30 april 2017

Nifira diya min qebûl bû


Xanima min û diya min tim li zalimên tirk nifiran dikin û dibêjin Xwedê teala bela van zaliman ji ber nigê wan bide, Xwedê aynê me ji van zaliman ra nehêle. Wa ye nifira wan qebûl bû.
Hey gidî gidî dinyayê hey, kê bawer dikir, kê tesewir û xeyal dikir ji rojan rojekê Emerîka bi van zirpoşên xwe, bi van çek û wasiteyên xwe yên zirxî, bi leşker û ala xwe me kurdan ji êrîşên Tirkiyeya mitefikê xwe û dewleta endamê NATOyê biparêze?
Lê dinya wek siya darê ye, geh li vî alî ye, geh li wî alî.
Carnan tarîx jî surprîzan çê dike.
Tiştê îro li Kurdistana rojava dibe, piştgiriya Emerîka bi kurdan ra surprîzeke tarîxê ya bêemsal e.
Îro li ser sînorên Kurdistanê hebûna leşkerên Emerîka, meşa leşkerên emerîkî û şervanên kurd ne tenê neyarên me, tirk û ereb dîn û har kirine, ne tenê hiş ji serê wan biriye, ev yek îşareta guherînên pir mezin e jî.
Gerek em kurd vê demê baş fêm bikin û siyaseteke li gorî van rojên tarîxî bimeşînin.
Dev ji neyartiya PYDê berdin, Xwedê van canfîdayên kurd biparêze û hêza wan zêde bike.
Ji me ra bêhemdî li hev hatiye, nifira diya min û xanima min qebûl bûye û Xwedê bela neyarên me daye û şansê azadbûna me zêde bûye.
Gerek em qîmeta şervanên PYDê û Emerîkayê baş bizanibin û dijminatiya PYDê nekin.
Hêza me tunebe, şervanên me tunebin kes me naxe dewsa însên. Qîmeta me, giraniya me bi qasî hêza me ya çekdar e. Îro wiha ye, ev pere dike.
Kêmsiyên PYDê, şaşiyên wê bi dostane bibêjin, lê dijminatiyê nekin.
Dijminatiya bi PYDê ra îro li berjewediya Tirkiyê ye, piştgiriya siyaseta Erdogan ya antî-kurd e.

XXX
Li gorî medyaya tirk hevkarî û piştgiriya Emerîka bi PYDê û kurdan ra "îxanet e" "
Medyaya tirk rismên şervanên kurd û leşkerên emerîkî yên bi hev ra, wasiteyên leşkerî yên Emerîka yên li ser sînorê Kurdistana rojava û bakur kirine manşetên îro. Û hevkariya kurdan û Emerîka bi îxanetê bi nav kirine.
Dîtina van risman ji bo tirkan helbet ji mirinê jî xerabtir e. Wan tu carî bawer û texmîn nedikir Emerîka were vê nuxtê û tercîheke wiha bike. Wan digot em çi bikin jî Emerîka dev ji me bernade û li hemberî me nabe hevalê YPGê. Çimkî em dewlet in.
Lê hesabê wan yê îcar vê gavê şaş derketiye.
Ew dixwazin Emerîka û hemû dinya weke wan dijminatiya kurdan bike.
Gava Emerîka bi leşkerên tirk ra sûretan digrin ne îxanet e, lê gava bi gerîlayên kurd ra be îxanet e.
Hêvî dikim Emerîka vê ”îxaneta” xwe bidomîne û dev ji piştgiriya kurdan bernede.
Gava tirk ji vê tifaqa kurd û Emerîka hewqasî aciz in, maneya xwe kurd, PYD li ser riyeke rast in.
Dibê PYD vê xeta xwe bidomîne û nabêna xwe û Emerîka ebeden xera neke.
Çend numûne ji manşetên rojnameyên tirk:
Posta: Nobeta Îxanetê
Milliyet: Emerîka-YPGê milê wan di hev da
Vatan : Nobeta şermê
Star: Kantona Emerîka
Sozcu: Trump dualî dilîze
Karar: Ev ne karê mitefika ye.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE