14 maj 2017

Merivê tembel ne ji defê ra dibe ne ji zurnê ra

Însan jî babet babet in, her kes li gorî xwe xwedî hin fêrbûn, hin xûy û tebîetên cihê ne.
Hin kes wek mûriya xebatkar in û hin kes jî wek tembelên Bexdayê ne, di bin dara xurmê da ji nêza(birçîna)dimrin.
Xwedê kir li dinyayê însanê xebatkar, berhemdar, jêhatî û bi xîret hene, her kes ne tiral û tembel e.
Merivê tembel tim dibêje ezê bikim, tu carî nabêje ez dikim, tim di erênayê da ye, merselê di mualeqê da dihêle.
Tembel, xweş dike, ji tembeliya xwe ra sebeban û hezar û yek qal û qîlan dibîne. Lê kar jê nayê, dev heye emel tuneye.
Ji bo hesin zeng çi be, ji bo însên jî tembelî, betalî ew e.
Zeng hesin dirizîne, tembelî, betalî jî him bedena însên û him jî ruh û mejuyê însên zengarî dike, dirizîne.
Gava tembelî li ba meriv zêde bi pêş da here, bibe xûy û tebîet ne baş e, meriv dike êsîrê xwe, êdî meriv ne azad e, dibe koleyekî tembeliyê.
Zana û fîlozofê fransî yê bi nav û deng J.. J Rousseau, hîn jî pêş da çûye û gotiye ”dayika hemû bêexlaqiyan tembelî ye.”
Û rasat e jî, çimkî tembelî feqîriyê û feqîrî jî qelekê caran dibe sebebê hin bêexlaqiyan, hin karên ne baş.
Merivê tembel ne ji defê ra dibe û ne jî ji zurnê ra.
Ji govengiriyê ra ji xwe qet nabe.
Çimkî kar jê nayê, di xwe ra nabîne du rêzan binivîse, di xwe ra nabîna tiştekî nuh fêr bibe.
Rîsipî, xwenda, ronakbîrên me, bi kinî kurd li gorî tirkan, swêdiyan, almanan, fransiz û îngilîzan tembel in.
Helbet sebebê vê yên civakî û kulturî hene.
Ji bo swêdiyekî felaketa herî mezin bêkarî ye, gava bêkar bimîne dinya wî/wê xera dibe, deprasyonanê derbas dike, dîn dibe, xwe dide alkolê.
Lê belê bêkarî, betalî li ba kurdan hewqasî ne şerm e.
Lema jî li hemû bajarên Kurdistanê mekanê jimara wan herî zêde qahwexane ne.
Esas hemû miletên bindest û başdamayî ”tembel” in, tiştekî li dû xwe nahêlin, kultura xuliqandinê, nivîsandinê tuneye.
Li civatên Rojhilat tembelî bûye kultureke civakî û şerm nayê dîtin.
Lê di nava miletên Ewrûpa da bêkarî, tembelî û feqîrî şerm e û însan viya vedişêrin.
Mersele leksîkografê îngilîz yê meşhûr Samuel Johnson li ser tembelî û feqîrtiyê gotiye:
 ”Tembelî û feqîrtî her tim şerm hatiye dîtin, ji ber vê jî her kes feqîriyê ji kesên din û tembeliyê jî ji xwe vedişêre.”
Meriv kane bibêje feqîrîya me kurdan ne ji me da ye, ji dijminê me da ye.
Çimkî welatê me di bin îşxalê da ye û em jî bindest in. Dewleta tirk hemû dewlemendiyên welatê me talan dike û em kurd  jî ji xwe ra kirine xizmetkar û kole...
Lê tembelî piçekî ji me da ye, têkiliya wê bi kultura me ra heye.
Em di xwe ra nabînin karekî mayinde bikin.
Rîsipî û întellektuelên me di xwe ra nabînin tiştê ji wan tê bikin. Em bibêjin serpêhatiyên xwe binivîsin.
Înternetê, medyaya sosyal dinya biçûk kiriye, kesên ji wan tê di xwe ra nabînin rojê çend rêzan binivîsin bi du sê gotinan be jî fikirên  xwe yên li ser karekî,  li ser nivîsekê bibêjin.
Du sebebên vê yekê hene: Yek jê, piranî bi kurdî nizanin, vê nezaniya xwe vedişêrin. Û ya din jî tembel in.
Helbet hin sebeb û faktorên wek dilnexwazî, berberiyên îdeolojîk û siyasî û pozbilindî jî hene.
Lê bi baweriya min tembelî ya esas e.
Ji do da ye bi minasebeta 10 saliyabloga xwe, min layouta bloga xwe guhert û nivîsek jî li ser nivîsî  û belav kir. Min xwest kesên min taqîp dikin fikrên xwe bibêjin.
Do 615 kesan bloga min ziyaret kiriye, lê yek kesî jî tiştek negotiye.
Di facebookê da 4978 hevalên min hene, heta nuha tenê 21 kesan blog û nivîsa min ecibandine û sê(3)kesan jî mala wan ava be 10 saliya bloga min pîroz kirine.
Ev jî nîşan dide bê em kurd çiqasî tembel in.
Lê li alî din tesîra kultura me ya feodal, ya eşîrî jî heye, ev kultura vala, qure û bi zirar nahêle însan deriyê dilê xwe vekin û li ser kar û xebatên însanan hestên xwe bibêjin.

Swêdî merivên nefsbiçûk û bi kultur in, çiqasî zana, alim û mezin bin jî, qet quretiyê û pozlindiyê nakin. Gava dibînin yek karekî baş dike pîroz dikin, teqdîr dikin.
Lê li ba me kurdan ne wiha ye, hinekên me ji ber nezanî û tembeliyê û hinekên me jî ji ber kultura feodal di xwe ra nabînin du rêzan binivîsin û fikrên xwe yê pir muhîm bibêjin…
Ez vê rexneyê ne ji ber  ku aciz bûme dikim, na, ji xwe di nivîssa xwe da min gotibû ” Ez zanim kesê tiştekî nenivîse”.
Yanî ev bêdengî ji min qet ne surprîz e. Ev 10 sal in eynî bêdengî heye, ez fêr bûme.
Min tenê xwest li ser kêmasiyeke me ya kulturî û civakî fikrê xwe bibêjim.

Inga kommentarer: