31 maj 2017

Xwezî bi dilê kesê nuha ne esker û mamûrê dewletê ye

Xwedê dijminê min jî nuha li Tirkiyê neke esker, polîs û mamûrê dewletê.
Îşkenceyeke ji viya mezintir tuneye.
Heta bi qasî xuya dike jiyana li Tirkiyê û tirkbûn jî êdî bûye ezab û îşkence.
Heft xwezî bi dilê kesê ne tirk e...
Serok ewê vê rewşê girantir û xerabtir bike...

XXX
Carnan zalim, çavsor, şerûd bêyî bela xwe ji ber nigê xwedibînin.
Hûn kanin bibêjin Xwedê li hewa topa xwe li wan dixe.
Çimkî rehet nasekinin, agir kirine dawa xwe.
Nahhêlin teyr bi teyrîtiyên xwe di hêlînên xwe bi bilûsin.
Lê carnan Xwedê li heqiyê ye, wek min got, bela zaliman dide...

XXX
Civîna Heyeta Ewlekariya Millî ya Tirkiyê di bin serokatiya Erdogan da 4,5a ajotiye.
Piştî civînê belavokek hatiye belav kirin. Di vê belavokê da Emerîka ji ber alîkariya bi PYDê ra dike hatiye rexnekirin.
Di beyanê da tê gotin wek mitefikekî dibê Emerîkayê sîleh neda YPGê, alîkariyeke bi vî rengî Tirkiye pir xemgîn kiriye û ev ne karê dosta ye.
Weleh heta hûn mitefikê Daîşê û çeteyên îslamî bin û dev ji neyartiya kurdan bernedin hûnê gelek carên din jî xemgîn bibin.
Emerîka û dinya dibîne hûn di bin ra çi bêbaviyê dikin.
Di mesela Sûriyê da hûn li pey tiştekî tenê ne, dibê kurd li Sûriyê mafekî herî biçûk jî bi dest nexin.
Ji bo vê hûn her tiştî dikin.
Lê hûn çi bikin jî xerabiya we ewê ji we ra bimîne, li Sûriyê kurd ewê bigihîjin azadiya xwe.



XXX
Sekreterê Partiya Komunîst a Îraqê yê berê Ezîz Muhemed îro li Hewlêrê di 93 saliya xwe da wefat kir.
Ezîz Muhamed komunîst û ronakbîrekî hêja û merivekî kurd û Kurdistanê bû, ne wek komunîstên Kurdistana bakur, rojava û rojhilat bû. Azadî û serxwebûna kurdan her tim daxwaza wî bû. Li Ezîz Muhamed li Kurdistana başûr merivekî dihat hezkirin û xwedî îtîbar bû. Di jiyana xwe ya dirêj da gelê xwe gelek xebatên hêja kirin
Bira serê malbat û zarokên wî sax be.

Hûn rojiya xwe bigrin û herin cinetê, bihêlin bira hinek jî herin dojehê…



Hela hûn bala xwe bidin vê zorbatiya hin dîndarên, hin musilmanên bêkultur û xwenezan. Ji bo ku ew rojiyê digrin dixwazin xwrin û vexwarinê li kesên din jî yasax bikin.
Di medyaya sosyal da ez rastî vê beyana Heyeta Fetwayê hatim:

”Gelo di meha remezanê da vekirîhîştina aşxaneyan caîz  e?
Di meha remezanê da hemû musilman mecbûrî(mukelefê)rojîgirtinê ne. Kesên ji ber sebebên cuda nikanin rojiyê bigrin dibê eşkere tiştekî nexwin û venexwin. Lema jî aşxaneyên û bufeyên dibin wesîleya vê yekê jî dibin şirîkên eynî gunehan.Yên di meha remezanê da guh nadin hesasiyetên me û bi roj aşxaneyan dixebitînin, dibê piştî remezanê em wan aşxaneyan boykot bikin û bi vî rengî nerazîbûna xwe nîşan bidin.”
(ÎTTÎHAD, Heyeta Fetwayê)


Ev kesên bêkultur û zorba ji ber ku ew rojiyê digrin dixwazin hemû kesên rojiyê nagrin, yên nikanin bigrin, yên ne musilman û bawermend in, xerîb û turîstan jî birçî bihêlin.
Însanên nesîbê xwe ji demokrasiyê negirtibe wiha ne.
Tu ferqa vê dîtinê ji terorîstên Daîşê tuneye.
Qatil û terorîstên Daîçê jî li ser anvê dîn û îmanê û wekîltiya Xwedê her kesî mecbûrî qebûlkirina îdeolojî û şiklê jiyana xwe dikin.
Ji dêlî ku li kesên rojiyê nagrin bifikirin, ji bo ku li bajaran kesên bêrojî birçî nemînin tedbîran bigrin, gefê li xwediyên mekanên vekirî dixwin, wan bi boykotê tehdîd dikin.
Yaho ma hûn wekîlê xelkê ne, çi ji we ra kî rojiyê digre ya jî nagre?
Belkî hinek dixwazin herin dojehê/cehnimê û behiştê/cinetê ji we musilman û dîndaran tenê ra bihêlin.
Hûn rojiya xwe bigrin û bela xwe di kesên nagrin nedin. Xelkê terorîze nekin. Ez zorbatî ye.
Ev ne tu hawe û ne tu exlaq e...
Ev bêkulturî û bêpariya ji medeniyetê ye.
Mihî bi nigê xwe, bizin bi nigê xwe ve bi darde dibe, her kes mesûlê xwe, gunehê kesên rojiyê nagrin, gunehê kesên bênemaz ji we nayê pirsîn.
Hûn rojiya xwe bigrin, nimêja xwe bikin û hemû şertên îslamê û îmanê bi cî bînin û herin behişta xwe.
Bihêlin bira hinek jî herin dojehê/cehnimê.
Ma dojeh ji bo çi heye?
Xwedê hewqas mesref li dojehê kiriye, bi hezaran sîtil û kergeyên tije qîr û qitranê daye ser êgir, bi tonan êzing û ardû lê mesref dibe.
Bi sedhezaran zebanî li wir dixebitin, bi çar çavan li bende mîvanên xwe ne.
Ma bira kes neçe dojehê?
Dema her kes here behiştê dojehê vala bimîne.
Heger dojeh ewê vala bimîne, heger hûnê nehêlin kes li vê dinayê gunehekî bike, wê demê hebûna dojehê ji bo çi ye?
Qey tenê ji bo propagendê û tirsandinê heye?
Qey Xwedê ji bo lazimeyekê çêkiriye.
Ji bo hinek herin wir jî…
Heyran, madem ”behişt” û dojeh” hene, ji kerema xwe ra bihêlin kî dixwaze her ku bira herê, xelkê mecbûrî çûna behiştê/cinetê nekin…
Belkî hinek naxwazin herin behiştê….
Ma hûn bel ana yaho?

30 maj 2017

Ereb dixwazin piştî Daîşê bi Heşdî Şebî şerê xwe li hemberî kurdan bidomînin

Ev demeke hêzên Heşda Şebî li Şingalê operasyonan  dike. L gorî medyaya kurd dinivîse heta nuha 11 gundên kurdan kirine bin kontrola xwe û dixwazin operasyonên xwe berfirehtir bikin.
Heşdî Şebî hêzeke nîjadperest ya ereb e û ji bo xêrê û alîkariya kurdan nehatiye Şingalê.
Bi qasî xuya dike ereb dixwazin ji nuha da dewsa Daîşê tije bikin. Yanî Heşdî Şebî ji bo kurdan Daîşa pêşeroja ye.
Çimkî umrê Daîşê li Mûsilê û li Şingalê pir kin e, îşê rojan û heftan e. Dixwazin bi Heşdî Şebî şerê xweê li hemberî kuran bidomînin.
Di van operasyonên Heşdî Şebî da tiliya Îranê jî heye.
Têkiliya van operasyonên Heşdî Şebî bi referandûmê û serxwebûna Kurdistanê heye.
Wer xuya dike ereb dixwazin berî referandûmê Şingalê têxin bi kontrola xwe û nehêlin kurd temamiya Şingalê bibin ser Kurdistanê.
Şingal him ji bo Îraqê û him jî bo Îranê herêmeke  gelkî muhîm e. Her wisa ji bo kurdan jî.
Bi dagirkirina Şingalê ra dixwazin têkevin nabêna Kurdistana başûr û rojava, ji bo li hemberî yekîtiya herdu beşên Kurdistanê bibin kelem.
Serokwezîrê Îraqê yê kevn Nûrî Mlikî di hevpeyvîna xwe ya bi rojnameya Exbar ya Lubnanî da gef li kurdan xwariye û gotiye,”mafê kurdan tuneye referandumê bikin, tiştekî bi nave referandumê di destûra Iraqê de nîne. Divê kurd werin rawestandin û eger pêwîst bike divê li hember wan hêz jî were bikarabirin.
Wek xuya ye Malikî qala şer dike.
Ev beyana Malikî jî nîşan dide têkiliya operasyonên Heşdî Şebî yên li Şingalê û referandûma serxwebûnê bi hev ra heye. Dixwazin bi gefên wiha nehêlin kurd referandûmê çêkin.
Dibê hukûmeta Kurdistana Federe guh neda van gefên Mlikî û ereban û di demeke nêz da roja referandûmê diyar bikin. Texîrkirin li zirara kurda ye.
Li Şingalê hêzên YBŞê jî gelşeke din e.
Li hemberî vê tehdîda Heşdî Şebî dibê YBŞ gelşan ji hukûmeta Kurdistanê ra dernexe û li hemberî Heşdî Şebî bi hêzên pêşmerge ra bibn yek.

Şîreta Arîsto û rewşa me kurdan

Îskenderê Mezin(B.Î 323-356)ji fîlozofê mezin Arîsto(B. Î. 322-384)ra nameyekê dinivîse.
Li welatên zeft kirine ji bo ku kanibe însanên wan welatan di binê emir û tahakuma xwe da bigre sê pirsan ji Arîsto(Arîstoteles)dike.
1. Gelo ez hemû mezin û giregirên van welatan bişînim sirgûnê?
2. Gelo ez hemû mezin û giregirên van welatan têxim girîgehan?
3. Gelo ez serê hemû mezin û giregirên van welatan bifirînim?
Tu çi dibêjî, pêşniyara te ji min ra çi ye?
Li gorî dibêjin Arîsto ev bersîva jêrîn daye Îskenderê mezin:
1.Li surgûnê ewê xwe bidin ser hev û li hemberî te serî hildin.
2.Girtîgeh ewê bibin hêlîna têkoşeran/milîtanan û ji bin kontrolê derkevin.
3. Heger tu serê wan bifirînî nifşên(cîlên, neslên)piştî wan rabin ewê bi kîn û daxwaza heyfgirtinê mezin bibin û textê te bihejînin.
Ji dêlî wê dibê tu dubendiyê, nîfaqê têxî nabêna wan, wan bera pêxîla hev bidî, wan bikî neyrên hev. Dema ew bi hev ketin, wan şerê hev kirin, tu yê wek hakem xwe bi wan bidî qebûlkirin. Lê belê tu yê hemû riyên lihevkirinê tim bigrî, tu yê nehelî tu carî li hev werin. Heta ku ew neyarên hev bin tu yê kanibî wan bindest bihêlî û îdare bikî…



Bi rastî Îskender nameyeke wiha ji Arîsto ra nivîsî ye ya na û Arîsto jî bersîveke wiha dayê ya na ez nizanim, kane rast be, kane ne rast be.
Lê mesela me ne ev e.
Ya muhîm tu dibêjî belkî ev çîrok ji bo me kurdan hatiye nivîsîne, kê gotibe ji bo me kurdan gotiye.
Rewşa me kurdan ya îro eynî wek ya vê çîrokê ye.
Neyarên me dîrekt û îndîrekt, bi riya dîn, bi riya îdeolojiyên siyasî û bi gelek rê û metodên din em berra pêxîla hev dane, em kirine dilnexwaz, xêrnexwaz û neyarên hev.
Û bi saya vê siyaseta xwe, me bindest dihêlin, nahêlin em ji bindestiya wan rizgar bibin.
Her partiyek, her siyasetmedar û ronakbîrekî kurd bi hin argumentan neyartiya hev dikin û tifaqq xwe çê nakin.
Çîrok ev e, sebebekî bindestiya me jî ev e bêtifaqiya me ye, dijmin bi me dilîzin, nahêlin em yekîtiya xwe çêkin.
Geh bi dîn û îmanê me berra hev didin, geh bi îdeoliyên rast û çepîtiyê. Û geh jî bi xapandinê, bi riyên destik û nokerên xwe.
Dibê em tiştekî baş bizanibin, her kesê di nabêna hêz û partiyên kurd û Kurdistanî da fêsadî û gelaciyê dikin, di bin çi navî da dibe bila bibe, di bin xêliya kîjan îdeolojiyê û siyasetê da dibe bila bibe, zirarê didin kurdan û xizmetê ji armancên neyarên me ra dikin.
Hinek objektîf û hinek jî subjektîf destikên vê plana neyarên me ne, dibê em guh nedin fêsadiyên wan, wan ji nava xwe bavêjin…
Hêzên netewî, kurdên welatparêz dibê destên biratiyê bidin hev û yekîtiya netewî ava bikin.

Tirkiye li dij e NATO şerê Daîşê bike

Serokê MHPê Devlet Bahçeliyê faşîstê û neyarê kurdan yê dîn û har û psîkopat ji biryara NATO ya şerê li dijî Daîşê pir nerehet bûye û gotiye, ”Di civîna NATO ya dawî da biryar hat girtin ji nuha û pê da NATO jî ewê tevî şerê li dijî Daîşê bibe. Tirkiye li dijî vê biryarê derketiye lê belê qebûl nebûye…”
Dêmek Tirkiye li dijî vî birayra NATOyê derketiye. Hukûmetê nedigot ew li dijî biryraê derketine.
Helbet Bahçelî û Tirkiyê ewê nexwaze N...ATO şerê Daîşê bike.
Helbet Bahçelî û Erdogan ewê li dij derkevin.
Çimkî sponsorê Daîşê yê herî mezin Tirkiye ye.
Daîş di bin ra hêzeke çete ya girêdayî Tirkiyê ye, bi îmkan û piştgiriya Tirkiyê li ser niga ye.
Li ser hesabê Tirkiyê şerê kurdan dike.
Helbet Bahçelî ewê ji vê biryara NATO aciz bibe.
Li gorî Bahçelî dibê NATO ne li dijî Daîşê, li dijî PYDê û kurdan şer bike û bela xwe di Daîşê nede.
Erdogan jî tim vê dîtinê dubare dike.
Lê êdî NATOyê jî fêm kiriye Tirkiye li pişt Daîşê ye.
Bi vê biryara NATOyê careke din diyar bû Tirkiye naxwaze Daîş ji ortê rabe, naxwaze kes şerê Daîşê bike.
Tirkiye nûnerê Daîşê yê bi dizî ye, di nava NATO da û li Ewrûpayê Hespa Truwa ya îslamîsta ye.



29 maj 2017

Heger pirîska kurdayetiyê bi kurdên AKPê ra mabe ewê li hemberî vê heqaretê bêdeng nemînin


Qeyûmê belediya Bazîdê, yanî mamûrê dewletê daye ser serê belediya Bazîdê, navê kolana(cadeya)Îsmaîl Beşîkçî guhertiye, kiriye ”Kolana Înegolê”.
”Înegol” li Tirkiyê navê qezayeke li ser wîlayeta Bursayê ye.
Navekî ji dûr û nêzîk têkiliya wê bi kurdan û Bazîdê tuneye,  navê qezayeke Tirkiyê li kolaneke Bazîdê, li bajarê Ehmedê Xanî kirin li 30 milyon kurd heqareta herî mezin e.
Nîjadperestîyeke nedîtî ye.
Çavsorî û heyfgirtineke, faşîzim e.
Heger piçek xîret bi kurdên AKPê yên Bazîdê ra hebûye û pozê wan bişewitiya piştî vê heqareta mezin, piştî vê çavsorî  û pîskirina miletê kurd ewê bi hev ra ji AKPê îstîfa bikirana.
Heger pozê parlamenter û wezîrên AKPê yên kurd  bişewitiya ewê li hemberî vê heqareta li kurdan, li gelê Bazîdê bêdeng nemana,  ji AKPê îstîfa bikirana.
Lê helbet kesê tiştekî wiha neke, tirk viya baş zanin.
Yek kurdê AKPê jî ewê li dijî vê çavsorî û rencîdekirina kurdan dernekeve.
Û ji xwe ji bo ku tirk zanin kurdên AKPê bûne koleyên wan, ew çi zulm û heqaretê li kurdan bikin jî ewê dengê xwe nekin, lema mêrikan diwêrin hewqasî bi xurûr heysîyeta kurdn bilizîn, wan pîs bikin û pê li serê wan kin….

Em miletekî bindest in û şerê me jî şerekî netewî ye



Em kurd bindest in û welatê me di binê îşxalê da ye.
Şerê me yê li hemberî vê îşxalê ne şerekî sinifî, şerekî netewî, milî ye.
Di şerê netewî(milî) da her sinif û tebeqe hene û dibê hebin.
Dibê axa, beg, mîr, eşîr, şêx, gundî, karkir, rast û çep hemû hebin.
Û ji xwe gava axa, beg, şêx, mele, eşîr, zengîn, feqîr, ronakbîr, çep, rast, dîndar û nedîndar nekevin nava micadela netewî bi teleban û ronakbîrên çep tenê kurd nikanin ji bindestiyê xelas bibin û bigihîjin azadiya xwe.
Berî her tiştî dibê em civata xwe û gelşên civta xwe baş nas bikin, hedefa xwe baş zelal bikin û micadeleyeke li gorî wê bidin.
Ne rast e meriv bi çavê dijmin li kesên ne ji fikir û îdeolojiya me, li eşîran, li axa û began, li dîndar û dewlemendan binêre û ji bo ku di micadela netewî da hinek jê ne bi îstîkrar in ji wan ra xeberan bidin û tinazê xwe bi wan bikin, xelkê bi tirsonekiyê îtham bikin.
Gere kem bizanibin her kes nikane bi qasî hev  fedekar, cesûr, canfîda û qehreman be. Di micadela û şerê netewî da gava şert giran dibin hinekê çerx bikin û dev ji micadelê berdin.
Hinekê li kursî berjewendiyên xwe di ser micadele û doza netewî ra bigrin.
Ev normalîteyeke civakî û însanî ye.
Qerekterên wiha ne mexsûsî sinif û tebeqeyekê tenê ye, ji her sinif û tebeqeyê merivên baş û xerab, tirsonek û egîd derdikevin.
Di rewşên wiha da ji dêlî êrîşê, dibê meriv gelşê baş analîz bike û siyaseteke li gorî wê bimeşîne.
Bi zorbatiyê, bi gefan, bi xeberan, bi hêrsê û heqaretan kes nabe dilxwaz û hevalê meriv.
Ji ber ku şerê me şerekî netewî(milî) ye, lema jî dibê retorîka me, ziman û uslûba me ne êrîşkar û heqaretwarî be, dibê em zimanekî nerm û maqûl û îqnayê bi kar bînin.
Mar bi rehetî ji qulê derdikeve.
Ancax bi zimanekî şîrîn meriv kane dilan feth bike, ne bi zorabtiyê.
Ez li hemberî yekî  zimanekî êrîşkar û gotinên ne xweş bi kar bînim, ewê li min guhdarê neke û ewê jî bersîveke ne xweş bide min û emê nikanibin diyaloga xwe bidomînin. Nabêna me ewê xera bibe, emê bibin dijminên hev.
Ev jî li kara dijmin û li zirara tevgera kurd ya netewî ye.
Lema jî zimanekî nerm û maqûl, yanî diyalog tim ji monologê baştir e.
Hedefa me dibê tim û tim qezenckirina însanan be.
Dibê em bi gotinên xwe û bi qelema xwe kurdan totî himêza neyar nekin.
Bi baweriya min çîmentoya yekîtiya kurdan kurdperwerî ye, bêyî kurdperweriyê, welatparêziyê tu îdeolojîyeke din nikane kurdan bîne ba hev û bibe çîmentoyê yekîtiya netewî.
Di warê dînî, mezhebî, siyasî, îdeolojî, bawerî û lehçeyî da kurd rengrengî û ji hev cihê ne
Kurdên kurmanc, zaza, soran, lor, hewram û bi dehan lehçe û devokên kurdî hene.
Li Kurdistanê kurdên musilman, dîndar, ataîst, komunîst, êzdî, kakayî, elewî û bi dehan baweriyên din hene.
Di warê siyasî da bi dehan fikir û îdeolojî hene.
Yanî civata me di gelek waran da wek civatên din ne homojen e, heterojen e.
Lema jî bêyî kurdayetiyê, nasyonalîzma kurd tu îdeolojî, ne çep, ne rast û ne jî îslamîyet nikane bibe çîmentoyê yekîtiya kurdan.
Wek ronakbîr, siyasetmedar û nivîskarên kurd dibê em li gorî vê rastî û heqîqeta civata xwe hereket bikin.
Gerek em bixwazin axayên kurd, eşîrên kurd, her kes û hêza li dijî tevgera netewî ye ji bin çengê dijmin derxin, ne ku êrîşî wan bikin û nav û nîçokên ne xweş li wan bikin. Gava em bikin jî yê li zirarê derkevin em in, kurd in.
Dewleta tirk dixwaze kurd ne li hev bin û şerê hev bikin.
Dibê em bi bi siyaseta xwe, bi gotin û qelema xwe xizmetê ji vê siyaseta dijmin ra nekin, wê pûç bikin…

28 maj 2017

Kesên berê me silav nedida hev nuha pir ji wan hez dikim

Medya  sosyal ji bo naskirina însanan platformeke bêhempa ye, bi saya torên medyayê yên wek facebookê û twitterê, malperên şezsî û blogan meriv gelek kesan ji dûr va nas dike, fikrên wan fêr dibe.
Carnan meriv di medyaya sosyal da rastî hin kesan tê bêyî ku meriv bizanibe kî ye, ji kîjan hêzê û partiyê ye kêfa meriv ji dîtin û fikrên wan ra tê, meriv gelkî nêzî xwe his dike.
Çend kesên ji zû da ye min ew taqîb dikrin û kêfa min ji fikir û sekna wan ya kurdayetiyê ra dihat Kawaciyên kevn derketin.
Min nizanîbû kawacî ne.
Min ji hin hevalan pirsî, gotin Kawacî ne.
Tiştekî ecêb e, berê em (DDKD) û Kawacî du tevger û îdeolojiyên tam ziddî hev bûn, me silav nedida hev, ji me ra digotin ”sosyal faşîst” !
Lê nuha ez gelkî ji fikrên wan hez dikim, kêfa min gelkî  ji wan ra û ji siyaset û îdeolojiya wan ra tê.
Bêguman ji hêz û partiyên din jî, wek Rizgarî, KUK, Riya Azadî  însan baş û hêja û ez ji wan hez dikim hene.
Lê bi qasî ez dibînim tamara kurd û Kurdistaniyê, ya serxwebûnê bi hevalên Kawacî ra pir xurt maye, dejenere nebûne.
Yên ez wan nas dikim ne meriv û mirêdên tu hêzê û partiyê ne, tamara xeteke azad û serbixwe bi wan ra xurt e. Şêla wan tim milî(netewî) ye.
Bi rehetî ji şaşiyê ra dibêjin şaş û ji rastiyê ra dibêjin rast. Tu şêx û tabûyên wan tunene, ne zilam û mirîdê tu partiyê  tu serokî ne.
Ez bi xwe qedrekî mezin didim kes û siyasetmedarên wiha.
Navê hemûyan nayê bîra min, lê ji van yek Aso Zagrosî, Mehmet Mamaş e û Mehmet Mufît e.
Gelo tesîra kekê Ahmet Okçuoglu li ser van hevalan heye ya na ez nizanim. Çimkî hevalên hev yên kev in.
Van hevalan berê Kawacî bûn, lê nuha hîn jî Kawa heye ya tuneye, ya jî li dora tiştekî din xebata xwe didomînin ez nizanim.
Bes tiştê dibêjin û xeta diparêzn li gorî bawerî dîtina min xeteke netewî û Kurdistanî ye.
Û bi piranî jî kesên zana û xwedî qelim in, li gorî hêz û îmaknên xwe li hemberî hêzên dagirker micadleyekê didin, ji bo gelê xwe, ji bo kurd û Kurdistanê tiştekî, karekî dikin.
Kêmasiya wan mixabin ew jî bi tirkî dinivîsin.
Aso Zagrosî carnan bi kurdî dinivîse, lê yên din, nivîskarên Ala Yekîtiya Kurdistanê bi tirkî dinivîsin.
Ev kêmasiyeke mezin e. Çi heyf piraniya kurdên xwedî qelem bi tirkî dinivîsin. Ev jî tiştekî ne baş e, him zimanê kurdî bi pêş naxe û him jî xizmetê ji asîmîlasyonê ra dike.
Lê belê di warê fikrî û siyasî da kêfa min gelkî ji hevalên Kawacî ra tê…




27 maj 2017

Tu dibêjî belkî ENKS ji bo reşkirina PYDê heye

Serokê ENKSê Brahîmê Biro gotiye, ”Bi riya sefaretên li Kurdistana başûr emê zulma PYD li me dike têxin rojeva dinyayê. Emê li Kurdistana rojava meş û nimayişan çêkin.”
Ê ji xwe ji roja roj da ye hûn viya dikin, we neyartiya PYDê kiriye sebebê hebûna xwe.
Ji bo vê xebata we ya reşkirina PYDê bi Xwedê Erdogan ewê nîşanê(madalyayê) bi te ve ke…
Heta nuha min qet nedîtiyê Brahîmê Biro li dijî Tirkiyê jî bixwaze sefaretan têxe hereketê, dinyayê bi zulma Tirkiyê bihesîne û li dijî Tirkiyê jî meş û nimayişan bike.
Here were, rabe rûna neyartiya PYDê ye. PYDê filan kiriye, PYDê bîvan kiriye.
Ê hela carê jî qala xerabî û zulma Tirkiyê bikin, carê jî êrîşên Tirkiyê protesto bikin.
Carê jî dinyayê bi zulm û terora Tirkiyê bihesînin. Hûn viya qet nakin. Her beyana we wek ya berdevkê Erdogan e.
Tu dibêjî belkî ENKS sirf ji bo dijminatiya PYDê ava bûye, hal û karê wan neyartî û reşkirina PYDê ye.
Ê ji xwe tiştê Tirkiye dixwaze jî ev e.

Li ser rojîgirtinê û bêtehamuliya bawermendan

Îro roje pêşî ya rojiyê ye.
Ji ber ku di nivîsa xwe ya berî viya da min nîşan daye ez ne bi rojî me û min gotiye ez qahwê vedixwim, hin dos û heval aciz bûne û fena ku bibêjin min li hemberî kesên rojiyê digrin bêhurmetî kiriye.


Gelî dost û hevalan, ez merivekî ne bawermend im, nimêjê nakim û rojiyê nagrim û rast nabînim vê baweriya xwe  jî veşêrim.
Ez bi xwe veşartina baweriya xwe, fikir û dîtina xwe wek bêexlaqiyê dibînim. Ez rojiyê nagrim û viya jî venaşîrim.
Çimkî baweriya min bi tiştên wiha tuneye.
Lê belê kesê bawer mend û dîndar nimêja xwe dike û rojiya xwe digre.
Hurmeta min ji baweriya wan ra heye.
Û ji ber ku hin kes rojiyê digrin ez xwe ji kesî naqeherînim û nabêjim rojiyê negrin.
Dost û hevalên rojiyê digrin jî dibê azarê nedin kesê rojiyê nagrin û xwe ji wan nexeyidînin û ji wan veşartina baweriya wan nexwazin.
Ev ne dxwazeke rast e, ne demokrasî ye.
Baweriya bi Xwedê, îbadet tiştekî şexsî ye, tiştê meriv pê bawer dike dibê meriv li ser kesên din jî ferz neke.
Gava meriv ev ferzkirin  ji xwe ra wek heqekî dît, hinekên din jî kanin fikir û baweriyên xwe li ser meriv ferz bikin.
Wê demê dibê em ji zorbatîya dewleta tirk jî gazinan nekin, ew jî dixwazin em kurd wek wan bifikirin û wek wan bijîn.
Ewrûpî ne musilman in, nimêjê nakin û rojiyê nagrin,  lê ji muslimanan ra jî nabêjin nimêjê nekin û rojiyê negrin.
Ewrûpî tu carî mudaxeleyî bawerî û înteresên însanan yên şexsî nakin.
Dibê em kurd xwe fêrî demokrasiyê bikin û mudaxeleyî jiyana însanan nekin, fikir û baweriya xwe li ser xelkê ferz nekin.
Li Pakîstanê kesên rojiyê nagirn li orta bajêr dihingêvin, ço dikin.
Ma ev însaniyet e?
Ferzkirina baweriya xwe li ser însanan tenê li ba musilmanan heye, dixwazin her kesî, hemû dinyayê bikin wek xwe.
Çimkî li gorî îdeolojî û felsefeya îslamê, îslam dînê dawî, Quran kitêba dawî û Hz. Muhemed jî Pêxemberê dawî ye.
Bêyî îslamê hemû dîn, hemû îdeolojî û bawerî şaş in, cahnimî ne û dibê ya bi rehetî ya jî  bi zor ji ortê werin rakirin û her kes bibe musilman.
Musilmanbûn jî têrê nake, dibê meriv li gorî şertên îslamê jî bijî.
A ji ber vê felsefê û îdeolojiyê îslamê ye kesên rojiyê digrin heq li ba xwe dibînin yên nagrin rexne bikin û heta li hin welatan bi daran bihingêvin, ço bikin…
Netîce dibê dost û hevalên bawermend û yên rojiyê digrin bizanin hemû kurd ne nawermend û dîndar  in, kurdên çep, komunîst, ataîst, êzdî, elewî hene. Û vanan rojiyê nagrin.
Ma ji bo ku hin kurd rojiyê digrin gere meriv di meha remezanê da qala xwrin û vexwarinê neke?
Daxwazeke wiha ne rast e û dîktatorî ye.
Wek min got, hurmeta min ji kesên rojiyê digrin, ji dost û hevalên bawermend ra heye û ez tu carî ji kesî ra nabêjim nimêjê neke, rojiyê negre û wek min bijî...
Dibê hevalên bawermend û yên rojiyê digrin jî vê xweşbîniyê nîşan bidin û midaxeleyî jiyana însanan nekin û negirtina rojiyê ji xelkê ra wek şermekê, wek kêmasiyekê, wek bêkulturiyekê nebînin…

XXX
Germa Kurdistanê îro hat Stockholmê
27 maj 2017

Îro li Stockholma xopan germeke Kurdistanê heye, 24° derece germ e.
Ez û xanim nuh ji gera xwe ya sibê hatin.
Me li dora gola xwe û di nava daristanê da saet û nîvekê piyase kir.
Em ji gera xwe nuh gihîştin mal.
Min wek her tim qahweyeke kurdî da ser. Xanim jî li hewşê cî hazir dike.
Hewşa me aliyê bakur nuha sî û pi honik e.
Me perda xwe jî vegirtiye, bakî kur yê honik tê.
Meriv dixwaze di bin vê siyê da û li ber vî bayê honik wek pitikekî ziktêr bêxem rakeve.
Wa ye qahwa min hazir e, xanim ban min dike, dibê ez herim qahweyeke kurdî bi ser xwe da kim û bîstekê westa xwe bigrim.
De bi xatirê we…



Germa Kurdistanê îro hat Stockholmê

Îro li Stockholma xopan germeke Kurdistanê heye, 24° derece germ e.
Ez û xanim nuh ji gera xwe ya sibê hatin.
Me li dora gola xwe û di nava daristanê da saet û nîvekê piyase kir.
Em ji gera xwe nuh gihîştin mal.
Min wek her tim qahweyeke kurdî da ser. Xanim jî li hewşê cî hazir dike.
Hewşa me aliyê bakur nuha sî û pi honik e.
Me perda xwe jî vegirtiye, bakî kur yê honik tê.
Meriv dixwaze di bin vê siyê da û li ber vî bayê honik wek pitikekî ziktêr bêxem rakeve.
Wa ye qahwa min hazir e, xanim ban min dike, dibê ez herim qahweyeke kurdî bi ser xwe da kim û bîstekê westa xwe bigrim.
De bi xatirê we…

26 maj 2017

Erdogan îcar bela xwe di "Arena" yê daye


Ev çendake Erdogan bela xwe di gotin û navên biyanî ”arena, cafe, kafeterya, clup” û navên wek wan  daye û ji belediyan ra gotiye navê biyanî li deran nekin û yên hene jî rakin.
Ji ber ku mêrik bûye ”serok”, dibê hukim û mezinaya xwe nîşan bide, dibê ji serokatiya xwe kêfekê bigre, hukmê xwe nîşan bide.
Efendî ji navê ”Arena”yê pir aciz bûye, gotiye:

”Ne Arena vira stadyum e. Ez li dijî ”Arana” me. Min talîmat da wezîr, emê navê ”Aranayê” ji stadyuman rakin. Arena çi ye yaho? Di zimanê me da tiştekî wiha tuneye.”

Bi Xwedê camêr tam heqê serokatiyê dide, eynî hilika wê derdixe. Mesela gotiye:
”Min talîmat da wezîr”!
Biçirîne, îcar ”min talîmat da ” !!!

Em werin ser mesela peyvên biyanî û navê ”Arena” yê…

Ez bi qurbana wî serî û wî aqilê faşîst û nîvçe, ma tu nizanî ”stadyum” jî ne bi zimanê te ye !
”Arena” çiqasî ne bi tirkî ye, ”stadyum” jî hewqasî ne tirkî ye.
Wê demê dibê tu ”stadyumê” jî yasax bikî…
Herî kêm ji çaran sisiyê gotinên zimanê tirkî ne bi tirkî, biyanî ne.
De îcar tu yê li tirkan kîjan gotina biyanî/xerîb yasax bikî û kîjanê yasax nakî.
Heger tu hemû peyvên xerîb ji ferhenga tirkî derxî soz tu yê tirkan lal bikî.
Hûnê wek lalan bi îşaretan bipeyivin.

Herfa ”M” ji sisiya yekê ferhenga tirkî digre, lê yek gotineke bi herfa ”M” dest pê dike ne bi tirkî ye.
Lê ne ”M” tenê, çend îstîsna ne tê da, yek gotineke tirkî bi herfên ”C, I, M, N, R, V, Z” dest pê nake.


Ev demeke Erdogan bela xwe di gotinên biyanî  ”arena, cafe, kafeterya, clup” daye, îro emir da belediyan, got tabeleyên bi van navan daxin…


Bi tirkî ji xelkê ra dibêjin bi kurdî bipeyivn...

Di medyaya sosyal da hin kes her roj bi TIRKÎ şîreta kurdayetiyê û girîngiya zimên li kurdan dikin, ji kurdan ra dibêjin ziman pir girîng e, dibê meriv bi kurdî bipeyive û binivîse, filan û fîşmekan…
Fena alkolîstê, serxweşê şûşe di dest da û ji xelkê ra bibêje alkol xerab e, alkolê venexwin !
Ez benî, dev ji şîertan berdin û ji xwe dest pê bikin, berî her tiştî vê şîreta xwe ne bi tirkî, bi kurdî bikin.
Bi tirkî meriv ji xelkê ra nabêje bi kurdî bipeyivin. 

XXX
Fînî ji rûsan, filistînî ji cihûyan, çînî ji japonan, ermenî ji tirkan, kurdên îraqê ji ereban, kurdên îranê ji farisan hez nakin. Meriv dikane van nimûneyan viya dirêjtir bike.
Ji ber ku van dewletan zulm li wan kiriye, xedir li wan kiriye.
Lê kurdên Kurdistana bakur bi paranî ji tirkan ne aciz in, ji tirkan, ji zimanê wan, ji welat û bajarên wan hez dikin, dixwazin li bajar û peravên Tirkiyê bijîn. Tirkî wek zimanê xwe bi kr tînin.
Sebebê vê yekê asîmîlasyon û bêhayiya(nezaniya) ji dîroka xwe ye.
Gava meriv asîmîle bibe û haya meriv ji dîroka meriv tunebe, meriv nizanibe xelkê kînga, çawa û çi aniye serê bav û kalên meriv, çi zulm û neheqî li qewmê meriv kiriye meriv bêşiûr dibe, bi çavê neyar li neyarê xwe nanêre.
Wezîfeya ronakbîrên kurd ya herî sereke di nava kurdan da belavkirina zanîna dîrokê û şerê li dijî asîmîlasyonê ye.
Dibê kurd xwe û tarîxa xwe bi çî û war bizanibin.
Û dibê di zimanê xwe da israr bikin.
Heta ku di nava kurdan da zanîn û şiûrê dîrokê xurt nebe kurd bi xwe nahesin û dev ji heyraniya tirkan bernadin…





Kevirekî bavêje û bi xayinekî ra hesabê xwe bibîne



Malcolm X

Kevirekî bavêje
Kevirekî din bavêje
Helbestekê binivîse
Hutikekê bilind ke
Dengê xwe bilind ke
Zarokekî bigihîne
Maskeyekê girê bide
Sloganekê li dîwêr binivîse
Şehîdan bibîr bîne
Di serê xwe da xeyalekê çêke
Barîqatekê deyne
Li dîroka xwe xwedî derkeve
Li kuçeyan xwedî derkeve
Sloganekê biqîre
Guleyekê berde
Bizrekî biçîne
Agirekî vêxe
Camekê bişkîne
Xwîdan bide
Belgeyên sexte çêke
Belavokekê çap bike
Mahkûmekî bihewîne
Birînekî bipêçe
Xoşewîstiyê(hezkirinê)nîşanî dostekî xwe bide
Sîleha xwe paqij bike
Rastiyê bibêje
Mitîngekê çêke
Li pişt xwe miqate be
Li asîmanan binêre
Li pey xwe şopê nehêle
Ji karkiran fêr bibe
Fêrî hevalekî xwe bike
Hucreyekê ziyaret bike
Dîlekî cengê rizgar bike
Dosyeyên FBI-yê bidize
Dilê xwe bidize
Parloyê di hişê xweda bigre
Polîsekî bêçek bike
Fuzeyekê xera bike
Pêkenînekî bibêje
Planekê çêke
Tîrêjeke hêviyê bibîne
Navê xwe biguhere
Teoriyekê biceribîne
Ji dogmayekê ra meydanê bixwîne
Tirsa xwe bi kar bîne
Dilopek hêsir birjîne
Xerîteyê tetkîk bike
Bi xayinan ra hesabê xwe bibîne
Giraniya xwe bi cidîyet biparêze
Hinekî din giraniyê bidest xwe
Ji bo xoşewîstiyê/hezkirinê micadelê bide
Xoşewîstiya xwe careka din bibêje
Sînor derbas bike
Werger: Zinarê Xamo
2013-05-26

XXX
Li bende xweşmêra me
Ez nikanim hilma xwe bigrim
gerdûn li min teng bûye
roj li min hatiye girtin
Keftarên devbixwînin
li dora min diranan diqirçînin
dajon ser min
ser jin û zarokên min
zarokên di pêçekê da didin ber xenceran
qîrîn û hawara wan naçe tu deran
li hemberî van hovan destvala me
li bende gazî û hawarê û xweşmêra me
Zinarê Xamo
2014-05-29




25 maj 2017

Serê qetlîama Manchesterê jî gihîşt Tirkiyê


Li gorî rojnameya îngilîz Financial Timesê nivîsîye terorîstê bûyera Manchesterê, qatilê 22 xortan Salman Abedîyê 22 salî berî qetlîamê bi çar rojan li Tirkiyê bûye. Û ji Tirkiyê di ser Almanya ra çûye Îngilistanê.
Berpirsiyarekî tirk ji ajansa AFPê ra ev agahî tekîd kiriye, gotiye rast e, ji Stenbolê çûye Îngilstanê.
Ev agahî pir muhîm e.
Yanî wek gelek bûyerên din, serê vê bûyerê jî çû gihîşt Tirkiyê. Çimkî Tirkiye bûye merkez û embara Daîşê  û terorîstan.
Salman Abedê terorîst çima çûye Tirkiyê, li Tirkiyê çend roja maye, kî dîtiye, çi kiriye hîn ne diyar e, lê di rojên pêş da ewê jî derkeve.
Bes heta nuha hema hema hemû terorîstên li Ewrûpayê teror kirine têkiliya wan bi Tirkiyê ra çê bûne, li Tirkiyê mane, di ser Tirkiyê ra çûne Sûriyê û hatine.
Lema jî pir ne xerîb e têkiliya terorîstê qetlîama Manchesterê Salman Abed jî bi Tirkiyê ra hebe.
Tirkiye îro ji bo Daîşê û hemû terorîstên îslamî cinet e, meriv kane bibêje Tirkye bûye merkeza Daîşê û terorîstên îslamî.
Li tu welatî bi qasî Tirkyê ne rehet û serbest in. Li Tirkiyê ji bo teqemeniyê kanin her malzemeyî rehet bi dest xin. Taqîbat û girtin tuneye. Çimkî dewlet naçe ser wan, hukûmet di bin ra her alîkariyê bi wan ra dike.
Hîn do bû Erdogan ji ewrûpiyan ra got ”hûnê nikanibin li tu derê li kuçe û kolanan azad û bêtirs bigerin.”
Nuha rewş wiha ye, li Ewrûpa êdî tu kes li kolanan rehet nagere. Yanî gefa Erdgon di gotinê  da nema, terorîst dixin praktîkê.

Vana ne dîndar zindîq bûne

Gava meriv bala xwe dide minaqaşeyên hêzên îslamî û giregirên tevgera Gulen û AKPê, meriv baş îqna dibe ku hêzên îslamî, tevgera Gulen û AKP û cimat û terîqetên îslamî ji baweriyeke dînî bêtir, ji baweriya bi Xwedê bêtir rêxistinên mafîa bûne û hemû jî bi metod û taktîkên mafîayê xebitîne. Ji bo dewletê têxin destê xwe her sextekarî kirine, dek û dolabên negerandine nemaye.
Meriv viya piço piîo ji îfadeyên girtiyan fêr dibe. Her yek sextekariyeke nayê bîra îblîs îfşa dike.
Û bi saya vê girêdan û struktura xwe ya mafîayê dewlet xistine destê xwe.
Îslamîyet, Xwedê, filan bîvan hemû derew e, gava hewce bûye nimêj kirine, lê li dereke din jî şerab vexwarine û bi keçikan ra zabparatî, berdûşî kirine.
Bi kurtî tiştên li ser tevgera Fetulah Gulen, Fehmî Koru û gelek îslamiyên din tên gotin, durûtî û sextekariyên kirine meriv matmayî dihêle.

XXX


Dijminên kurdan yên welatê wan dagir kirine xuya ne, em wan baş nas dikin.
Lê dijmin û xayinên di nava me da, yên xuya nakin ji yên xuya dikin pir zêdetir in.
Gava kurd nêzî azadiya xwe dibin bi qasî dijminên xuya, yên em wan nas dikin, xayinên nava me jî dikevin hereketê û ji me ra probleman derdixin.
Hedefa dijminên xuya û xayinên kurdan yek e, dibê kurd ji bindestiyê xelas nebin û negihîjin azadia xwe.

24 maj 2017

Du şiklên asîmîlasyonê hene

Bi dîtina min meriv kane bibêje du şiklên asîmîlasyonê hene
Yek, asîmîlasyona zimên e.
Û ya din jî asîmîlasyona îdeolojî û fikrî ye. Yanî asîmîlasyona meju ye.
Kurdê di warê zimên da asîmîle bûne bi kurdî nizanin. Yanî zimanê xwe wenda kirine. Tirkî bûye zimanê wan yê malê û dayikê.
Lema jî niknin bi kurdî bixwînin, binivîsin û bipeyivin.
Lê kurdên di warê îdeolojîk û fikirî da asîmîle bûne bi kurdî baş zanin, lê dîsa jî dev ji tirkî bernadin û xwe nakin malê kurdî.
Çimkî bi îdeolojî, fikir û hizrên xwe, bi hestên xwe asîmîle bûne.
Û ev yek jî nahêle ew bibin kadir, edbîb, şair û nivîskerên kurd, nahlêle ew bibin siyasetmedar û ronakbîrên kurd.
Destê wan ne ji dêrê dibe û ne ji mizgeftê.
Dixwazin him Îsa û him jî Mihemed îdare bikin.
Esas dildarên tirkî ne, lê naxwazin kurdî jî ji xwe bixeyidînin, carnan gava mecbûr dibin bi kurdî ra jî çavekî qurc dikin.
Bi vî rengî herdu aliyan jî baş îdare dikin.
Kesên bi mejuyê xwe, bi îdeolojî û fikrê xwe asîmîle bûne bi kurdan ra bi tirkî didin û distînin.
Ji bo ku dev ji tirkî bernedin hezar û yek qal û qîlan dibînin û gelek sebeban nîşan didin.
Wek teşbîh, meriv kane wan bişibîne gayê zexel, kurdî baş zanin, lê belê destê wan ji tirkî nabe, yanî zexeliyê dikin.
Îqnakirina kesên bi fikir û îdeolojiya xwe asîmîle bûne ji îqnakirina kesên di warê zimên da asîmîle bûne zortir e.
Helbet ev ne mesela
Helbet ev ne mesela çend kesan e, ev gelşeke me ya civakî ye, bi milyona kurd bi vî hawî ya jî bi hawakî din ketine ber pêl û mengeneya asîmîlasyonê û nikanin xwe jê xelas bikin.
Min xwest viya bibêjim.
XXX


Zimanê kurdî wek karikeke ji colê xwe(keriyê bizinan) qetyayî ye û li dewsa waran maye.
Bêmak û bêxwedî ye, tik û tenê ye, bênabên dikale.
Lê ne mak xuya dike û ne jî şivan…

Dewletê partiya zazayan ava kir

Hin ajan û zilamên dewleta tirk ji bo kelaman ji kurdan ra derxin û zirarê bidin tevgera kurd ya netewî xwedêgiravî ”Partiya Zazayan” ava kirine.
Avakarên partiyê di karê xwe yê pêşî da gotine "ew ne kurd in, ew ne kurd in, ew ne kurd in..."
Ne kurd in, ne kurd in, meriv nikane kesî bi zor bike kurd.
Bêguman ev nav maske ye, kesên serokatî û pêşengiya vê tevgerê dikin ajan û zilamên dewleta tirk in.
Ji bo îspata vê îdîayê ne hewceye di destê me da bodroyên meaşên wan ajanan hebin.
Tiştên di medyaya sosyal da belav kirine, înkar û neyartiya kurdayetiyê, parastina kemalîzmê û sedaqeta bi dewleta tirk ra delî û belgeyên ji bodroyên meaşê wan saxlemtir in.
Ya din ji bo meriv bibe zilamê dewletê ne şert e meriv ajanekî resmî me, di warê fikrî û îdeolojîk da jî meriv kane bibe zilamê dewletê.
Gelek neyarên kurdan bi kêmanî di vê çarçewê da zilam û ajanên dewletê yên di nava kurdan da ne.
Dewleta tirk ji bo ku ji tevgera kurd ya netewî ra probleman derxe, kurdan bera hev bide û çend kurdên xam û nezan bixapîne ji salên 1980î da ye bi destên hin ajanên xwe navê zazatiyê bi kar tîne, kovar û kitêban derdixe û propagandeyeke xurt dide meşandin.
Heger rast be avakirina ”Partiya Zazayan” jî gaveke nuh, şiklekî nuh yê vê xebata dewleta tirk e.
Dibê meriv vê meselê zêde mezin û aktuel neke.
Ev yek dibe reqlam û propagandeya wan.
Lê dibê meriv bizane ”Partiya Zazayan” kar û projeyeke dewletê ye.
Di nava wan da hebûna çend kesên xam, saf û nezan vê rastiyê naguhere

23 maj 2017

Gava ziman here milet jî dide pê...

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, li Anqerê di Kurultaya Zimanê Tirkî da qala muhîmiya zimên kiriye û gotiye:

”Civata nikanibe zimanê dayika xwe bi şiklekî herî rast û herî xweş bipeyive nikane yarmetiyê(alîkariyê)bide kesên din jî.
Ziman hîmê kulturê û medenîyetê ye. Civata zimanê xwe wenda bike pir zor e nirxên xwe yên din biparêze. Het ne mimkûn e. Ji ber vê jî êrîşên ser kultur û medeniyetan ji zimên dest pê dikin. Gava yek zimanê miletekî digre(wî asîmîle dike)wî miletî mehû dike.”

Rast e, eynî wisa ye.
Û dewleta te jî eynî ev tiştê te gotiye aniye serê kurdan.
Yanî ji bo ku hûn kurdan ji ortê rakin, bikin tirk, we berê ew helandin, zimanê wan ji wan stend.
Nuha jî êdî dora tirkbûnê ye.
Kurdên zimanê xwe wenda kirine tirkî bûye zimanê wan. Ev jî destpêka tirkbûnê ye.
Zû dereng ewê bibin tirk.
Mala Bedirxanan, Babanan û gelek malbatên di wext û zemanê xwe da mîr û begên kurd bûn, pêşengên kurdan bûn, serokên serîhildanan bûn, piştî ji zimanê xwe qut bûn, heliyan û piştî sê, çar nifşan bûn tirk.
Di tarîxa nêz da jî meriv viya dibîne.
Di van 40-50 salên dawî da bi hezaran kurd li metropolan heliyan û bûn tirk, hêdî hêdî dibin tirk.
Tiştê Erdogan gotiye ev e. Ji tirkan bêtir em kurd li ber wendabûnê ne.
Çimkî Erdogan zane miletê asîmîle bû mahkûmî wendabûnê ye.
Lema jî perwerdeya bi kurdî qebûl nake.
Ji ber ku dixwaze kurdan bike tirk û  dike jî.
Gava ziman here milet jî dide pê, piştî demekê ew jî dihere û dibe miletekî din.
Nuha kurdên Kurdistana bakur ketine vê riya wendabûnê…




Piştî hinek "cefa" nuha jî wexta sefayê ye.



Parlamenterê HDPê Sirrî Surreya Onder gotiye ewê dev ji siyasetê berde û ji nuha û pê da ewê bi riya sînemayê siyasetê bike.
Li ser pişta kurdan heta mirinê bû xwedî meaşekî parlamenteriyê, aboriya xwe, pêşeroja xwe saxlem kiriye, dibê êdî rûne û bixwe û kêf bike.
Yanî piştî hinek "cefa" nuha jî wexta sefayê ye.
Ez wî baş fêm dikim.
Sirrî Surreya Onder wek însan ji gelek tirkên nava HDPê, heta ji gelek kurdên Tirkiyeparêz baştir e.
Lê dîsa jî bi vê biryara Onder pir kêfxweş bûm.
Bi çûna wî ji nava tevgera kurd ya legal kurd ji qembûrekî û ji nûnerekî tirk xelas dibnin.
Lema jî dûrketina Onder ji ”siyasetê”, bi gotineke din ji kurdan ez baş dibînim.
Lê ev Onder here ewê ”Onderekî” ji wî gelkî xerabtir bînin deynin dewsa wî.
Çimkî hin kurd carê fêrî bindestiya tirkan bûne, heta yekî tirk nebe mezin û berpisê wan rehet nakin.



22 maj 2017

Îptalbûna civînan ne elameta xêrê ye

Îro çend dewletan li Stenbolê 25 saliya avabûna Teşkîlata Hevkariya Aborî ya Derya Reş pîroz kirin.
Li gorî programê piştî civînê Erdogan ewê bi serokkomarê Yûnanîstanê Prokopis Pavlopulos, serokwezîrê Rûsyayê Medmedev û  bi serokkomarê Moldova İgor Dodon ra li Koşka Mabeynê cihê cidhê bicivia, hevdîtin bikira.
Lê li gorî medyaya tirk dinivîse civîn îptal bûne û Erdgan jî korpoşman, kortika hustuy xwe xurandiye çûya mala xwe.
Negotine civîn ji bo çi îptal bûne, qey şerm dikin. Naxwazin moralê gel xera bikin.
Lê ewê derkeve.
Ev nîna ye, tirnîna hîn li dû ye…
Hîn gelek civîn ewê îptal bibin.
Kurd, Fetulah Gulen, Emerîka, Yekîtiya Ewrûpa bi piştgiriya Erdogan çawa poşman bûn, gelê, kesên nuha ji Erdogan ra li çepikan dixin jî di demeke nêz da ewê jî poşman bibin.
Erdogan qeregêtran e, bêyom e, siyasetmedarekî ji nenûkan bigre heta tepelika qotê wî problem e.
Tirkiye ji nuha da bat bûye, lê kes newêre bibêje.
Lê di rojên pêş da kesên îro li dû Erdogan hol dibin û jê ra li çepikan dixin ewê li van rojan bigerin.
Erdogan ne merivekî nehatiye ceribandin, ev 15 sal in bi tena serê xwe îktîdar e û Tirkiyê îdare dike.
Him jî wek padîşahekî, wî çi gotiye, çi xwestiye wer bûye.
Û netîce jî li ortê ye, Tirkiye li gorî 10 sal berê di rewşeseke sed qatî xerabtirda ye.
Yanî yên ji seroktiya Erdogan mucîzeya dipên şaş in û ewê pir poşman bibin.
Tirkiye di warê ekonomîk da bi lez û bez diçe îflasê.
Yûnanîstan çûn îflasê, lê Yekîtiya Ewrûpa li pişt bû, ewrûpiyan ew xelas kirin.
Çimkî merivên hev in, ewrûpî di rojên wiha da yûnanan tenê nahêlin. Çimkî di warê felsefî, kulturî û gelek warên din da xwe deyndarên yûnanan dihesibînin.
Lê heger carê nigê tirkan bilikume ewê ser serî herin, kesê wan xelas bike jî tunye.
Û ji xwe wa ye roj bi roj bat dibin…
Bi kurtî Erdogan ewê li ser tirkan pir buha rûne.
Lê ev yek ne li zirara me kurda ye, serokatiya Erdogan, îktîdara wî dijminên Tirkiyê zêde û dostên wan kîm dike.
Ev jî li kara me ye.
Serokên tirkan çiqasî zirzop û totikvala bin ji bo me baş e. Bi serokên wek Erdogan û Bahçelî xwe ji dinyayê zole dikin….

XXX
Îslamîstên faşîst do bi şev li Manchesterê di teqîneke hovane da 22 zarok û xort bi namerdiyeke nedîtî qetil kirin.
Li gorî agahiyên polîsên îngilîz di dawiya konserê da terorîstekî îslamîst xwe teqendiye û di teqînê da 22 kes mirine û 100 kes jï birîndar bûne.
Hemû xortên 13-18 salî ne…
Ev ne însaniyet e, îdeolojiyeke nazîst û faşîst e.
Yê însan be, bi qasî serê derziyê ûjdan, merhamet pê ra mabe, ne wampîr be tiştekî wiha nake.
Nahlet we û li îdeolojiya we were.

Heger rast be bêexlaqiyeke ji viya mezintir tuneye

Li gorî xebereke hin malperên kurd û tirk zengînekî Suûdî yê bi navê Bedir Fehd Abdullah, di dema serdana serokê Emerîka Donlad Trump da çav berdaye keça wî ya zewicî û dayika du zarokan. 
Bedir Fehd Abdullah, vîdeoyek belav kiriye û tê da gotiye:
”Ez Bedir Fehd Abdullah. Daxwaza min ji Qral Selman bin Abdulazîz ew e bi îzna Xwedê û bi qewlê Pêxember keça Trump Îvanka Trump ji min ra bixwaze."
Xeber rast e, derew e ez nizanim. Lê gelek malperan xeber belav kirine.
Heger xeber rast be bêguman bênamûsî û bêexlaqiyeke ji viya mezintir tuneye.
Meriv bi henek jî ji bo jineke zewicî û dayika du zarokan tiştekî wiha nabêje.
Merivê bi nêteke xerab li namêsa xelkê binêre, nêtê li xanima mîvanê xwe xera bike bi xwe bênamûs e.
Lê ereb merivên dinyanedîtî û di warê jinan da pir bêxlaq in. Gava çav û destê jinekê dibînin dîn dibin.
Çavên wan wer li namûsa xelkê ye. Bira bawer nake xanima xwe, keça xwe saetekê li ba birê xwe bihêle.
Lema bira xanima xwe, keça xweji birê vedişêre. Çimkî zane gava fersendê bibîne avê lê venaxwe, ewê li hewa lê siwar be. Bi çavan be, bi destan be ewê tecawiz bike…
Ma ji xwe sebebê jinan wek kêzikan dixin nava çarçefa reş ev manyaqî ye, kes bi kesî baweriyê nayne.
Gava ruyê jinekê, destê jinekê, nigê jinekê dibinîn wek segên har kef û girêz bi devê wan dike, xwe wenda dikin.
Ji bo ku ereb wek keriyên pez li hev dan nebin Hz. Muhemed 4 jin heal kir.
Çimkî bala xwe dayê nabe, jinek têra erebekî nake.
Heger Pêxember çar jin  helal nekira ereban ji bo jinan ewê qira hev bianiyana.
Kê kanîba bi kê ewê jina wî, keça wî, diya wî û xwişka wî jê bistenda û tecawiz bikra.
Dixwaze bira ne çar, 40 jinên erebekî hebin dîsa jî çavê wî li namûsa xelkê ye.
Ez bawer nakim di mesela jinan û seksê da li ruyê dinyayê ji ereban bêxlaqtir, rezîltir însan hebin.
Qiralê wan, alimên wan, xoce û meleyên wan dema çav li jineke vekirî, ne di nava çarçefa reş da dikeve wek lokakî hêc kev û kopik bi devê wan dikeve, ji însaniyetê dûr dikevin.
Yanî bi kurtî ereb hîn nebûne însan, erê di şiklê însên da ne lê belê bi fikir, arzû daxwazên xwe ne însan in, tebakî dişibin însên…

Merivên ji medenîyetê bêpar bin bêguman ewê hov bin



Merivênji însaniyet, ji medenîyetê nesîbên xwe negirtibin helbet ewê benên îdamê bavêjin ji ser kesê destê wî di kelemçê da


Li Qeza Sîncanê qefleyek leşker fermandarê(qumandarê)hêzên hewayî yê kevn general Akin Ozturk dibin mahkimê.


Li nêzî mahkimê grûbek protestociyên AKPê bi sedan benên di îdamkirina însanan da tên bikaranîn avêtine ji ser Akin Ozturk da.


Miletekî ji medeniyetê, ji însaniyetê nesîbê xwe negirtibe helbet ewê tiştê wiha neînsanî bike û ji mahkimê îdamê bix...wze.
Milet jî wek serokên xwe şît bûye, zane îro çi pere dike, bi kîjan sloganan kane îşê xwe bimeşîne.
Gelê tirk bi kultur û fikrê xwe sed qatî ji Erdogan û Bahçelî zalimtir û hovtir e.
Heger bi ya milet be dibê dewlet roijê bi sedan kurdî îdam bike.
Miletê ji dêlî ala azadiyê bilind bike, zulmê û kotek û lêdanê teqedîr bike û bibêje “ço ji cinetetê derketiye”, ancax benê îdamê bavêje ji ser girtiyê destê wî di kelemçê da…

21 maj 2017

Çima lawo çima?



Çim?
çima lawo çima,
ev wahşet,
ev barbarî çima?
Xwedêo, çima bi van zeliman ra ûjdan nema
çima cîhan li hemberî vê hovîtiyê wiha kerr û lal ma
çima bi van celadan ra bext nema,
merhamet nema
çima heq nema
huqûq nema
edalet bêdeng ma
çima merhamet,
însaniyet ji bo me kurdan nema?
lawo çima hûn me dikujin,
çima hûn me wek mirîşkan şerjê dikin,
bi kêra ko serê zarokên me jê dikin
me zulm li we nekir
talanê we ranekir
gundê we wêran nekir
welatê we dagir nekir
namûsa we qilêr nekir
lê we dîsa jî zulma xwe ji ser me kêm nekir
jiyan bênabên li me heram kir
çima kuro çima,
çima hûn me dikujin?
ma we ji bîr kir
min li hemberî Richardê Ziravşêr şûr li ba kir
min navê xwe li cîhnê bi mêranî û merdî belav kir
min Qudis rizgar kir
ji we ra welat ava kir
û hûn li wir cî û war kir
çima hûn dîsa jî me dikujin,
wek qesaban serê me hildiqetînin,
ma ev e însanetî û muslimantî?
ma ev e cîrantî?
em bi şevan daneketin neqeba we
em tu carî nehatin diziya tiriyê rezê we
me got dostî,
biratî,
wekhevî
û azadî ji bo herkesî
çima hûn me dikujin,
çima ev barbarî?
li ber deriyê dojehê
çima hûn bûn zebanî?

Zinrê Xamo
30 maj 2014



Ez çi bikim xayinên kurdan pir in…

Piştî sê salan Erdogan îro di kongrey sêyem da dîsa dibe serokê AKPê yê resmî û destûrî.
Esas heta nuha jî serok bû, lê ne destûr bû, îro dibe destûrî.
Li gorî medyaya tirk dinivîse slogana Erdogan ya îşareta ”Rabîa” ya ku di her axaftina xwe da dubare dike, yanî ”yek milet, yek al, yek welat, yek dewlet” dikeve destûra, nîzamnameya AKPê û êdî dibe armanceke AKPê ya esasî.
Yanî êdî helandin û tirkkirina kurdan, helandina zimanê kurdî û înkara kurd û Kurdistanê dibe prensîbekî AKPê û Erdogan yê esasî.
Nuha bi hezaran kurdên xwefiroş û xulamên tirkan di kongreya AKPê ya li Anqerê di Stadyuma Arenayê da ji van sloganên Erdogan ra li çepikan dixin û dibêjin:
”Her bijî Erdogan”, her bijî helandina kurdan”, ” her bijî yek milet û yek ziman”, her bijî Tirkiye û bimre Kurdistan” !
Ez çi bikim, xayinên kurdan pir in…

XXX

Hesen Rûhanî bi sedî 57ê rayan cara duyem bû serokkomarê Îranê.
Ha Hesen Rûhanî, ha Îbrahîm Reîsî, herdu jî bi qasî hev neyarên kurdan e. Kîjan bibe serok û kîjan nebe ji bo me kurdan qet ferq nake.
Ji xwe hemû hêzên kurd hilbijartinên Îranê boykot kirin.

Me qehremanekî jiyana xwe dabû gelê xwe wenda kir



”Heger ez nikanibim jiyana hejarên welatê xwe baş bikim, qet nebe dikanim wek wan bijîm.”
///Newşîrwan Mistefa

Ev gotin tenê nîşan dide ku Newşîrwan Mistefa lîderekî, întellektuelekî çiqasî mezin e û ji hemû serokên din cudatir û paktir e.
Heta çend sal berê hemû serokên kurdên başûr li serê çiyan, li çol û çepelan bûn, ew jî wek hejarên kurd feqîr bûn.
Lê îro gelekên ji Qarûn jî zengîntir bûne.
Kurdên murîd û pûlperest viya nebêjin û li dij dernekevin jî gelê kurd viya dibîne.

XXX
Neteweyên Yekbûyî ji bo Newşîrwan Mistefa mesaja serxweşiyê belav belav kir.
Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê Îraqê Jan Kubîs di mesaja xwe ya li ser wefata Newşîrwan Mistefa da dibêje:
”Newşîrwan Mistefa lîderekî zana bû, li Kurdistanê û li Îraqê di warê reform û demokrasiya da tesîr li me kir. Di vê merhaleya tarîxî ya Kurdistan û Îraq jê derbas dibe wefata Newşîrwan Mistefa ji bo me hemûyan wendayiyeke mezin e. Em xemgîniya xwe digihînin malbata wî, Tevgera Goran û gelên Kurdistanê û Îraqê. Em ji her kesî ra sersaxiyê dixwazin…”
Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê Îraqê Jan Kubîs

XXX
Endamê polîtburoya PDKê Roj Nûrî Şewêş, di axaftina xwe ya di merasima cenazeyê Newşîrwan Mistefa da gotiye:
”Me qehremanekî jiyana xwe dabû gelê xwe wenda kir.”
Li Silêmaniyê bi hezaran însan beşdarî merasima cenazeyê vî qehremanê mitewazî û sade Newşîrwan Mistefa bûn.




PARVE BIKE