02 april 2017

Tirkiyê got gerek ala Kurdistanê li Kerkûkê were daxistin !

Bînalî Yildirim: Em biryara meclîsa Kerkûkê qebûl nakin. Heger hewce be emê hin rêyên din biceribînin.
Ji bo ala Kurdistanê li Kerkûkê were daxistin Tirkiye ket hereketê, bi Îraqê ra li hev kir û xwest Îran jî were alîkariya wan.
Bînalî Yildirim got ”tu qîmeteke biryara meclîsa Kerkûkê tuneye.
Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildrim:
”Em li Kerkûkê hildana ala Kurdistanê qebûl nakin, em bêyî ala Îraqê tu aleke din qebûl nakin.
Li gel îtîraza ereban, tirkmenan ev biryar girtin. Tu qîmeteke vê biryara Encumena Kerkûkê tuneye. Bêyî ala Îraqê aleke din nayê hildan. Têkiliyên me cihê ye. Têkiliyên me di warê terorê da cihê ye. Lê berlê ev îş tiştekî din e. Li vir dixwazin qadê fireh bikin. Ev nayê qebûlkirin. Berî vê biryarê bigrin me bala wan kişand.
Di vî warî da bi em hukûmet aÎraqê ra ne. Û em vê biryarê rastnabînin. Heger hewce be emê hin rêyên din biceribînin. Emê bi Neteweyên Yekbûyî, bi dezgehên din ra têkevin têkiliyê.
Em bi serokwezîrê Îraqê ra do peyivîn. Em 45 deqîqeyan peyivîn. Di vî warî da em bi temamî hemfikir in. Em li gel Bexdayê ne. Em emirwaqîtiyê qebûl nakin. Ev biryara demografiya Kerkûkê diguhere em rast nabînin. Ev li dijî makezagona Îraqê ye. Dibê Îran jî di vî warî da alîkariyeke aktîf bide me. Wek welatekî cîran dibê ew jî hesasiyetê nîşan bide, ev şert e.”
Ez hêvî dikim piştî van gotin Bîanalî Yildirim, aqilê kurdan were serê wan û di di zûtirîn wextê da gelşên nabêna xwe bidin aliyekî û yekîtiya xwe çêkin.
Ya na tirkû ereb û faris ewê hemûyan li hewa bixwin...
Derket ortê tirk dostên kê û dijminên kê ne...

XXX
Ez dibêjim bi xêr rojekê Kurdistan çê bibe(hindik maye)ewê bi sedan tirk întîxar bikin, bi sedan ewê hiş berdin û bi çolan kevin.
Psîkolojiya bi hezaran tirkî ewê xera bibe..
.
Bînalî Yildirim li ser Kerkûkê û ala Kurdistanê tiştên pir cidî gotine, gotiye ew lala Kurdistanê ebeden qebûl nakin û dibê ew al were daxistin. Heger al neyê daxistin ewê hin rêyên din biceribînin...
Yildirim do telefonê Ebadî kiriye û herdu welatan li hemer kurdan yekîtiya xwe çêkiriye.
Yildirim ji Îranê jî alîkarî xwestiye, gotiye Tirkiye û Îraq tenê nikanin bi kurdan, dibê Îran jî mudaxele bike..
Ez axaftina Yildirim werdigerînim kurdî....



XXX

OŞT !
Serokê MHPê Devlet Bahçelî gotiye:
”Barzanî ebeden ne dostê me ye, bibe bibe ewê bibe postekî em pê lêkin û derbas bibin.”
Ji vê gotinê ra ez şermezar dikim têrê nake. Belkî ”oşt” tê gotin…
///Fehîm Işik
Ji ber Fehîm Işik bersîveke xweş daye, lema jî min hewce nedît tiştekî din bibêjim. Bersîveke ji viya xweştir nabe…



Kurdekê gotiye, ” Ma tu wekilê Berzanî yî xalo? Bila Berzanî xwe aciz bike.”



Di şerê kurd û tirkan da ez tim heval û wekîlî her kurdî me. Netewî bifikire. Tirk, rast, çep, dîndar, nasyonalîst, faşîst, sosyal demokrat hemû bi hev ra neyarên Barzanî, Talabanî, Ocalan, yanî neyarên hemû serokên kurdan in.
Derdê Bahçelî ne bi şexsan ra ye, bi îdeolojiya kurd ya netewî ra ye, bi îdîala Kurdistanê re ye.
Dibê tu jî netewî bifikirî. Li hemberî êrîşên tirkan ne li serokê xwe tenê, li hemû serokên kurdan xwedî derkevî.
Kî doza kurd û Kurdistanê bike Bahçelî û tirk dijminê wî ye. Çexs jê ra qet ne muhîm e.
Dibê ji bo te jî ne şexs, kurdayeyetî, welatparêzî muhîm e.
Bahçelî ne li şexsê Barzanî, li kurdayetiyê, li îdeolojiya kurdperweriyê heqaretê dike. Li hemû îdîalên te, li îdeolojiya te, li miletê te heqaretê dike. Viya fêm bike…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE