03 april 2017

Zor gizêrê radike


Bi saya yekîtiyê Bexdayê gav paş da avêt
Di 28ê adarê Encumena Parêzgeha Kerkûkê biryar da li hemû sazî û dezgehên Kerkûkê ala Kurdistanê were bilindkirin.

Di 1ê nîsanê da Parlamentoya Iraqê biryara Encumena Parêzgeha Kerkûkê red kir û biryar da li Kerkûkê ji bilî ala Iraqê tu aleke din neyê hildan.
65 parlamenterên kurd yên ji hemû partî û hizban bêyî yek fîre rûniştina parlamentoyê boykot kirin.
Yanî hemû parlamenterên kurd bi yek dengî biyara meclîsê protesto kirin û li ala Kurdistanê xwedî derketin.
Di  2ê nîsanê da serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî serdana aliyên kurdî kir û got heta di nabêna fraksiyonên parlamentoyêlihevhatin çêne biryara li ser daxstina ala Kurdistanê li Kerkûkê ewê nekeve praktîkê.
Û di rûnişta îro da jî meclîs biryareke nuh da. Li gorî vê biryarê ewê komîsyonek were çêkirin û komîsyona di nava 10 rojan da ewê li ser hildana ala Kurdistanê li Kerkûkê raporekê hazir bike û bide meclîsê.
Bi kurtî meriv kane bibêje mevlîsê biryara xwe ya du roj berê(daxistina ala Kurdistanê)îptal kir.
Zor gizêrê radike.
Ev çerxkirina Selîm Cibûrî û meclîsa Îraqê xêra yekîtiyê ye, ji ber ku 65 parlamenterên kurd bêyî yek fîreyê bidin, bi hev ra meclîs boykot kirin û li Kerkûkê û li ala Kurdistanê xwedî derketin.
Vê yekê ereb manawrayeke nuh kir.
Li Kerkûkê jî xêra yekîtiyê kurdan ala xwe hildan. Heger ne yekîtî bûya nikanîbûn ji Encûmenê biryara hildana ala Kurdistanê derbas bikin.
Yanî gava yekîtî hebe kurd kanin gelek tiştan bi rehetî bi dest xin. Lema jî dibê ji nuha û pê da jî vê yekîtiya xwe bidomînin û firehtir û saxlemtir bikin.

XXX
Tirkiyê Îran jî li hemberî kurdan rakir ser nigan
Piştî banga Tirkiyê ya alîkariyê Îranê jî îro li ser bilindkirina ala Kurdistanê li Kerkûkê nerazîbûna xwe nîşan da û got, li Kerkûkê bilinkirina ala Kurdistanê li dijî destûra Iraqê ye û ewê bibe sedema derketina aloziyan.
Berdevkê wezareta karên derve yê Îranê Behram Qasimî îro di konfranseke rojnamevanî da helwesta Tehranê ya li ser bilindkirina ala Kurdistanê li parêzgeha Kerkûkê aşkere kir.
Behram Qasimî got:
”Helwesta bingehîn a Komara Îslamî ya Îranê piştevaniya yekpareyiya xak û serweriya niştimanî ya Iraqê ye. Di vê çarçewê da d em li Krkûkê ji bilî ala Îraqê bilindkirina her alekê li dijî destûrê û sebebê aloziyan dibînin.”
Du roj berê Tirkyê xwest Îran jî di vê meselê da bêdeng nemîne û miheqeq şêla xwe diyar bike.
Wa ye Îranê banga Tirkiyê bêbersîv nehîşt.
Yanî meriv kane bibêje di vê şêla Îranê a îro da tiliya tirkan heye, xur ketiye qûna wan, ew rehet nasekinin, dixwazin li hemberî kurdan cepheyekê ava bikin….

Inga kommentarer: