28 maj 2017

Kesên berê me silav nedida hev nuha pir ji wan hez dikim

Medya  sosyal ji bo naskirina însanan platformeke bêhempa ye, bi saya torên medyayê yên wek facebookê û twitterê, malperên şezsî û blogan meriv gelek kesan ji dûr va nas dike, fikrên wan fêr dibe.
Carnan meriv di medyaya sosyal da rastî hin kesan tê bêyî ku meriv bizanibe kî ye, ji kîjan hêzê û partiyê ye kêfa meriv ji dîtin û fikrên wan ra tê, meriv gelkî nêzî xwe his dike.
Çend kesên ji zû da ye min ew taqîb dikrin û kêfa min ji fikir û sekna wan ya kurdayetiyê ra dihat Kawaciyên kevn derketin.
Min nizanîbû kawacî ne.
Min ji hin hevalan pirsî, gotin Kawacî ne.
Tiştekî ecêb e, berê em (DDKD) û Kawacî du tevger û îdeolojiyên tam ziddî hev bûn, me silav nedida hev, ji me ra digotin ”sosyal faşîst” !
Lê nuha ez gelkî ji fikrên wan hez dikim, kêfa min gelkî  ji wan ra û ji siyaset û îdeolojiya wan ra tê.
Bêguman ji hêz û partiyên din jî, wek Rizgarî, KUK, Riya Azadî  însan baş û hêja û ez ji wan hez dikim hene.
Lê bi qasî ez dibînim tamara kurd û Kurdistaniyê, ya serxwebûnê bi hevalên Kawacî ra pir xurt maye, dejenere nebûne.
Yên ez wan nas dikim ne meriv û mirêdên tu hêzê û partiyê ne, tamara xeteke azad û serbixwe bi wan ra xurt e. Şêla wan tim milî(netewî) ye.
Bi rehetî ji şaşiyê ra dibêjin şaş û ji rastiyê ra dibêjin rast. Tu şêx û tabûyên wan tunene, ne zilam û mirîdê tu partiyê  tu serokî ne.
Ez bi xwe qedrekî mezin didim kes û siyasetmedarên wiha.
Navê hemûyan nayê bîra min, lê ji van yek Aso Zagrosî, Mehmet Mamaş e û Mehmet Mufît e.
Gelo tesîra kekê Ahmet Okçuoglu li ser van hevalan heye ya na ez nizanim. Çimkî hevalên hev yên kev in.
Van hevalan berê Kawacî bûn, lê nuha hîn jî Kawa heye ya tuneye, ya jî li dora tiştekî din xebata xwe didomînin ez nizanim.
Bes tiştê dibêjin û xeta diparêzn li gorî bawerî dîtina min xeteke netewî û Kurdistanî ye.
Û bi piranî jî kesên zana û xwedî qelim in, li gorî hêz û îmaknên xwe li hemberî hêzên dagirker micadleyekê didin, ji bo gelê xwe, ji bo kurd û Kurdistanê tiştekî, karekî dikin.
Kêmasiya wan mixabin ew jî bi tirkî dinivîsin.
Aso Zagrosî carnan bi kurdî dinivîse, lê yên din, nivîskarên Ala Yekîtiya Kurdistanê bi tirkî dinivîsin.
Ev kêmasiyeke mezin e. Çi heyf piraniya kurdên xwedî qelem bi tirkî dinivîsin. Ev jî tiştekî ne baş e, him zimanê kurdî bi pêş naxe û him jî xizmetê ji asîmîlasyonê ra dike.
Lê belê di warê fikrî û siyasî da kêfa min gelkî ji hevalên Kawacî ra tê…



Inga kommentarer: