dîroka xwe fêr bibin.
Lema di asîmîlasyonê da israr kirine.
Çimkî kara wan di nezanî û asîmîlasyona me da heye.
Bi saya asîmîlasyonê em xwe biçûk, zimanê xwe bêqîmet û neyarên xwe mezin û zimanê wan jî bi qîmet dibînin.
Carnan ez dibînim kesên zanîngeh qedandine, tahsîl û medrese dîtine, di nav tevera kurd ya netewî da têra xwe bi nav û deng bûne, di xortaniya xwe da pêşengên tevgera xwendevanan bûne, lê belê nizanin du gotinan bi kurdî binivîsin.
Hin kes mamoste ne, doktor û nizanim çi ne, xwediyên meqamên muhîm in, di nava civatê da xwedî gotin û giranî ne, lê bawer bikin hîn nizanin bi kurdî du gotinan rast binivîsin, hîn nizanin bibêjin ”spas dikim, te pîroz dikim, te rast gotiye, nivîseke pir xweş e” ya jî  ”mala te ava be” rast binivîsin.
Gava ez rastî kurdên, nas û dostên wiha têm kîn û nefreta
min ya li hemberî bindestiya tirkan û asîmîlasyonê hinekî din jî zêde dibe.
Kurd qet jî ne kêmî ereb, faris û tirkan in, lê bindestiyê û asîmîlasyonê bi milyonan însanên me pir û pir nezan û belangaz hîştine.
Bêguman ev jî siyaseta kolonyalîzmê ye, cahil bihêle ji bo ku tu kanibî li hustuyê wî siwarbî û bi rehetî îdare bikî.
Cahil û nezan bihêle ji bo xwe ji te biçûktir û nezantir bibîne, ji bo zimanê xwe fêr nebe, ji bo ji ber kurdbûna xwe fedî bike.
Welhasilî kelam neyarên me ne tenê welatê me Kurdistan, mejiyê me jî îşxal(dagir)kirine, psîkolojiya me jî kirine psîkolojiya kesên bindest û kole… 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE