30 juni 2017

Emerîka dîsa got ewê alîkariya xwe ya bi YPGê ra bidomîne

Rojnamevanan ji berdevkê hêzên koalîsyona li dijî Daîşê albay Ryan Dîllon pirsîne, gotine, ”Heger Tirkiye ji reşayiyê li hemberî Efrînê bi operasyonekê bide destpêkirin, hûnê li hemberî Tirkiyê Hêzên Sûriya Demokratîk(HSDê) biparêzin ya na ?”
Albay Ryan Dîllon gotiye:
”Emê negihîjin wir. Ez naxwazim di vî warî da hin speklasyonan bikim. Emê şirîkê xwe HSDê li hemberî Daîşê li Reqayê û belkî li derên din jî biparêzin.”
Ev bersîva albay Ryan Dîllon ya bbi ”belkî” pir ne zelal û piçekî dîplomatîk be jî lê dîsa tê maneya li hemberî êrîşeke ser HSDê, YPGê, Emrîka ewê wan biparêze.
Erê Ryan Dîllon navê Tirkiyê nedaye lê ji bersîva wî wer tê fêm kirin, êrîşkar Tirkiye be jî Emerîka ewê hêzên HSDê bi tenê nehêle.
Bêguman Erdogan jî vê rastiyê zane. Lema jî çi zirtan bide xwe jî vir e, ew nikane êrîşî Efrîênê ser bike. Ji bo tiştekî wiha destûra Emerîka û heta ya Rûsa jî lazimm e.
Lê ji ber hesab û propagandeya hundur dîsa jî qala îşxala Efrînê û êrîşa ser YPGê û filan bîvan dike. Nikane tu jahrê jî belav bike.
Demagojiye, bi van fort û zirtên nasyonalîst û antî kurd, tirkan dixapîne…
Çimkî ji bo miletyê tirk ya muhîm neyartiya kurda ye, kî zêde neyarê kurda be ew ji wî hez dikin û rayên xwe didin wî.
Erdogan ev yek baş fêm kiriye, lema jî heta jê tê dixwaze Devlet Bahçeliyê faşîst derbas ke, dixwaze nîşanî tirkan bide ew ji Bahçelî pirtir diiminê kurda ye….

29 juni 2017

Heta ez sax bim ezê tim bîriya te bikim

Yilmaz(Selîm Bakaç), lawikê licî, mêrê çê, hevalê rojên giran û kurdpwerê fedekar, 5 sal di ser wefta te ra derbas bû, li vê Stockholma malikwêran bi tunebûna te, ez bi tenê me û hustuxwar im.
Min pir û pir bîriya te, bîriya sohbet û henekên te, bîriya û gotinênn te yên dobre kiriye.
Tunebûna te valahiyek xist jiyana min, heta mirinê tu kes nikane wê valahiyê dagre…
Rojên îniyan êdî kesê herim ba wî û qedeh wîskî û fîncanek qahwa tahl bide min tuneye.
Te ne zorôkên xwe tenê, bawer bikî li vê xerîbiyê te ez jî sêwî hîştim.
Tu zanî di jiyana xwe da min ji tu hevalî bi qasî ji te hez kir, ji yekî din hez nekir…
Lawikê licî, ez zanim rê ji dila diçe dila…
Ez te bi hezkirineke bêsînor û bi hesreteke bêtarîf bibîr tînim, heta ez sax bim ezê tim bîriya te bikim….

XXX

Serokê Serîhildana 1925a Şêx Seîdê kal û hemû hevalên wî di salvegera şehadeta wan da bi hurmet û bi hezkirin bibîr tînim.
Gorrên hemûyan behişt be. Ew şehîn Kurdistanê ne, ewê tim di dilê me da bijîn…
Bijî azadî û serxwebûn !
Bimre bindestî û koletî !

Bavê bi kuştina lawê xwe pir kêfxweş bûye û xwestiye govendê bigre

Ji dêlî bi kuştina lawê xwe xemgîn bibe, pir kêfxeş bûye, gotiyen ”ne ërm/eyb be ezê bikenim û govendê bigrim, sîleha min hebûya minê sê fîşek bera hewa bida” !
Oguzhan Kuçukê tirk sê roj berê li Şemzînan hat kuştin. Gava xebera kuştinê li Karamanê gihîşt malbatê, bavê wî ji dêlî bi kuştina lawê xwe xemgîn bibe, bigrî, pir kêfxweş bûye û gotiye:
"Lawê min di nobetê da şehîd bûye. Ma tiştekî ji viya xweştir heye? Ez bi viya xemgîn nabim. Heger ne şerm be ezê bikenim û govendê bigrim. Sîleha min hebûya minê ji kêfa sê fîşek(gulle) bera hewa bida.”
Ji bo ku bavek bi kuştina lawê xwe kêfxweş bibe, dibê ji însaniyeteê derketibe, dibê merivekî sadîst be.
Çi heyf neyartiya kurdan, propaganda li dijî kurdan piraniya tirkan kiriye sadîst û merivên bêhest û canawar.


28 juni 2017

Li gorî A. Gul heger kurd ji Îraqê veqetin ewê li herêmê Tofana Nûh rabe !

Serokkomarê Tirkiyê yê kevn Abdullah Gulê devşil û kuşpene, bi gotineke hîn rasttir marê kor gotiye:
”Heger Îraq perçe bibe eynî tişt ewê li welatên din jî were meydanê û li herêmê ewê şer nesekine. Lema jî nabe her kes serxwebûnê bixwaze…”
Yanî ji bo sekinandina şer dibê kurd bindest bimînin.
Lê nuha dewleta kurdan tuneye û şer dîsa heye.
Ev demagojî û rîyakarî ye.
Li gorî Abdullah Gul, tirk, faris bibin xwedî dewlet heqê wan û zirara wan nagihîje kesî.
Hebûna dewletên wan li herêmê nabe sebebê şer.
Ereb bibin xwedî 22 dewlet heqê wan e û tu îtîrazeke wî jê ra tuneye û ew kesî tehdît nakin.
Lê heger kurd bibin xwedî dewlet li herêmê ewê Tofana Nûh rabe, herderê bibe gola xwîne, însanên hev qir bikin.
Yanî dewletbûna kurdan li herêmê ewê bibe sebebê felaketeke pir mezin, kevir ewê li ser kevir nemîne, şer ewê gurr bibe…
Ne Gul tenê, hemû serok, siyasetmedarên tirk wiha dibêjin.
Lema Gul jî wek Erdogan gotiye heger kurd li Îraqê serxwebûna xwe îlan bikin nabe, ewê şer derkeve, li welatên din jî ewê eynî tiştî bixwazin.
Bi gotina ”li welatên din” qesta Gul Tirkiye ye, dibêje heger kurd li Îraqê serxwebûna xwe îlan bikin, kurdên bakur(Tirkiyê) jî ewê eynî tiştî bixwazin û ev jî nabe.
Çimkî dibê li Tirkiyê kurd tu carî ji bindestiyê xelas nebin.
Lê ne li Îraqê tenê, li Sûriyê jî Gul naxwaze kurd bibin xwedî dewlet.
Li gorî Gul, kurdên rojava erdê xelkê bi zor ji wan distînin(tu dibê belkî erdê bavê wî ye û ew jî wekîlê xelkê ye) û ”grûbên kurd yekîtiya Sûriyê tehdîd dikin û ”dewleta taybet ji xwe ra ava dikin”?
”Dewleta taybet” yanî Kurdistanê ava dikin. Li gora Gul ev jî nabe. Dibê kurd nebbin xwedî dewlet.
tiştê ecêb hin kurd hîn jî ferqekê dixin nabêna Gul û Erdogan. Di nabêna Gul û Erdogan da, di mesela kurd û Kurdistanê da bi qasî misqalekî jî ferq û cudahî tuneye, herdu jî dizên eynî neqebê ne, herdu jî eynî faşîst in û herdu jî bi qasî hev neyarên kurdan ne. Ne mimkûn e Gul tiştekî li dijî Erdogan bibêje. Armanca herduyan jî li tu beşekï Kurdistanê kurd nebin serbixwe û xwedî dewlet…


XXX

Qeyûmê belediya Bazîdê bi vireke bi boçik çerx kir
Belediya Bazîdê bi beyaneke nivîskî gotiye wan di dema çêkirina rê da bi "şaşî" (!) peykerê Ehmedê Xanî şikandine, di demek herî nêz da ewê peykerekî nuh deynin eynî ciyî.
Partiyên kurd, siyasetmedar, lîder û ronakbîrên kurd li hemberî xerakirian peykerê Ehmedê Xanï da îmtihaneke baş nedan, lê belê protestoyên kurdan yên di medyaya civakî da netîce da, dijmin mecbûr ma gav paş da avêt.
Mesela bi ”şaşî, bêhemdî” peyker şikandine vireke bi boçik e, ew peyker bêhemdî, bi şaşî nehatibû ji bo rakin bi zanetî perçeperçe kirin. Lê nuha li hemberî reaksiyonên kurdan mecbûr man biryara xwe paş da bigrin.

27 juni 2017

Tirkiye çarhawêlî Kurdistanê bi dîwaran radipiçê


Tirkiye piştî lêkirina dîwarê li ser sînorê Sûriyê, nuha jî li ser sînôrê Îranê û Ermenîstanê dîwaran û qereqolan lêdike û têlên bi dirrî dikşîne, seranserê sînor bi projektoran ronî dike.
Ji bo ku dan û stendinên kurdan baş ji hev qut bikin, ji rojavayê Kurdistanê bigre heta rojhilatê Kurdistanê yanî ji Efrînê bigre heta bi Îdirê û Qersê li seranserê Kurdistanê dîwar û qereqolan lêdikin.
Di qereqolên li ser van sînoran da ewê bi sedhezaran leşkerên xwe bi cîh dikin.
Azadbû...na kurdan faşîst û mahçirên Kafkasan û Balkanan xistiye panîkê, dikin me bixwin, tiştên anîn serê ermeniyan dikin bînin serê me jî.
Tiştê hukûmta AKPê nuha tîne serê kurdan û tedbîrên li hemberî kurdan digre ji kirinên naziyan ne kêmtir in.
Hemû mesele têkiliya kurdan ji hev qut bikin, rê li ber çûn û hatina kurdan bigrin.
Erdogan û Bahçelî bi van dîwaran Tirkiyê û Kurdistanê dikin zindaneke mezin ya servekirî.
Û helbet girtî û êsîrên wê jî kurd in.
Û bi sedhezaran leşker, polîs, cendirme, mît, ajan û cahşên kurd jî ewê bibin qerdiyanên me.
Serokqerdiyan jî Erdogan e û Bahçelî jî cîgirê wî ye.
Dawiya vê neyartiya kurdan felaketeke mezin e.
Bi qasî xuya dike hukûmet ewê bi lêkirina dîwaran jî nesekine, di rojên pêş da ewê êrîşeke mezin bibe ser kurd herêma Efrînê û deverên din.
Li gorî xeberên ji herêmê tên ev hefteyeke her roj herêma Efrînê topbaran dikin.
Belayeke bi qîr di me kurdan geriya ye, emê çawa ji vê belayê xelas bibin ez nizanim….

 

Belediya DBPê peykerê Ehmedê Xanî çêkir ya AKPê ew peyker şikand û xera kir


Belediya ”PKK”ê peykerê Ehmedê Xanî çêkir, belediya AKPê ew peyker bi zompan xera kir…
Ev e ferqa AKPê û PKKê, HDPê û DBPê…

Hin kurd gelkî li dijî belediyên HDPê, DBPê bûn, digotin vana belediyên PKKê ne, tu têkiliya wan bi kurdan û kurdayetiyê tuneye, filan û bîvan û di her fersendê da ew dixistin binê erdê…
Lê jiyan û bûyer nuha nîşan didin ku ew kes çiqasî neheq û şaş bûne…...
Belediyên DBPê, HDPê ya jî belediyên PKKê Abîdeya Merwaniyan û peykerê Ehmedê Xanî çêkirin, navên kurdî û kurdan dan park û kuçe û kolanan.
Belediyên AKPê nuha wan abîde û peykeran yek bi yek xera dikin… Yanî hemû tiştên belediyên ”PKKê” çêkiribûn, belediyên AKPê bi zorbatiyeke nedîtî ji ortê radike.
Belediyên berê yên DBPê bûn, dewletê dest danî ser hemûyan û kirin belediyên dewletê û AKPê.
Belediya DBPê li Bazîdê peykerê Ehmedê Xanî çêkir, belediya AKPê du roj berê ew peyker bi namerdî şikand.
Hemû park û abîde û peykerên belediyên DBPê ya jî belediyên PKKê çêkiribûn, dewlet nuha wan yek bi yek ji ortê radike û navên qatilên kurdan, navên irqçî dide wan.
Ew kesên digotin di nabêna HDPê, DBPê û AKPê da tu ferq tuneye nuha dibînin ferq heye ya tuneye.

XXX


Ehmedê Xanî şeref û serbilindiya miletê kurd e. Dibê em bi hev ra li şerefa xwe xwedî derkevin û heqareta lê bûye qebûl nekin.
Ehmedê Xanî evîn, ilm û îrfan fêrî kurdan kir, sembolên nemir xuliqand, fikir û hestê miletperwerîyê û yekîtiya netewî di dil û mejiyê kurdan da bi cî kir, ji kurdan ra got hûn ji gurc û ereb û tirk û ecem ne kêmtir in, gerek hûn yekîtiya xwe çêkin û dewleta xwe ava bikin.
Bêdewletî koletî ye.
Ev e Ehmedê Xanî û felsefeya wî.
Lema mahcir û faşîstên K...afkasan û Balkanan peykerê Ehmedê Xanî dişkînin.
Çimkî ji fikrên wî, ji felsefe û îdeolojiya wî ditirsin.
Lê ew çi bikin jî beyhûde ye, fikrê Ehmedê Xanî di dil û mejiyê her kurdî da şax vedaye, kûr bi cî bû ye, tu kes nikane fikira Ehmedê Xanî, bavê nasyonalîzma kurdî ji dilê kurdan derxe.

 

26 juni 2017

Leşkerên tirk roja eydiyê gorrên kurdan tarûmar kirin


Leşkerên tirk roja cejnê( eydiyê) nehîştin li Licê dê û bav û malbat herin ser gorrên(mezelên) zarokên xwe û fatîheyekê li ser gorên wan bixwînin û ruyê xwe di kevirê ber serê wan bidin.
Leşkerên hov û faşîst hemû gorrên goristana Şehîd Hêvîdar û Şehîd Amed bi çakûç û zompan xera kiribûn, perçeperçeyî kiribûn.
Ev karê naziyan e, nazî û faşîst gorrên cuhûyan tahrîb dikin.
Tirk bûne nazî û em jî ketine dewsa cuhûyan.
Wer xuya dike bi wêrankirina 12 bajarên kurdan û înfazkirian 4 hezar keç û xortên kurd dilê berpirsiyarên hukûmeta AKPê rehet nebûye, lema jî dest bi şikandina kevirên gorran û peykerê Ehmedê Xanî kirine.
Gerek ev hovîtiya dewleta tirk bi protestoya malbatan tenê nemîne, gereke hemû partî û dezgehên kurdan, hemû siyasetmedar û ronakbîrên kurd, hemû serokên kurdan li dijî vê barbariy tirkan bi hev ra û pir sert dengê xwe bilind bikin.
Dibê kurd serî li riyên huqûaî bidin.
Medyaya dinyayê, dezgehên navnetewî yên mafên însanî werin agahdarkirin.
Gerek kurd qiyametê rakin, protesto bikin, bibin meclîsê.
Ez zanim tiştek jê dernakeve lê dîsa jî dibê meriv bêdeng nemîne, miheq protesto bike.
Heta nuha tu îktîdarê hovîtiyeke wiha nekir, xerakirina peyker, abîde û gorristanan bi hukûmeta AKPê dest pê kir.
Ev tiştekî ne însanî û irqçîtiyeke bêemsal e, nazîzim e.

XXX
Gelo Rûdawê xebera şikandina peykerê Ehmedê Xanî da?
Ez lê rast nehatim. Lê geriyam min di Rûdawê da li ser bûyerê tu xeber nedît.
Ez Rûdawê û weşana vê bûyerê nake xebera yekem û ya herî muhîm protesto û şermezar dikim.
Rûdaw gelek caran axaftinên Bînalî Yildirim û Erdogan neqlen dide, lê xebera şikandina peykerê Ehmedê Xanî û li Licê wêrankirina du gorristanan ji alî leşkerên tirk ve nake nûçe.
Çi şermeke mezin e, dewleta tirk gelek kurd pûç kirine. Navî giran e warî wêran e…

XXX
Tirkan peykerê bavê nasyonalîzma kurdî Ehmedê Xanî li ber çavê 40-50 milyon kurdî hedimandiye, ev du roj in ji kurdan, ji ronakbîr, siyasetmedar û partiyên kurd, ji Kurdistana Federe, ji serok Mesûd Barzanî û serokwezîr Nêçîrvan Barzanî dengekî herî biçûk jî dernektiye.
Ev heqareta ne li kurdên bakur tenê ye, li hemû kurdan e.
Siyasetmedarê, ronakbîrê, serokê li hemberî vê heqareta tirkan ya irqçî û nemirovî bêdeng bimîne pir eyb dike.
Dibê kurdan heta nuha qiyamet rakiribûna. Siyasetmedarê, ronakbîrê, partiya li hemberî heqareteke hewqasî mezin deng neke, ewê kînga deng bike?

Tirkan peykerê Ehmedê Xanî şikandin çimkî em bindest û bêdewlet in

Miletê bêdewlet ne kane li heykelê fîlozof û şairê xwe xwedî derkeve û ne jî li gorristanên xwe.
Bêdewletî koletî ye, merivê kole ne xwediyê tu tiştî û tu mafî ye.
Yê dewletê nexwaze gerek ji xerakirina heykelê Ehmedê  Xanî û goristanan gazinan neke.

XXX
Ji ber ku ez nikanim tiştekî bi kesên heykelê Ehmedê Xanî xerakirine bikim, ez xwe wek kêzikeke di bin nigên leşkerên tirk da his dikim…
Xerakirina heykelê/peykerê Ehmedê Xanî heqaret û pîskirina hemû kurda ye, bûyereke irqçî û sûcekî li dijî însaniyetê ye.
Gerek ronakbîr û hemû partiyên kurd li hemberî vê heqareta dewleta tirk bêdeng nemînin û bi şîdet protesto bikin, dev ji meselê bernedin.
Dibê kurd vê bûyera hov û irqçî bibin dadgehan, li dewletê gilî bikin, dezgeh û medyaya dinyayê bi vê barbariya nazîst bihesînin.
Bi baweriya min ha leşkerên tirk heykelê Ehmedê Xanî xera kirine, ha bi ser çavê me kurdan da mîstine; ez bi xwe di nabênê da tu ferqê nabînim.
Dibe ku her kes wek min his nake û wek min nabîne. Lê ez bi xwe wiha dibînim û wiha his dikim, fena ku leşkerên tirk min bavêjin erdê, bi potînên xwe pê li serê min kin û dû ra ra jî bi ser min da bimîzin…
Bi rastî jî li hemberî vê heqareta tirkan ez nuha xwe hewqasî qirêt û pîsbûyî his dikim.
Û ji ber ku ez nikanim heyfa xwe bigrim, ji ber ku ez nikanim tiştekî bi kesên heykelê Ehmedê Xanî xerakirine bikim, wek însan madê min ji min digere, ez xwe wek kêzikeke di bin nigên leşkerên tirk da his dikim…
Heta em bêdewlet bin halê me ewê tim ev halê rezîl be...

XXX
Qeyûmê(mamûrê) hukûmetê yê Bazîdê heykelê Ehmedê Xanî hilweşand !
Û hîn jî kurdekî bi xîret derneketiye û ji AKPê îstîfa nekiriye.
Dibê hemû partiyên kurd,her kurdê welatparêz li Ehmedê Xanî xwedî derkeve û vê êrîşa hukûmetê ya nêjadperest û faşîzan protesto bikin.

XXX

Heta em kurd nebin xwedê dewlet tirk ewê heykelên mezinên me jî û gorristanên û şehîdên me jî xera bikin.
Û emê jî tenê pel pel li wan binêrin.

25 juni 2017

Qeyûmê hukûmetê peykerê Ehmedê Xanî jî hulşand

Qeyûmê belediya Bazîdê(mamûrê dewletê daye ser serê belediya Bazîdê) Ulaş Akhan, peykerê Ehmedê Xanî yê li parka Ehmedê Xanî xera kiriye.
Qeyûmên hukûmeta AKPê berê jî li Cizîrê peykerê(heykelê) Orhan Dogan, li Diyarbekrê Abîdeya Roboskî, li Diyarbekrê Abîdeya Medeniyeta Merwaniyan û peykerê Ahmed Arîf û li Qoserê jî peykerê Ugur Kaymazê 10 salî ku bi 13 guleyan hatibû kuştin xera kiribûn.
Helbet qeyûm bi serê xwe tiştekî wiha nake, ne mimkûn e bike. Ew bi biryar û dîrektîfa hukûmetê van peyker(heykel) û abîdeyên kurdan û sembolên kurdayetiyê û zulma dewletê xera dikin.
Çimkî li Tirkiyê rejîmeke faşîst û hukûmeteke heta hûn bixwazin antî kurd heye.
Ev hukûmeta neyarê kurdan dixwaze li Kurdistanê hemû şop û sembolên têkiliya wan bi kurdan ra heye û kurdayetiyê tîne bîra meriv ji ortê rakin.
Ji bo ku li ber çavê kurdan tu tiştekî, tu sembol û navekî girêdayî kurd û Kurdistanê ye nemîne.
Hemû parlamenter û wezîrên AKPê yên kurd, bi hezaran kurdên bûne xulamên dewleta tirk û Erdogan li hemberî van kirinên hukûmetê yên irqçî û faşîzan bêdeng in. Maneya xwe ew jî hevalên vê siyaseta AKPê ya irqçî û antî kurd in.


XXX

Serokê CHPê Kemalkilçdarogluyê tirkê Xorsanê di meşa ”Edaletê” da îşareta ”gurê boz” ya faşîstan kiriye.
Ev cara duyem e Kiliçdarogluyê tirkê Xorasanî vê îşareta faşîstan dike.
Diyar e tirkîtî dilê vî heramzadeyî rehet nake, dilê wî dibije faşîzma tirk jî.
Yê îşareta ”gurê boz” bike serokê kîjan partiyê be jî faşîstekî tirsonek 


24 juni 2017

Erdogan êdî neyartiya kurdan kiriye garantiya îktîdara xwe

Êdî  roja Erdogan gefê li kurdan nexwe tuneye.
Wa ye dîsa kurd û ”maşeyên ” kurdan yanî Emerîka bi herbê tehdît kiriye.
Lê îcar ne PYD û kurdên rojava tenê, îcar kurdên başûr(Îraq) jî pê ve kiriye, gotiye haya wan jê heye li Îraqê û li Sûriyê çi lîstik tên lîstin, filan û baîvan.
Camêr wiha gotiye:
”Haya me ji lîstikên li Sûriyê û li  Îraqê û li herêmê tên lîstin heye. Lê belê em hêvî dikin her kes ji vê rastiyê jî haydar e. Tirkiye pariyekî mezin e bi listîkên wiha nayê daqultandin. Yên wer bawer dikin ku ewê bikanibin bi lîstikên wiha welatê me teslîm bigrin şaş difikrin, emê bersîva wan li cî, di sahê da bin. Di vî warî da em xwedî biryar in. Yên çav berdane yekparetiya axa me û yekîtiya miletê me û yên ji wan ra bûne maşe û lejyonerên bibera ewê şaşiya xwe fêm bikin. Lê belê wê demê jî ewê ji bo wan pir dereng be.”
Tu dibêjî belkî tirk ji bo neyartiya kurdan bikin hene, sebebê hebûna wan ya li dinyayê neyartiya kurda ye. Wekî din tu karekî wan tuneye.
Erdogan li dinyayê bêyî kurdan ne li dijî azadbûn û dewletbûna tu miletî ye, tenê li dijî kurda ye û tenê naxwaze kurd bibin xwedî dewlet.
Her kurd êdî vê rastiyê zane û dibêne...
Îraqê û Sûriyê ji Tirkiyê ra tiştek negotiye, kesî bela xwe di Tirkiyê nedaye, kesî Tirkiye tehdît nekiriye...
Lema jî tu ”lîstik” mîstikên Erdogan eleqedar û nerehet bike tuneye.
Tiştê heye li Îraqê kurd dixwazin serxwebûna xwe îlan bikin û li Sûriyê jî li welatê xwe bibin xwedî maf û desthilat.
A tiştê Erdogan jê ra dibêje ”lîstik” û ”senaryo” ev e.
Ew naxwaze li Îraqê kurd referandmû çêkin û dû ra jî serxwebûna xwe îlan bikin. Û li Sûriyê jî ji bindetiyê rizgar bibin û îdareya welatê xwe bigrin destê xwe….
Erdogan di vê beyana xwe da dibêje heger li Îraqê kurd referandûmê çêkin û serxwebûna xwe îlan bikin û li Sûriyê jî bibin xwedî federasyon ewê mudaxele bikin, ewê kurdan jî û Emerîkayê jî poşman bikin…
Weleh yê ji beytikan bitirse garis naçîne, kurd ji gef û zirtên wiha qet natirsin. Ji piran pir, ji hidikan hindik dihere.
Kurd şer û herbê naxwazin, lê gava hinek hucûmî ser wan û welatê wan bikin, bixwazin wan bikujin û bindest bihêlin, kurdê heta dawiyê li ber xwe bidin.
Dibê Erdogan û dewleta wî jî viya baş bizanibe, ne Tirkiye tenê, kurd jî êdî ne pariyekî hewqasî biçûk in ku Erdogan kanibe daqultîne. Heger devê wî neçire jî bi kêmanî ewê di gewriya wî da bimîne û ewê gelkî poçman bibe….
Ji me gotin…

Siyaset û exlaq

Wek tê zanîn gelek tarîfên siyasetê hene. Ji van tarîfan yek jî ”sinetê îdarekirinê” ye.
Yanî meriv kane bibêje siyaset, hunerekî îdarekinê, birêvebirinê, lihevragirtinê ye.
Lê li alî din siyaset di eynî wextê da sinetê retorîk û gotina xweş e, terbiye û edeb jî.
Yanî siyaset ne bêdebî, bêterbiyetî, çeqelî, berdûşî, qebedayîtî û zirzopî ye.
Çi heyf li Tirkiyê siyaset li ba siyasetmedarên tirk wiha bûye bêedebî, çeqelî, irqçîtî û di dereceya nazîzmê da neyartiya kurdan.
Her roj kêm zêde hemû serokên tirk bi uslûbeke bêmistewa, wek sûtalên û pêxwasên kolanan, wek serokên mafyayê gefê li kurdan dixwin, gotinên pir girann ji kurdan ra dibêjin.
Li Tirkiyê siyaset ji hunera gotina xweş û îdarekirina însên derketiye, bûye hunerê bêedebî û bêterbîyetiyê û neyartiya miletê kurd.
Ev bêedebî û bêexlaqiya siyasetmedarên tirk pir hindik di me kurdan jî geriya ye, hin kurd jî ji wan fêrî bêdebî û bêterbîyetiyê bûne, ew jî wek tirkan gotinên ne xweş ji hev ra dikin.…
Erdogan heta derekê kane hin însanan bixapîne, lê belê heta û heta nikane hemû civatê, hemû însan bixapîne.

X XX

Hûn kanin hin kesan hertim û hemû însanan jî carnan bixapînin, lê belê hûn nikanin hemû însanan hertim bixapînin.
Di vî warî da numûna herî dawî û herî trajîk Fetullah Gulenê mîtoman û sextekar e.
Çira virekan tu carî heta sibê vêketî namîne, rojaek hat her kesî fêm kir û bi çavên serê xwe dît Gulen fêlbaz û mîtomanekî profesyonel e.
Eynî tişt zû dereng qedera Erdogan jî.
Ji bo ku piçekî umrê xwe dirêj bike zor daye irqçîtiyê, panturkîzmê û neyartiya kurdan.
Lê dawiya neyartiya kurdan felaket e, wiha here dawiya dawî ewê rojekê êrîşî kurdên bike û bi vî rengî cengeke pir mezin û bi xwîn bide destpêkirin…
Hemû beyanên wî îşareta vê felaketê didin...

23 juni 2017

Erdogan got ewê nehêlin kurd li Sûriyê bibin xwedî dewlet


Erdogan îro li qeza Rihayê Axceqelê di nava gelek parlamenter, siyasetmedar û bi hezaran kurdî da, di nava çepikên wan da ji hemû kurdan ra got, ”kî li pişta we be jî artêşa Tirkiyê ewê nehêle kurd li Sûriyê bibin xwedî dewlet !”
Serokê Tirkiyê Erdogan, careke din bi dengekî bilind û bi gotinên pir vekirî û fesîh got ewê nehêlin kurd li Sûriyê ji bindestiyê xelas bibin û bibin xwedî dewlet, kî li pişt me be jî ordiya Tirkiyê ewê nehêle kurd ji bindestiyê xelas bibin û dewletekê ava bikin.
Erdogan li Axceqelê emir û fermanên xwe wiha rêz kirin, got:
”Ya yekem em yek milet in. Em 80 milyon miletek in.”
Yanî kurd tunene, em mecbûr in ji xwe ra bibêjin em tirk in. Ev şertê Erdogan yê yekem e.
Dû ra jî şertên xwe yên din wiha li dû hev rêz kirine:
”Ya duyem aleke me tenê heye, ew jî ala tirk e.
Sisê, vira welatê me ye, emê nehêlin kes vî welatî perçe bike. Em li Gebarê, li Cûdî, li Tendûrekê, li Newala(besta)Bestan hene.
Çar, yek dewlet. Em bêyî Tirkiyê tu dewleteke din nas nakin.
Binêrin ez ji Axceqelê deng li we dikim, kî bi we ra be bira bi we ra be, dibê hûn baş bizanibin ordiya Tirkiyê ewê tu carî nehêle hûn li bakurê Sûriyê dewletekê ava bikin. Me ev yek ji Emrîkayê ra jî û ji welatên din ra jî got. Me got fersendê nedin, heger hûn fersendê bin rewş ewê cuda be…”
Lê hîn jî bi hezaran cahşên kurd di nava AKPê da ne û hîn jî ji Erdogan ra li çepikan dixin…
Cahşîtî însên pir bêxîret dike.
Meriv nikanibe bi dijminê xwe lê meriv pê ra nabe hevl jî, nabe şelafê wî jî.
Erdogan ewê erebên Sûriyê jî wek çete û leşkeran li hemberî kurdan bi kar bîne.
Ji xwe ji bo li hemberî kurdan bi kar bînin û demografiya Kurdistanê biguherînin du milyon ereb li herêma li Rihayê, Entabê, Wêranşar û Serêkaniyê bi cî kirine.



Çar welatên ereb ultîmatomeke 13 madeyan dan Qaterê



Li Kendavê krîza nabêna welatên ereb û Îranê her ku diçe dikûrtir û gurtir dibe.
Kuwêta nabêncîtiyê dike, ultîmatoma 13 madeyî ya çar welatên ereb, Erebîstana Suûdî, Misrê, Yekîtiya Emîratên Ereb û Bahreynê teslîmî Qetêrê kir.
Van her çar welatan lîsteyeke 13 xalan dane Qeterê û gotine dibê di nava  10 rojan da Qeter van şertên me bi cî bîne.
Ji van 13 daxwazên ji Qeterê hatine kirin çend heb ev in:
-Dibê Qeter bi Tirkiyê ra hemû peymanên xwe yên leşkerî betal bike û hemû binkeyên leşkerî yên Tirkiyê bigre û leşkerên Tirk ji Qeterê derxe.
-Dibê Qeter bi Îranê ra hemû têkilîyên xwe yên leşkerî û dîplomatîk qut bike.
-Dibê Qeter hemû alîkariyên madî yên bi Birayên Musilman(Îxwan), bi Hûsiyên Şîe yên Yêmenê, bi Daîşê û bi El Qaîdê ra qut bike.
-Dibê Qeter qanala telewîzyona El Cezîrê bigre.
-Dibê Qeter ji ber zirara daye van welatan tazmînatê bide.
-Dibê Qeter kontrolên mehane û salane qebûl bike.
Û gerek Qeter van daxwazên jor û yên din di nava 10 rojan da bi cî bîne...
Lê negotine heger Qeter van daxwazan bi cî neyne ewê çi bikin.
Wek xuya dike krîz cidî û pir mezin e û tiştên ji Qeterê hatine xwstin jî ne daxwazên henek menek in, tiştê pir muhîm in.
Berî her tiştî serî digihîje Tirkiyê jî, bi şiklekî vekirî daxwaza betalkirina hemû peymanên leşkerî yên bi Tirkiyê ra hatiye kirin.
Her wisa daxwaza qutkirina hemû têkiliyên leşkerî û dîplomatîk yên bi Îranê ra jî heye.
Qeterê heta nuha tu bersîv nedaye vê ultîmatomê.
Her wisa deng hîn ji Îranê û Tirkiyê jî derneketiye.
Ya din Îraqê çi bike, ew jî hîn ne diyar e.
Gelo Îraqê li cem Îranê cî bigre ya jî li cem Suûdî?
Di rojên pêş da kî bi kê ra ye, kî li dijî kê ye ewê baştir zelal bibe.
Lê tiştê xuya dike dijayetiya nabêna Suûdî û Îranê di rojên pêş da ewê berfirehtir û gurtir bibe.
Bi qasî xuya dike Emerîka ewê bela xwe ji Îranê veneke, îhtîmala derketina şer jî heye. Yanî îşê meeyan hinekterorîst jî zor e.
Bi rastî jî heta ev rejîma îslamî û terorîst ji ortê ranebe ne ji herêmê rehetî ne mimkûn e. Erdogan jî nuha di cepheya Îranê da ye.
Di vir da Tirkiye dîsa ket feqê, hat hemberî Emerîka û Suûdî.
Çimkî bi alîkariya bi Qeterê ra Tirkiye bûye hevalê Îranê.
Ev jî dijîyatiya Emerîka û Suûdî ye.
Tirkiye ji destpêka krîzê da ye di ser Îranê ra ambargoya li ser Qeterê qul kiriye û balafir li pey balafirê alîkariyê dişîne ji Qeterê ra.
Û ne tenê xwarin û vexwarinê dişîne, bi lez û bez leşker jî şand Qeterê. Maneya xwe di êrîşekê da dixwaze Qeterê biparêze.
Ji ultîmatomê xuya dibe Suûdî û hin welatên ereb ji vê siyaseta Erdogan pir aciz bûne û lema jî xwestine Qeter hemû peymanên leşkerî yên bi Tirkiyê ra di nava 10 rojan da betal bike û leşkerên tirk ji welatê xwe derxe.
Ev jî nîşan dide gelşa nabêna Suûdî û Tirkiyê pir cidî ye.
Bi taybetî jî hevkarîya Tirkiyê bi Îranê ra him hemû welatên ereb û him jî Emerîkayê pir nerehet dike. Erdogan ewê cezayê vê hevaltiya xwe ya bi Îranê ra bide.
Di rewşeke wiha da dibê li başûr kurd li hev bin, yekîtiya wan hebe û meclîsê di zûtirîn wextê da aktîf bikin û bi Emerîkayê ra nekevin nava dijayetiyê.
Dijayetiyên Tirkiyê bi Emerîka ra he ku diçe zêdetir û kûrtir dibe. Li Sûriyê û Îraqê ew û Emerîka  ji ber alîkariya bi kurdan û PYDê ra ne li hev in û têkiliya wan pir xerab e.
Nuha wa ye krîza Qeterê jî lê zêde bû.
Erdogan wa ye îro li Heranê dîsa kurd jî û Emerîka jî tehdît kiriye, gotiye kî li pişta we be jî emê nehêlin hûn dewletekê ava bikin. Ev tê wê maneyê ewê şerê Emerîkayê jî bikin.
Lema jî hevkariya Emerîka û kurdan ewê dom bike û têkiliyên Tirkiyê û Emerîkayê jî her ku biçe ewê xerabtir bibe.

Weleh helal bi ji xelkê ra


Face nuha ez agahdar kirim, got Znar, te îsal hevaltiya 300 kesî qebûl kiriye.
Ez nizanim min do çi xwar, şîva me ya do çi bû, xelk zane di nava salekê da çend kes bûne hevalên min.
Û vê xizmetê jî mift û belaş dikin.
Ez çiqasî şêkirdarê we bim jî hindik e, mala we hezarcarî ava be, Xwedê yekê we bike hezar.
Hûn ji însaniyetê ra xizmeteke baş û bêemsal dikin.
Û vê xizmeta belaş hûn ne tenê didin dost û hevalên xwe, hûn didin neyarên xwe jî, didin yên we dikujin jî...
Hûn, yanî mêrikê ewrûpî û xiristiyan serê xwe bi tiştê baş ra diêşîne, wext û zemanê xwe didin kar û îcadên baş.
Spas Facebook û Midsommara we jî pîroz be !

XXX
Glad Mîdsommar !
Midsommara kurdên Swêdê û dost û hevalên me yên swêdî pîroz be!
Îro li Swêd ”Mîdsommarafton” e, yanî êvara ”Mîdsommarê” ye, sibe jî ”Mîdsommardagen” e, yanî roja eydiyê ye.
Ji ”Mîdsommaraftonê” ra bi kurmancî meriv kane bibêje êvara nîvî havînê.
Mîdsommar, li Swêd eydiyeke, cejneke dînî ye, her sal di îniya nabêna 20-26 hezîranê da tê pîroz kirin.
Îro hemû dahîre girtî ne, tahtîleke resmî ye.
Gelek swêdî kincên folklorîk li xwe dikin û tûnekê wek xaçê dixemilînin û li dora wê dans dikin û distirên, kêf û şahiyê dikin, dixwun û vedixwun û stranên Mîdsommarê dibêjin.


22 juni 2017

Dogu Perînçek zalim û faşîstê Tirkiyê yê herî har e


Dogu Perînçek trajedî û rûreşiyeke tevgera çepên tirk û maoîzmê ye. Deogu Perînçek, ji serokatiya tevgereke çep(Dev-Gencê) û komunîstiyê û dû ra jî ji serokatiya hêzeke, partiyeke maoîst hat bû çeteyekî dewletê û faşîstekî neyarê kurd û Kurdistanê.
Hal û karê wî neyartiya kurdan, şelafiya dewletê û Erdogan e.
Cîgirên Erdogan, wezîrên Erdogna yên herî bêşexsiyet jî bi qasî Dogu Perînçek Erdogan naparêzin.
Bêyî ku Erdogan tenezul bike silavekê bidê û wî bike notirvanê ber deriyê xwe jî, bi dil û can abûqatiya Erdogan dike.
Perînçek, terora dewletê ya li hemberî kurdan û kesên muxalif, neheqiyên li kesên ji kar hatine avêtin û yên hatine zindankirin pir vekirî diparêze, dibêje:
”Di şerê li hemberî terorê da dibê meriv çavê xwe ji neheqiyan ra bigre, ji nedîtî va were….”
Dogu Perînçek hûqûqnas e, heta doktorê huqûqê ye, serokê tevgera çep ya 68a(Dev-Gencê) û komunîstekî bi nav û deng bû.
Lê meriv kane bibêje Perînçek îro ”li Tirkiyê merivê herî bêûjdan û herî faşîst e”, terora dewletê, neheqiyê, zulmê diparêze, dibêje kurdan(dibêje PKK û terorîstan)neheqî, zulm, zindan û îşkence heq kiriye.
Li gorî Perînçek lema jî di şerê li hemberî ”terorê û terorîstan” da gerek meriv çavên xwe ji neheqiyê ra bigre, dewletê rexne neke…
Devlet Bahçeliyê faşîst jî bi qasî Perînçek hewqasî vekirî bêqanûniyê, zulmê û neheqiyê naparêze.
Lê belê Perînçek diparêze.
Neheqiyê, îskencê, zulmê diparêze çimkî êdî ûjdan û însaniyet pê ra nemaye.
Çimkî êdî bêûjdan, faşîst û nazîstekî herî zalim û xedar e…
Perînçekê demakê  serokê tevgera xortan ya çep Dev-Gencê bû, maoîst û komunîstekî bi hêl û mêl bû, îro bûye faşîst û namerdekî dewletê zulmê û îşkencê diparêze…

21 juni 2017

Dilpakî û nefsbiçûkî carnan meriv poşman dike


Di medyaya civakî da carnan ez rastî hin kesan têm kêfa min ji nivzs û fikrê wan ra tê û vê kêfxweşiya xwe jî bi ecibandinê diyar dikim. Gava dijminatiya hêzan neke, yekîtiya kurdan bixwaze, aliyê netewî tê da xurt be diecibînim.
Ji bo teşwîqkirinê caranan pesnê wan jî didim. Dibêjim nivîseke baş e, tiştên te gotine rast e, filan û bîvan…
Lê bi taybetî jî gava nivîs bi kurdî be ez diecibînim, şirove dikim. Dixwazim bi vî hawî însanan teşwîqî kurdî bikim.
Û yên bi tirkî dinivîsin jî bi zimanekî maqûl û dostane rexne dikim, dibêjim qelema te xurt e, bi kurdî binivîse.
Ez ne merivekî qure û pozbilind im, lema jî wek min got carnan hin nivîsan diecibînim û hinê carnan jî çend gotinên pesindar li ser dinivîsim.
Lê dû ra dibînim merivê min nivîsa wî ecibandibû û pesnê wî dabû ne tu meriv e, ne hêjayî wan gotinên min e, kelekekî kurmî ye. Geh çep lê dixe, geh rast lê dixe.
Di wê nivîsê da pir maqûl e, netewî ye, lê di nivîseke din da zirzop e…
Îcar poşman dibim, dibêjim xwezî min ew gotinên pozîtîv li ser vî merivê nehêja negota.
Diyar e dibê meriv bi nivîsekê du nivîsan nexape û zû bi zû pesnê însanan nede, dû ra kuş û nehêja derdikevin îcar meriv poşman dibe…
Nêtpakî, nefsbiçûkî her tim ne rast e…


Ma kurdên hevalên dijmin çima hewqasî pir in ?

Dewleta tirk zulmeke nedîtî li me kurdan dike.
Hebûna me, zimanê me qebûl nake.
Nahêle zarokên me jî wek zarokên tirk bi zimanê dê û bavê xwe bixwînin.
Li tirkiyê di qanûnan da ne navê me heye û ne jî mafekî me yê herî biçûk heye.
Li mekteban tirkî bi zorê fêrî me dikin.
Bi darê zorê me dibin eskeriyê.
Li eskeriyê kurdan bi kurdan, birê bi birê, xalê bi xarziyê, apê bi biraziyê, pismêm bi pismêm didin kuştin.
Di cuzdanê me da ne kurd, tirk dinivîsin, me dikin tirk.
Ala me li me yazax kirine.
Navê welatê me li me yasax kirine.
Belediyên kurdan ji kurdan distînin.
Serokên belediyan dixin zinadanan.
Parlamenteran ji meclîsê davêjin, bi kortika hustiyên wan digrin dixin hefsan.
Gund û bajarên me bi tank, top û rakëtan wêran dikin.
Nahêlin siyasetmedarên me, fikrên xwe, du gotinan bibêjin, polîs şev nîvê şevan digrin ser malên wan û bi salan dizindanan da dirizînin.
Li Kurdistanê di zarokxaneyan da kurdî li zarokên kurd yasax dikin, nahêlin zarokên kurd zimanê dayika xwe fêr bibin.
Welatê me bi mayinan, bi têlan, bi dîwarên bilin perçe kirine, nahêlin kurd, malbatên merivên hev, hev û du bibînin.
Gund perçe kirin, malbat perçe kirine.
Meriv kane lîsteya vê zulmê gelkî dirêjtir bike.
Çimkî hebûna me qebûl nakin, dibêjin li Tirkiyê û Kurdistanê ”yek milet heye”, ew jî miletê tirk e. Û gerek em jî viya qebûl bikin...
Hemû kurd di bin vê zulma irqçî û faşîst da ne.
Lê dîsa jî bi milyonan kurd hevalê vê dewletê û vê rejîma nazîst û antî-kurd in.
Dîsa jî bi milyonan kurd rayên xwe didin AKPê, MHPê, CHPê û partiyên tirk yên din.
Bi milyonan însan çawa kanin hewqasî bêxîret bin û bibin heval û aşiqê celadê xwe ez qet fêm nakim !
Her kes nikane li hemberî dijmin serî hilde, ez viya fêm dikim. Lê meriv nabe hevalê dewleta hewqas zulm li meriv û li gelê meriv dike...
Welhasilî kelam min fêm nekir kurdên hevalên dijmin çima hewqasî pir in?


Tirkiye dîsa li bela xwe digere


Bi qasî ku medyaya tirk dinivîse artêşa tirk li ser sînorê nabêna Efrînê û Kilisê esker û wasiteyên zirxî bicî dike.
Ji hin bajarên Tirkiyê gelek esker, sîleh û wasiteyên zirxî sewqî ser sînorê Kilisê dike.
Van bêbavan bela xwe ji me venakin, li şer û teşxelê digerin, dixwazin provakasyonekê çêkin û bibêjin YPGê êrîşî me kiriye.
Derew, bêbextî li ba wan ji tirr û fisên tajî û kîçikan jî pirtir e.
Ez tim dibêjim heta tirk bi şer têk neçin, heta wek Seddam nakawt nebin dev ji ...kurdan bernadin.
Em çi bikin jî rehet nasekinin.
çimkî dibêjin gerek kurd li Sûriyê nebin xwedî mefekî herî biçûk jî, gerek wek berê bindest û bêmaf bimînin…
Şer ji bo me xerab e, hêvî dikim Emerîka nehêle…
Lê rica ji dijmin nabe, êrîş kirin jî kurd ewê li ber xwe bidin, heta ku vê dewleta faşîst û antî-kurd serkut bikin…

 

XXX

Însan teyrekî bêper û bêbask e...
Xoce Nisredîn(Melê Meşhûr) her şev li aliyê çepê xanima xwe radiket. Şevekê ciyê xwe guhezt, îcar çû li aliyê rastê yê xanimê ket nava nivîna. Bîstek derbas bû ji jina xwe ra got:
-Xatûn, hela tu bala xwe bide îşê Xwedê çi xerîb e, şevê çûyî van çaxan ez li kîjan alî bûm, îşev ez li kîjan alî me! Însan teyrekî bêper û bêbask e, şevekê li vî alî ye, şeva din li wî alî ye…

 

XXX
Ji me pir kuştin,
pir wenda kirin,
pir zindan kirin
Lê dîsa jî em neqediyan,
em bûn risas û bi Kurdistanê ve heliyan...
em bûn strî û ketin çavên gelekan
azadî û serxwebûn li bende me ye,
heta em xwe negihîjinê
sekin û mirin li me tuneye

Zinarê Xamo

2017-06-20

20 juni 2017

Bi veşartinê gelş ji ortê ranabin

Dihat gotin 28 dewlet, nizanim 63 dewlet piştgiriyê didin serxwebûna Kurdistanê.
Lê wa ye hêdî hêdî derdikeve ev yek ne rast bûye. Kesî soza piştgiroyê nedaye.
Wa ye Yekîtiya Ewrûpayê gotiye ew piştgiriyê nadin referandûmê û biryarên yekalî.
Wezîrê karên derve yê YE gotiye, "Yekîtiya Ewropa daxwaz ji hemû aliyên Herêma Kurdistana Iraqê dike, li dûv zemîneyeke hevbeş bigerin û saziyên demokratîk aktîv bikin. Herwiha hizir li pêkanîna hilbijartinên navxweyî bikin.”
Li vir YE eşkere dibêje ew piştgiriya referandûmê nakin.
Serfermandarê Artêşa Amerîkayê general Joseph Dunford jî di beyana xwe da tiştê nêzî Yekîtiya Ewrûpayê gotiye, wî jî gotiye dibê Hewlêr û Bexda têkevin diyalogê û gavên yekalî neyên avêtin.
Ji bo kurdan ev herdu xeber jî ne baş in, gelkî xerab in. Diyar dibe tiştê heta nuha li ser piştgiriya serxwebûnê û referandûmê hatiye gotin ne rast e.

Hin kesan ji ber vê nivîsê ez rexne kirime, gotine ez berdevkiya Emerîka û Yekîtiya Ewrûpayê dikim, ez xeberên reşkirinê belav dikim, filan û bîvan…
Min xeber ji Rûdawê girtiye. Lînka xeberê di binê nivîsê da ye.
Min derew, bêbextî û buhtan li kesî nekiriye.
Yekîtiya Ewrûpa û Serfermandarê Artêşa Amerîkayê çi gotine Rûdawê belav kiriye û min jî ji Rûdawê girtiye.
Ma veşartina rastiyê rast e ?
Ez rast nabînim. Bi nenivîsandina min rastî, şêla Emerîka û Yekîtiya Ewrûpayê nayê guhertin. Ji dêlî em doza sansorê li hev bikin, dibê em raya Yekîtiya Ewrûpayê û Emerîkayê û dinyayê biguherin, ji bo vê yekê gavên pozîtîf bavêjin.
Ew jî yekîtiya kurda ye, vekirina parlamentoyê ye. Yekîtiya Ewrûpayê jî û Emerîkayê jî ev xistiye, gotine berê yekîtiya xwe çêkin û parlamentoya xwe çalak bikin.
Bêyî avêtina van gavan referandûm jî û serxwebûn jî di tahlûkl da ye.

-Gelş:problem

Hukûmeta AKPê li zarokxaneyê kurdî yasax kir

Hukûmeta AKPê li Wanê li zarokxaneyê kurdî li zarokên kurd yasax kir
Zozan Ozgokçeyê îro keça xwe biriye zarokxaneya(kreşa)Perperokê, ji bo ku li wir qeyd bike.
Zarokxaneya Perperokê du zimanî bûye yanî bi zorokan ra him tirkî û him jî kurmancî dipeyivîn. Herdu zimanan jî fêrî zarokan dikin.
Ji Zozan Ozgokçeyê ra gotine zarokxane êdî ne duzimanî ye, kurdî rakirine, tenê tirkî ye...
Qeyûmê belediya Wanê(zilamê dewletê tayin kiriye)yanî hukûmeta AKPê kurdî li zarokên kurdan yasax kiriye.
Dewletê, ya rasttir hukûmeta AKPê, li zarokxana Perperokê ne tenê kurdî li zarokên kurdan yasax kiriye, navê zarokxanê yê kurdî jî guhertine, kirine ” Mala lênerîna rojê û kreşa belediya Wanê.”
Ez vê xeberê diyarî hemû kurdên AKPê, hemû parlamenter û wezîrên AKPê yên kurd dikim.
Lê ez zanim xîret û şexsiyet bi wan ra nemaye, lema jî ewê li hemberî vê zorbatiya hukûmeta AKPê ya irqçî û faşîst dernekevin.
Meriv ji xwe ra bibêje ez kurd im û merivekî xwedî şexsiyet im, meriv vê yasaxa hukûmetê ya neînsanî û antî-kurd qebûl nake….
Hukûmeta li zarokxaneyan kurdî li zarokên kurd yasaxa bike irqçî û faşîst e û ji bo kurdan tiştên pir xerab difikire


19 juni 2017

Min jî digot belkî ezî hînî xort im…


Min tu carî li xwe dananîye kalîtiyê, sal malan, filan û bîvanî qebûl bikim û wek kalekî klasîk bikim kuxtekuxt û ayyy û wayyy  û dilê xanimê, zarok û hevalan bi xwe bişewtînim…
Min tu carî xwe ji xurtê herî pêlewan kêmtir û kaltir nedîtiye û nabînim jî…
Min tim gotiye ez bavê Azad im, ez teslmî kalîtiyê nabim, ezê heta mirinê, heta roja herim gorrê xort bimînim, xort bijîm û wek xortan bixebitim…
Lê îşev min dît ev îş bi texmînê û bi fortan nabe…
Psîkolojîk ez kalîtiyê qebûl nekim jî beden fortan qebûl nake, rast gotgo ye, piştî nuxtakê dibêje hêdî bajo efendî…
Ez zêde dirêj nekim, ev çend şev in ez bêxew dimînim, pir dereneg radikevim û zû radbim…
Îro ji kar hatim,  piştî min şîv xwar, saet di 19.00 da min kanala 4a ya swêdî vekir û ji bo li xeberên swêdî temaşe kir…
Piştî çend deqîqeyan serê min wek yê mirîşkan ket ber min, min çiqasî li ber xwe da, xwest şiyar bimînim û di 19.30î da li xeberên Rapportê jî guhdarî bikim lê nebû, xewê zora min bir, ez teslîm girtim…
Min ji xanimê ra got ji min hetwqas û bi xatirê te…
Dengê xwe nekir, di bin çavan ra li min nêrî, fena ku bibêje na lo, tu teslîm nabî…
Min ji mecbûrî baz da nava nivînan û nuh bi xwe hesiyam. Tam 3 saetan raketim û min gelek xewnên tewşo mewşo jî dîtin…
Lê di vê nabênê da pê hesiyam ez ne Zinarê berê me, ev îş bi fortan nabe, dibê meriv hinekî realîst be…
Kalekî 67 salî nikane hukmê xortekî 27 salî bike, dil hebe jî taqet tuneye…
Welhasilî kelam carnan, lê ne her tim,  xew zora kalan jî dibe.
Wek îşev zora min bir…
Lê bi Xwedê ez teslîm nabim, ezê tim xwe xort bibînim, wek xortan bijîm û jiyana xwe li gorî wê tanzîm bikim…


XXX
Çermsorekî emerîkî gotiye:
”Ji bo ku em kanibin li vê dinyayê bijîn dibê em zimnê merivê spî fêr bibin. Lê belê ji bo ku em ji ruyê dinyayê wenda nebin û heta û hata bimînin, dibê em zimanê xwe fêr bibin.”
Camêr çiqasî rast û xweş gotiye.
Lê tiştê kalê, fîlozofê çermsor jê ditirsiya hat serê gelê wî, bi rastî ji ruyê dinyayê wenda bûn.
Çimkî zimanê xwe fêrî zarokên xwe nekirin.
Heger em kurd kanibin zarokên xwe, nifşên nuh radibin bi zimanê xwe mezin bikin, wek milet emê ji mirin û wendabûnê xelas bibin.
Û heger em viya nekin, weleh wek latîniyan emê jî bihelin û kurdî jî wek zimanê latînî ewê bibe zimanekî mirî…
Ez henekan nakim, ez qala taliya me, qala qedere li pêş me ye dikim…
Di nava van 70-80 salên dawî da herî kêm 6-7 milyon kurd heliyan bûn tirk û ev proses îro hîn bi leztir dom dike…

18 juni 2017

Hezkirina Wêranşarê çima pêxîla min bernade nizanim

Her kes wek min zû bi zû umrê xwe eşkere nake, lê ezê bikim.
Ez 67 salî me.
Heta 30 saliya xwe li Kurdistanê li Wêranşarê jiyam.
Yanî zaroktî û xortaniya min li Wêranşarê, di nava wê toz û dûmana Wêranşarê da derbas bû.
Û ev 37 sal in jî li Swêd, li Stockholmê dijîm.
Yanî 7 salên jiyana min ji ya Wêranşarê bêtir li Stockholmê derbas bûn.
Lê hîn jî ez Swêd bi qasî Kurdistanê welatê xwe û Stockholmê jî bi qasî Wêranşarê bajarê xwe nabînim.
Ez tu carî nabim Stockholmî, ezê tim wêranşarî bim û wêranşarî bimrim...
Ne ku ez ji Swêd û ji Stockholmê hez nakim.
Na, ez ji Swêd jî û ji Stockholmê jî pir hez dikim.
Swêd di roja teng da ez û zarokên min hewand û ji m, ez tu carî nabêjim ez e ra bû star. Dest da ber min, kar û îmkan da min.
Gelek tiştên baş fêrî min kir.
Nehîşt ez têkevim destê Tirkiyê.
Cezayê muebetê li ser min hebû, Swêd ez teslîm nekirim û nehîşt ez hemû jiyna xwe di zindanê da derbas bikim, di zindanên Tirkiyê da bimrim.
Lema jî ez çiqasî spasdarê Swêd bim jî hindik e, ew welatê min yê duyem e, ew stara min ya rojên teng e.
Lê nizanim çima, evîn û hezkirina Kurdistanê û Wêranaşarê di dilê min da dîsa jî ji ya Swêd û Stockholmê xurttir e.
Çima wiha ye ez nizanim, lê wiha ye…
Ez ketime nabêna xelîl û celîl...
Esas Wêranşara min li pey xwe hîşt nemaye, hin fragmentên li vir û li wir mane...
Êdî ne ez Wêranşara xwe nas dikim û ne jî ew min.
Wê zû da ye ez bir kîrime.
Lê ez dikim nakim, ez wê ji bîr nakim.
Piraniya bîranînên min yê xweş li Wêranşarê ne, ew tu carî ji bîra min naçin.
Ştockholm şekir e, welat şîrîntir e...
Xwezî welatê min jî wek Swêd azad û serbixwe bûya.

XXX
Kurtêlxurekî bi navê ”Cemil Xalis” dev avêtiye ji min da, gotiye ez ne welatparêzim, ez li dijî Barzanî me, ez dixwazim cahşên 68an çêkim filan û bîvan.
Ez wer texmîn dikim nav sexte ye, însanê bi navê sexte ji xelkê ra xeberan bide him pir bêexlaq e û him jî tirsonek e.
Meriv nikane xwe ber teqala her sûtalî xe.
Yê camêr be û ji xwe fedî bike di bin xêliya naznavên sexte da gotinên ne xweş ji xelkê ra nabêje…


De were nebe heyran û sewdaliyê vê stranê !


Ez bawer nakim ev edebiyata gelêrî li dinyayê li ba miletekî din hebe.
Nivîskarê erotîzmê, şairê herî bi nav û deng, muzîsyenên profesyonel jî nikanin straneke hewqasî û erotîk û xweş binivîsin.
Mustewa erotîzma di muzîka û edebiyata kurdî ya gelêrî da pir bilind e, bêemsal e….
Fermo bixwînin û di muzîka kurdî da huner bibînin…
Ez bawer dikim ya/yê ev stran gotiye ji Wêranşarê, ji Qerejdaxê ye. Çimkî bulxurê Tata û birinca Qerejdaxê îkramî delaliyê xwe dike. Tat li Wêranşarê nabêna herdu çeman(circiban)dijîn û Qerejdax jî ji xwe diyar e.
Ya din devok jî gelkî dişibe devoka Qerejdaxê…

Erê lo lo ...
Mêvanê bavê min o lo...
Lo lo mêvano, mêvanê mala bavê min rebenê çiqas pirr ezîz e
Ez nizanim çi lîyaq e çi caîz e
Ezê jê ra bibim bilxurê Tata, birinca Qerejdaxê
Qelîya heytika, dûvê yemlika û bi ser de berjêrkim devê hîz e
Eger qinyata mêvanê mala bavê min rebenê pê nehat
Taximê sîng û berê min qozaxê nala cotik gûz e
Ezê ji melê mixurbê heta meşrîqa sibê
Bavêm navbeyna desta, bila nala gedekê şirmê ji xwe ra pê bilîze, lo lo
Mêvanê bavê min'o lo lo
Lo lo lo...
Mêvanê bavê min'o lo lo
Lo lo mêvano ser sera û ser çavan o
Bejna min zirav e şitlek dara ter e
Eman fîkîna bayê berû lê tê nerm digere
Ez bi heyrana serê te bim were şivanîyê neke, li çolê negere
Were li mala bavê min rûnê, çaya xwe vexwe, cixareka xwe di ber re
Ezê jî carna li devê odê herim verim, di ser pîyê xwe yê rastê re li min binêre, lo lo lo
Mêvanê bavê mino loooo....

Not:
Min stran ji malpera Kejê Aslan girt.


Li Stockholma xopan ger û seyraneke xweş

Ev çend roj in lawikê me yê mezin Azad ji bajarê Lundê hatiye ziyareta me.
Do em bi malbatî, ez û xanim û hersê xort(Azad, Serhat, Rojen) çûn bajêr, aliyê başûrê Stocholmê.
Berê em çûn aşxana Eywanê, me şîva xe li wir xwar, zikê xwe têr kir.
Eywan, aşxaneya hevalekî me yê swêregî ye, nuh vekiriye, ev cara pêşî bû ez diçûmê.
Mala xwediyê aşxanê Hikmet ava be, xwarineke, mikseke pir xweş da me.
Pîrzole(kotlet) û kibabawî eynî di devê meriv da diheliye. Me pir eciband û min spasî hoste kir.
Îcar ji bo em xwarinê û peqlaweya me xwaribû li xwe biferikînin, me berê xwe da parka Skinnarvikê û çiyayê Skinnarvik û ji wir jî berbî Mariabergetê(çiyayê Mariaberget).
Ev 37 sal in li Stockholmê dijîm û di destpêka salên 1980î da çend salan jî mekeza Federasyona me û redaksiyona kovara Berbangê li wir bû. Ez her roj li wir bûm. Lê min ev aliyê taxê yê ser çiyê û li bahrê dinêre qet nedîtibû.
Hevalên me yên ji zûda bû li Stockholmê bûn û li gorî me hinekî çavvkirî bûn, mesela Keya Îzol, lê wan jî rojekê em nebirin li wan deran negerandin.
Welasil xêra Azad, me do ew tax, kuçe û avahiyên tarîxî bi zewq û matmayineke mezin dîtin.
Skinnarviksberget(çiyayê Skînnarvik) li Stockholmê li taxa Sodermalmê ye û beşekî parka Skinnarvik e.
53 mîtroyî di ser bahrê ra ye.
Çiyayê Skinnarvik di nava Stockholmê da nuxteya herî bilind û herî populere.
Herêmeke ziyaretgeha turîsta ye. Turîstê tê Stockholmê miheqeq dihere derdikeve ser çiyayê Skinnarvik, li tax û kuçeyên tarîxî yên li ser Skinnarvik ava bûne, li kuçeyên Mariabergetê(çiyayê Mariaberget)digere.
Gava meriv derdikeve ser qotê herî bilind, hemû Stockholm bi wê delaliya xwe ya muhteşem tê ber nigê meriv. Dîmenekî meriv dibe heyran û li hember devê meriv ji hev dihere.
Îcar ciyê ger û seyranê ne nuxteyek tenê ye, seranserê kêleka çiyê di ser wê newala kûr ra(50 mîtro ye) kirine rê û ciyên rûniştinê, însan bi klîmetroyan li ser wî çiyayî, di ser wê newala kûr ra li Stockholmê, li çûna ava ya rojê temaşe dike.
Bi xêra Azad, do me jî ew xweşikayî dît û em jî wê kêf û zewqê jiyan.
Ji nuha û pê da kîjan mîvanê min were ezê miheqeq bibin derxim ser çiyayê Skinnarvik û Marîaberget û wî/wan li wan kuçe û kolanên tarîxî û xweşik bigerînim, ji bo ku bibînin xelkê hezar sal berê çi der, çi xanî, qesir û qonax ava kirine.
Li alî din gava ez li welatên xelkê derên wiha xweş û debdebe dibînim dilê min bi halê me kurdan dişewite, perîşanî û rebeniya me, halê me yê rezîl, bindestiya me tê bîra û ber çavê min.
Piştî swêdiyên van avahiyên muhteşem avakirine bi hezar salî jî bi milyonan kurd hîn di holik û koxên mirîşkan da dijîn.
Yanî refah û pêşketina xelkê kêf û zewqekeê bide min jî, li aliyê din min xemgîn dike.
Bêguman sebebê vê bindestiyê bêdewletî ye, heger me kurdan jî wek Swêdiyan hezar sal berê dewletek ava kiribûya û nuha em jî xwedî dewlet bûna, nuha em jî ne di kox û holikan da, wek wan di van xanîyên tarîxî, qesir û qonaxan da dijiyan û ji çarhawêlî dinyayê turîstê bihatana dîtin û seyrana bajarên me jî…
Heta em nebin xwedî dewlet emê tu carî wek swêdiyekî serbilind, bextewar û dilşa nebin.
Çimkî ne mimkûn e merivên bindet û kole wek merivên azad û xwedî welat û dewlet serbilind û bextewar bin…
Kurdê xwe wek swêdî û almanekî serbilind û bextewar bibîne ya bêxîret e ya jî kêmaqil e…
är ett bergsparti på Södermalm i Stockholm och en del av Skinnarviksparken. Med sina 53 meter över havet är berget den högsta naturliga punkten innanför tullarna och bjuder på en grandios utsikt över 


17 juni 2017

Sebebê serneketina me serok û rêberên me ne

Gava meriv derket rêwîtiyekê dibê li gorî wê rêwîtiyê xwe baş hazir bike. Dema xwe baş hazir neke bi rê da kane jê ra gelek gelş û serêşî çê bibin.
Kurdên başûr dikin rêwîtiyekê bikin lê hîn berî bi rê kevin gelşên wan dest pê kir.
Derketina van gelş û minaqeşeyan belî bû, çimkî bingeh baş nehatiye avakirin, di nabêna rêwiyan da tifaq û yekîtî tuneye, bingehên siyasî û huqûqî ne saxlem in.
Siyasetmedarên me ne jêhatî ne...
Tuxtorê  nezan bi teşxîs û dermanê xwe yê şaş dibe sebebê canê meriv , siyasetmedarê  nezan jî  bi siyaseta xwe ya şaş dibe sebebê tevliheviyê, teşxeleyê û serneketina meriv.
Sebebê tevliheviya îro li Kurdistana başûr û bakur heye siyasetmedarên nezan in, bi siyaseta xwe ya şaş bûne sebebê serneketina kurdan…

XXX
Xelatgirê Nobelê yê kîmyayê Prof. Dr. Aziz Sancarê ereb, lê panturkîstê faşîst li ser ilim û dîn gotiye:
”Ez musilman im û viya jî li her derê dibêjim. Bi musilmatiya xwe jî îftîxar dikim. Li Tirkiyê minaqaşeyên evolutionê yanî guhertina gav bi gav, hêdî hêdî ez pir xemgîn kirim. Gelek gelşên Tirkiyê hene. Ez baweriyê bi Xwedê tînim, yê bixwaze bi evolutionê bawer dike, yê nexwaze bawer nake…”
Wek gelek tiştî alimên tirkan jî ne temam in. Mêrik xwedêgiravî kîmyager e, ji bîyokîmyayê Xelata Nobelê girtiye lê minaqaeyên li ser evolutionê wî xemgîn dike….

XXX

Cîgirê serokê grûba HDPê Ahmed Yildirim, di beyana xwe ya Kurdistan 24ê ra gotiye, ”em bêyî ema, feqet, bêyî şert û merc” piştgirya referandûma serxwebûna Kurdistanê dikin.
Gerek kurd tifaqê, vekirina meclîsê bixwezin, lê belê wiha bibêjin…

Çima te ji kurdan ra jî EDALET nexwest ?


Yê tirk piştî têr lêdan xwar hişê wî hat serî û got, ”Gerek di serî da me nehîşta li keşe xe.”Gerek CHPê nehîşta HDPê lêdanê bixwe.
Piştî faşîst û îslamîstan cî li kemalîstan teng kir HDP ket bîra wan. Wan digot belkî Erdogan ewê kurdan tenê têxe qodesê, ewê dest nede CHPê.
Lema jî CHPê bi AKPê û MHPê ra, Kiliçdaroglu bi Bînalî û Bahçelî ra îmunîtêya, (miafiyeta, dokunulmazliga)parlamenterên HDPê rakir. Nuha jî dor hatiye wan, îcar qareqara Kiliçdaroglu ye û ”edaletê”dixwaze !
Baş e çima te ji kurdan ra EDALET nexwest?
Tirk, hemû partiyên wan, hemû serokên wan, tu carî naxwazin edalet ji kurdan ra jî hebe…
Hin kurd pir dixwazin herin bibin dûvikê CHPê û Kiliçdarogluyê heramzade. Lê belkî Kiliçdaroglu hevaltiya kurdan qebûl jî neke; çimkî heramzadeyekî hewqasî antî-kurd e...
Ez dibêjim gerek kurd piştgiriyê nedin CHPê, tu ferqeke CHPê û Kiliçdaroglu ji AKPê tuneye. Bi rayên CHPê mebûsên HDPê ketin hefsê. Kiliçdaroglu got yê piştgiriyê bide HDP û gilînameya HDPê îmze bike ewê ji partiyê bavêje.

XXX
”Bismila bismila, pisikekê li pişt we za !”
Ez nuha ji Egît Yariyus biwêjeke(îdyûmeke)kurdî ya pir xweş fêr bûm. Ji bo ku kes alîkariya Emerîka ya bi kurdên binxetê ra dike û dostiya di nabêna Trump û Salih û Muslim da çavînokî neke gotiye, ”bismila bismila, pisikekê li pişt we za !”
Yaho van kurdan çi tiştên xweş gotine, ji bo meriv felsefeya kûr ya vê gotinê ji hev derxe herî kêm dibê meriv ilmê donzde fîlozofên klasîk heft caran xitim kiribe.


16 juni 2017

Li hemberî biryara mahkima Emerîkayê Erdogan şeqizî




Mahkimeyeke Emerîkayê biryara girtina 12 polîsên paşmêrên Erdogan da

Di orta meha gulanê, di dema ziyareta Erdona ya Emerîkayê da kurdan li pêş seferata Tirkiyê ya Washintonê bi rengekî aştiyane Erdgoan protesto kiribûn....
Polîsên Erdgaon û birrek tirk êrîşî kurdan kirin û gelek kes giran birîndar kirin.
Polîsên xwestin êrîşkaran rawestinîn jî nesîbê xwe ji êrîşên polîsên tirk û çeteyên Erdogan girtin, bi kurdan ra çend polîsên emerîkî jî birîndar bûn.
Êrîşê di medyaya emerîkî da olaneke mezin da, bi rojan li ser bûyerê nivîsîn.
Tirkiye him bi resmî û him jî di medyayê da hat rexnekirin.
Mahkimê do biryara girtina 18 kesan da. Ji van 18 kesan 12 polîsên Erdogan in.
Ne mimkûn e meriv ji vê biryara mahkima Washingtonê ra nebêje her bijî û jê ra li çepikan nexe…
Dibê meriv Emerîka û sîstema wê ya dadê, huqûqê, edaletê, parastina mafê azadiyê teqdîr bike, êrîşkar, zalim, sûcdar û zorba efû nekirin...
Her bijî !
Ev ne cara pêşî ye zilam û polîsên Erdotan êrîşî kurdan dikin. Heta nuha çend caran êrîşî kurdan kirine. Nahêlin kurd li Ewrûpayê jî mafê xwe yê demokratîk yê meş û protestoyê bikar bînin.
Gava kurd protesto dikin, êrîşî kurdan dikin.
Û hertim jî ji wan ra dimîne.
Lema jî mêrikan çavsorî û stûr bûne, li Emerîkayê jî eynî tişt kirin.
Lê Emerîka ne Ewrûpa ye, lema jî ev zorbatiya Tirkiyê efû nekir û emrê girtina 12 polîsên tirk da .
Serokê belediya Washingtonê Muriel Bowser û mudûrê emniyeta Washingtonê Peter Newsham bi hev ra civîneke çapemeniyê li dar xistin. Di civînê da Bowser û Newshamn gotin, 18 kes tevî bûyeran bûne û di heqê 14 kesan da biryara girtinê heye. Ji van 14 kesan 12 heb polîsên parêzvanên Erdgoan in.
Boswer got:
”Ev bûyer heqareteke li nirxên me washingtoniyan û emerîkiyan bû û êrîşkariyeke ser xala yekê ya qanûna esasî jî bû. Xala yekê mafê civîn û protestoyên aştiyane dide me.”
Li gorî medyaya tirk dinivîse du êrîşkarên siwîl(Sînan Nrîn, Eyup Yildirim) jî roja çarşemiyê li Emerîkayê girtin û avêtin hefsê.
Li hemberî biryara mahkima Washingtonê Erdogan şeqizî ye, diyar bû tiştekî wiha qet nedipa.
Lê ev edaleta Emerîkayê ye, ji kesî perwa nake û ji kesî jî emir nagire…

 

15 juni 2017

Cepheya Tirkmen ji ber hildana ala Kurdistanê li kurdan gilî kir

Cepheya Tirkmen dixwaze ala Kurdistanê li Kerkûkê were yasaaxkirin
Pên(5)parlamenterên Cepheya Tirkmen ji ber ku li Kerkûkê ala Kurdistanê li dahîreyên resmî tê hildan li Bexdayê li mahkimê li serokê Meclîsa Kerkûkê Rêbwar Talabanî gilî kirine.
Li gorî pênc parlamenterên Cepheya Tirkmen, li Kerkûkê di dahîreyên resmî da bidardekirina ala Kurdistanê sûc e, tiştekî bêqanûnî ye û lema jî dibê bi biryara mahkimê were yasaxkirin.
Ala Îraqê û ereban bi tirkan û tirkmenan xweş e, ne Tirkiye û ne jî tirkmen li dijî ala Îraqê ne, lê ala Kurdistanê bi wan pir tahl e, gerek li Kerkûkê neyê hildan.
Helbet di viya da tiliya Tirkiyê heye, Tirkiye pîncên xwe pîj dike. Ne fêsadiya Tirkiyê be tirkmen neyartiya kurdan nakin. Yê tirkmenan li hemberî kurdan pîj dike Tirkiye ye. Ji tirkmenan bêtir Tirkiye li dijî serxwebûna kurd ye.
Û Tirkiye viya her roj vekirî diêje.
Tirkiye li Sûriyê jî li hemberî kurdan eynî siyasta neyartiyê dimeşîne.
Lê heger kurdên başûr berî referndûmê yekîtiya xweçêkin Tirkiye nikane tiştekî jî bike. Lê heger PDK û Goran li hev nekin a wê çaxê Tirkiye kane tirkmenan jî û hin hêzên din jî bi kar bîne. Sebebê vê rewşa aloz û teşexela heyî jî PDK û Barzanî ye, siyaseta Barzanî ya şaş li başûr ev tevlihevî peyda kiriye.
Tirkmen jî ji vê bêtifaqiya kurdan cesaretê digrin...

Gerek em xwe tevî şerê tirkan nekin


Gerek kurd xwe tevî şerê tirkan nekin, heger em têkevin nabêna wan, herdu serî ewê dev ji şerê hev berdin û bi hev ra li me xin…

 

Mahkima Erdogan 25 sal ceza li parlamenterê CHPê Enîs Berberoglu birî.
Bêguman biryareke siyasî ye, tu têkiliya wê bi huqûq edaltê ra tuneye.
Ji xwe li Tirkiyê nuha herfa ”h”ya huqûqê jî tuneye. Lema jî her tişt mimkûn e.
Hin kurd ji bo Berberoglu xwe dirûçikînin.
Şaş e, şerê siyasetmedar û partiyên tirk şerê dê û dotê ye, ne rast e em kurd xwe tevê kin û bibin hevlê yekî.
Emê bibin mêrikê xerab.
Ji bo me kurdan herdu serî jï wek hev in, herdu serî jî dixwazin li ser koka me rûnin.
Ma dema kurd bi hev dikevin tirk xwe tevê dikin, şûrê hinekan dişînin?
Na, nakin.
Ma Berberoglu li dijî êsîrgirtina parlamenterên kurd derket?
Ma Berberoglu li dijî wêrnakirina bajarên kurdan û înfazkirina bi hezaran kurdî derket?
Na, ne ew û ne jî partiya wî dengê xwe nekirin, heta piştgirî dan terora hukûmeta AKPê.
Nuha dora wan e.
Ev îş wiha ye, dinya bi dor e…
Kemalîst ”demokrasiyê”, ”azadiyê, heq û huqûq” tenê ji bo xwe dixwazin, qebûl dikin tu mafekî kurdan tunebe, qebûl dikin heq, huqûq ji bo kurdan tunebe, zulm li kurdan bibe û kurd werin girtin û kuştin.
Îslamîstên tirk jî eynî tiştî diparêzin û dikin…
Yanî tu ferq di nabêna wan da tuneye.
Gerek kurd xwe tevî şerê tirkan nekin, em têkevin nabêna wan herdu serî ewê dev ji şerê hev berdin û bi hev ra li me xin…

14 juni 2017

Kêfxweşiya min pir kin ajot

Rûdawê do xeberek belav kir, got PDKê û Goranê û Komela Îslamî li ser aktîfkirina meclîsê li hev kirine û di demeke kin da meclîs ewê dest bi xebata xwe bike.
Wek her kurdî, ez jî bi vê xberê pir dilşa bûm û min xeber wek mizgîniyeke xêrê dît û lihevhatin pîroz kir.
Lê vê dilşadiya min 24 saet jî najot, bû umrê pinpinîkê, derket ortê tu li hevkirin filan û filan û bîvan hîn tuneye.
Li gorî  xebera lihevkirin çênebûye.
Tiştê meriv fêm dike, PDKê û YNKê li ser pêşniyarekê li hev kirine û ew pêşniyar birine ji Goranê û Komeleya Îslamî ra. Goran û Komela Îslamî pêşniyar red kirine.
Berdevkê Tevgera Goran Şoreş Hacî, bi daxuyaniyekê gotiye ew şertê guhertina serokê parlamentoyê qebûl nakin.
Li gorî pêşniyara PDKê û YNKê, civîna pêşî ya meclîsê ewê di bin serokatiya serokê meclîsê yê nuha Yûsif Mihemed da were çêkirin û dû ra dibê Goran wî biguhere û serokekî din têxe dewsa wî.
Goranê û Komela Îslamî ev pêşniyar red kirine, dibêjin em vî şertê PDKê qebûl nakin.
Îşê me kurdan pir zor e. 50 milyon kurd heta nuha bêdewlet ne bêsebeb e. Ji bo meriv bibe xwedî dewlet dibê meriv berê bibe milet, hestên, şiûrên miletbûnê li ba meriv pir xurt be û di ser hemû berjewendiyan ra be.
Bi qasî em dibînin ev proses li ba kurdan hîn temam nebûye…
Mixabin wer xuya dike….

Goran û PDK li hev hatin !


Çavê me ronî be, ser xêrê be, Goran û PDK li hev hatin !
Li gorî Rûdaw dinivîse PDKê û Goranê li ser aktîfkirina meclîsê li hev kirine û di demeke nêz da meclîs ewê vebe, parlamenterên Goranê ewê vegerin nava hukûmetê û civîna pêşî jî ewê di bin serokatiya serokê nuha Yûsif Mihemed da vere çêkirin. Dû ra Goran ewê serokekî nuh bidin dewsa Yûsif Mihemed.
Bi derengî be jî bi vê xeberê pir kêfxweş bûm. PDKê biryareke rast girtiye, wekî din rê tuneye. Çare, riya herî rast lihevkirin û kompro...mîs e. Kurdên başûr îro ji her demê bêtir motajê hevakriyê û tifaqê ne.
Îro ne roja berberî û bêtifaqiyê ye. Ji bo referandûm bi serfirazî derbas bibe û dû ra jî kurd bikanibin serxwebûna xwe îlan bikin, tifaq û yekîtîya netewî şert e, ew nebe nabe…
Tifaq û yekîtî tunebe dunya jî piştgiriyê nake, şertê piştgiriya derve jî yekîtiya netewî ye.
Ev biryara xêrê li me hemûyan pîroz be….


Erdogan: Heger ne destega Tirkiyê û Qeterê bûya liberxwedana muxalifên Sûriyê li hemberî rejîma Esed ne mimkûn bû




Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, do di axaftina grûba AKPê ya meclîsê da li ser şerê Sûriyê îtîrafeke mezin û tarîxî kiriye, gotiye:
”Heger ne destega Tirkiyê û Qeterê bûya liberxwedana muxalifên Sûriyê li hemberî rejîma Sûrî ya zalim ne mimkûn bû.”
Ev gotinên Erdogan tê maneya Tirkiyê û Qeterê şerê Sûriyê derxist, me bi Qeterê ra Sûrî tevlihev kir, em ...û Qeter bûn sebebê wêrankirina Sûriyê, kuştina 400 hezar însanî li dora 5-6 milyona jî koçber.
Ev rastî êdî ne îdîa, ne buhtan, îtîrafa Erdogan bi xwe ye…
Deng û metnê axaftina wê di ”Cumhuriyet TV” da heye. Yê bixwaze kanel ê guhdarî bike.

XXX
Waliyê Diyarbekrê afîşê bi kurmancî û zazakî yasax kir

Li Diyarbekrê Belediya Baglara afîşekî remezanê bi tirkî, kurmancî û zazakî çêkiriye.
Li ser afîş bi tirkî, kurmancî û zazakî dibêje ”meha remezanê pîroz be!”


Ji ber ku afîş bi kurmancî û zazakî ye waliyê Diyarbekrê afîş dane topkirin.
Yanî kurd êdî nikanin li Diyarbekrê afîşekî bi kurmancî jî li panoyan xin.
Û hin kurdên bêar hîn jî bi vê hukûmetê ra ne û hîn jî pesnê wê didin…

13 juni 2017

Referandûm mafekî kurdan yê demokratîk û netewî ye


Serokê Konseya Koma Civakên Kurdistanê (KCKê) Cemîl Bayik, li ser referandûma ji bo serxwebûna Kurdistana başûr do di bernemeya telewîzyona News Channalê da gotiye, ”referandûm mafekî gelê kurd yê demokratîk û gerek tu kes li dijî wê dernekeve.”
Bravo, dibê her kurd viya bibêje û biparêze.
Ev şêla KCKê/PKKê bê guman meriv kêfxweş dike.
Yê kurd be, netewî be li dijï vî mafê kurdan yê rewa û demokratîk dernayê.
Berî her tiştî dibê meriv referandûmê wek mafekî kurdan yê rewa, netewî û demokratîk bibîne û piştgiriyê bidê.
Û ya din jî ji bo ku ji referandûmê bi ekseriyeteke mezin erê, yanî daxwaza serxwebûnê derkeve, dibê di zûtirên wextê da meclîs vebe û hukûmet û parlamento dest bi xebata xwe bike.
Nabe kurd bi parlamentoyeke girtî herin referandûmê.
Bi van gelşên heyî ra, bi vê bêtifaqiya di nabêna kurdan da çûna referandûmê ne rast e, kane rêjeya dengan kêm bike.
Û ev jî pir xerab e, gerek kurd vê tahlûkê ji ortê rakin.
Ev jî bi tifaqa nabêna hêzan û bi aktîfkirian meclîsê dibe.
Dibê miheqeq PDK gelşên nabêna xwe û Goranê çareser bike û parlamentoyê heta referandûmê girtî nehêle, aktîf bike.
Dibê hemû kurd, kurdên beşên din jî ji hêzên başûr, ji PDKê û Goranê yekîtiyê bixwazin û ji bo vê yekê zorê bidin ser wan..

Ji tirkan ra masîyan digrin ji kurdan ra kûysiyan jî nagrin


Di her warê jiyanê da, di beşê edebiyatê, dîrokî, felsefê û her wekî din da kurdan bi tirkî bi hezaran kitêb, meqala, şiîr, roman, çîrok û li ser gelek mijar û babetên din gelek tişt nivîsîne.
Û hîn jî dinivîsin.
Heger ne ev nivîs û berhemên kurdan bûna nuha ziman û edebiyata tirkî pir û pir feqîrtir bû.
Alim, edîb, dîrokzan, fîlozof, rojnamevan, şair, romancî, welhasilî kelam kurdan di her warî da bi mejuyê xwe, bi dilê xwe û bi qelema xwe ziman û lîteratûra tirkî zingîn kirin û ya kurdî jî feqîr hîştin.
Meriv kane bibêje wan ji tirkan ra masî girtin, ji kurdan ra jî bira kûsî li wir bimîne, kurm û kêzik jî negirtin...
Ez tu nifirê li wan nakim, tenê dibêjim Xwedê tirkî li ber çavên yên sax reş bike û kurdî jî şîrîn.

XXX
Her tişt bi hebûna fikir û hedefekê dest pê dike, berê dibê hedefeke meriv hebe û dû ra ji bo wê hedefê, wê armancê têkeve rê.
Fikrê min, îdeolojiya min, hedefa min, xeyala min avakirina, dîtina dewleteke kurd e, Kurdistaneke serbixwe ye.
Ez dixwazim zarokên min, neviyên min, nifşên li pey min radibin, ew jî weka min ne bêdewlet bin û êş û jana bindestiyê nekşînin, bi psîkolojiya merivên bindest û bêwelat mezin nebin.
Kurdê di serî wî da fikrê, xeyala Kurdistaneke serbixwe, dewleteke kurd tunebe ew kurdekî qelp e, bêxîret e, ji bindestiya xwe memnûn e, dixwaze koleyê tirkan bimîne…

 

12 juni 2017

YNKê Ala Talebanî bêceza nehîşt


Polîtbûroya Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNKê), serokatiya Koma YNKê ya Parlamentoya Iraqê ji Ala Talebanî stend.
Li gorî beyana nivîskî ya Polîtbûroya YNKê ya îro, Ala talebanî bi biryara polîtbûroyê ji serokatiya Koma YNKê ya Parlamentoya Iraqê hatiye bi dûrxistin.
Ala Talabanî di meclîsa Îraqê seroka koma YNKê bû.
Ala Talebanî, di bernameya kaneleke erebî ya nêzikî Nûrî Malîkî da gotibû:
”Malbata Talabanî bi eslê xwe ji bera Benî Esed e. Benî Esed jî eşîreke erebên şîe ye. Lema jî hin parlamenterên ji eşîra Benî Esed ji min ra dibêjin hûn malbata mamê me ne.”
Ev gotin jî tê maneya Celal Talebanî ne kurd in.
Dû ra gotin Ala Talebanî tam wiha negotiye, gotiye hin ereb wiha dibêjin û lema jî parlamenterên ji eşîra Binî Esed ji min ra dibêjin “hûn malbata mamê me ne.”
Lê heger wisa be jî dibê Ala Talebanî bersîva vê îdîdî beradayî bida û bigota ev vir e, Talebanî kurdên xur in û ji eşîra Zengene ne.
Lê Ala Talebanî bersîveke wiha nedaye û li dijî vê îdîa ereban dernektiye. Gava li dij dernekeve tê maneya ew vê îdî ereban qebûl dike.
Piştî belavbûna beya Ala Talebanî, Sekreteriya Celal Talebanî bi daxuyaniyeke tund Ala Talebanî rexne kir û got bigehe vê îdîayê tuneye, Mam Celal Kurd e û tu têkiliya Talebaniyan bi eşîra erebtiyê û eşîra Benî Esed tuneye.
Esas gerek ew ji endametiya polîtburuyê jî bavêtina. Lê ev biryar jî baş e, kêm be jî bi kêmanî bêceza nehîştin.
Biryareke hêjayî teqdîrê ye…

11 juni 2017

Girtiya zindana Diyarbekrê îro li Stockholmê qala wahşeta Qawişa 5a kir

Rahîme Kesîcî Karakaş, îro li Stockholmê li Kitêbxaneya Kurdî him qala wahşeta zindana Diyarbekrê kir û him jî kitêba xwe ya bi navê  ”Di Qawişa 5a da jin. 5 Noluda Kadin Olmak” da nasîn û îmze kir.
Rahîme Kesîcî Karakaş, yek ji jinên kadir û endamên DDKADê bû û di sala 1981ê da hat girtin û salekê di zindana Diyarbekrê da him gelek zulm û îşkence dît û him jî bû şahidê gelek wahşetên derî îndaniyetê.
Rahîme Kesîcî, di semînera xwe da bi kurtî, carnan bi dilzîzî û carnan jî bi espirî qala jiyana xwe û serpêhatiya xwe ya girtinê, îşkencê û zindana Diyarbekrê Qawişa 5a kir.
Dema wê qala nemirovî û wahşeta zindana Diyarbekrê dikir kela dilê meriv radibû û bêhemdî û girî di gewriya meriv da dibû wek girêkekê.
Li ser wahşeta zindana Diyarbekrê Qawişa 5a ya nabêna salên 1980-1986a heta nuha gelek nivîs û kitêb hatine nivîsîn, hin fîlmên dokumenter û roportaj hatine çêkirin.
Lê ev cara pêşî ye jineke bûye mexdûr û şahidên wê wahşeta dewleta tirk ya zindana Diyarbekrê li ser hovîtiyên dîtine kitêbekê dinivîse û ji tarîxa kurdan û însaniyetê ra dike belgeyeke nemir.
Bi hezaran kurd ji wê çerxa wahşeta dewleta tirk derbas bûn, lê kêm kesî serpêhatiyên xwe, muşahadeyên xwe, zulm û îşkenceyên dîtine nivîsîn û ji bo dîrokê kirin belge û wesîqe.
Tiştên heta nuha hatine nivîsîn pir hindik in.
Ji kurdan ra berhemên wiha pir muhîm in.
Dibê wahşetên wiha, ev barbariya dewleta tirk aniye serê kurdan bi kesî ra neçin gorê, miheqeq bibin belge û fîlm. Dibê zarokên Rahîmê, neviyên wê û miletê kurd vê zulma dewleta tirk bizanibin.
Ev wahşet perçeyekî tarîxa me ye û dibê wenda nebe û bibe malê tarîxê.
Bi qasî wahşeta li hundur anîn serêe girtiyan, li derve jî anîn serê malbatên girtiyan.
Serdana girtiyan bi serê xwe îşkence bû. Dê û bavên bi tirkî nizanîbûn nikanîbûn bi zarokên xwe ra bipeyivin.
Yanî  ne li hundur tenê, li der jî  zulmeke mezin li malbatên girtiyan dikirin, ew zulm jî bi qasî ya hundur barbar, irqçî û faşîzan bû, sadîzim bû.
Heta nuha li ser wahşet hundurê zindana Diyarbekê ne zêde be jî çend tişt hatine nivîsîn.
Lê belê li ser zulma li ber zindanê li malbatên girtiyan dihat kirin qet nehatiye nivîsîn.
Dibê rojekê ew jî bibe belge, dibê li ser wê jî were nivîsîn. Dibê hin kes dest bavê jin wê jî.
Rahîme Kesîcî Karakaş, yek ji jinên kurd yên têkoşer û qehreman e.
Di Îlona 1980î da di zindana Diyarbekrê da wek şepalan li ber xwe da û teslîmî faşîstên hov nebû û bi serbilindî ji zindanê derket.
Û nuha jî wahşeta di zindana Diyarbekrê di Qawişa 5a da dîtiye kiriye belgeyeke tarîxî.
Rahîme Kesîcî Karakaş gava ketiye hefsê qet bi kurdî nizanîbûye.
Lê di zindanê da, di bin îşkenceyan da biryara xwe daye kurdî fêr bibe.
Û piştî ji zindanê derketiye çûye gundan, palî kiriye û soza xwe aniye cî, yanî kurmancî fêr bûye.
Û dema zewicîye zarokên xwe jî bi kurmancî mezin kiriye.
Heta 5 saliya wan bi wan ra bi kurmancî peyivîye.
Dû ra ew û peyê xwe biryarê didin, ew bi tirkî û bavê wan jî bi kurmancî bi zarokan ra dipeyivin.
Û hersê zarokên wan jî kurmanciyeke pir baş fêr dibin.

Min kitêb nexwendiye, lema jî nikanim li ser naveroka wê tiştekî bibêjim. Lê wek ji navê wê jî diyar e û di civînê da jî piçekî qal kir, naveroka wê li ser zulm, îşkence û wahşeta di zindana Diyarbekrê da anîne serê girtiyên kurd. Kesîcî bi çav û hestên jinekê wahşeta marûz bûye û dîtiye radixe ber çavên xwendevanan.
Kitêb bi tirkî ye. Lê hêvî dikim di demek nêz da hin kes wê wergerînin kurmancî, ji bo ku kurdên tirkî nizanin jî kanibin vê belgeya wahşeta dewleta tirk ya di zindana Diyarbekrê da anîne serê kurdan bixwînin.

Hin kurd dînê xwe di ser kurdbûna xwe ra dibînin

Li gorî Aydin Dere nivîsîye, li Kurdistana bakur, li hemberî pirsa ”tu ji kîjan neteweyî/miletî ye?”, gelek kurdan ya gotine ”em musilman in” ya jî ”em elewî ne.”
Ev nezaniyeke ji cehaletê û kêmaqiliyê jî wêdatir e.
Lê musebîbê vê cahiliyê em bi xwe ne, partiyên kurd in, siyasetmedar û ronakbîr û zanayên kurd in.
Wer xuya dike piştî hewqas sal micadele û bedelên giran, me gelê xwe hîn jî şiyar nekiriye. Însanên me hîn ferqa nabêna milet û dîn da nizanin.
Musilmantî û elewîtî ne navê miletekî, qewmekî ye, navê dînekî û baweriyekê ye.
Meriv kane xwediyê vê ya jî wê baweriyê be, dîndar ya jî komunîst, elewî, êzdî ya jî ataîst be, ev hemû nasnameyên di bin qewmiyeta meriv ra yanî di bin kurdbûna meriv ra ne. Berî her tiştî em kurd in, dû ra em çep, elewî, êzdî, dîndar û nizanim çi ne.
Tevlihevkirina van nasnameyan ya jî dîtina musilmantiyê û elewîtiyê di ser kurdbûnê ra ji ber kêmasiya şiyarbûna netewî ye.
Li Kurdistana bakur şiyarkirina kurdan ji dewletê bêtir, kar û wezîfeya me kurda ye.
Dewlet dixwaze kurd nezan û cahil bimînin û xwe ne kurd, musilman û elewî bibînin...

Meriv hevalê kê û li dijî kê be jî dibê meriv ne li dijî referandûmê be

Meriv kane ji Barzanî hez neke û li dijî siyaseta PDKê be.
Meriv kane ji Mam Celal hez neke û li dijî siyseta YNKê be.
Meriv kane PKK û Goran be ya jî dilxwaz hevalê partiyeke din, hêzeke din ya ka kurd be.
Meriv kane di warê baweriyê da merivekî çep, elewî, êzdî ya jî dîndar be.
Meriv kane di biryara referndûmê da kêmasiyan bibîne û bibêje gerek ev biyar ji alî meclîsê da bihata girtin. Ev rast e û min jî ev got.
Yanî bîr û baweriya meriv, fikrê meriv çi dibe bira bibe, ne rast e meriv li dijî biryara referandûmê  û daxwaza kurdan ya serxwebûmê derkeve.
Hin kêmasiyên wê hebin jî biryara referandûmê rast e û mafekî kurdan yê xwezayî û netewî ye.
Tu sebeb û hincet û argument heqnade kurdekî welatparêz li dijî referandûmê raweste û serxwebûnê nexwaze.
Dibê meriv him piştgiriyê bide biryara referandûmê û him jî kêmasiyên biryarê bibêje û ji bo tekzûkirina wê bixebite, ji PDKê û Barzanî fedekariyê û yekîtiyê bixwaze. Ji BaMeriv hevalê kê û li dijî kê be jî, di biryarê da çi kêmasiyê bibîne jjî dibê meriv ne li dijî referandûmê be..
Lê belê tu carî li dijî referandûmê  û serxwebûnê dernekeve. Dijberiya referandûmê û serxwebûnê ne karê kesên welatparêz e.

Mistewa

Du mêşên serhişk li hewa rastî hev hatin. Li ser kê rê bide kê li hev nekirin û ketine gewriya hev. Yek ji wê, yek ji ya din, tep û rep di hev aliqîn.
Mozeke hingiv ji wir derbas dibû. Li vî ezmanê bêserî û bêdawî şerê herdu mêşan li ser rê bala moza hingiv kişand. Xwe nêzî wan kir:
-We xêr e, şerê we li ser çi ye?
Ji mêşan yekê got:
-Ev mêşa han riya min birî ye, ez dikim nakim, xwe ji ber min nade alî ji bo ku ez bi riya xwe da herim.
Mêşa din got:
-Tu derewan dikî, te riya min birî ye, tu nahêlî ez bi riya xwe da herim.
Moza hingiv berê xwe da mêşa pêşî û ev bersîva manîdar dayê:
-Em bibêjin wê riya te biriye, ma li vî asîmanê bêserî û bêdawî ciyekî din tuneye?
 Ji dêlî li vî asîmanê mezin li ser rê hûn bi hev kevin, tu mistewa xwe bilind bike…”

Hin kurd wek van herdu mêşan li ciyê rehetiyê bela xwe di hev didin.
Dibê meriv danekeve mistewa her kesî, kanibe riya xwe biguhere, mistewa xw bilind bike...
Kurdistan têra me hemûyan heye.


10 juni 2017

Dijminên me li hemberî me tim dibin yek

Wek meriv texmîn dikir, Îran jî îro li dijî referandûmê derketiye û wê jî wek Tirkiyê gotiye ew li dijî perçebûna Îraqê ne.
Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê Behram Qasimî, hewlesta Îranê ya li ser referandûma Kurdistana Federe gotiye:
“Helwesta bingehîn û zelal a Komara Îslamî ya Îranê, parastina xak û yekparçebûna Iraqê ye. Herêma Kurdistanê parçeyeke Iraqê ye. Biryarên yekalî û yên derveyî destûr û yasayên Iraqê tenê rê ji pirsgirêk û serêşiyên nû re vedike.”
Tu dibêjî belkî Qasimî beyana wezarata karên derve ya Tirkiyê kopye kiriye, Tirkiyê çi gotibe, Îranê jî eynî tişt dubare kiriye.
Min do jî got, şêla Îranê û Tirkiyê ne muhîm e, em zanin ewê li dijî referandûmê û serxwebûna kurdan derkevin.
Ev ne muhîm e.
Ya muhîm yekîtiya kurda ye û dibê meclîs di zûtirîn wextê da were aktîfkirin. Û di meclîsê da jî piştgiriyeke temam hebe.
Her çiqas referandûm ne îlankirina serxwebûnê be jî, lê bilêta serxwebûnê ye, hebûna vê îradeyê li pişta kurdan di warê siyasî û huqûqî da gelkî muhîm e. Gava kurd bixwazin serxwebûna xwe îlan bikin û ji Îraqê veqetin ewê xwe bispirên vê îradeya gel.
Esas berê jî di sala 2005a da referandûmeke ji bo serxwebûnê çê bûbû ji sedî 98 erê derketibû.
Lê berpirsiyaran wê demê ev îradeya gel nexistin praktîkê. Di rastiyê da azadbûna miletên binsed ne bi referandûman, bi daxwaza gel, bi lehevkirinê dibe. Çimkî Kurdistan bi darê zorê hatiye dagirkirin, ne bi referandû


Ez zanim zêde dubere dibe lê mecbûr im bibêjim...

Bêguman zêde dubarekirina tiştekî ne xweş e, ji tahmê derdikve.
Ez viya qebûl dikim.
Lê li alî din bêdengmayina li hemberî asîmîlasyonê û helandina kurdan jî ne rast e û ûjdan û xîreta min qebûl nake.
Tu rexne dikî hin kes xwe aciz dikin, dibêjin keko tu vê meselê pir dubare dikî.
Tu rexne nekî li ber çavê te kurd tên asîmîlekirin.
Yanî tu tû yî jor dikî simêl e, tû yî jêr dikî rîh e.
Ez mame di nabêna xelîl û celîl da.
Rastiyê dibêjim xelk xwe aciz dike.
Bêdeng dimînim ûjdan û xîreta min û hestên kurdayetiya min qebûl nake, rehet nakim.
Lê rastiyek heye dibê ez bibêjim, hin kurdên kurmanciya wan pir baş e, him di nivîsê da û him jî di axaftinê da baş e.
Lê dîsa jî wek muptelayên narkotîkayê nikanin dev ji tirkî berdin.
Di feysê û twîttê da gotinên herî kin û herî basît jî ne bi kurmancî, bi tirkî dininivîsin.
Gava ez van camêran dibînim ez matmayî dimînim.
Gelekên van ji bo kurd û Kurdistanê bedelên mezin dane, bi salan di zindanên Tirkiyê da mane, îşkenceyên nemayî dîtine, ji dewletê zulm û neheqiyên nemayî dîtine.
Siyasetmedar, nivîskar û ronakbîrên kurd in, hîn jî di nava micadelê da ne…
Lê dîsa jî nayê bîra wan wan herdu gotinên xwe ne bi tirkî, bi kurmancî binivîsin.
Tesîra asîmîlasyonê ji muptelabûna alkolê û narkotîkayê jî xerabtir e, tedawiya wê pir û pir zor e.
Lê taliya qebûlkrina asîmîlasyonê, axaftin û nivîsandina bi tirkî, felaket e, tirkîtî ye, meriv zarokên xwe dike tirk.
Di dawiya sedsala 19a û destpêka sedsala 20a da bi hezaran malbatên kurdên kurmanc, soran û dimilî(zaza)li Stenbolê dijiyan.
Hemû ne hemal û karkir bûn, bi hezaran siyasetmedar, ronakbîr û elîtên kurd, mîr û begên kurdan bûn.
Vana mezin û rêberên civata xwe bûn, siyasî û întellektuel bûn.
Hûn zanin çi hat serê wan?
Ez ji we ra bibêjim.
Hemû jî heliyan û bûn tirk.
Ji malbata Bedirxaniyan bigre,heta bi ya Babanan û gelek malbatên din, zarokên hemûyan bûn tirk.
Taliya me jî ew e, zarokên me jî wek yên wan ewê bibin tirk.
Çimkî ji nuha da em wan dikin tirk.
Ji xwe ji nuha jî nîvê nivîskar û hunermend û artîsên Tirkiyê tirkên bi eslê xwe kurd in….
Lê bûne tirk…
Ev yek yek min gelkî nerehet dike…

09 juni 2017

Dijberiya Tirkiyê ya referandûmê û serxwebûna kurdan ne tiştekî nuh û ecêb e



Wezareta karên derve ya Tirkiyê wek meriv texmîn dike bi şîdet li dijî biryara referandûma Kurdistana Federe derketiye û gotiye:


”Ev biryarkeke bi xeter e. Li gorî me ewê bibe sebebê xeteriyeke mezin. Siyaseta Tirkiyê ya bakurê Îraqê dibê Îraq perçe nebe û yekîtiya  Îraqê ya siyasî were parastin. Parastina yekîtiya axa  Iraqê yek ji prensîba sereke ya siyaseta Tirkiyê ya Iraqê ye. Referandûm ewê li herêmê aloziyê zêde bike…”

Ev dijberiya Tirkiyê ne nuh  û ne sirprîz e, Tirkiyê heta nuha bi dehan caran ev dîtên xwe yên antî kurd dubare kirine.
Lema jî dibê kurd li hemberî vê reaksiyona Tirkiyê ya li hemberî referandûmê û serxwebûna kurdan matmayî nemînin. Tirkiyê tenê dîtinên xwe yên hemû kurd pê zanin careke din dubare kiriye.
Mesele ev e.
Bêguman Tirkiye, Îran, Îraq û Sûriye ewê li dijî referandûmê bin, ewê li dijî serxwebûna kurdan bin.
Em bi viya zanin û ev pir ne muhîm e jî.
Ya muhîm yekîtiya kurda ye, dibê kurd bi yekîtiyeke xurt herin referandûmê; perçebûn malxerabî ye.
Di referandûmê da rêjeya ”Erê”, yanî rayên serxwebûnxwaz gerek ji sedî 90î ne kêmtir be, heta zêdetir be.
Dibê kurd îhtîmala derketina rayên li dijî serxwebûnê ji ortê rakin, bi kêmanî daxin asta mînîmûm.
Ya din jî piştgiriya derve û bi taybetî jî ya Emerîkayê ye. Emerîka piştgiriyê bide bes e, Yekîtiya Ewrûpa, Kanada û Austuralya jî ewê li pey werin.
Tabî Rûsya jî muhîm e. Şêla Rûsya ya nuha zêde ne baş e, hêvî dikim di rojên pêş da bi alî piştgiriyê da biguhere. Min digot peymana petrolê bi hukûmet aKurdistanê ra belkî şêla Rûsyayê biguhere, lê hîn ew sînyal xuya nake.
Lê çi be jî dibê kurd gavaê paş da navêjin û referandûmê çêkin.
Çêkirina referandûmê mafekî kurdên başûr yê herî rewa ye. Kurd dixwazin li welatê xwe azad bin û bi cîranên xwe ra di nava aştiyê da bijîn. Ji viya normaltir çi heye?
Bi referandûmê kurd li hember kesî herbê îlan nakin, welatê kesî jê nastînin. Ji bo pêşeroja xwe raya xwe diyar dikin.
Wek yê her miletî, mafê kurdan jî heye li welatê xwe referandûmekê çêkin û li ser pêşeroja xwe biryareke bidin.

Xwedê kir li vê dinyayê ewrûpî hene


Meriv çiqasî spasî xiristiyanan, cuhûyan û ewrûpiyan bike hindik e.
Ez bi xwe ji erd heta bi asîman şêkirdarê înternetê û facebookê me. Tim dibêjim mala xirisiyanan, ewrûpiyan ava be.
Xwedê kir ku îsewî, ewrûpî hene.
Bi saya wan û îcadên wan û xizmetên wan yên ji însaniyetê ra jiyan hewqasî rehet û xweş bûye.
Heger xiristiyan, cihû û ewrûpî tunebûna nuha cîhanê îslamê, civatên musilman hîn di serdema navîn da dijiyan, hîn bi devan diçûn hecê û bi ga, ker û hespan cot dikirin.
Nuha ne çapxanae, ne otomobîl, ne trên, ne keştî û balafir hebûn û ne jî radyo, telewîzyon û înternet.
Û helbet ne jî facebook û twîtter û hemû tora medyaya sosyal….
Bi Xwedê heger rojekê xiristiyan, cihû, ewrûpî hemû îcadên xwe ji me bigrin, bêyî ker û deve û hespan tu tiştek di destê me da namîne.
Her tiştê, her îcad û wasiteya îro dinya biçûk û jiyana însanan rehet û xweş kiriye, hemû îcadên ewrûpiyan û însanên xiristiyan û cihû ne.
Tu îcad û berhemeke me musilman ya jiyana însan rehet kiribe tuneye.
Ji telefona destê we bigre, heta bi hemû alet û edawatê nava mala we, hemû îcadên ewrûpiyan in.
Lê em mêrikê musilman dîsa jî şêkirî xiristiyanan û ewrûpiyan nakin, em nabêjin wey mala we ava be.
Kuro yek bi hestê xwe cixara meriv vêdixe meriv dibêje spas !
Yek di trênê da ciyê xwe dide meriv, meriv dibêjeje spas !
Lê van camêrên ewrûpiyan hewqas çêyî bi me û însaniyetê kirine, lê em musilman dîsa jî spasî wan nakin.
Lê xwezî me tenê spas nekira û negota maala we ava be, di ser em neyartiya wan û dînê wan û şiklê jiyana wan jî dikin.
Em(yanî musilmanên îslamîst, dîndar) wan dikujin, xelkê siwîl kêr dikin, bi erebeyan wan dipelçiqînin, bombe dikin.
Em bi milyona  ji ber feqîriyê û zulmê reviyane û me xwe avêtiye bextê wan, lê nuha jî em li welatê wan jiyanê li wan dikin zindan, dixwazin Ewrûpayê jî bikin wek welatên xwe.
Bi kurtî em dixwazin van însanên bi îcadên xwe, bi berhemên xwe ji însaniyetê ra hewqas xizmet kirine ji ortê rakin.
Ez bi xwe gelkî muteşekirê xiristiyan, cihû û ewrûpiya me û tim jî dibêjim Xwedê kir li vê dinyayê, ewrûpî, emerîkî hene.
Heger ew jî tunebûna halê dinyayê ewê felaket bûya.
Ev 10 sal in facebook ji min ra xizmeteke, serwîseke mift û belaş dike. Heta nuha bi hezaran nivîsên min belav kirine.,
Rismên min belav dike.
Li dinyayê çi dibe min belaş agahdar dike.
Têkiliya min bi hevalên min yên her dera dinyayê ra datîne.
Ez kanim bi diya xwe ra, xwişk û birayên her roj bi saetan belaş bipeyivim.
Û quirişek pere jî ji min nastîne.
Yaho heger bi meriv ra piçek ûjdan û merhamet û însaniyet hebe, merivê spasî mucîdên van îcadan û yên li pişt vê xxizmetê ne bike û neyartiya wan neke…
Yanî neyartiya vê sîstemê neke…
Facebookê îro ez gahdar kirime, gotiye Zinar, heta nuha 158. 000 kesî nivîsên te ecibandine.
De bala xwe bidinê, xizmeta 10 salan ne bes e, di van 10 salên borî da çend kesan nivîsên min ecibandine mêrikan ew jî hesab kirine û ji min ra şandine…
Law hezar carî mala we xiristiyan û ewrûpiyan ava be, Xwedê yekê we bike hezar û hezarê îslamîstên hov û faşîst jî bike yek…

08 juni 2017

Li gorî meleyên tirk bi destê dergîstiya xwe girtin heram e

Bi munasebeta meha remezanê piraniya telewîzyonên tirk programên dînî diweşînin, tu bala xwe didî kîjan kanalê li ser ”çi heram e, çi helal e ?”, milet diperse û mele û profesorên îslamî jî bersîvê û fetwayê didein.
Li mal em li telewîzyonên tirkî temaşe nakin, ev çend sal in min dev jê berda ye.
Ji xwe li mal bêyî min kes bi tirkî nizane.
Ez jî carnan di netê da bala xwe didim hin kanalan.
Heger minaqaşeyeke balkêş hebe piçekî bala xwe didimê.
Lê êdî tiştê meriv lê temaşe bike hema hema nemaye, hemû programên minaqaşeyan li ser neyartiya kurdan in, li ku derê faşîstek, neyarekî kurdan hebe tînin ba hev û didin peyivandin. Wek kurd guhdarîkirina li wan pir zor e.
Lê nuha programên dînî di rewajê da ne.
Tirk telefon dikin, pirsên pir ecêb dipirsin û Xwedê heye, mele û profesorên îslamî jî bersîvên pir xweş din.
Rojnamevanekî ji van pirs û bersîvan çend numûne belav kiriye, ez wan pêşkêşî we dikim:

 -Ma ez û dergîstiya xwe kanin bi destên hev bigrin?
-Na, heram e.
-Ma ez kanim bilêta Mîllî Pîyangoyê bikirim?
-Na, bilêt heram e.
-Ma ez kanim bibim endamê komeleyek femenîst?
-Na, heram e.
-Ma mêr/peya kane guhar têxe guhê xwe?
-Na, guhar ji peya ra heram e.
-Ma ez kanim li malê kûçik xwedî bikim?
-Na, heram e.
-Ma ez kanim dara Noelê bixemilînim û li mala xwe deynim?
-Na, heram e.
-Ma ez kanim mîdye bixwim?
-Na, mîdye heram e.
-Ma ez kanim xwe bideqînim?
-Na, deqandin heram e.
-Porê min weşiya ye, ma ez kanim por biçînim?
-Na, heram e.
Ma ez kanim pantorê tayt/teng li xwe kim?
-Na, heram e.
-Ma ez kanim bi hevalê xwe ra tawlayê bilîzim ?
-Na, heram e.
--Ma ez kanim bi yekî ra şert bigrim?
-Na, şertgirtin heram e.
-Ma ez kanim di dawetê da govendê bigrim?
-Na, govend, reqs heram e.
-Ma ez kanim kespikê bi xwe vekim?
-Na, kespik heram e.
-Porê min û riya min spî bûye. Ma ez kanim porê xwe û riya xwe boya bikim?
-Na, boyaxkirina por û riyê heram e.
-Ma peya kane xişir, zêr bi xwe ve ke?
-Na, nabe peya zêr bi xwe ve ke, heram e.
-Ma ez bi perê heram, bi perê rişwet û bertîlan kanim herim hecê û bibim hecî?
-Erê, helal e. Ew tiştekî di nabêna te û Xwedê da ye.
-Ma dibe meriv bi perê diziyê, xumarê, fuhûşê, narkotîkayê mizgeftê bide çêkrin û li wê mizgeftê nimêjê dibe ya na?
-Belê, caîz e.
Ê çaxa mele û profesorên îslamê ev mal û ev bêexlaq bin, fetwa wan ev be, bêguman milet jî ewê guh bide waz û fetwayên wan û diziyê, rişwetê, fuhûşê normal bibînin û bi perê diziyê û fuhûşê û narkotîkayê mizgeftan ava bikin…


Yê karkirê xelkê be ne azad e


Belkî bala we jî kişandiye, hin rojan bi roj ez nikanim tiştekî binivîsm, ya di nava 4-5 saetan da tenê tiştekî kin dinivîsim. Ew jî ji bo hebûna xwe diyar bikim. 
Roja feyca xwe venikim û gema du sê gotin bin jî nenivîsim tebatî nayê min, di xwe da kêmasiyekê his dikim.
Lê gava meriv karkirê xelkê be meriv ne bi destê xwe, meriv ne azad e, heta kar hebe meriv nikane karê xwe berde û di medyaya sosyal da bide lotikan.
Ji vêsê da ye dixwazim tiştekî binivîsînim lê wextê bnabînim biqedînim, çend gotinan dinivîsim karek derdikeve, xatûnperiyek swêdî tê tiştekî ji min dipirsde, ya jî tiştekî dixwaze.
Ez mecbûr dibim kompîtorê digrim û dev ji karê xwe ber didim.
Karkiriya xelkê dişibe bêdewletiyê, tu ne azad î, azadiya te di destê hinekên din da ye.


Heta Kurdistan çênebe bi Xwedê ev birîn tu carî nakewe


Kurdan berê êşa bêdewletiyê hewqas his nedikirin, fikrê, dibê dewleteke kurd hebe li ba kurdan hewqasî ne xurt bû.
Jana, êşa bêdewletiyê, şerma tunebîna dewleteke kurd, Kurdistaneke azad di kürahiya dilê xwe da his nedikrin.
Xwestina Kurdistaneke yekbûyî û serbixwe tenê slogan û kilîşyeke belavokan û nivîşên vala û bêmane bû.
Ji xwe di avan salên dawî da li Kurdistana bakur (qismekî biçûk ne tê da) hema hema hemû partî û hêzên kurd dev ji daxwaza Kurdistane serbixwe berdan.
Lê di van 10-20 salên dawî da bi xêra îmaknên înternetê, medyaya sosyal û xebat û micadela hin kurdên serxwebûnxwaz û dewletxwaz û piçekî jî bi zêdebûna tesîra terora dijmin, êdî kurd hêdî hêdî, bi taybetî jî xort dibînin bêdewletî koletî ye, jiyan bêserok dibe, lê belê bêdewlet nabe.
Ji bo kurdan bêdewletî, bindestî û koletîyeke ebedî ye, jiyaneke rezîl û nehêjayî jiyanê ye.
Nifşên nuh êdî ev rastî baş fêm kirine û di warê siyasî û rûhî da roj bi roj ji Tirkiyê û tirkan dûr dikevin.
Êdî ne ez û çend kesên wek min mîlîyetçî tenê, bi hezaran keç û xort jî, kîtleya PKKê û HDPê jî dibêjin jiyan bêdewlet nabe, jiyana bêdewlet qebûlkirina koletîyê ye.
Lê li alî din dibê em viya jî bibînin, hin kurd ji bindestiyê, ji xulamtiyê, ji koletiya ji tirkan ra hez dikin, ev realîteyeke, em nikanin vê realîtê înkar bikin.
Lê belê ev realîte teqabulî rastiya miletê kurd nake, rastiya me, em miletek in, welatê me Kurdistan e û dibê em jî wek tirk, ereb û farisan bibin xwedî dewlet, xwedî al û pasaport.
Dibê miletê kurd jî bibe endamekî koma miletênm azad, dibê ala Kurdistanê jî li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî li ba be.
Dermanê êşa hemê kurdan, daxwaz û hesrera dilê hemû kurdan ev e, Kurdistaneke serbixwe ye.
Bi milyona kurd li dijî bindestiyê koletiyê ne û ji bo ku bigihîjin azadî û serxwebûna xwe û bibin xwedî dewleteke serbixwe li carhawêlê Kurdistanê li hemberî hêzên dagirker(îşxalkar)micadelê û şerekî bêhempa didin.
Emê bi ser kevin, ev dused sal in kurd ji bo Kurdistaneke azad û serbixwe bi rengekî bênabên xwîna xwe diherikînin.
Pir çû hindik me, emê Kurdistana azad bibînin.
Heta Kurdistan çênebe bi Xwedê ev birîn tu carî nakewe, nakewe, nakewe...

07 juni 2017

Tirkiye bi 5 hezar leşker diçe hawara Qeterê


Hukûmeta AKPê îro bi lez û bez di meclîsê da tezkere qanûna şandina 5 hezar leşker ya Qeterê bi piraniya dengên AKPê û MHPê qebûl kir.
Bi qasî xuya dike Tirkiye ditirse serê operasyona li hemberî Qeterê bigihîje Tirkiyê jî.
Lema jî li ser emrê Erdogan hukûmetê îro bi lez ji meclîsê qanûna şandina leşkeran ya Qeterê qebûl kir.
Ev tê wê maneyê Tirkiye ditirse Qeter ji alî Suûdî ve were îşxalkirin. Qeter dûvik û bexçeyê Tirkiyê ye. Lema jî Tirkiye naxwaze li herêmê mitefikê xwe yê herî muhîm, bexçê xwe, banka xwe ya rojên teng wenda bike.
Ya din Qeter û Tirkiye piştgirên Îxwan yên herî saxlem in. Lê Suûdî û Emerîka dixwazin Îxwan jî bi Daîşê ra bipelçiqînin û wek rêxistineke terorîst îlan bikin. Ev jî nayê hesabê Tirkiyê. Erdogan îşareta Îxwan ji xwe ra kiriye sembol.
Lema jî bi lez 5 hezar leşker dişîne Qeterê ji bo ku pêrgî li êrîşeke ser Qeterê bigre. Belkî hebûna leşkerên Tirkiyê Suûdî di warê îşxalê da rawestîne.
Lê ev telaş û panîka Tirkiyê nîşan dide Tirkiyê û Qeterê bi hev ra gelek dolab gerandine, gelek fiîlên xerab kirine.
Lema jî Tirkiye bi leşkerên xwe diçe hawara Qeterê.
Îro wezîrê karên derve yê Îranê Zarîf jî ji nişka ve çû Anqerê. Mecbûr in li hev xwedî derkevin û li hev bipiçikin.
Lê bi vê siyasetê Tirkiye Emerîka û Suûdî jî digre hemberî xwe.
Yanî tirk mane di orta xelîl û celîl da, feqîran çi bikin li zirarê ne. Li Misrê, Sûriyê û Îraqê çawa li zirarê derketin, bi vê hefadiya Qeterê jî ewê li zirarê derkevin.

Di 25ê îlonê da ji bo Kurdistana serbixwe kurd diçin ser sindoqan




Roja referandûmê ji bo Kurdistana serbixwe 25ê îlonê ye !
Pîroz be !
Piştî gelek car taloq û serîlêgerandin, di civîna Mesûd Barzanî partiyên siyasî ya îro da nîhayet biryara referandûma serxwebûna Kurdistanê hat girtin.
Bêguman ev biryar dibê meclîsê birgirta, ne paertiyên siyasî û ya rast jî ev bû. Dibê meriv qebûl bike girtina biryara referandûmê bi vî rengî kêmasiyeke mezin e, hêvî dikim di rojên pêş da ev kêmasî nebe gelş.
Lê li gel vê kêmasiyê jî ez girtina vê biryarê b...aş dibînim.
Li gorî beyana piştî civînê, 25ê îlona(25/9-17) îsal wek roja referandûmê hatiye diyarkirin.
Ser xêrê be û çavê me ronî be.
Ev du sal in kurd li bende vê biryarê bûn.
Partiyên beşdarî di civînê bûne ev in:
“Partiya Demokrata Kurdistanê, Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê, Bizava Îslamiya Kurdistanê, Partiya Komonîst a Kurdistanê, Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê, Partiya Zehmetkêşan a Kurdistanê, Partiya Karkeran û Kedkarên Kurdistanê, Partiya Çaksaziya Pêşkevtî ya Kurdistanê, Lîsta Hewlêr a Tirkmenî, Eniya Tirkmenî ya Iraqê, Partiya Geşepêdana Tirkmenî, Lîsta Ermen di Parlamentoya Kurdistanê de, Bizava Demokrata Aşûrî, Encumena Gel a Kildanî-Aşûrî.”
Wek tê dîtin, navê tevgera Goran û Komela Îslamî tuneye, yanî ev herdu partî beşdarî civînê nebûne.
Lidermayina Goran û Komela Îslamî ne baş e, dibê ev herdu partî bihatana îqnakirin.
Beşdernebûna Goran û Komela Îslamî ne baş e,. Goran piştî PDKê partiya duyem ya Kurdistanê ye, nabe hêzeke wiha mezin li derve bimîne. Dibê hemû partiyên kurd piştgiriyê bidin referandûmê. Dibê di referandûmê da herî kêm, herî kêm ji sedî 90 kurdan ji bo serxwebûnê bixwazin.
Lema jî gerek Goran Komele li derve nemîne.
Geleo ev herdu hêz li dijî referandûmê ne lema beşdar nebûn ya jî hin sebebên din hene, di xeberê da di vî warî da tu agahî nehatiye dayin.
Gelo Goran û Komela Îslamî ji bo beşdarnebûna civînê çi sebeb nîşan dan, çi gotin?
Di vî warî da jî tu agahî nehatiye dayin.
Lê hêvî dikim ev herdu partî miheqeq werin îqnakirin û di komîsyonên referandûmê da ciyên xwe bigrin.



Êrîşa ser meclîsa Îranê ji ku derket?


Êrîşa ser meclîsa Îranê kane tertîbeke meleyên fêlbaz be, ya jî şaşiyeke "zarokên" Tirkiyê be...

Çar(4)çekdaran êrişî parlamentoya Îranê kirine û di encamê da 7 kes hatine kuştin û 35 kes jî birîndar bûne.
Xwekujekî din jî xwe li ber gorra Xumeynî teqandiye.
Di vê êrîşê da mirî û birîndar hene y ana hîn nayê zanîn....
Li gorî medyaya tirk û kurd dinivîse Daîşê êrîş girtiye ser xwe û gotiye ew li pişt êrîşê ne.
Ev êrîş û beyana Daîş qet neket serê min.
Fena ku ev êrîş senaryoyeke meleyên îranê yên pînc û fêlbaz be.
Îranî û bi taybetî jî meleyên wan di fêlbazî û sextekariyê da gelkî şît û hoste ne, kanin her sextekariyê bikin.
Ev çend sal in Daîşê çipiska xwe jî berbî Îranê nekir, teqteqokek jî li Îranê neteqand.
Lê ji nişka ve ev êrîş bir ser…
Û him jî li meclîsê û li ber gorra Xumeynî !
Ez dibêjim kane lîstikeke meleyan be, ji bo ku êrîşa mezin ya ser xwe ya di rê da berteraf bike, xwe ji xezeba Emerîka û Suûdî biparêze.
Yanî pir ne dûr e di vê êrîşê da lîstik û hîleyeke meleyên fêlbaz hebe…
Ev çi hîkmetî îlahî ye, hema piştî krîza Qeterê, Daîşê berê xwe da Îranê?
Çima heta nuha li Îranê bûyerên wiha çê nedibû.
Meleyên fêlbaz dibînin bi Qeterê ra Îran jî di devê topê da ye, Trump her roj dibêje merkeza, embara terorîzmê Îran e.
Lê ne Trump tenê, wa ye Suûdî , Misir û çend welatên din jî dibêjin Îran bi Qeterê ra terorîstên îslamî fînanse û organîze dike.
Hîn kes navê Tirkiyê nabêje, lê Tirkiye jî şirîkê Qeterê û Îranê ye.
Heta esas masiyê mezin Tirkiye ye, Tirkiye jî bi qasî Îranê û Qeterê hevl û dost û fînansorê Daîşê, Nusrayê û hêzên din yên îslamî ye.
Îran dibêne tahlûke gav bi gav nêzî wê dibe, lema jî dixwaze xwe mezlûm nîşan bide, bibêje binêrin wa ye terorîstên Daîş êrîşî mej î dikin.
Tirkiyê jî çend tertîbên wiha kirin, ji bo ku xwe ji Daîşê bêrî nîşan bide.
Lê vir e, her kes zane Tirkiye mitefikê Daîşê û hemû terorîstên cîhatçî ye.
Îran jî eynî tişt e, bi hev ra terorîstan beslî dikin…
Yanî dibê meriv hinekî bi şik li vê bûyera Îranê binêre, kane lîstikeke meleyên dîbaz be…

XXX
Wezîrê karên derve yê Îranê Muhammed Cewad Zarîf, îro, piştî êrîşa ser parlamentoyê diçeTirkiyê.
Helahela ev ji ku derket?
Lê nîhayet herdu serî jî mişkê qulekê ne, di rewşê wiha da helbet ewê bi hev bişêwirin.
Heger êrîş ne lîstikeke Îranê be, mimkûn e “zarokên Tirkiyê” şaşiyek, bêmriyek kiribin, ji bo ku Erdogan guhê zarokên xwe bikşîne Zarîf diçe Anqerê.