04 maj 2017

Hin dar dereng fêkî didin

Serketin rêwîtiyeke dirîj e, heger meriv zû neweste zû dev ji rêwîtiya xwe bernede meriv miheqeq digihîje hedefa xwe.
Ji bo serketinê israr, înad û îstîkrar lazim e.
Her dar di nava 3-4 salan da fêkî nade. hin dar dereng fêkî didin.
Xebat jî wiha ye, meriv fêkiyê hin xebatan zû û yê hin xebatan jî dereng digre.
Dibê meriv bi sebir be.
Ev 10 sal in blogeke min ya bi navê "Hindik-Rindik" heye. Ez blogerê pêşî yê xurî bi kurmancî dinivîsim.
Facebooka min jî 7 salên xwe qedand. Di wê da jî ez tenê bi kurdî dinivîsim û cî nadim yek rêza tirkî, erebî û farisî. Ez tam nizanim lê ez dibêjim belkî di facê da jî ez kesê pêşî me ku tenê tenê bi kurdî(kurmancî)dinivîsim û cî nadim nivîs û şiroveyên tirkî, erebî û farisî.
Ev 37 sal in ez bênabên bi kurdî dinivîsim. Heger pir ne mecbûr bim bi tirkî napeyivim jî.
Ev israra min ya di kurdî da bû sebebê ez têkiliya xwe ji gelek dost û hevalên xwe yên zaroktiyê, ji hemşeriyên xwe qut bikim.
Çimkî ew nizanin bi kurî binivîsin û ez jî bi tirkî nanivîsim û nivîsên bi tirkî qebûl nakim.
Lê min dev ji vê biryara xwe berneda.
Destpêkê gelek kesan, nas û dostan ev israra min ya di kurdî da pir ekstrem didîtin û rexne dikirin.
Kesên ez neheq û şaş didîtim ji kesên ez rast û bi heq didîtim pirtir bûn. Rexnegirên min, tirkîparêzan digotin gerek meriv realîst be û realîta welatê xwe qebûl bike.
Min jî tim digor ev realîte ne rasiya me ye, neyar bi zor, bi riya asîmîlasyonê li ser me ferz kirine, zimanê xwe bi zor xistine devê însanên me. Ez hustuyê we li hemberî vê asîmîlasyonê xwar nakim, heta ji min were ezê li hember rabim û şerê wê bikim.
Û ev 37 sal in di vê xeta xwe da israr dikim.
Lê nuha ez dibînim êdî kesên vê israra min ya di kurdî da teqdîr dikin jî hêdî hêdî çêdbin. Hindik bin jî hene û ez êdî dengê wan dibihîzim. Ev yek min gelkî dişa û bextewar dike.
Bi taybetî jî gava ez dibînim keç û xortên kurd ji vê şêla min hez dikin, vê israra min ya di kurdî da teqdîr dikin kêfxweş dibim.
Gava karê meriv dike teqdîrê bibîne, kêfa însanan jê ra were wek nivîskar meriv kêfxweş dibe.
Qezenckirina teqdîr û hezkirina înssanan bêguman meriv dilşa dike. Ev histekî însanî ye.
Xortekî bi navê Bîlal Ata Aktaş gotiye:
”Nobedarên zimanê kurdî nifşa yekem: Zinarê Xamo
ya duyem: Yusuf Eldemir
ya sêyem: Şivan Keleş.”
Ji bo ku xortekî ked û xebta min teqdîr kiriye û ez wek nifşê pêşî yê nobedarê kurdî nîşan dame pê serbilind bûm.
Xortê bi navê Yusuf Eldemir jî gotiye:
” Ji vî zimanî pê ve me tiştek nemaye li Kurdistana bakur. Me jî pê girtiye (bêmane) û bi dû dirin, em binêrin bê ka em ê di kur derkevin. Û rast e, Zinaré Xamoyan û Şivan Keleşê birê min î çûçik şêxên min in! Çimkî ez mirîdé wan im !”
Spas ji bo vê qedirzaniya Bîlal Ata Aktaş û Yusuf Eldemir.

XXX


Kovara "Zarema" jimara 10a derket, pîroz be !

Çend keç û xortên kurd hene ne wek piraniya hemtayên xwe ne, hinekî cihê ne, bîrewer in, dildarên zimanê xwe ne, li dû kurdiya şîrîn û peyva xweş in.
Li hemberî tirkî, li hemberî asîmîlasyonê wek şêr û sepalan serî hilda ne, bazar kesat be jî, kirîdar tunebin jî bi kurdî dinivîsin.
Dibêjin va ye em hene.
Çend heban xwe dane ser hev kovareke bi navê ”Zarema” derdixin. Wa ye mizgîniya derketina jimara 10an jî daye xwendevanên xwe.
Ez ji van keç û xortan û ji xebatên wan, ji kovara wan pir hez dikim. Esas kî bi kurdî binivîse, kî ji bo kurdî û kurdayetiyê biçûk, mezin kevirekî bide ser kevirekî kêfa min tê, ez wan pîroz dikim, pesnê wan didim û heger ji min were bi du gotinan be jî alîkariya wan dikim. Dixwazim bibînin kêfa kalên weka min ji xebata wan rat ê.
Kurd zêde qedir û qîmetê nadin zimanê xwe û nivîskarên bi kurd. Keseên kurdî dinivîsin li gorî yên bi tirkî dinivîsin bêtir bêkes in, miamela zarokên dêmariyê dibînin. Ez bi xwe ji hemû bêkesan, ji hemû zarokên sêwî û bêkes hez dikim.
Çimkî kurd jî, zimanê kurdî jî bêkes û sêwî ye…
Zarema jimara 10an li hemû xwendevanën wê pîroz be.
Spas ji kedkar û xebatkarên kovara Zarema ra…

Inga kommentarer: