09 maj 2017

Gelî xwendevanên ezîz ez ne "MAMOSTE" me

Gelî xwendevanên hêja û heval û hogirên ezîz, ez ne MAMOSTE me !
Berê kurdan ji kesên bi umir, bi temen ji xwe mestir ra digotin ”xalo”, ”apo” ya jî keko, bira…
Nuha ”mamoste”derketiye, êdî xort ji kesên navsale ra, ji kesên hez dikin ra dibêjin ”mamoste”!
Gelek xwendevan, keç, xort, dost û heval wek xîtabeta hurmetê ji min ra jî dibêje ”mamoste”!
Lê ez ne mamoste me û bi rastî ji xîtaba, ji navê mamoste jî hez nakim.
Bi min wek xîtabeke xav û navekî naylon tê, ne dilê min lê rûdine û ne jî kêfa min ji vê gotinê ra tê.
Berê kurdan ji mamoste ra digotin ”xoce. Lê ji bo xocê dînî yanî mele û xoceyê dibistanan ji hev werin gerandin, gotna ”mamoste” cî girt. Êdî her kes ji xoceyê/mualimê dibastanan û zanîngehan ra dibêjin mamoste.
Mamoste, kesê derzê dide xwendevanan, kesê dersdar e, zarokan, xwendevanan fêrî xwendin û nivîsandinê, fêrî ilim û îrfan dike.
Yanî bi zimanê berê ”mualîm”.
Mamoste, ji bo kesê hoste, alim jî kane were gotin.
Îcar ez ne mamosteyê mektebê û zanîngehê me û ne jî alim û hoste me. Ez merivekî ji gel, nivîskarekî kurd im.
Lema jî ez ne ”mamoste” me.
Ji dêlî gotina ”mamoste” nave min were gotin û yên xort jî gava bixwazin kanin bibêjin “apo”, “xalo”, “keko” rasttir e û ezê kêfxweştir bibim.
Li Kurdistanê yên di salên min da xwarzê û biraziyên wan pir in, lema jî yên ji wan ra dibêjin “xalo” û “apo” pir in.
Lê li Ewrûpa kalên wek min hesretî bihîstina vê gotinê û vê xîtabê ne.
Gava yek ji min ra dibêje “apê Zinar” û “xalê Zinar”, kêfa min tê, ez pir dilşa dibim.
Bi vê xîtabê bi kurdayetî û bi kalîtiya xwe dihesim.
Wek zaroktiyê û xortaniyê, dibê meriv kalîtiya xwe jî bijî, ji wê jî tahm û leztekê bigre.
Lê gava kes ji meriv ra nebêje “xalo” û “apo”, meriv xwe tim cahil his dike û heta mirinê jî bi kalîtiya xwe nahese.
Ma gava kes rojê çend caran hin ji meriv ra nebêje ”xalo”, apo” û ”kalo”, merivê çawa bi kalîtî û pîrîtiye xwe bihese?
Ma merivê çawa bizanibe meriv kal û pîr e, dema koma neviyan, xwarzê û biraziyan li dora meriv nedin çirvîtan û nebêjin “kalo”, xalo” û “apo”, bêguman meriv nizane meriv di kîjan qonaxa jiyanê da ye…
Lema jî gelî xwendevan ezîz, gelî dost û heavalên hêja, rica min ji we ji min ra nebêjin “MAMOSTE”, ya navê min hildin ya jî bibêjin ”apê Zinar”, “xalê Zinar” yanî dilê we çi navî dixwaze bi kar bînin, lê nebêjin ”mamoste”, çimkî ez ne MAMOSTE me.



Inga kommentarer: