18 april 2017

Pisî pisî xalê kûsî...

Li Ewrûpa dewlet, civat giraniyeke mezin dide edebiyata zarokan. Li her welatê Ewrûpa bi sedan nivîskarên edebiyata zarokan hene.
Bêguman em kurd wek miletekî bindest ji îmkanên wiha bêpar in.
Lê li gel vê jî di nava edebiyata gelêrî da, di zargotina kurdî ya devikî da gelek lîstok, stran, tiştanok û zûgotinên zarokan hene. Dibê hinek topkirina wan ji xwe ra bike kar.
Çimkî tiştên wiha bi piranî kal û pîr zanin. Û kal û pîr jî roj bi roj diçin rahmetê û vê kultura bêhempa bi xwe ra dibin gorrê. Lema jî dibê top bike û wek kitêb biweşîne. Heger ev jî nebe dibê meriv çi bi dest xist dibê kovar û rojnameyên kurdî da biweşîne. Gava werin weşandin ji mirinê xelas dibin.
Çend dost û hevalan îro çend numûne di quncikê min da weşandin. Min jî çend heb li wan zêde kir.
Ez wan pêşkêşî we dikim

Yek û yek
Teyrê belek
Saza bilbil ...
Dermanê dil
Şekir û şima
Wa li ber çema
Çem çikîya
Av têd nema
Çi zîwana li nav genima
Çi fincana li dest hakima
Ez kuncî
Tu kuncî
Li ser textikê firincî
Ez firîyam tu ma li cî..

XXX

Pisî pisî
Xalê kûsî
nan garisî
pê fetisî

XXX

 ADAR E
DEW LI DAR E
NE LI VIR
LI MUSIL U SINCAR E
NİSAN E
DEW LI DERİ HEMİ PİSAN E.

XXX

Hêkilo mêkilo
Çarim çêklo
Hestîyê kewê
Li bin kewê
Mamo gûrrî
Çav kizirî
Ji vî derket
Kete vî

XXX

Eklê meklê
Çarim çiqlê
Gulîstanê
Ezîzanê
Gula çepo
Çepil mişo
Totik eynî
Şam û şeyne
Gul hineye
Bîst li te ye

XXX


Çîv çîv çîvano
Hêlik reşo mer'ano
Navê jina te çîye ?
Navê jina min hingê
Agir girta delingê
Agirê zomê çi xweş e
Ne'le li dê -bavê keş e
Keşe bavê Raba yê
Savarê dixwe lê nayê
İnta detê gû nayê 

XXX

Xalê bekir çavê xwe vekir

eynik dani, li xwe mêze kir

serê xwe şûşt, riyê xwe şe kir

xuriniya xwe kir bi şîr û şekir

şal û şapik li bejna xwe kir

ne guh da min, ne bi peyva te kir

rabû bi rê ket, çû diyarbekir

ax bêaqil xalê bekir.

XXX

Havîn hat tişt û mişt

payîz hat li ser rûnişt

zivistané got ka

te ji min ra çi hişt

XXX

Rovî rovî rovî bi rindik

serê dûvê rovî kincik

rovî çûye mala xala

li rovî kirin barê dara

bihijmere nehijmere

jimera rovî bist û çar e.

XXX

Suwar bû kerê

çû bêderê

avê vexwar

neda kerê

dar û de,

mişk û maran

arvanê karan

îca dora te.

XXX

Çîrokê virvîrokê
Rûnê rokê
Berda cokê
Co miçiqî
Rûn biriqî
Golika salê
Li garanê
Şengo mengo
Mi çiqas xweş go
* * *
Rovî roviyê mendika
Çerez dike dendika
Çavên wî li dîk û varika.

XXX

QULING 


Quling quling rêzo,
A paşin tew rêzo,
Meta mina zînê,
Kêrê hildikşînê,
Kêra ser bi zengil e,
Kuta serê dil e,
Xwîn firiya Musil e,
Musil bavê şêr e,
Herba da bi nêr e,
Herba ser şikestî,
Herîr pê da bestî,
Herîro xaso,
Pê dirû keraso,
Kerasê kê ye,
Ê Fatma Nebiya ne,
Çekire ser ciya ne


XXX


DU NIKIL 


Silêmanê dunikil,
Çû ser darê tirek kir,
Hat bin darê fisek kir,
Çû mehkemê deng nekir,
Hate malê fedî kir.


XXX

Libka tirî
li hev gindirî
sosin bezî
evdil gezî
mir xatûn e
ez û tu xweş

2 kommentarer:

  1. gelekî spas ji bona keda te, min li internete li vana digerehe û ez li kasî rupera te bum. detsxwes, ev tistekî gelekî girînge.

    SvaraRadera
    Svar
    1. Ji bo ku bloga min feyde gîhand te kêfxweş bûm.
      Tiştê tu lê digeriya çi bûn?
      Tu li ku dimînî?
      Tu kanî şexsî ji min ra binivîse; heger tu naxwazî li vir binivîse.

      Radera

PARVE BIKE