08 maj 2017

Piştî 10 sal weşan blogga ”hindik-rindik” êdî tê teqdîr kirin



Înan Eroglu di bloga xwe ya bi navê ”inanolo” da li ser bloggeriyê û zewqa xwendinê bi dîroknas Mewlûd Oguz ra hevpeyvîneke dirêj, lê gelkî xweş û hêjayî xwendinê kiriye.
Di hevpeyvînê da qala blogga min ”hindik-rindik” jî kirine û mala herduyan ava be gelkî pesnê blogga min dane.
Tiştên ji bo min û blogga min gotine ez him gelkî dilşa û him jî serbilind kirim. Îstîkrar, berdewamî bingeha her tiştî ye. Yê zû ne weste, di xeta xwe da îstîkrarê nîşan bide zû dereng digihîje hedefa xwe.
Piştî 10 sal xebateke bênabên ez xwe serketî dibînim. Wek ferdê miletekî bindest li hemberî dijminê  xwe, li hemberî hêzên dagirker tiştê ji min hatiye min kiriye.
Li gorî zanîn û hêza xwe min li hemberî asîmîlasyonê şer kiriye. Kesên qedir didin vê micadela min îro çend kes bin jî min kêfxweş dike.
Di hevpeyvînê da beşê li ser bloga min ”hindik-rindik” :
”Înan Eroglu: Tu bawer bike, şahê bloggerên kurdî jî mamoste Zinarê Xamo ye, mîrê bloggeran jî, rêberê bloggeran jî. Îro ro gelek nivîskar ji paltoyên gelek nivîskarên din derketine, lê ji bo bloggerên kurdî ev yek bi awayekî din e. Çêtir e ku ez vê gotinê bibêjim: Bê şik û guman, hemû bloggerên kurdî ji bloga Zinarê Xamo derketine. Ezbenî ev çi sebr û hedan e, ev çi birêkûpêkî ye, ev çi enerjî ye, ev çi dîsîplîn e, ev çi zewq e, şewq e, hezkirin e ku deh sal e teqrîben 4000 nivîs belav kirine di bloga xwe de, bêyî ku biweste, bêyî ku aciz bibe, bêyî ku li rêjeya kêm a xwendinê binêre, di halê xwe de, di vî temenî de, nerma nerma, her roja Xwedê du sê nivîs belav dike. Bifikire ji bav û bapîrên meriv çar hezar nivîs dimînin û dê her bimînin. Mixabin ji bav û bapîrên me du sê hevok jî ji me re neman û ev yek cihê xemgîniyê ye ji bo min. Temenekî dipdirêj ji bo mamoste Zinarê Xamo divêm û bila me bloggeran ji nivîsên xwe bêpar nehêle...
Mewlûd Oguz: Erê, tevlî te dibim. Cihê heyf û mixabîniyê ye ku bav û kalên me, mezin û zanayên me nenivîsandine û nanivîsînin jî lê feqet apê zinar, wek te jî destnîşan kir, bi enerjiya xwe yî namutenahî, bênavber û bêrawestan hema bê herro dinivîse, qenc û xweş dike, sihheta wî xweş be. Belê, bi awayekî em bêjin hemû blogên kurdî ên van salên dawiyê ji bloga Zinarê Xamo derketine dê ne şaş be. ”
Gelek spas ji bo van gotinê qedirzan.


Gotineke Benjamîn Franklîn ya gelkî xweş heye, camêr gotiye:
”Heger hûn naxwazin piştî mirinê werin jibîrkirin ya berhemên hêjayî xwendinê binivîsin ya jî karên hêjayî nivîsandinê bikin.”
Helbet ev nabe nesîbê her kesî, nivîsîna berhemên hêjayî xwendinê ne karê keç û llawê her bavî ye.
Heft xwezî bi wî dilê kesî berhemên hêjayî xwendinê binivîsine ya jî karên hêjayî nivîsandinê bike.

Not: bloga ”inanolo” blogeke pir hêja ye, ji dil û can tawsiyeyî we dikim. Her cara wexta we çê bû seriyekê bidinê, hûnê jê pir hez bikin.

2 kommentarer:

  1. Mamoste gelekî spas ji bo van gotinên te yên "hindik û rindik." Bloga te rûmeta me bloggeran e. Bimînin di xêr û xweşiyê de.

    SvaraRadera
  2. Ji bo ku we bloga min hêjayî teqdîrê dîtiye û li ser xebata min gelek gotinên qedirzan kirine esas ez spasdarê te û hevalê te me, xortê hêja.
    Mala we ava be.

    SvaraRadera

PARVE BIKE