09 juni 2017

Dijberiya Tirkiyê ya referandûmê û serxwebûna kurdan ne tiştekî nuh û ecêb e

Wezareta karên derve ya Tirkiyê wek meriv texmîn dike bi şîdet li dijî biryara referandûma Kurdistana Federe derketiye û gotiye:



”Ev biryarkeke bi xeter e. Li gorî me ewê bibe sebebê xeteriyeke mezin. Siyaseta Tirkiyê ya bakurê Îraqê dibê Îraq perçe nebe û yekîtiya  Îraqê ya siyasî were parastin. Parastina yekîtiya axa  Iraqê yek ji prensîba sereke ya siyaseta Tirkiyê ya Iraqê ye. Referandûm ewê li herêmê aloziyê zêde bike…”


Ev dijberiya Tirkiyê ne nuh  û ne sirprîz e, Tirkiyê heta nuha bi dehan caran ev dîtên xwe yên antî kurd dubare kirine.
Lema jî dibê kurd li hemberî vê reaksiyona Tirkiyê ya li hemberî referandûmê û serxwebûna kurdan matmayî nemînin. Tirkiyê tenê dîtinên xwe yên hemû kurd pê zanin careke din dubare kiriye.
Mesele ev e.
Bêguman Tirkiye, Îran, Îraq û Sûriye ewê li dijî referandûmê bin, ewê li dijî serxwebûna kurdan bin.
Em bi viya zanin û ev pir ne muhîm e jî.
Ya muhîm yekîtiya kurda ye, dibê kurd bi yekîtiyeke xurt herin referandûmê; perçebûn malxerabî ye.
Di referandûmê da rêjeya ”Erê”, yanî rayên serxwebûnxwaz gerek ji sedî 90î ne kêmtir be, heta zêdetir be.
Dibê kurd îhtîmala derketina rayên li dijî serxwebûnê ji ortê rakin, bi kêmanî daxin asta mînîmûm.
Ya din jî piştgiriya derve û bi taybetî jî ya Emerîkayê ye. Emerîka piştgiriyê bide bes e, Yekîtiya Ewrûpa, Kanada û Austuralya jî ewê li pey werin.
Tabî Rûsya jî muhîm e. Şêla Rûsya ya nuha zêde ne baş e, hêvî dikim di rojên pêş da bi alî piştgiriyê da biguhere. Min digot peymana petrolê bi hukûmet aKurdistanê ra belkî şêla Rûsyayê biguhere, lê hîn ew sînyal xuya nake.
Lê çi be jî dibê kurd gavaê paş da navêjin û referandûmê çêkin.
Çêkirina referandûmê mafekî kurdên başûr yê herî rewa ye. Kurd dixwazin li welatê xwe azad bin û bi cîranên xwe ra di nava aştiyê da bijîn. Ji viya normaltir çi heye?
Bi referandûmê kurd li hember kesî herbê îlan nakin, welatê kesî jê nastînin. Ji bo pêşeroja xwe raya xwe diyar dikin.
Wek yê her miletî, mafê kurdan jî heye li welatê xwe referandûmekê çêkin û li ser pêşeroja xwe biryareke bidin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE