07 april 2017

Wek tirk texmîn dikin kurd ne loqmeyekî biçûk in



 Van rojan serok û xwediyê Tirkiyê yê nuh Recep Tayyip Erdogan bi artêş û hêza xwe ya leşkerî, aborî, siyasî pir bilind difire û bela xwe pir di kurdan dide, wek gurekî har dixwaze kurdan bixwe. 
Xwarina kurdan ji xwe ra kiriye armanca esasî.
Kurdên bakur nayê serî, nuha jî dixwaze kurdên rojava û başûr jî bixwe.
Dixwaze ala kurd li kurdan yasax bike.
Dixwaze referandûmê li kurdan yasax bike…
Ji kurdan ra dibêje gerek heta û heta hûn di bin destê ereban da bimînin, ez qebûl nakim hûn azad bibin û bibin xwedî dewleteke serbixwe…
Lê dibê meriv zû bilind nefire, hîn ne belî ye kî ewê kê bixwe, kî ewê zora kê bibe.
Ji bo ku dewleta kurdan tuneye Erdogan kurdan wek loqekî, wek pariyekî pir biçûk dibîne.
Lê şaş e, kurd ne loq û pariyekî biçûk in, kurd pariyekeî pir mezin in û heger Erdogan bixwaze kurdan daqultîne ewê devê wî biçire.
Ev parî, ev loq pir mezin e, ne li gorî devê Erdogan e.
Bav û kalên tirakn û Erdoganê mahcirê Gurcîstanê nikanîbûn kurdan biqedînin, Erdoganê jî nikanibe.
Tenê zêde dike qîjewîj û pir fortên vala dide xwe…
Kurdan ji fort mortan, ji zirt pirtan qet natirsin.
Yê ji beytikan(çivîkan) bitirse garis naçîne…
Tarîx, rojên pêş ewê viya îspat bike.
Lê em çi bibêjin jî ne Erdogan û ne jî tirk bi rehetî bela xwe ji kurdan venakin. Bûne bela, bûne mukir, bûne qîr û ketine deriyê me kurdan.
Dibê diranên wan were şikandin, wekî din tu rê tuneye…
-Dema av bilind dibe,
masî mûriyan(gêrikan) dixwin.
Dema av dimiçiqe mûrî masiyan dixwin.
Bi serdestiya xwe ya îro zêde nefire,
kî ewê kê bixwe
herikandina avê ewê biryarê bide.
Biçûkdîtina însanekî bêexlaqî ye,
lê pir mezindîtin jî tirsonekî ye

XXX

Medyaya tirk serê Erdogan pir mezin dike, wî pir dinepixînin, pir didin bin çengê wî.
Medyaya tirk bûye hêlîna şalûzan
Ji tirsa wisa dikin, her kes ji ruhê xwe ditirse.
Biçûkdîtina însanekî bêexlaqî ye,
lê pir mezindîtin jî tirsonekî ye.
tirk ji tirsa Erdogan pir mezin dikin.
Lê gava însan ji tirsa ji serokekî hez bikin taliya wî serokî xerab e. Numûne li dinyayê pir in.

XXX
Bi baweriya min êrîşa kîmyawî ya ser Xan Şêxûna Idliba Îdlîbê Sûriyê nekiriye, ev îşê Tirkiyê û çeteyên wê ne.
Hovîtiyeke wiha ancax Tirkiye bi çeteyên xwe bide kirin. Nusra û çeteyên din bi alîkariya Tirkiyê ev êrîş kirin.
Cara berê jî xwestin têxin hustuyê Sûriyê, lê dû ra derket tiliya Tirkiyê tê da hebûye.
Husnu Mahalli ev yek bi belge nivîsand.
Ji ber Tirkiye ji bin derket Obama neçû ser û ser meselê girt.
Bi baweriya min di vê êrîşê da jî tiliya Tirkiyê heye, rojekê ewê derkve...



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE