11 maj 2017

Bawer bikin derdê milet nayê kişandin




Tu çi dinivîsînî yên pê qayil nebin pir in.
Miheqeq kêmasiyekê, qusûrekî, şaşiyekê, neheqiyekê di nivîsa te da dibînin.
Yek dibêje kin e, deh dibêjin dirêj e.
Yek dibêje reş e, deh dibêjin spî ye...
Yek dibêje weleh pir baş e, deh dibêjin bi Xwedê ji kok da şaş e...
Yek dibêje tîr e, yek dibêje rohn e...
Yek dibêje rast e, deh dibêjin xwar e…
Yek dibêje te îcar helandiye, te ya dilê min gotiye, deh dibêjin te îcar jahr xistiyê, te neheqiyeke mezin li filan hêzê kiriye.
Yek dibêje nivîsa te ya îcar tam li gorî dilê min e, yê din dibêje
weleh nivîsa te ya îcar qet neket serê min.
Tu Erdogan û siyaseta wî ya antî-kurd rexne dikî, hin kurdên bi dev kurd lê bi dil û di bin ra hevalên Erdogan xwe aciz dikin, dibêjin Erdogan ji kemalîstan baştir e, wî gelek maf daye kurdan.
Ya jî dibêjin ma hewce ye tu qala Erdogan bikî, ji xwe ew neyar e.
Bi vî hawî dixwazin Erdogan ji rexnekirinê biparêzin. Ev celeb hevalên Erdogan pir kone ne, berjewendiyên xwe yên şexsî di ser her tiştî ra digrin. Derdê wan Erdogan wan neqewitîne û ji çend qurisên pîs nebin…
Tu şaşiyeke PKKê rexne dikî, deh dibêjin her bijî, sed kevir û kuçikan li te dibarînin, dibêjin tu antî PKK yî…
Tu têkiliyên Barzanî yên bi Tirkiyê rexne dikî, deh dibêjin her bijî, sed dibêjin em zanin tu merivê PKKê yî û neyarê Barzanî yî.
Tu çima PKKê rexne nakî?
Ma serokekî ji Mesûd Barzanî baştir heye?
Yê welatparêz be dibê Barzanî rexne neke, ew çi bike rast e, ji bo gel e, dîplomasî ye ya jî mecbûr e bike.
Em wek wî ji siyasetê fêm nakin.
Yanî derdê milet nayê kişandin, ne tîr qebûl dikin, ne rohn.
Her kes dixwaze tu ji partiya wî ra, ji serokê wî ra tenê li çepikan xe û serok û siyasetmedarên din rexne bikî, tenê pesin û methê serokê wî bidî û yên din têxî binê erdê.
Hinek ji rstgoyiyê û dobretiyê hesz dikin û hinek jî ji zilamtiyê û şelefiyê.
Welhasilî kelam di nava kurdan da, bi kurdan ra siyaset sinetekî zor kaka, sal û tecrûbeya meriv çi be jî yên meriv nezan û cahil dibînin tim pir in.
Siyaset wek tahmekê ye, her kes ji her tahm û lezetê hez nake, hinek ji şîraniyê, hink ji tûjiyê hes dikin.
Hinek ji tûjiya îsota Ruhayê û hinekî jî ji qedaîfê Diyarbekrê û ji peqlawê Dîlokê(Entabê) hez dikin û hinek jî ji hingivê Şemzînan.
De îcar meriv nikane nivîsekê him wek îsota Ruhayê tûj û him jî wek hingivê Şemzînan şîrîn û wek qedaîfê Diyarberkrê û peqlawê Dîlokê bi tahm binivîse.
Lema jî hinekê jê hez bikin û hinekê jî jê hez nekin.
Ev îş wiha ye, yê qebûl neke bira dev ji nivîsandinê berde û ji xwe ra kerekî din bike…

Inga kommentarer: