05 april 2017

Tirkiyê welatê wan îşxal kiriye dengê xwe nakin lê ala kurd bi wan zor tê

Tirkiyê welatên wan Îraq û Sûriye îşxal kiriye bûne pisik, newêrin dengê xwe bikin, lê li hemberî kurdan bûne şêr…
Heyder El Ebadî, Emmar El Hekîm û ereb xurtên me kurda ne, li Kerkûkê hildana ala Kurdistanê qebûl nakin, mêraniyê li serê me dikin.
Tirkan ev 23 sal in bi hezaran leşkerên xwe ve Îraq û Kurdistan îşxal kirine, Sûriye îşxal kirine tiştekî ji tirkan ra nabêjin, nikanin guyê tirkan blav bikin û wan ji welatên xwe derxin.
Lê kanin bi me, dibêjin gerek hûn ala xwe daxînin.
deh ciyên Îraqê li ba dibe, li Cerablûsê li ba dibe.
Hûn pir mêr in herin ala tirkan daxin. Wan welatê xwe îşxal kiriye. Kurdan welatê we îşxal nekiriye. Li bajarê xwe ala xwe hildane.
Hebûna leşkerên tirk li Îraqê û Sûriyê bi Heyder El Ebadî û Emamar Hekîm zor nayê, lê ala kurd ya li Kerkûkê bi wan zor tê.
Çimkî çavên wan me dibre.
Al ne tiştek e, semboleke.
Lê tirkan welatê wan îşxal kiriye û dibêjin em dernakevin. Nikanin xwe bi qurbana tirkan kin, newêrin guleyekê bera leşkerên tirk bidin, lê xweme radişînin.
Tirkiyê Îraq jî û Sûriye jî îşxal kiriye û roj bi roj cî li xwe firetir dike, li Îraqê û li Sûriyê binkeyên leşkerî yên mezin ava dike, her roj gund û bajarên nuh îşxal dike.
Heger hûn ereb pir jêhatîne, hewqasî mêr û xurt in, berî daxistina ala kurdan, tirkan ji welatê xwe derxin. Ew ji daxistana ala kurd pir him muhîmtir e û him karekî pir bi şereftir e…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE